Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jinek bi heybeta Garê: Bêrîvan Bergareyî

Heta nehat azad kirin qet nehat naskirin, dema azad bûyi çavên tarî ji dilên pir guman dîsan nekarîn binasin.

Salekê li jêr çavdêriya sîxurên parastina PDK’ê de xebatên wîjdanî û sivîl meşandibû. Bi hovîtî hat girtin, kesê nezanî.

Şeş mehên despêkê bi mangirtin, îşkence yên di reşçalên Holakoyên serdemê, bêkes, bêparêzer, bêhevdîtin, bênav û bênîşan, wek Çiyayê Garê pence li rûçikê mirinê disût. Malpera encomena derewan daxwazî ji interpol kiribû ji bo ku tevî wan hevkariyê bikin di rêgiriya li dilê Bêrîvanê.

Kesê nedît demê li ber çavê zaroka xwe Îman a 9 salî çawa hat zincîrkirin, kesê dengê qêrîna Îmana biçûk nebihîst û nekir manşêta rojname û malperên direwîn û fihûşkar.

Îmanê hawar dikir: hey bê wijdano kelebça ji destên dayika min vekin, ew pir dilovane, wî çaxî kesê ji Bêrîvana êsîr kirî nebihîst demê bi destên kelemçe kirî di vê hewlê de bû Îmana biçûk hîn bike lavayên xwe yên pîroz nexe ber dest û lingê bextê reş ê van diltariyan.

Kesê lêkolînên dijwar ên bi rojan û bi mehan yên li ser Bêrîvanê nedidit, şev û rojên li tarîxaneyên bextê reşê binemala hevpeymanê faşîstê tirk, faşîstê ku dijminê xûna  Garê û herçî kesê li danga wê Garê, dijminê sûnd xwariyê dîroka Garê, dijminê herçî dar, keskatî, bunewer û gerîde yên wê garê, dar berûyên wê Garê, dijminê yaxî û berxwedêrên wê Garê û welatparêzên li berêgarê.

Kesê nezanî demjimêra salek û 7 mehan çawa kar dike, li tarîxaneyên bi şev û rojên dirêj yên van reşçalên destên reş û bextên reş, di destê wan reşdilên ku dervayî destxweşiya selteneta serê reş, kul û derdek dî di dilê wan de cihê xwe nabîne, Îman û baweriya wan ew meaşe ku wek kuçkên ber deriyan bê wê qet bawerî nînin bikarin zikek têr bixun!

Kê dît Bêrîvanê bi dirêjahiya wan hemû şev û rojan mereqa yek deqe dîtina Îman a biçûk, Mihemedê 5 salî, pirpirîkên xwe yên perwerdeya dest û hestên xwe, çawa bi zikê birçî û birînên îşkence yên paşmayên Holakoyan derbaz kir?

Hêviya silaveke dilovaniya malbatê, dayik, bab û xêzana ku di mencela reşa civaka paşdemayî, bi zihniyeta paşverû ya sedsalên navîn li wê temaşe dikirin, nek wê fexrek bi heybet belkî wek lekeyek qirêj li ser dehmena xwe ya feodal bibînin ku hewil bidin wê lekeyê bi her rengê bûyî paqij bikin.

Kesê nezanî demê Bêrîvana binara Garê bihîstî zarok û pêşerojên wê jî jê hatin sitandin ket çi rewşekê, demê ku hêdû li jêr lêvên xwe gotî: ew jî bila, berxwedan jiyane.

Lê zarokên di xuna xwe de kelandî, zarokên laşê wê mijtîn û bi cesteyê wê giyan girtîn, li ber siya wê kiramet nas kirîn, bi ruh û giyanek berpirsyarane perwerandîn, di hembêza pîroziyetek kurdatî de mezin kirîn,  hemû biryarê bi çirqêna çekoçê bêdadgehek reş a binemaleyî radestî mêrekê were kirin ku ew jî wek her zilameke paşverû keliyayê wê mencela reş û wê bêdadgehê ye.

Lê kesên dîtî tenê îşkencekar bûn, ewên ku tenê li çaxê tariya nîveşevan bi xencera li piştê mêrxasin. Kesên ku xîreta şervaniya wan tenê li hember jinên dest û ling kelemçe kirî di reşçalan de digihîje lotka herî bilind!

Kesên fîşeka xilasiyê li serê hizaran (Beyan) û (Margarêtan) çirkandîn, kesên ku dîmenê wan pir vekirî li pişta kamiyona leşkerî ya 3 ê tebaxa 2014 ciyek reş di dîrokê de girtî.  Demê li pişta xiwe kirameta sedan hezar jin û zarokan qurbanî bextek reş û îdeayek vala kirîn, bê ku kêliyek şerm û heya li ser ruçkê wan derkeve ekranan, lingê xwe danîn dewsa xuna hezaran qurbaniyan û gotin em rizgarker û nûnerên mezlûmanin.

Kesên îşkence li Bêrîvanê kirîn ew kesin yên tenê eger 2 rojan xwarin negihîje zikê wan yê mîna zarokan rûnin û bigrîn, belkî jî piştî çend rojan ji tirsa birsê bimrin, lewre yê çeperan berdin û birevin, yê her tiştê ber destê xwe bifroşin, yê Garê û herçî kesê li danga wê bifroşin, ewin yên ku ji tirsa birsê heta rojekê yê erbabên xwe jî bifroşin, ola xwe, çanda xwe, netewa xwe, kirameta ejdadê xwe û dar berûyên sedan salan li vê xakê jiyayî yê ji korkan derbînin û bi perê wê ekranekê danin ku têde bêjn: em parêzvanê xaka darberûyan e, em nûnerên Bêrîvanên li danga Garê ne, em şivanên pezin, em Garê ne, em darberû ne, li demekê ku heman Bêrîvan û heman pez, heman darberû  hemûyê difroşin, tenê ji bo ku ji tirsa wê birsê rizgar bibin.

Lê ji qedera kambax Bêrîvana dil polad ku banga rêgiriya li van jehran li ser civaka xwe dikir, bi dehan roj bê xwarin, bi caran bi zikê vala, bi destê heman nekesan hat îşkence kirin.

Belê heman nekesên tirsonek ku mêrxas û egîdan bi bihayê sufreke rengîn a xwarinê difroşin, xûna bi hezaran Reuf û Sadiq Emeran bo heya Diyar Xerîban, heta Ferhadan bi peykek şeraba 75 salî tevî turan u barbarên hov bi hevre diçirkînin.

Ew bi hestê Bêrîvanan re xerîbin, (Beyan) û (Margarêt)an nas nakin,  cins û ajoyên wan ên zayendîne  ku ji mînaka giyaneweran çavê wan zîq dike!  Birsatiye ku wan weke kuçikê wefadarê serên reş dike. Li azadiyê, li kêlek Bêrîvanê, kuçikên çav çirîk ên birçî hebûn, li zîndanê li kêlek Bêrîvanê dostên dil reşên xayîn hebûn, demê azad bûy jî nekesên kore fam ên hilweşiyayî û dordayên qumara siyasî vîrosa dilê xwe yê çirkîn, li ser Bêrîvanê belav kirin, dîsa Bêrîvan nehat dîtin, erê civak çiqas divê kor û tarî bûbe, çiqas divê ji hiş, rûh û têgehan ketibe ku vê hemû ronakiyê bi çavan jî nekare bibîne.

Nekesên korfam ku li jêr siya wê xwe biçûk didîtin bi derbirînên xwe yên mirî hewil dan lingê xwe danin ser lehengiya wê ji bo ku bi bihayê komêntekê bi demek kurt jî be tamekê ji bilindahiyê bigrin,  Bêrîvanê ew jî hedar kir û nekir hewar, dîsan li berxwe da,  dîsan kesê xwedî çavek ronakbîn nebû ku bibîne.. û dîsan li bin lêva ve got: berxwedan jiyane.

Îro hêjî kes Bêrîvanê nabihîse, kes nizane çawa jiyan dike, kes nizane  vê jinê ev hemû qurbanî pêxemet çi tiştekê dan, lê ew hêjî dimeşe, bi hemû barê giranê li ser dilê xwe ve dimeşe û dibêje ez ne Bêrîvana Eyûbek paşverû û mirî me, ez Bêrîvana bergareyî me..

Lê birastî wê nenaliya, negiriya, nekir hawar, lewre  kesê hêstirên Bêrîvanê jî nedîtin, kesê nalîna vê daykê ji bo dîtina zarokên xwe jî nedîtin, kesê lave û rica kirnên vê jinê jî nedîtin, ne îşkencekaran, ne bêdadgeran, ne azadîxwazan, lê hemûya bilêta dîtina filîmek bi xûn û xwêdan, bi hêsirên bi xûn ji çavên Bêrîvanê di berîkê de bû. Hemûya dîtina cenazek şewitî  û bêgiyan hêvî dikir, laşê jineke teslîm bûy ku hatibe tecawiz kirin, ji bo ku ti carî devê xwe veneke!

Jinek ku cihê îşkence yên wedatan li ser laşê wê qîç bikin, lê Bêrîvanê tiştek cuda danî ber çavê civaka xwe û tevahiya cîhanê, tiştê ku di çav û ruh û giyanê hemûyan de xerîb bû, tiştek ku nasnav û şunwarên wê di dîroka temenê wan de qet nehatibû dîtin.

Belê, îradek ji giyanê Garê, kirametek ji heybeta Garê, berxwedanek ji hîmmeta Garê,  dilek ji Bêrîvana berêgarê!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar