Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Girêdanbûna jinan ya bi çandiniyê re

Bêrîvan Tûnç/

Çandinî yek ji çalekiyekî herî giring e ku mirovahî jiyana xwe pê dide berdewam kirin. Piştî ku mirovahî dest ji jiyana komkirinê berda û dest bi jiyana hilberinê kir û vir ve mirovahî bi çandiniyê jiyana xwe berdewam kiriye. Dema em li dirokê temaşe bikin em ê bibînin ka ji bo mirovên berê çandinî çiqas xwedî giringiyê bûye. Di wan demên destpêkê de jî jin bi çandiniyê re mijûl dibûn wekî ku di roja îro de ji herî zêde bi çandiniyê re mijûl dibe cardin jin e.

Jin ji ber taybetmendiya xwe yê afirîneriyê xwe ji parçeyek yê xwezayê dibine. Bi xwezayê re di milekê de mina zarokekî ji bedena wê ye mijûl dibe. Di milê din de jî di zanabûna ku ew parçeyek ji vê xwezayê ne rêz û hurmetê jê re digire. Nêzikatiyên jinan li beramberî xwezayê her tim mina dayikekê ye, ev nêzikatî dema ku bi baxçeyê li derdora mala xwe çêdikin de tu lê temaşe dikî bi rengê xwe yê herî sade derdikeve pêş. Ji ber jin dizane dema ku zarokek di bedena xwe de di welidine çiqas êş dikêşe. Dema ku wê zarokê mezin dike çiqasî bi baldarî pêre mijûl dibe. Ji hertiştî diparêze heya ku dike mirovek têgihîştî. Heman tişt di xwezayê de ji dibine, dema tovê fêkiyekê li nava axê de diçine, heya ku şin dibe, mezin dibe û di gihije dem û kedekî jê re pêwist dike. Ji ber jin bi xwe vê ked û demê dide ye ji ber wê xwezayê jî, mina dayikê dibine û bi wê şêweyê nêzik dibe. Di rastiyê de mirov dikare bêje jin gerdûna biçûk e.

Di vê cihana ku em têde jiyan dikin de, her tişt ber bi tunêbûnê ve diçe. Bêgûman tunebûna gelek tiştan ji ser sebaba wê em mirov bi xwe ne. Cudahiya mirovên îro ji mirovên berî 12 hezar salan ew e ku mirovên wê demê ji ber zanist pêşneketî bû ewqas mîna vê demê xwezayê nasnedikir jî lê cardin asta wan ya zanabûnê û têgihiştina ku mirov ancax bi xwezayê re dikare jiyan bike û parçeyek ji vê xwezayê ye gelek ji mirovên vê demê zêdetir bû. Mixabin her çendi ku teknik û teklonujî pêşketibe, her çendî ku em di serdema zanista pêşketî de jiyan dikin jî, lê cehaletiya li beramberî xwezayê di asta herî jor de ye.

Li rexa vê  cehaletiya heyî ji dema tu li jinên kurd bi taybet ji li jinên Botanê dinêrî ew girêdanbûna jinan ya bi xwezayê re di avdana her darekê, di nêzikatiyên wê li beramberî xwezayê de, diyar dibe ku hina jî jin xwe parçeyek ji vê xwezayê dibine. Lê mixabin ev jinên botanî yên ku li gundên xwe li herêma Botanê bi destên xwe bax û baxçeyên xwe çêdikirin û li milê din ji mala xwe bi rêve dibir. Bi bangê melayê siharê re radibûn heya bangê eşayê ji vê karî dibezî vê karê, li milekê zarokên xwe xwedî dikir, li milekê bêrivaniyê dikir, li milekê ji bax û baxçeyên xwe çêdikirin. Ev jinên Botanê rexmê ku ewqas karan bi hev re dikirin jî lê cardin di aliyê tendurustî de jî pir baş bûn, ev ji nişaneya girêdanbûna jinan ya bi xwezayê re ye.

Ev jinên Botanê yên ku hemû jiyana wan mijûlbûna bi xwezayê re derbazdibûn, di salên 90’î de ji ber zilm û zorderiya dewleta dagirker a tirk, ji wan warên ku bi deşt û zozanên xwe yên ji bo çandiniyê dest dayî û hezar salan malavaniyê ji mirovahiyê re kirî berdan û berê xwe dane penaberiyê. Lê jibîr nekirin tovên ku di xaka Botanê de şin bûn di boxçika xwe de bi cih bikin. Di wê rêwitiya penaberiyê de ya 6 salan zêdetir (hinekan 10 salan dirêj kiri de) rastî gelek cihên ku ji bo çandiniyê destdayî mîna warên wan, mîna Botanê bikarinbin wan tovên ku ji xaka Botanê bidestxistî lê bi çinin û berhemê ku Botanê daye wan cardin li ser vê xaka piroz a berdewamiya Botanê, a ku di bin lepê dagirkeran de perçîqi de, cardin bi dest bixin.

Lê mixabin wan xeyalên ku wan kirin hemû vala bûn ji ber ew xaka ku lê bûne mêvan her çiqas xweş be jî lê dijminê xwînxwar û hevkarên wê rê nedan ku li ser wan xakan berhemên botanê şîn bikin. Bi deq û dolabên qirêj berê wê gelê Botanê dane xakên ku ji dûbişk û maran re bûye war. Piştî wan warên bi bereket hatina nava çolekê bêav de bi cihbûn jî, hêviyên wan ne şikestin. Cardin li vê warê hişk jinên Botanê zend û bendên xwe badan û di nava vê xaka zûha de tovên jiyanê yên ku ji Botanê anibûn çandin. Ew tovên jiyanê di vê çola ku ewran ji bir kiribû de baranê li ser bi barine şin bûn û dema tu îro lê tameşe dikî hemû ked û xwidana bi salane ku ji çanda Botanê girtine di nava wan bax û baxçeyên ku li derdora mala xwe de bi keda destê xwe û hêviyên xwe yên vegera xaka Botanê de çêkirine de veşartiye.

Ev jinên Botanê yên ku li wargeha berxwedanê jiyan dikin her yek li derdora mala xwe ji salên 2000’î ve tovên ku di boxçika xwede veşartî di nava vê xaka zûha de çandin û bi milê xwe bi tenekeyan ava germava ku mirov ne dikarî ji ber bêhna wê nefesê bistine, di kêşan û avdidan mina ku hêviyên xwe avbidin, avdidan û her ku berhemê ji wê keda xwe digirt hê bêhtir hiviyên wan yê serkeftinê ji dihate avdan û geştir dibû. Ger ku îro Mexmûr ji rewşa xwe ya çol û zûha vegeriye warê jiyanê ew ji îrade, bawerî, ked û hêviyên wan jinên Botanê tê. Ji bo wê Mexmûr bûye sembola berxwedan, îrade û çanda Botanê ku her mirov li Mexmûr temaşe dike hêviyên mirov zindî dibe.

Her wiha jinên Mexmûrê yên ku heya roja îro bi çanda Botanê vê xaka Mexmûrê mîna ku parçeyek ji bedena wê ye xwedîtî lê kir, carek din girêdanbûna jinan bi xwezayê re radixe ber çavan. Ev jinên Mexmûrê dema ku bi baxçêyen xwe re mijûl dibin hemû heskirin, hêvî, bêrikirina xwe ya xaka Botanê her roj zindî dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar