Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...
Şemî - 13 Tebax 2022

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

Hêza bêhêzan: Çekên kîmyewî

Li cihanê piştî şerê serdestî û desthilatdariyê pêş ket; alav û amûrên şer jî pêş ketin. Her ku şer li ser ruyê cihanê belav bû, cureyên çekên şer jî zêde bûn. Her ku eniyên şer fireh bûn, lêgerîna amûrên şer pêş ket. Mirovan ewil bi dar û beran şerê hev dikirin. Piştre amûrên wekî tîrkevan, şûr, mertal, bivir, şerê li ser pişta hespan, şerê bi maşîneyan pêş xistin.

Çekên bi agir, tang, top, balafir, fuze û gelek amûrên şer pêş xistin. Lê piştî demekê ji bo ku aliyek bi temamî aliyê din têk bibe, dest bi hilberîna çekên kîmyewî kirin. Bi taybetî piştî hilberîna çekên kîmyewî pêş ket û şûn de bêtir mirov hatin kuştin. Êdî şer ji wêrektiyê û taktîkan dûr ket. Bêtir şerê fen, fût û lîstokan pêş ket. Hêzên serdest bêtir serî li rêbazên fen û fûtan da. Bêtir bi tundî û tirsê talan kirin, wêran kirin û dagir kirin.

Îro li cihanê şerê sêyemîn pêş dikeve. Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrîn, El Bab, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs, başûrê Kurdistanê û şerê Rûsya yê li dijî Ukraynayê berhemên şerê sêyemîn e. Em dibînin ku her roj çekên kîmyewi tên bikaranîn.

Av û xwarin jehrî kirin

Çekên kîmyewî yên bi jehr di Serdema Antîk de hatine bikaranîn. Wê demê serê tîran jehr dikirin. Jehr davêtin bîrên avê û depoyên xwarinê. Aliyekî şer ji bo aliyê din ê şer di milê fizîkî de têk bibe jehr dixistin nava ava vexwarinê û zexîreyên wan. Dewleta Bîzansiyan di sedsala 7’an de çekên kîmyewî yên toksîk wekî stratejiya şer bikar anîn. Piştre “Agirê Rûmê” yê ku ji lihevxistina kukurt û neftinê pêk dihat pêş xistin. Niha jî çekên kîmyewî yên ku di nava wan de fosfor, arsenîk û gelek madeyên bi jehr di navde hene tên hilberîn û firotin. Dema çekên kîmyewî pêş ket, di heman demê de jî hatin qedexekirin.

Peyman îmze kirin

Dîroka qedexeya van çekan bi qasî dîroka bikaranîna wan kevn e. Di zagonên Çîn, Yewmen û Îslamê de çekên kîmyewî di şer de hatin qedexekirin. Dîsa Şaristaniya Hindê bi Zagonên Manu (BZ. 500) bikaranîna çekan a di şer de qedexe kir. Herî dawî di sedsala 19’emîn de hilberîn û bikaranîna çekên kîmyewî ya di şer de neyînî hat dîtin. Ji bo gaz û çekên bi jehr di şer de bêne qedexekirin, di salên 1899 û 1907’an de “Peymana Lahey” hat îmzekirin.

Di şerê cîhanê de bikar anîn

Di serdema şerê cihanê yê yekemîn de Leşkerên Fransayê di sala 1914’an gazên bromur û etil bromoasetat ên bi jehr li dijî leşkerên Almanyayê bikar anî. Leşkerên Alman li bajarê Ypres ê Belçîkayê di 22’ê nîsana 1915’an de gazên kîmyewî yên bijehr bikar anî. Di şer de zêdeyî 150 ton gaza klor bikar anîn. Gaza klorê li ser leşkerên mutefîk belav kir. Zêdeyî 5 hezar leşker bi gaza jehrînî mirin. Li gorî hin çavkaniyan jî çekên kîmyewî di şerê Peloponezê de hatin bikaranîn. Di şer de bizota komirê, kukurt û zift ku di nava wan de gaza bi jehr hebû bikar anîn. Piştî Zayînê di salên 660’an de gazên bi jehr ku navê “Agirê Yewmenan” lê hatibû kirin bikar anîn. Ji bo çekên kîmyewî bên qedexekirin peyman hatin îmzekirin. Lê ligel peymanê jî dîsa li dijî gelên Kurdistanê û axa Kurdistanê gazên kîmyewî yên bi jehr tên bikaranîn.

192 welatan peyman îmze kir

Di 29’ê Nîsana 1997’an de Peymana Çekên Kîmyewî ket meriyetê. 192 welatan peyman îmze kir. Tenê Îsraîl, Misir, Koreya Bakur û Başûr, Sûdana Başûr peyman îmze nekir. Bi peymanê re hilberîna çekên kîmyewî û depokirina van çekan qedexe kirin. Li gorî peymanê divê her welat zanibin ku sektora çekên kîmyewî li ku heye û ji aliyê kîjan dewletê ve tên hilberîn û bikaranîn. Dewleta tirk li dijî gelê kurd bi salane çekên kîmyewî yên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine qedexekirin bikar tîne. Dewleta tirk, di adara 2018’yan de li Efrînê, di cotmeha 2019’yan de li Serêkaniyê, di sibata 2021’yan de li Garê û nîsana 2021’yan û heta niha jî bi sedan caran li herêma Zap, Metîna, Avaşînê li dijî şervanên kurd çekên kîmyewî bikar anîye.

NY li dijî çekan ker û kor e

Neteweyên Yekbûyî li aliyekî çekên kîmyewî qedexe dike, lê li aliyê din li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tu helwestê nîşan nade. Welatên Ewropa hem çekên kîmyewî difiroşin Tirkiyeyê, hem jî li dijî zagonên peymanê bêdeng dibin û dibin şirîkê sûcê şer. Di dîroka şer de hêzên navdewletî yên serdest her tim zagonên şer binpê kirine. Her tim dewletan li dijî civakan û hêzên bindest serî li rêbazên zor, tundî, fen û fûtan dane. Hêzên serdest di şer de bêtir serî rêbazên şerê taybet dane. Hêza xwe ji çekên di destê xwe de û ji bêqûraliya şer digirin. Dewletên serdest ji bo hebûna xwe bidomînin hêza xwe ji çekên kîmyewî digirin.

Artêşê leşkerên xwe kuşt

Niha li Başûr şerekî giran heye. Artêşa tirk di 10’ê Sibata 2021’an de li Garê dest bi şer kirin û bi ser neketin. Artêşê di roja 4’an a “Operasyona Pençe Kartal” de çekên kîmyewî bikar anîn û 13 leşker û polîsên xwe yên di destê PKK’ê de kuşt. Dewleta tirk ji bo hêza xwe li dijî gelê kurd û tevgera azadiya kurd îspat bike, niha li dijî şervanê kurd çekên kîmyewî bikar tîne. Artêşa tirk ji 15’ê nîsana 2022’yan heta 15’ê gulana 2022’yan 1274 caran obus û top avêtin çiyayên Kurdistanê. Di nava 30 rojan de 917 balafirên şer çiyayên Kurdistanê bombe kir. Helîkopteran 719 caran çiyayên Kurdistanê bombe kir. Lê ji ber ku artêşa tirk bi van êrîşan encam negirt bi sedan caran çekên kîmyewî yên bi jehr bikar anî. Di nava 30 rojan de tam 164 caran Çiyayê Zap, Avaşîn û Metîna bi gazên kîmyewî yên jehr bombe kir.

Li gorî daxuyaniyên welatiyên herêmê û rayedarên HPG’ê, artêşa tirk di şer de her roj gazên jehrînî bikar tîne. Lê 192 welatên peyman îmze kirine ker, kor û lal in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar