DAIŞ rêxistina Fermana Reş, PDK jî ya Fermana Spî ye!

Êzdîn Şengalî Gef û êrîşên li ser civaka êzidî û stargeha wê ya pîroz Çiyayê Şengalê ji dîrokê heya roja me ya îro berdewam dike....

Jîna Emîne û Dîktatoriya Îranê

Polîsên rejîma Îranê yên bi navê Îrşad (Polîsên Exlaq) keça kurd Jîna Emînî bi roj li ber çavên her kesî kuşt. Jîna Emîniyê zanîngeh qezenc...

Duşem - 26 Ilon 2022

Gerîla li Avaşînê derb li dagirkeran xist

Gerîlayên HPG û YJA Starê li qada Girê Sor a Avaşînê, li dijî dagirkerên ku hewl didan li derdora tûnelên şer bi cih bibin çalakiyek kirin. Dagirkerên ku derb xwarin, neçar man ku bi qedemeyekê xwe vekişînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk daxuyanî da.

Daxuyaniya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

20’ê tîrmehê saet di 11:00 de li qada Girê Sor li dijî komek ji dagirkeran ên hewl didan li derdora tunelên şer bi cih bibin, hêzên me çalakiyek kir. Dagirkerên ku derb xwarin, neçar man ku bi qedemeyekê xwe vekişînin.

20’ê tîrmehê saet di 02:00 de artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyan û gazên jehrî êrîş birin ser tunelên şer ên li qada Werxelê. Heman rojê saet di 11:40’î de li qada Girê Sor tunelên şer bi balafirên şer hatin bombekirin.

20’ê tîrmehê saet di navbera 21:30-00:30’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Banista, Tabûra Ereban, Girê Spî û Girê Silêman geriyan, qadên Stûna, Gundê Dirê, qada Basya, derdora Werxelê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

20’ê tîrmehê saet di navbera 20:00-22:30’î de qada Şehîd Şahîn a li herêma Zapê ji qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin.

Ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar