Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...
În - 7 Cotmeh 2022

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend salên dûmahiyê şer piranî li derveyî axên Tirkiyeyê dimeşîne. Bi rengekî helwesta Îranê ji xwe re mînak girtiye. Rûsya jî ji sala 2015’an û vir ve carekî din berê xwe daye Rojhilata Navîn. Bi gotineke din hewldanên leşkerî ya her dû dewletan ji alî berjewendiyê ve jî hev temam dikin. Rast e! Tirkiye û Rûsya li hin qadan hemberî hev in. Lê pirî caran ji bo berjewendiyên xwe bi hev dikin. Her wiha, Pûtîn dixwaze nakokiya navbera hêzên NATO’yê jî bi rêya Tirkiyeyê mezin bike. Ev yek jî rê dide ku Pûtîn, Erdogan, Erdogan jî Pûtîn ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Bi gotineke din, her dû xerabî hev temam dikin.

Ji alî Erdogan sedemên mezinkirina şer aşkera ne. Ew, silametiya rejîma xwe ya faşîst di şer de dîtiye. Ji ser xwîna leşkerên tirk, ango ji mirinên leşkeran ji rejîma xwe ya takekesî ya faşîst re derfetan çêdike. Ji bo karanîna vê siyasetê jî ‘destkeftiyê’ herî mezin nijadperestî û neteweperwerî ye. Ev jî herî hêsan bi rêya dijminatiya kurda tê pêkanîn.

Tê dîtin ku şerê dagirkerî ya dewleta tirk ku ji ser dijminatiya kurda tê bi rêvebirin, hin derfetan dide Rûsyayê jî. Lê ev derfetên ku Erdogan dide Pûtîn, nayê wê wateyê ku Pûtîn û Erdogan dostê hev in. Na xêr! Ne dostê hev in. Lê li pişta hev sîwar dibin, bi vî awayî karên xwe yên qirêj jî bi rê ve dibin. Diyar e, di vê têkîliyê de yê serkeftî Pûtîn e. Ew, bi Erdogan re wekî gogeke dilîze. Erdogan jî bi vî awayî ji nakokiya blokên kevin ya Rojhilat û Rojavayê sûd werdigre û rejîma xwe ya takekesî qaîm dike.

Ev rewş, di civîna ku 5’ê tebaxê de li Soçiyê di navbera Pûtîn û Erdogan de çêbû, careke din hat dîtin. Pûtîn, di civîna ku 4 seat domkir de, destûra êrîşeke berfireh neda. Lê diyar e, di hin xalan de destê Erdogan reht kiriye. Belê, Erdogan rê nedît ku êrîşek nû ya dagirkeriyê bide destpêkirin, lê bi balafirên bêmirov her roj sûîqestan pêk tîne.

Piştî civîna Soçiyê hin axaftinên navbera Pûtîn û Erdogan di çapemeniya cîhanê de jî hat aşkerakirin. Rojnameya Şerq-ul Ewsed di 7’ê tebaxê de di malpera xwe ya îngîlîzî de der heqê civîna Soçiyê hin agahiyan parve kir. Ji van afahiyan jî diyar dibe ku Pûtîn di hin xalan de derfetên nû daye Erdogan. Yek ji van xalan karanîna balafirên bêmirov in. Her wiha çavkaniyên herêmê jî bal dikşînin ku Rûsya ne tenê destûra balafirên bê mirov dane Erdogan. Ew, ji bilî karanîna balafirên bêmirov îstîxbarat jî didin Tirkiyeyê.

Dewleta tirk di sala 2021’ê de dest bi êrîşên sûîqestan kir. Piraniya suîqestan jî bi rêya balafirên bê mirov hatin kirin. HSD ji bo pêşî li îstîxbaratê bibire, li dijî sîxuran operasyonek xûrt da destpêkirin. Lê êrîş dîsa didomin. Diyar e, hin dewletên herêmê bi taybet Rûsya, îstixbarat dide dewleta tirk. Heke ne wisa be, dewleta tirk hinde bi hêsanî nikare sûîqestan pêk bîne.

Rûsya ne tenê destûra balafirên bêmirov daye dewleta tirk. Di heman rojnameyê de tê aşkerakirin ku Rûsya, ji bo Sûriye û Tirkiye li hev bîne jî hewl dide. Berî niha di çapemeniyê de derketîbû ku saziyên îstîxbaratê yên Sûriye û Tirkiye hevdîtînan dane destpêkirin. Niha tê gotin ku ew ê têkîliyên rasterast destpêbikin. Ango ew ê Erdogan û Esad bi rêya telefonê hevdîtînan bikin. Di vê têkîliyê de yê navbeynkar jî dîsa Rûsya ye.

Beriya ku ev têkîlî aşkera bibin, wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bang li Sûriye kiribû. Gotibû, “Heke rejîma Sûriye berê xwe bide bakurê Sûriye, em ê piştgirî bidin wan.” Wiha tê dîtin ku dixwazin vê yekê realîze bikin.

Hewldanek din jî ji bo nûjenkirina Peymana Ankarayê tê domandin. Wekî tê zanîn di sala 1998’an de navbera Suriye û Tirkiyê de peymanek bi navê Ankara hate morkirin. Niha Rusya dixwaze her dû welat vê peymanê li gor rê û rêbazên nû ji nûve zindî bikin. Navbeynkariya vê yekê jî Rusya dike.

Belê, ew hisabên qirêj dikin. Her weha rêvebiriya xweser û hêzên çekdar yên Rojavayê Kurdistanê peyamên berxwedanê didin. Gel jî amadekariya berxwedanek mezin dike. Lê ya balkêş, hêzên din ya navnetewî jî li hember van kiryarên qirêj bê deng in. Ne Amerîka, ne jî welatên din yên Ewrûpayê, çi helwestek nîşan nadin. Çav li êrîşên qirêj ya dewleta tirk digrin.

Ev ne normal  e. Her wiha bêwijdaniyek mezin e û rûreşî ye. Divê rê li vê rûreşiyê were girtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar