Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...
Yekşem - 24 Cotmeh 2021

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Gurbetellî Ersoz; zanyar, rojnameger û şoreşger bû

Gurbetellî Ersoz ne tenê di dîroka çapemeniya kurd de, her wiha di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de jî yekemîn derhênera weşana giştî ya jin e û her wiha şoreşger, rewşenbîr, kîmyager, rojnameger e…

Rojnameger Gurbetelli Ersoz li Kurdistan û Tirkiyeyê yekem gerînendeya giştî ya weşanê bû. Li pey xwe mîrateyeke girîng ji bo rojnamevaniya azad hişt. Şopdara heqîqetê Gurbetelli Ersoz, di 7’ê Cotmeha 1997’an de, bi komek hevalên xwe re li başûrê Kurdistanê di şer de jiyana xwe ji dest da. Gurbetellî Ersoz, zaneya jiyana azad, afrînera di oxira lêgerîna heqîqetê de, bû pêşenga têkoşîna azadiya jinê.  Di sala 2013’an de ku salvegera roja jina şoreşger û pêşenga ragihandina jinê Gurbetelli Ersoz bû, wekî roja rojnamevaniya jinên kurd hate ragihandin.

Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) roja ku weke rojnamevaniya jinên kurd hatiye ragihandin, li tevahiya rojnamevanên jin ên li ser xeta Gurbetelli Ersoz, bi bawerî, hêvî û bi israr têdikoşin pîroz kir. Rojnamevana şoreşger û dilsoza jiyana azad, Gurbetelli Ersoz, bi kesayeta xwe ya pêşeng, li dijî pîvan û kevneşopiyên paşverû yên civakî, li dijî hişmendiya serdest a medya mêr û pergala wê ya desthilatdar bi estetîk û fikra jinê, bi pênûsa xwe bû avakera jiyana azad û vegotina rastiyan. Di şoreşa Kurdistanê de qada ragihandinê di pêşengiya Gurbetelli Ersoz û bi dehan rojnamevanên li ser şopa heqîqetê têkoşiyan, bû qada hesabpirsîna ji desthilatdariya mêr-dewletê. Di destpêka salên 1990’î de, bi taybetî li bakurê Kurdistanê, li hemberî siyaseta tinekirin, qirkirin û zihniyeta dagirkeriyê ya Tirkiyeyê, rastiya ruhê berxwedêr ê jina kurd û gelê Kurdistanê yê têkoşîner derkete holê.

Rojnamegereke pêşeng: Gurbetellî Ersoz

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) li ser çîrok û kesayetiya Gurbetellî Ersoz rawestiya û nûçeyek amade kir. Lêkolîna ANHA ya li ser Ersoz wiha ye:

Yek ji cudahiyên ku Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê afirandine, birêxistinbûna jinan e ku di qada çapemeniyê de jîpêk hatiye. Di çapemeniyê de ku li cîhanê bûye hêza yekemîn, saziyên çapemeniya alternatîf ên jinên Kurd roj bi roj mezintir dibin. Di 7’ê Cotmeha 2013’an de ji bo medyaya jinan a birêxistinkirî li çiyayên Kurdistanê di salvegera şehadeta wê de hevalên Gurbetellî Ersoz, Yekitiya Ragihandina Jinên Kurdistanê (RAJIN) ava kir. Yek ji rêgezên damezirîner ên RAJIN’ê ew e ku zimanê zayendîperest, nîjadperest û netewperest di çapemeniyê de were derbaskirin û bi nêrîna azadîxwaz a jinan weşangerî were geşkirin û projeyên şehîdên çapemeniyê yên jinan ên neqediyayî, werin bicihanîn.

Gerînendeya jin a yekemîn bû

Gurbetellî Ersoz ku bi kevneşopa çapemeniyê ya sedsalî hêz da çapemeniya kurd û bû yekemîn Gerînendeya Weşana giştî ya jin a çapemeniyê ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû. Beriya 24 salan di şer de jiyana xwe ji dest da. Wê jî wek jineke kîmyager, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û şoreşger dîrok nivîsand. Li derveyî normên civakî jiya û bi cudahî xwe û serhildêriya xwe hat naskirin.

Jiyaneke wê ya dijwar hebû; teslîm nebû, teslîmî sîstema serdestiya mêran nebû. Hat darizandin, girtin, îşkence lê hat kirin. Agirê serhildan û tolhildanê yê di dilê wê de tu carî venemirî û li çiyayan hem karê rojnamevaniyê hem jî karê şoreşgeriyê bê dudilî kir.

Bi çîroka Seyîd Riza û Besê mezin bû

Gurbetellî di hevpeyvînekê de dibêje “Ez li gundê Zîver ê navçeya Palû ya Elezîzê ji dayik bûm. Gundekî çiyayî ye. Ji sala 1993’yan ve tune ye, ji ber ku…” Ji ber ku ew gund jî mîna bi hezaran gundên din ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin. Gurbetellî di malbateke xizan de hatiye dinê. Bavê wê li Almanyayê wek karker dixebitî û navê ‘Gurbetellî’ ji ber vê yekê lê dikin. Gurbetellî bi çîrokên berxwedana Seyîd Riza û Besê û bi çîrokên serhildanê mezin bû. Di wan çîrokan de xwe dît.

Di dibistana seretayî de li gundê xwe qedand û bû yekemîn. Her çi qas gundî çûna dibistana navîn qebûl nekin jî, û feodalî li gund serdest be jî, li hemberî kesên ku digot ‘keç naxwînin’ ji bo keçên gund bixwînin, bû destpêkek. Bi desteka bavê xwe dest bi dibistana navîn kir, piştî saleke zor û zehmet bi diya xwe re ji bo xwendinê çû li Edeneyê.

Her tim bi kirmanckî diaxivî

Dayika wê Fatma Ersoz ji ber ku nekarîbû bixwîne, dixwest zarokên wê bixwînin û heta nîvê şevê ranediket da ku zarokên wê bixebitin. Gurbetellî ku ji zarokatiya xwe ve li cem ên mafdar û bindest sekinî, dayika xwe bi hişmendî û wêrekiya xwe bi tenê nehişt. Gurbetellî bi dayika xwe re bi kirmanckî diaxivî  û ji ber ku li dibistanê bi tirkî nedizanî xwendekaran henek pê dikirin û di dersan de zehmetî kişandibû. Tevî van hemûyan jî dest jê berneda û gelekî xwend û xebitî.

Gurbetellî zor û zehmetiya wê demê, wiha rave dike: “Min dest bi xwendineke bêrawestan kir. Min xwend, min xwend, min xwend; her ku ez westiyam, min li radyoyê guhdarî kir. Di dawiyê de baş hînî xwendin, nivîsandin, axaftina bi tirkî bûm.”

Zanîna xwe parve dikir

Di lîseyê de dixwest beşa hiqûq an jî têkiliyên navneteweyî bixwîne. Dema beşa kîmyayê qezenc kir, pir kêfxweş bû. Piştî xwendina xwe ya lîsansê li Enstîtuya Zanistê ya Çukurovayê dest bi mastera xwe ya li ‘hawirdor û enerjiyê’ kir. Gurbetellî ji kîmyayê, ji hemû madeyên ku dane hev û ji laboratuarê hez dikir. Serokê beşê haya xwe ji vê hezkirina wê çêdibe û rojekê ji Gurbetellî re dibêje: “Hezkirina te ya laboratuarê şertê yekemîn ê zanyariyê ye. Lê divê tu ji bîr nekî ku heta tu tiştên ku hîn bûyî, bi yên din re parve nekî, tu wateya wê tune ye.”

Van gotinên mamosteyê xwe ji bîr nake û tev li têkoşîna xwe dike. Lê ders û amfiyan têrê nekirin ku tiştên di dilê cxwe de bîne ser ziman. Tercîha wê ew bû ku zanîna xwe parve bike û ji bo gelê xwe tê bikoşe. Çernobîl û Komkujiya Helebçeyê di jyana wê de dibin qonaxên girîng. Gurbetellî jî dest bi lêgerîna bersivên pirsên di serê xwe de dike û pirsên “Kîmyagerên ku divê herî zêde bi Çernobîl û Helebçeyê re eleqedar bibin, ez matmayî hiştim. Min gelek caran ji xwe pirsî, ‘ez çi me, ez ê çi bikim? dike.

Gurbetellî dema ku mastera xwe dike, 3 salan di beşa kîmyayê de asîstaniya lêkolînê dike û cara pêşî bi kovara ‘Hedef’ re Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike.

Gurbetellî ku zarokatiya xwe li Edeneyê derbas kir û di ciwaniyê de tev li şoreşgerî û têkoşînê dibe. Gurbetellî di heman demê de dest bi karê rojnamevaniyê dike û di 10 ‘ê Kanûna 1990’î de tê destgîrkirin. Gurbetellî piştî lêpirsîna 15 rojan rastî îşkenceyên giran tê û piştre tê girtin û dişinin girtîgeha Meletiyê û 2 salan girtî dimîne.

Li Edeneyê dest bi kar kir

Wêneyekî ku di dema darizandina wê de li salona dadgehê hatiye kişandin, wêneyê şopên îşkenceyê yên li ser lêv û desten wê ye. Di wêneyên wê de tişta berbiçav, xêzên li eniya wê ne. Rûkeniya wê ya şermok û tûjbûna nêrînên wê, hem hêrs û hem jî bîrbiriya wê nîşan didan.  Piştî esareta 2 salan li ofîsa Edeneyê ya Ozgur Gundemê dest bi kar kir. Lê piştî demeke kurt di 15’ê çileya 1993’yan de rojname hate girtin. Ji wê demê heta 23’yê nîsana 1993’yan dema ku bi fermî dest bi rojnamegeriyê kir, ji nivîsandinê bigire heta nûçeyan, ji bo hînbûna detayên rojnamevaniyê kedeke mezin da. Gurbetellî rêwîtiya xwe ya ji bo hînbûna rojnamevaniyê wiha vedibêje: “Bi rojnameyan xwe gihandina mirovan hêsantir e. Ez her tim xwendevaneke baş û rojnameyan bûm. Ez pir zû hînî nivîsandina nûçeyan bûm. Xweş e ku mirov xwe bigihîne her derê, berî her kesî hîn bibe bê ka li welatê min û li cîhanê çi diqewime.”

Bû gerînendeya weşanê

Di demeke kin de dibe gerînendeya weşana giştî û vê yekê dewleta Tirk aciz kir. Ji ber vê yekê, ji bo civînên serfermandariya giştî ya tirk, serokkomarî û serokwezîriyê nayê vexwendin. Nûçegihan û edîtor nikarin xwe bigihînin serokwezîrî, wezaret, walî û şaredaran da ku nûçeyên xwe piştrast bikin û agahiyan jê wergirin. Gurbetellî û hevalên wê li kuçe û kolanan li pey nivîsandina heqîqetê dikevin û berdêlên giran didin. “Generalên Biçûk” ên Apê Mûsa jî ji van berdêlan bê par namînin. Di dema Rewşa Awarte (OHAL) ya li Kurdistanê de bi coş û kelecanî bi berdêla jiyana xwe wezîfeyên xwe bi cih anîn. Ya ku herî zêde Gurbetellî hêrs dike, astengkirina belavkirina rojnameyê, destgîrkirina nûçegihanan û qetilkirina belavkarên zarok e. Êrişên giran ên mîgrenê û spazmên mîdeyê…

Di 29 saliya xwe de bi edîtor û nûçegihanan re di odeyeke biçûk de mîna ku bi salan rojname bi rê ve biribe, lê guhdarî kir, nîqaş kir û pêşniyar kirin. Dema ku Gurbetellî bû derhênera weşanê, ne tenê wateyeke pîşeyî lê gelek wateyên xwe hebûn.

Xwest cuda li jiyanê binêre

Gurbetellî diyar dike ku Ozgur Gundem rojnameyeke cihêreng e û wiha rave dike: “Ozgur Gundem rojnameyeke cuda ye. Me hewl da bi awayekî cuda li tiştan binêrin. Cesaretê dixwaze. Ez nabêjim bê kêmasî ye, lê belê kêm be jî me cudahî bi dest xist. Em wek rojnameyeke kurdî hatin pênasekirin. Gotin pirsgirêka Kurd nîn e; me got, ”ev rastiyek e”. Niha hemû çapemenî dibêje ‘pirsgirêka Kurd heye’.”

Gurbetellî destnîşan dike ku çapameniya desthilatê di wan salan de rastiyan bi giştî nanivîse û mînakan wiha rêz dike: “MGK (Lijneya Neteweyî ya Ewlehiyê ya Tirk) di brîfîngan dide çapemeniyê. Tiştekî bi vî rengî li kîjan welatî diqewime? Niyeta baş a nûçegihan têrê nake. Girîng e bê ka berhem ji çi re xizmetê dike. Heke çapemeniyê rastî binivîsanda, ew qas mirov nedimirîn.”

Bi îşkenceyê re rû bi rû ma

Rojnameya Ozgur Gundemê ku nûçegihanên wê, belavkarên wê hatin kuştin û girtin, para xwe ji her cure zilm û zordariya dewletê digirt. Di 10’ê Kanûna 1993’yan Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de, bi sedan polîsan bi ser rojnameyê de girt. Gurbetellî li gel xebatkarên rojnameyê hate binçavkirin û piştî 13 rojên binçavkirinê, hate girtin. Îşkencey li wir dubare bûn, bi awayekî hovane lê dan, ji porê wê girtin û kişandin û li korîdor û pêlekanan kaş kirin.

Gurbetellî wê demê şandin Girtîgeha Sagmalcilarê û di dadgeha yekemîn a Hezîrana 1994’an de hate berdan. Piştî ku hate berdan, heta demekê xebatên xwe yên rojnamevaniyê domandin.

Gurbetellî dema di girtîgehê de bû, di hevpeyvîneke xwe ya li gel rojnamevan Nadire Mater de ku di 30’ê Mijdara 1997’an de hate weşandin, rojnamegeriyê wiha pênase dike: “Tiştek neguheriye; wekî kîmyayê ye, tu di laboratuarê de yî. Tu yê wekî ku li preparatê dinêrî, lê binêrî. Çawa ku her taybetmendiyek bi her lensekê cuda ye, aliyên cuda û hêmanên cuda di nûçeyan de bi lensên cuda derdikevin holê, ku tenê bi yekkirina wan re mirov dikare wêneyê herî nêz ê nûçeyan derxe holê.”

Gurbetellî dibêje: “Berî ku rojnameyên rojane bixwînin, nûçeyên mirin, binçavkirin an jî windakirinê, rojnameyên hatine desteserkirin, yên nehatine belavkirin, tên. Ji ber vê yekê her roj bi hevdîtina parêzeran, bi rêya telefonê agahdarbûna ji geşedanên li buroyê, dayîna daxuyaniyên çapemeniyê dest pê dike. Dozên nû û yên heyî, îfade dayîn. Yanî dem bi dem beşdarbûna civînên nûçeyan jî ne mimkun e.”

Bû pêşenga jin a çapemeniyê

Di zarokatiya xwe de ji bo ku keçên li gundê wê bixwînin, tê koşiya û dema mezin bû jî ji bo guhertin û veguherînê û ji bo mafên jinan, têkoşîna xwe domand û têkoşîna xwe gihand asteke din. Gurbetellî têkildarî derhêneriya xwe ya weşanê ya di salên 1990’î de ku ji bo jinên kurd tiştekî nû bû, wiha dibêje: “Gelekî girîng e ku jineke kurd bibe derhênera weşanê. Di van salên dawîn de jinên kurd ji zilaman zêdetir bi pêş ve çûne. Cihê ku ez îro hatimê, li gel hewldana min a taybet, bi vê yekê ve jî girêdayî ye.”

Ji bajar xatir xwest

Gurbetellî di demeke wiha de ku her cure îşkence û zext li ser rojnamevanan hebû, piştî ku ji girtîgehê hate berdan, biryar da ku li qadeke din têkoşîna xwe bidomîne. Gurbetellî got “Bi xatirê we bajarino” û berê xwe da çiyayên azad. Xwest xeyala birayê xwe yê dema fakulteya tibê qezenc kir, lê çû nav gerîla û di şer de jiyanax we ji dest da pêk bîne. Li çiyayan jî qet pênûs û lênûsk ji dest bernedan. Li ser her rêyê, li ber her zinarekî dinivîse. Di bîranîna hevrêyên xwe yên şervan de wek jineke ronak û rewşenbîr û wek gerîlayeke entellektuel tê binavkirin. Rojnivîskên Gurbetellî bi navê ‘Yüreğimi Dağlara Nakşettim’ (Min dilê xwe li çiyê neqş kir) hatin weşandin. Pirtûk gihişt ber deste bi hezaran xwendevan û bi meraqeke mezin hat xwendin.

Gurbetellî û komek hevalên wê di 7’ê cotmeha 1997’an de li başûrê Kurdistanê bi tankên Leopard ên leşkerên Tirk bi kar tînin û pêşmergeyên PDK’ê ve koordine dikin, hatin gulebarankirin. Cihê cenazeyê wê hê jî nayê zanîn.

Sekna xwe ya biaqil a xurt a salonên dadgehê, li çiyayên azad jî domand. Gurbetellî ji pênûsan dûr neket. Şopdarên wê, ji bo rastiya di nava tarîtiyê de derxin holê, li her aliyê cîhanê çapemeniya şoreşgerî dimeşand. Tu hêzan nekarî fikir û afirîneriyên Gurbetellî tune bikin. Rojnamevanên jin ên kurd û xebatkarên çapemeniya azad, li ser şopa Gurbetellî li hemû welatên lê ne, li bajar û çiyayên Kurdistanê rojnamegeriya heqîqetê berdewam dikin. Gelek kovar, rojname, ajansên nûçeyan, televîzyon, radyo û malperên li Kurdistan û Ewropayê xwe dispêrin vê mîrateyê. Hin ji wan yekemîn ajansa nûçeyan a jinan JINHA ye û ji wê heta JINNEWS’ê, heta yekemîn televîzyona jinan Jin TV, kovara jinan Jina Serbilind a li Ewropayê tê weşandin, Star Fm ku yekemîn radyoya jinan e ku li Rojava weşanê dike û gelek kovar, rojnameyên din.

Şopdarên Ersoz: Ayfer û Dilîşan…

Gelek nûçegihan, nivîskar, wênekêş û belavkarên jin di dîroka çapemeniyê de bi tundî hatin cezakirin, kuştin, girtin û bi zorê sirgûn kirin. Şopdarên Gurbetelliyê li Îranê Ayfer Serçe, li Mexmûrê Denîz Firat, li Şengalê Nûjiyan Erhan, nûçegihana ANHA’yê Dilîşan Îbîş û Dilovan Gever li Rojava tenê çend ji wan rojnamevanên jin in ku di vê oxirê de canê xwe feda kirine…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar