Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...
În - 7 Cotmeh 2022

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Hildiweşin!

Yek peyv: Hildiweşin! Belê, hildiweşin.

Sedem aşkera ye. Siyaseta nijadperest, siyaseta ‘yek millet, yek al, yek ziman, yek dewlet’ sedema hilweşîna wan e.

Ji roja ewil heta niha dev ji siyaseta xwe ya qirêj bernedan. Êrîşî hemû gel û baweriyan kirin. 1915’a de qira ermenî û suryaniyan anîn. Bi milyonan ermenî û suryanî.

Piştî komara xwe damezrandin, ev car dest avêtin bermayiyên din. Di 1924’a de dawî li nastûriyên Colemergê anîn. Îro li Colemergê yek nastûrî nemaye. Ji 1925’an heta niha jî  dixwazin qira kurda bînin.

Lê serneketin. Kurd ber xwe dan. Berdêlek giran dan. Sedhezaran kurd hatin qetilkirin. Lê dev ji doza xwe bernedan. Her ku hatin qetilkirin, ji nû ve aj dan. Ji 1938’an heta 1960’î ji dêvla Kurdistan Şerq, ji dêvla kurd jî şerqî dihate bikaranîn. Ev her dû peyv ji lîteratûra welat hatibû derxistin. Faîk Bucakan, Musa Anteran ev lîteratûra wan hilweşand. Careke din kurd û Kurdistan zindî bû.

Darbe bi ser darbe çêkirin. Dîsa biserneketin. Ev car 1970’an de nifşa 68’i ala azadiyê hilgirtin. Têkoşîn êdî ji kurd û Kurdistan borî bû. Dewleta tirk wekî dewleteke metîngehkar dihate binavkirin. Têkoşîna li dijî metîngehkeriyê bilind dibû. Êdî çendîn partî û rêxistinên kurda hebûn. Hêza kurda her diçû bilind dibû.

Ev car Kenan Evrenê faşîst gêhişt hawara wan. Bi darbeyeke nû kuştin û êşkence careke din destpêkir. Berxwedan ewil li zîndanan aj da. Pişt re çiyayên Kurdistanê gêhişt hawara kurdan. Êdî pêwîstî bi darbeyan nedîtîn. Rewşa awarte daîmî kirin. Di 90’i de qaşo sîstema sîvîl hebû, lê bi hezaran rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedarên kurd li kolanan qetilkirin. Çi kirin pêşî li kurda nehat girtin.

Hin heyaman benda li ser civatê sist kirin. Lê her ku qewî bûn, ji nû ve dest bi zilma xwe kirin. Destpêka hatina Erdogan heyama wan ê sistbûnê bû. Ew jî zêde neborî. Piştî xwe qewî kir, siyaseta nijadperest û xwînavî careke din da destpêkirin. Ji sala 2015’an heta niha jî siyaseta herî xwînavî û qirêj li dijî gelê kurd bikartîne.

Ew jî serneket. Erdogan jî têk çû. Niha dora hilweşînê hatiye Erdoganê faşîst û sîstema wî. Ew çi bike di destê wî de dimîne. Dizî û talangeriya hemû der û dora wî deşîfre bûne. Dora wî yekûyek vala dibe. Di destê wî de tenê şer maye. Dixwaze bi şerekî nû ya mezin, desthilatdariya xwe biparêze. Lê ew derfeta jî êdî ne di destê wî de ye. Serî li kîjan deriyê dide, nikare armanca xwe bi cîh bîne. Niha li ber deriyê Beşar Esad digere.

Lê diyar e sîstem ji van çêbûyinan ders hilnegirtiye. Sîstem naxwaze xwe li ser esasên demokratîk û azadîxwaz, li ser wekhevî û adaletê ji nûve saz bike. Belê, piştî Erdogan mumkun e ku heyamek nû ya sistiyê destpêbike. Lê ji bo çareseriyek esasî naxwazin gaveke mayînde biavêjin.

Her çi qas rastî ev be jî rastiyek din jî aşkere û xwiya ye. Kurd, êdî ne kurdên berê ne. Hêzên esasî ya Rojhilata Navîn in. Divê herkes bizanibe, heta ku ev rastiya kurda neye dîtin û kurd nebin şîrîkê çareseriyê, tu çareserî çênabe.

Yek astengiyek kurda heye: Ne bi hev re ne. Nakokiyên xwe yên navxweyî çareser nekirine. Yekrêziya kurda hem berpirsiyariya partî û rêxistinên kurda ye, hem jî berpirsiyariya gelê kurd û dostên kurda ye. Belê, kurd hemû yekdeng, yeknêrîn nabin. Lê dikarin ji bo berjewendiya xwe, ji bo berjewendiya herêmê, ji bo çareseriyek mayînde li ser esasên muşterek bi hev re tevbigerin.

Yên desthilatdar hildiweşin, têk diçin. Divê kurd û azadîxwazên herêmê, aştîxwaz û demokratên Rojhilata Navîn ji vê hilweşîn û têkçûna desthilatdarên faşîst sûd werbigrin. Careke din rê nedin hovan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar