Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Ji guleya yekem ber bi rizgariyê ve!

Ji dîrokê ve qewmek ji bo çand, ziman û hebûna xwe biparêze, ewqas berdêl dayî, çawa dibe hema ji nedîtî ve bê û bê tunekirin? Li ser rûyê vê erdnîgariyê bi hezaran qewm, civak, ziman û netew ji ber zilm û zordariya hêzên emperyal û hegemon îro di dîrokê de jî cihê xwe nagirin û kes hebûna wan jî nizane.

Vê yekê di sedsala 19’an xwestin bînin serê yek ji civakên herî qedîm ê erdnîgariya Mezopotamya ku malovanî ji şaristaniyê re kirî. Ev qewmê çiyayî hatî pênasekirin û eslê xwe kurd e, li ser erdnîgariya xwe bê ku zext û zilmê li cîranan bike, jiyaye. Di her fersendê de alîkariya derdor kiriye. Herî zêde jî alîkariya selçûkî û osmaniyan kiriye. Di avakirina Komara Tirkiyeyê de jî li Çanakkala, Sarikamiş û di gelek şerên hebûnê de berdêlên herî giran dane. Tu kes nikare vê înkar bike, yê vê rastiyê nizane bila biçin li dîrokê û li kêlên goristanan binêrin bê ka kurdan ji bo avabûna vî welatî çiqas xwîn rijandine.

Tevî ku ev yek pir vekirî tê zanîn, tim bûye hedef û xwestine qira wan bînin. Kurd xwedî dîrokeke pir bi êş û jan e. Herî zêde jî ji bo hebûn û nasnameya xwe biparêzin xwîn rijandine. Taybet piştî avakirina komara tirk a 1923’an û şûnde, bi temamî hebûna kurdan hatiye înkarkirin û heta ji bo tune jî bibe, tu çek nemaye li ser nehatî bikaranîne.

Roj hat, hatin singûkirin, roj hat li Geliyê Zîlan, Dêrsim û Mereşê hatin qirkirin û roj hat bi çekên kîmyawî hatin enfalkirin. Dema mirov li dîrok û qirkirinên wiha dinêre dibîne ku diviya bû ev civak bi temamî hatiba qirkirin û navê wan jî mîna xwecihiyên Amerîkayê ‘çermsor’ nemaba. Lê vî gelî li ber xwe da û heta îro hat.

Di demeke welê de ku hema hema navê kurd û Kurdistanê di hişê kesê de namabû, li ser dika dîrokê rûpelek nû vebû û meşeke nû ya ji bo hebûn û nasnameyê destpê kir. Bi pêşengtiya ciwanek ji Rihayê hatî dinê û li paytexta Komara Tirkiyeyê pêşengtî ji têkoşîna gelekî ku nav, ziman û erdnîgariya wê hatî windakirin re kir.

Di rewşek wiha de ku ji bo gelek hay ji hebûn û navê xwe tuneye dê têkoşîn û xebatek çawa bê kirin ku hişyar bibe? Pir zehmet bû. Lê bîr û biryardarî, dilsozî û hestê welat kir ku ciwan bikişîne xwe û ji bo gel ji hebûn û çanda xwe haydar bibe, dest bi têkoşîneke bê eman hat kirin. Ev ciwan bi navê Abdullah Ocalan û di roja îro de jî weke Rêberê Gelê Kurd û heta Rêberê Gelan tê pênasekirin, dizanî bû ne hesan e û pir zehmet e. Lê heqîqetek hebû û pişta xwe da wê heqîqetê. Ew jî hebûn, ziman û çanda gelekî ku hatî windakirin bû. Vê kir ku rê li ber têkoşîneke rizgariyê ya îro veke.

Tevî xebatên veşartî yên li welat û derveyî welat hatin kirin bê ku xwîn birije, çareseriyek bê peydakirin. Lê li beramberî vê dijmin bi hemû hovîtiya xwe êrîşî wan kir û kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê hê nav lênehatîkirin qetil kirin. Ev jî kir ku divê êdî navê tevgerê bê dayîn û weke partî derkeve ser dika dîrokê. Ev tevgera ciwanan bû partî û navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser bîranîn û bîreweriya şehîdê pêşeng ê tevgera ciwanan Hakî Karer hat avakirin. Ev jî dide nîşandan ku partiya li ser nirxên herî giranbûha hatî avakirin dê hilneweşe û her biçe xurtir bibe.

Rêber Apo dema ev helwesta dijmin ku ji berê texmîn kir, gotibû ku ger bixwazî hebûna xwe biparêzî bê hêza çekdarî ne mimkûn e. Dema ev biryar jî girt, yek ji ciwanên nava tevgerê li pêş bû hebû. Bejnek navîn û dîsa çavke reş û gurçûpêç hebû. Di vî warî de xwe amadekiribû tim li pêş hebû. Dîsa li Filistîn û Bekayê perwerdehiya leşkerî hatibûn girtin û ev jî kiribû ku vegera li welat û tolhildana kadroyên pêşeng ên cuntaya 12’ê Îlona 1982’an ji bo teslîm nebin, nirxên partiyê parastin şehîd bûn, ketibûn tevgerê.

Êdî amadekarî hatibûn kirin û li benda roja ku kurd şiyar bibin û bikevin ferqa hebûn û nasnameya xwe mabûn. Rûpelên salnameyê 15’ê Tebaxa 1984’an nîşan dida. Ev roj dê îro bibûna roja destpêkê ya vejîna gelê kurd û ji leşkerên romê re jî bibûna roja dojehê. Her tişt ji vir ji nû ve destpê kir. Mirin jî hebûn jî.

Vê gulê ya ku bi pêşengtiya Fermandarê HRK’ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) li Dihê hat teqandin, mejiyê dijmin belav kir. Eger hûn bêjin piştî vê guley çi bû? Ez ê bêjim erd û ezman hejiya. Ji bo dijmin û kurdan bû mîladek nû. Gelekî ku tune hatî hesibandin ji nû ve vejiya. Serî rakir û bi xwe hesiya ku heye bi vê guleyê bû gelek ku êdî li ber xwe bide.

Bi vê guleyê ev gel bû ruh, di serî de li ser axa xwe Kurdistan ku hatibû serbetonkirin û piştre li her devera Kurdistanê serî hilda. Gelêke ku ji rastiya wê hatî dûrkirin, ji ziman û çanda wê hatî qûtkirin û tenê weke zindî dijî lê di rastiyê de hatî qetilkirin; êdî hêzek hebû ku ji bo wê şer bike. Ev hêz jî li gorî dem û cih derba herî xurt li dijmin da îro jî hê ser xwe ve nehatiye.

Eger ev gel ne xwedî kokek ewqas serhildêr û qehîm ba, xwe ewqas li ber vê reşaromê nedigirt û wê ji mêj ve tune biba. Kesê qala wê nedikir. Lê li ber xwe da. Her ku berdêl da, mezin bû; her ku mezin bû nav û deng bû.

Bi wê guleyê, îro bi hezaran şervan û gerîla ji bo doz û deweya xwe li her derê cîhanê têkoşîna hebûna vî gelî didin. Bi wê guleyê bi hezaran baz îro li Metîna, Zap, Avaşîn û çiyayên Kurdistanê li esmanên Zagrosan difirin û ketine nêçîra dagikeran. Dagiker nikarin xwe ji xefik û davên gerîla rizgar bikin. Her gav diavêje derb dixwe û dikeve.

Ew gule bû sedem ku îro li ser dika dîrokê kurd weke ne qewmek tune, lê qewmek ji bo tune nebe, bijî bi berdêl û hêza xwe navê xwe li cîhanê daye. Gelê kurd ê li ser axa xwe hatî tunekirin, îro li her derê cîhanê bûye mûxatabek û îlhamek a rizgariyê.

Ma qey bi vê guleyê çi bû û çi nebû? Gelek afirî, hêz û vînek hat xuliqandin. Jinên ku weke amûreke ya mêr û malê dihate dîtin, bû artêş û hêzeke ya rizgariyê. Bû îlham ji bo jinên hatî kole û hejarkirin. Ji bo ciwanan bû eniyek a têkoşîn û hebûnê. Ji bo gelên bindest jî bû artêşeke ya rizgariyê ku her kes xwe têde bibîne.

Guleya 84’ê hat teqandin îro xurtir û bihêztir li mejiyê dijmin dikeve. Gelê kurd jî hê bêhtir hişyar û ji bo dozê tevî girtin, kuştin û talanê jî serî natewîne û li ser rêya rizgariyê bi biryar û isar dimeşe.

Di salvegera 37’an de hêvî û hestên xwe yên rojek berî rojekê bigihêjin Rêber Apo û Kurdistaneke azad û geleke rizgarkirî parve dikim. Bi hêviyên mezin sala 38’an bibe sala pêkanîna hemû hest û xeyalên doza azadiyê.

Nûçeyên Têkildar