Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hevkariya NATO, DYA û Talîbanê çi ye?

Demeke dirêj e li ser Afganistanê gelek planên veşartî têne kirin. Planên ku tên kirin hêdî hêdî ronî dibin. Xuya dibe ku di navbera DYA, NATO, Tirkiye û Talîbanê de hevkariyek veşartî heye. Daxuyaniyên ku têne dayîn û têkiliyên di navbera van hêzan de pêş dikevin nîşanî me dide ku dixwazin demografiya Rojhilata Navîn biguherînin. Li aliyekî bi şer welatiyan ji cih û warên wan koç dikin, li aliyê din dema derî li koçberan vedikin jî wan hildibijêrin û derbasî welatên xwe dikin.

Hêzên navdewletî li ser penaber û koçberan gelek planên qirêj pêş dixin. Hem dixwazin penaberan bikin amûra siyasî û wekî çekekê li dijî hêza li hemberî xwe bikar bîne, hem jî dixwazin penaberan bi keda erzan û karê zêde têxin xizmeta aboriya xwe. Li aliyê dîtir ê herî girîng jî dixwazin van penaberên ku bi xwe ve entegre dikin, li bajar û navçeyên ku polîtîkayên wan ne serwer in bi cih bikin. Bi vê yekê hem demografiya wê herêmê xera bikin, hem jî bi rêya wan penaberan hêza xwe pêş bixin. Dema em li geşedanên dawî binerin;

Talîban di 15’ê tebaxa 2021’an de ket paytextê Afganistan Kabûlê. Ewil DYA biryar da ku hêza xwe ji Afganistanê vekişîne. Piştre NATO yekîneyên xwe ji Afganistanê vekişandin. Di vê pêvajoyê de diyalog û muzakereyên di navbera rêveberiya afgan û Talîbanê de encam negirt. Li ser vê yekê hêzên Talîban şer xurt kir. Talîban, ji meha hezîranê ve gelek navçe bi dest xistin. Piştrî hêzên DYA û NATO xwe paşve kişandin, Talîban vê carê berê xwe da Kabûlê û Kabûl xist kontrola xwe. Talîban ewil Navenda Zaranc ê bajarê Nimrozê bi dest xist. Li pey wê li 15 bajaran ewlehî xist kontrola xwe. Hêza Talîban herî dawî bajarê Kabûlê jî girt û kontrol xist destê xwe. NATO û DYA jî ev yek temaşe kir.

Di pêvajoya dawî de li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di şerê sala 2021’an de hezar û 659 mirovên sivîl hatin kuştin. Di meha dawî de zêdeyî hezar mirov hatin kuştin. Li gorî Komîsyona Mafên Mirovan a Serbixwe ya Afganistanê jî, ji meha gulanê heta tebaxê zêdeyî milyonek mirov  mal û warên xwe terk kirin û koç kirin. NY’ê jî diyar kir ku 18 milyon welatiyên afgan pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye.

Piştî Kabûl ket destê Talîbanê, Wezerate Karên Hundir a Afganistanê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo rêveberiyê dewrî Talîbanê bikin dê dest bi muzakereyan bikin. Li aliyê din Serokkomarê Afganistanê Eşref Ganî di saetên êvarî de çû Balafirgeha Kabîlê û Afganistanê terk kir.

Piştî Talîban ket bajarê Kabîlê û bajar desteser kir, daxuyanî da û diyar kir ku li hundir û derveyê welat ew ji bo diyalogê amade ne.  Berdevkê polîtburo yê Talîbanê Muhammed Naim, ji televîzoyna El Cezire re axivî û bang li civaka navneteweyî kir ku ji diyalogê re amade ne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî gotibû “Divê Talîban bi Tirkiyeyê re rehet hevdîtinan bike. Ji ber ku tu pirsgirêka Tirkiyeyê bi baweriya wan re tune ye. Ez bawer dikim em dikarin van mijaran baştir biaxivin. Saziyên me yên eleqeder ji bo bi Talêbanê re di hevdîtinan de li hev bikin, dixebitin. Heta ez jî dikarin rêberê wan qebûl bikim.”

Erdogan têkildarî penaberan gotibû 4 milyon penaberên sûriyeyî hatin Tirkiyeyê û gotibû “Me deriyê xwe ji wan re vekir. Gelek sûriyeyiyên xwedî pîşe hene. Lê penaberên afgan cuda ne. Em li ser sînorê Îranê dîwar ava dikin. Em dixwazin penaberiya bê pergal asteng bikin. Li Afganistanê kesên ji koka me hene. Niha em xebatê kî dikare bê Tirkiyeyê dikin.”

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ku navenda wê li Cenevreyê ye jî ji bo afganên ku ji ber Talîbanê direvîn daxuyanî da û xwest welatên cîranê Afganistanê deriyê xwe li penaberan vekin.

Ev nîşanî me dide ku têkiliya hemûyan bi hevre heye û dixwazin nexşeya Rojhilata Navîn a civakî û siyasî ji nûve biguherin. 100 sal berê aerçe kirin û xêz kirin, niha jî dixwazin warê civakan biguherînin û civakên bê war bihêlin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar