Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Înkar, şer û hejarî

Dewleta tirk piştî Peymana Lozanê, stratejiya yek gel, yek ziman, yek al, yek dewlet xist meriyetê. Fermî nexistibin meriyetê jî yek ol û yek mezhep jî lê zêdekirin.

Komar xwe li ser înkar û îmhaya gelan, ol û mezheban ava kir û domand. Ji ber ku demokrasî, azadî, wekhevî, pir rengî esas negirt tu carî ji qeyranan, ji darbeyan, ji rêveberiyên awerte û tûnd rizgar nebû. Civaka wî jî ji hejariyan bêpar nebû.

Tirkiye heta 1950’yan bi rejîma yek partî (CHP) hate rêvebirin. Piştî DP bû desthilatdar 27’ê Gulana 1960’an de darbe hat kirin. Pey vê darbê 12’ê Adara 1970’yan de darbeyeke din hat kirin. Piştî vê darbeyê, 12 Îlonê 1980’yan darbeya artêşê hat pêkanîn. Darbeyeke din di 28’ê Sibata 1997’an de bi navê darbeya post modern hat pêkanîn. Darbeya FETO jî di 15 Tîrmeha 1916’an de pêkhat. Li Tirkiyeyê gelek caran rêveberiyên tûnd û awarte jî ketine meriyetê.

Ji ber ku dewleta tirk tu carî nebûye dewletek demokratîk û azadîxwaz ji darbeyan, bêhuquqiyan û hejariyan xilas nebûye.

Di belgeyên fermî de dibêjin di dema komarê de biçûk-mezin 29 serhildan pêkhatine. Bê guman bîrdoziya netewperest, înkarker û îmhaker rê li ber gelek karesat û hejariyan vekir. Ev sed sal e gelên Tirkiyeyê nikarin pişta xwe rast bikin.

Di serhildanên Şêx Seîd, Agirî, Dêrsim û yên din de bi deh hezaran kurd hatin kuştin û koçberkirin. Ji Afganistanê ji Derya Reş mirovên biyanî anîn li şunwarên wan û ermeniyan bi cîh kirin. Ji avakirina komarê heta vê gavê di serî de gelê kurd û gelên din di bin pêla bişaftinê  û tûnekirinê de ne.

Di darbeyan de serokwezîr Adnan Menderes, wezîr Hasan Polatkan û Fatîh Rûştû Zorlu bi darve kirin. Di heman demê de Denîz Gezmîş, Hûseyîn Înan û Yusuf Aslan jî xeniqandin. Di darbeya 1980’yan de jî 50 şoreşger û neteweperwer dar ve kirin. Bi hezaran mirov zîndanî kirin û di bin zext û zorê re derbaskirin. Bi sedan seqet hiştin. Bi hezaran ji kar avêtin û birçî hiştin.

Partî girtin, siyasetmedar xistin zîndanan, qedexeya siyasetê li wan kirin. Sendîqa, saziyên demokratîk girtin. Li ser çepgir û dijberan hemû cureyên zext û zor meşandin û bêdeng kirin. Pêşî li rastgir û qaşo oldaran vekirin û beşek ê civakê kirin girseyeke olperest, neteweperest, nîjadperest û îtîatkar.

Bi taybet gelê kurd bi awayeke hemdem ji salên 1970’yan û vir ve li hemberê tunekirin, bişaftin, xîzan hiştin, koçberkirin û zext û zorê li ber xwe dide û xwe bi rêxistin dike. Îro bûye hêzeke diyarker.

Dewleta tirk  bênavber nêzî 40 salan e  li ser gelê kurd şereke qirêj dimeşîne. Çar hezar gund vale kirin. Bi mîlyonan koçber kirin û 17 hyazar û 500 kurd bi faîlên diyar hatine kuştin. Nêzî 60-70 hezar mirovan di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan. Çepgir, jin, karker-karmend û bi giştî civak jî ji vî şerî bandorek neyênî dibîne.

Bêguman ji ber ku Tirkiye demokratîk nebû û pirsgirêkên xwe yên civakî, serî de pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser nekir bi gelên Tirkiyeyê gelek tişt da windakirin.

Eger mirov hineka bibîr bîne, Tirkiye nekarî bibe dewleteke demokratîk, hiquqî, azadîxwaz û pir reng û bi rûmet. Desthilatdariyek otorîter û yek zilam xwe li ser civakê ferz kiriye. Hemû cureyên faşîzmê li ser civakê tê meşandin.

Demokrasî û azadî nemaye. Hiqûq ji holê rabûye. Mafê xwe îfadekirin û rêxistkirinê di asta herî jêr de ye.  Çapemenî ne azad e. Makezagon nayê naskirin. Dadgeha Mafê Mirovan, hiqûqa navneteweyî, mafê mirovan nayê naskirin. Daraz ne serbixwe ye. Rûmeta dewletê di navneteweyî de li bin lingan e. Nikarin bi faîz jî diravan deyn bikin. Dewletên der û dor hemû kirine dijmin.

Civak hatiye dabeşkirin, beşek stuyê xwe diçemîne û welatparêz tê pênasekirin, beşa din jî dijmin tê dîtin. Di siyaseta serdest de ehlaq ne hiştîne. Derew, gendelî, dizî, talan, rant  û durûtî karên lehengî tê dîtin. Ev heta astekê derbasî civakê jî kirine.

Li gorî rayedarên dewletê diyardikin, vî şerî di 40 salan de nêzî 2 trilyon dolar zered-ziyan û mesref çêbûye. Dewlet 454 mîlyar dolar deyndar e. Xezîne 60 mîlyar dolaran deyndar e, tê gotin ku 128 mîlyar dolar ji xezênê wendane. Şêst mîlyon mirov di asta birçîbûnê de ne. Bêkarî gihiştiye 8,5 mîlyonan. Asta xizaniyê nêzî 17 hezar û 500 TL ye. Asta birçîbûnê ji 5 hezar TL boriye. Welatiyên ketine îcrayê ji 23 mîlyonan borîn. 2 mîlyon froşkaran, 446 şîrketan îflas kiriye. Gorî saziyên bêalî bûhabûn ji sedî 157 e.

Nêzî 70 mîlyar dolar heyînên dewletê hatine firotin. Pir, rêbar, nexweşxane, kargeh, çavkaniyên madenan,  elektirîk, daristan û bi giştî heyînên dewletê yên berketî bi awayeke talanker pêşkêşî şîrketan hatine kirin û tên kirin jî. Li Tirkiyeyê nêzî 4.5 mîlyon mirov bûne mîlyonerên dolaran.  Gelê din jî bi bermayiyên wan îdare dikin.

Beriya 20 salan 2 mîlyon cotyar hebûn, niha 450 hezar cotyar mane. Nikarin ji ber bûhabûna pêdiviyên xwe çandiniyê bikin. Tirkiye ji 129 welatan 159 cureyên çandiniyê dikire. Bi hezaran gelê Tirkiyeyê ji dexelgihan xwarinê kom dike. Dikeve rêza nanê ziwabûyî. Ciwan, gel ji welat direvin. Di bûhabûnê de Tirkiye di nav 195 dewletan ji dawiyê de di rêza 4’emîn de ye.

Qetlîama li ser jinan gihiştiye asta herî jor, di 2020’de 413, 2021’de 419 jin hatine kuştin. Dest dirêjiya li zarokan, li jinan tê kirin bê sînor e. Di civakê de ehlaq nehiştin.

Olperestî, nijadperestî li asta jor e. Saziyên olî, terîqat wekî saziyên şer têne bikaranîn. Bi kurtî dewlet û rêveberiya wê AKP, MHP di hemû aliyan de xitimî ye. Nikarin rêvebibin. Ji ber sucên kirine ditirsin. Naxwazin bi hêsanî dest ji rêveberiyê berdin. Çareserî kûrkirina şer de dibinin. Ji ber vê û gelek sedemên hundir û navneteweyî êrişê Başûr, Şengal û Rojava dikin. Li Bakur jî êrîşî HDP’ê, çepgiran, kedkar-karker û jinan dikin. Doza girtina HDP’ê û kumpasa doza Kobanî bi vê ve girêdayî ye.

Çiqas dikevin nava şer qeyran ewqas kur dibe. Çareserî ne di şer de ye. Ne jî rejîma faşîzmê de ye. Yek çareserî heye. Ew jî serî de pirsa kurd û hemû pirsgirêkên civakî bi rêya demokratîk  û aştiyane çareserkirin e. Demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Ji bo vê jî divê hemû hêzên dijber û demokratîk rêxistinbûnê û tekoşînê mezin bikin.

Nûçeyên Têkildar