Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Şemî - 25 Ilon 2021

Hejmara 11’an a Kovara Şermola derket

Hejmara 11’an a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket

Nêrgiz Ismayîl |

Hejmara 11’an a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya hejmara 11’an ‘Zimanê Dayikê’ ye.

Ji pêşekiya hejmara kovarê wiha tê gotin: “Her netewek; çand û kultûra xwe bi zimanê xwe vedibêje û diparêze. Ziman di nava neteweyekê de gencîneya paşeroj û pêşerojê ye. Heger zimanê miletekî winda bibe dê hemû çand û kevneşopiyên wî jî ji holê rabin. Her wisa paşeroja wî jî winda dibe. Ji ber ziman ji bo civak û neteweyan gelekî girîng e. Lewra dewlemendiya neteweyan di zimanê wan de diyar dibe. Ango mirov dikare bibêje ku mercê sereke yê neteweyîbûnê ziman e, heger tu netewe bî pêwîst e zimanekî te yê taybet hebe.

Parastin û xwedîderketina li ziman erkeke neteweyî ye. Ji ber ku dewletên dagirker vê girîngiyê baş dizanin, lewma dema ku dixwazin netewe ango miletekî ji holê rakin, di serî de dest diavêjin zimanê wî, ji bo ku çand, dîrok û kultûra wî jî bi ziman re winda dibe.

Di parastina ziman de rola herî mezin a ronakbîran e. Û heger vê der barê de roleke baş û durist bilîzin dê paşeroja ziman jî baş û ronî be. Da ku zimanek zindî bimîne pêwîst e bê bikaranaîn di perwerde, bazirganî û jiyana rojane de. Heger wisa nebe bi domana demê re ziman qels dibe û ber bi mirinê ve diçe, her wiha dê ew gencîneya dewlemend a ku bav û kalan ji me re hiştiye winda û talan bibe.”

Naverokeke dagirtî

Di hejmara 11’an de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê hene.

Beşên kovarê ku xwedî naverokek dagirtî ye, ev in: Analîzên hizrî, dosyaya hejmarê, lêkolîn, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.

Hejmara 11’an a Kovara Şermola 232 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Kovara Şermola di 24’ê îlona 2018’an de hatiye damezrandin û hejmara yekemîn di 7’ê sibata 2019’an de derketiye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar