Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

Şemî - 13 Tebax 2022

HPG: Bi lehengî şer kirin, bi qehremanî şehîd ketin

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûn aşkere kir û got, “Her tiştên xwe feda kirin û jiyana xwe di ber doza azadî û hebûnê ya gelan de dan. Bi rengê derwêşan jiyan, bi fedaîtî têkoşiyan, bi lehengî şer kirin û bi qehremanî şehîd bûn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

“Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê meşeke bênavber a azadiyê ye ku bi ked û xwîna şehîdên me yên nemir hatiye avakirin. Mîrateya mirovahiyê ya bi rûmet ku di herikîna dîrokê de ji aliyê berxwedêrên li dijî zilmê ve hatiye afirandin, bi felsefeya Rêber Apo re di şexsê gelê kurd de careke din şênber bûye. Di demekê de ku li Kurdistanê êrîşên herî giran û li dijî mirovahiyê dihate kirin û gelê me gihîştibû wê astê ku xwe înkar bike, Rêber Apo û şopdarên wî herikîna dîrokê guherandin, mînakeke kêmdîtî ya wêrekiyê nîşan dan. Meşa azadiyê ya ku bi komek ji şoreşgeran dest pê kir, îro veguheriye tevgerekê ku berê bi milyonan mirovî daye azadiyê û bûye hêviya gelên bindest. Têkoşîna me û nirxên pîroz ên gav bi gav bi zor û zehmetiyên giran hatine afirandin, bûn berhema her dilopa xwîna ewladên leheng û fedakar ên Kurdistanê.

Hevrêyên me Ahmed, Cemîl û Rûbar ku ewladên herî bijarte û hêja yên gelên kurd û ereb bûn, ji bo yekbûna gelên Rojhilata Navîn û jiyaneke azad û wekhev canê xwe feda kirin. Her tiştên xwe feda kirin û jiyana xwe di ber doza azadî û hebûnê ya gelan de dan. Bi rengê derwêşan jiyan, bi fedaîtî têkoşiyan, bi lehengî şer kirin û bi qehremanî şehîd bûn. Hevrêyên me Ahmed, Cemîl û Rûbar ji mînakên herî bijarte yên jiyana milîtanî û bi ruhê fedaî bûn. Di serî de malbatên wan ên hêja, em sersaxiyê ji gelên xwe yên Kurd û Ereb re dixwsazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ahmed Rûbar

Nav paşnav: Mehmet Erdogan

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Fatma-Husnu

Dem û cihê şehadetê: Gulana 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Cemîl Cûdî

Nav paşnav: Mehmet Taha

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor

Dayik-Bav: Yûsra-Zekeriya

Dem û cihê şehadetê: Gulana 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rûbar Batman

Nav paşnav: Omer Orhan

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Seyran-Mahsûn

Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar