Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Her tişt ji bo şerê şoreşgerî

Selahattîn Erdem |

Bêguman dema ku şertên siyasî û leşkerî guncav bin, şoreşger jî dixwazin têkoşîneke siyasî bimeşînin û armancên xwe yên şoreşgerî bi metodên têkoşîna siyasî ya demokratîk pêk bînin. Lê şertên şênber her dem derfetê nade vî tiştî.

Hêzên serwer û dewletparêz pergaleke zextan ava dikin, dikarin têkoşîna siyasî ya demokratîk ji holê rakin û li ser vî esasî bixwazin temenê xwe dirêj bikin. Lê di rewşên wisa de çi pêk tê? Bêguman stratejiya şerê gel ê şoreşgerî wê were rojevê. Di rewşeke wisa de şoreşgerên ku dikarin stratejiya xwe biguherînin, bi stratejiya şerê gel a şoreşgerî dikare têbikoşe wê bi pêş ve biçe û bi ser bikeve.

Sermesele dîktatoriya faşîst rejîmeke zextan e û hemû derfetên têkoşîna bi siyaseta demokratîk ji holê radike. Di rewşeke wisa de ji bo şoreşgeran dibe tiştekî ferz ku şerê berxwedana gel a antîfaşîst bikin. Sermesele serweriya mêtinger rejîmeke zextan e û hemû şertên têkoşîna siyasî ji holê radike. Serweriya qirker jî jixwe pergaleke tunekirinê ya qetlîamê ye û di rewşeke wisa de şopa siyaseta demokratîk jî namîne. Nexwe tekane şertê hebûna li hemberî serweriya mêtinger û qirker divê li ser stratejiya şerê gel a şoreşgerî şerekî azadiyê bimeşîne.

Rastiyeke gelekî zelal e ku dewleta Komara Tirkiyeyê serweriyeke mêtinger û qirker. Cemiyeta Îttîhat û Terakkî ev karakter daye wê. Mêtingerî ji Osmaniyan wergirtine, qirkirin jî bi qirkirinên asûrî, suryan, rûm û kurdan xistine pratîkê. Bi vî awayî dewleta TC’yê wekî pergala serweriyeke faşîst, despotîk, mêtinger û qirker ava bûye. Bi darbeyên leşkerî yên 27’ê Gulana 1960’an, 12’ê Adara 1971’an û 12’ê Îlona 1980’an karakterê wê baş zelal bûye.

Li hemberî vê pergalê di 1971 û 1972’an de bi pêşengiya Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê xwestiye li ser bingeha stratejiya şerê gel têbikoşe lê di dawiyê de têk çûye. PKK  a ku Tevgera Şoreşger a ku têkçûn derbas kiriye, li hemberî darbeya faşîst a 12’ê Îlona 1980’an di 15’ê Tebaxa 1984’an de dest bi Pêngava Gerîlayan a Şoreşger daye destpêkirin. Şerê gerîla ya ku PKK li ser stratejiya şerê gel a şoreşgerî dide meşandin, serweriya rejîma leşkerî û faşîst a 12’ê Îlonê hejandiye, piştî serê 1990’an bi pêşengiya jinan serhildanên gel ava kiriye û li Kurdistanê Şoreşa Berxwedanê ya Neteweyî pêk aniye. Vê geşedanê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê piçekî be jî qada siyaseta demokratîk vekiriye.

Berê Tûrgût Ozal û piştre jî Tayyîp Erdogan xwestine li vê qada siyasetê tevbigerin lê hêzên derve û hundir ên ku pirsgirêka kurdan ava kirine û çareseriya wê naxwazin û dijminatiya kurdan dikin, pêşiya vî tiştî birîne. Bi hevdîtina Erdogan û Buyukanit a di Gulana 2007’an de û piştî hevdîtina Bûsh-Erdogan a di 5’ê Mijdara 2007’an de pêvajoyeke nû ya qirkirinê hatiye avakirin. Di 14’ê Nîsana 2009’an de dema ku operasyonên qirkirina siyasî hatiye destpêkirin û di 11’ê Kanûna 2009’an de DTP hat girtin, zemîn ji siyaseta demokratîk re hatiye girtin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo vê rewşê gotibû ‘Tu derfet nemaye ku mirov karibe siyaseta demokratîk bike’ û di 31’ê Gulana 2010’an de îlan kiribû ew xwe ji diyaloga siyasî vedikişîne. Bi vî awayî ji bo PKK’ê jî guherîna stratejiyê hatiye rojevê, di 1’ê Hezîrana 2010’an de dawî li stratejiya têkoşîna siyasî aniye, diyar kiriye wê li ser bingeha stratejiya şerê gel a şoreşgerî têbikoşe.

Di 11,5 salê borî de qonaxên cihê yên taktîkê pêk hatiye. Di vê pêvajoyê de ji 13’ê Tebaxa 2010’an heta Tîrmeha 2011’an û ji Adara 2013’an heta 24’ê Tîrmeha 2015’an agirbest hatiye îlankirin. Ev ne wekî pêvajoyên stratejîklê wekî pêvajoyên taktîkê hatine kirin. Di esasê xwe de pêvajoya stratejîk domiyaye, li ser esasê ‘Plana çokdanînê’ rêveberiya AKP’ê bi DYE û MHP’ê li hev kirine, di 24’ê Tîrmeha 2015’an de pêvajoya êrîşên faşîst û qirker dane destpêkirin. Îro jî ev pêvajoa didome û PDK jî tev li vê tifaqê kirine.

Piştî 24’ê Tîrmeha 2015’an kirinên li Tirkiye û Kurdistanê ya dîktatoriya faşîst û qirker a AKP-MHP’ê ya ku DYE û PDK piştgiriyê didin wan, li holê ye. Îro gelekî zelal û aşkera ye ku dîktatoriyeke faşîst a mêtinger û qirker heye. Ev dîktatorî li bakurê Kurdistanê qirkirinê û li Tirkiyeyê jî teroreke faşîst dide meşandin, êrîşên dagirker ên qirkirinê jî li parçeyên din ên Kurdistanê didomîne. Bi terora çeteyên faşîst re, li ser mirovayetiyê dibin gef. Li hemberî dîktatoriya wisa ya faşîst, mêtinger û qirker mirov dikare çawa têbikoşe? Dîktatoriya qirker û faşîst a AKP û MHP’ê çawa dikare were hilweşandin? Îro ev pirs li pêşiya me şoreşgeran e û divê em bersiveke rast bidin vê pirsê. Gelekî zelal e nabe ku bersiva vê pirsê ‘Divê têkoşîna siyasî ya demokratîk were geşkirin’ be. Berevajî wê divê şerê şoreşgerî yê antîfaşîst were geşkirin û li her derê were belavkirin. Ji aliyê şoreşgeran ve divê her tişt li ser esasê geşkirina şerê şoreşgerî û serfiraziya wê be. Tekane nêzikatiya şoreşger û stratejiya wê ev e.

Gelo ev nêzikatî wê pêşiya têkoşîna siyasî ya demokratîk bigire? Bêguman na. Berevajî wê dixwaze têkoşîna siyasî ya demokratîk li her qadê were geşkirin, hemû hêzên demokrasiyê tevî têkoşîn antîfaşîst bi rê ve bibin. Lê tekane têkoşîna ku wê karibe dîktatoriya qirker û faşîst a AKP û MHP’ê hilweşîne ne ev e, ev ne pêşengê berxwedana antîfaşîst e. Têkoşîna pêşeng û esas şerê şoreşgerî ye, şerê gerîla û xweparastinê ye. Lê dema ku şerê şoreşgerî geş dibe, têkoşîna siyasî ya demokratîk jî wê karibe bi pêş ve biçe û xurt bibe.

Li meclisa ku rola wê ya esasî ji holê hatiye rakirin mirov karibe rastiyên di civîna heftane ya komê de ji gel re ragihîne wê girîng be, lê diyar e ku wê bi vî tiştî faşîzma AKP û MHP’ê jî neyê hilweşandin. Girîng e ku li her qadê divê daxuyaniyên ku faşîzmê teşhîr dike were dayîn lê divê were zanîn ku faşîzma AKP û MHP’ê ya ku li kolanên bajaran destê xwe ji gel re li ba dike jî wê neyê hilweşandin. Li Ewropa û Rojava teşhîrkirina faşîzmê girîng e lê teqez têrî hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê nakin. Lê gelo ji bo hilweşandina dîktatoriya qirker û faşîst a AKP û MHP’ê, çi hewce ye? Gelekî zelal e ku divê mirov têkoşîna li ser stratejiya şerê gel wekî hêza esasî binirxîne.  Divê li Tirkiyeyê şerê şoreşgerî yê antîfaşîst û li Kurdistanê jî şerê azadiyê geş bike. Divê li çiya, deşt û bajaran şerê xweparastinê ya bi pêşengiya gerîla li her qadê were belavkirin, bi metodên afirîner were geşkirin. Divê helwesta şoreşgerî wisa be.

Bi kurtasî divê hemû xebatên şoreşgerî li gorî stratejiya şerê gel a şoreşgerî be û ji bo serkeftina vê stratejiyê were rêvebirin. Divê mirov girîngiya şerê şoreşgerî ya propagandayê û encamên wê propagandayê ragihîne. Divê huner li ser qehremaniyên şoreşgerî bisekine. Divê avakirina ekonomîk li ser pêdiviya şerê şoreşgerî be. Hemû xebatên girse û gel divê li ser esasê şerê xweparastinê yê bingeha şerê şoreşgerî be, li ser vî esasî rastiya gelê şervan divê derkeve holê. Ji bo vê jî ne hewce ye mirov derkeve serê çiyayan, kincê gerîlayan li xwe bike û rahêje çekê. Deşt û bajar qadên mezin ên şer in. Divê her kes li her derê xwe perwerde bike, bi şev çekdar be û bi roj jî jiyana xwe ya normal bidomîne.

Wekî mînak divê esasê xebatên ciwanan û ya têkoşîna wan wisa be. Divê her ciwan xwe wekî şervanê azadiya antîfaşîst bibîne û wisa têxe pratîkê. Li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê divê şervaniya veşartî ya sivîl li her qadê were geşkirin. Di vî warî de ji destê kê çi tê, divê bike. Bi vî awayî çavkaniyên ekonomîk ên faşîzmê dikare were ziwakirin. Bi vî awayî avadaniya sîxur û îxbarker dikare ji hev were belavkirin. Tora polîsan a aşkera û veşartî dikare were pûçkirin. Çeteyên faşîst ên sivîl dikarin ji hev werin belavkirin. Her êrîşa faşîzmê ya li ser şoreşger û gelan, dikare heyfa wê were stendin. Şoreşgeriya rast a roja me, van tiştan dide ber me. Nexwe divê ciwanên şoreşger di serî de hemû şoreşger xwedî li peywira xwe ya rast derkevin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar