Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Yekşem - 24 Cotmeh 2021

HSD: Li Dibisê 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn

HSD'ê têkildarî êrîşa dagirker a dewleta tirk a li ser gundê Dibisê daxuyanî da. HSD'ê diyar kir ku 5 çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker hatine kuştin

Navenda Nûçeyan |

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkilî êrîşan dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser gundê Dibisê yê Eyn Îsa daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

HSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk û çeteyên wê hatine şikandin.

Daxuyaniya HSD’ê ya têkilî mijarê wiha ye:

“Dagirkeriya tirk û çeteyên wê di 22’yê îlonê de di saet 3:45’an de êrîşî gundê Dibis yê bakur rojavayî Eyn Îsa kir û hewl da ku gund dagir bike û rêya M4 ya navnetewyî bixe bin kontrola xwe.

Hêzên me bersiv dane êrîşan û hewldanên dagirkirina gund têk bir. Her wiha di encama bersivdana hêzên me de 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di encama êrîşa dagirkeriya tirk a li dijî herêmê de sivîlê bi navê Mecîd El-Ewed (35) şehîd bû û sivîlên bi navê Zeyneb Mihemed Şerîf (30), Mihemed Şerîf El-Ewed(83), Mehmûd El-Fesîh (19), Yusif Mihemed Hec Hemadî (25) û Terfe Mirî birîndar bûn.”

Her wiha HSD’ê bal kişand ser agahiyên şaş, xapandina raya giştî û xwe wekî parêzvan nîşandayîna dewleta tirk û wiha got: “Dagirkeriya tirk piştî êrîşê bi rêya malperên xwe yên fermî yên medyaya dîjîtal nûçeyên derew belav kirin û hew da ku raya giştî bixapîne û xwe wekî parêzvan nîşan bide. Dewleta tirk îdîayên derew belav dike, wekî ku şervanên me ew êrîş pêk anîne lê ew nikare bi derewan rastiya sûcên xwe veşêre.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar