Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...
Çarşem - 19 Çile 2022

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Karasû: Azadiya fizîkî ya Rêber Apo nêz e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû diyar kir gelê kurd û dostên xwe di sala 2021’an de xwedî li Rêbertiya xwe û partiya xwe derketine û wiha got: “Têkoşîna di sala 2021’an de ya ji bo Rêbertiyê û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê azadiya fizîkî ya Rêber Apo nêzîktir kir. Pêwîstiya herkesê bi Rêbertiyê heye, lewma azadiya wî nêzîk e.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû di Medya Haber TV de, di ‘Bernameya Taybet’ de têkilî mijarên di rojevê de axivî.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû di destpêka nirxandina xwe de Serekpsîkoposê ji Afrîkaya Başûr Desmond Tutu ku beriya bi demeke jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û diyar kir ku ew bi rêzdarî Tutu bi bîr tînin û wiha got: “Ji bo azadiya Rêber Apo kedeke zêde da, dostê gelê kurd bû. Xwest ku biçe Îmraliyê lê AKP’ê nehişt. Desmond Tutu Rêber Apo yê ku têkoşîna azadiyê dide ne tenê ji bo pirsa kurdan, her wiha ji bo çareseriya pirsên Rojhilata Navîn jî weke Rêbertî didît. Ji vî alî dilxwazekî mezin ê Rêbertî bû û hurmeteke zêde didayê. Rêbertî jî ji ber hewldanên wî û helwesta wî, kesayata wî jê hez dikir. Em ê jî bîranînên Desmond Tutu di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de bijîn. Tevahiha dîrokê wê weke dostê gelê kurd bimîne.”

Xwedîderketina Rêbertî

Karasû bi berdewamî çalakiyên ji bo xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Îngilistan, Fransa, Îtalya, Spanya bi pêşengiya sendîkayan, her wiha çalakyên gelê kurd û dostên kurd ên ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan û ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin bi bîr xist û  destnîşan kir ku sala 2021’an bû sala xwedîderketina li Rêbertî û partiye û ev tişt anî ziman: “Em bawer dikin têkoşîna ku sala 2021’an hatiye dayîn azadiya fizîkî ya Rêbertî nêzîktir dike. Dewleta tirk a faşîst çi dibêje bila bibêje, gelê kurd û dostên wan wê Rêbertî ji hêla fizîkî ve azad bikin.

Rêber Apo ev 23 sal in li zindana ku lê dimîne bi qasî ku tu mirov nikaribe bike xizmeteke mezin daye mirovahiyê, jinan. Ji bo ku mirovahî jiyaneke azad û demokratîk bijî paradîgma û teoriya wê ya ramanê daniye holê. Ji vî alî ve Rêbertî bi raman, felsefe, helwest û têkoşîna xwe di dilê gelan de ye, azad e. Li cîhanê mirovê ku herî azad difikire Rêber Apo ye. Azadiya fizîkî jî di nêz de wê pêk were. Ji ber ku hewcehiya her kesî bi ramanên Rêber Apo heye. Xwedîderketina li Rêber Apo wê geştir bibe. Dema ku komploya navneteweyî li ser Rêbertî çêbûyî, têkoşîna wan ên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bûne barîkat îro Rêbertî nêzîkî azadiyê kiriye. Bi vê vê çarçoweyê şehîdên ‘hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bi hurmet bi bîr tînim. Hemû gelê me yê ku sala 2021’an ji bo azadiya Rêbertî têkoşiyayî û dostên me silav dikim.”

Komkujiya Parîsê

Karasu bi berdewamî têkilî Komkujiya Parîsê ku dikeve sala 9’an sê jinên şoreşger ên kurd Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anî û wiha domand: “Sara damezirandêra partiya me bû. Bi salan li zindanan em bi hev re man. Yek ji kana sereke ya berxwedana zindanan bi helwesta xwe hevrê Sara bû. Jixwe ji ber vê bû hedef. Çend mehan beriya şehîdbûna hevrê Sara lîsteyek ji 22 kesan pêk hatî hat weşandin, di nav wan de hevrê Sara jî hebû. MÎT’ê Ewropayê nerm dîtibû û heval qetil kirin. Heval Sara kesayateke dîrokî bû.

Damezirandêra partiya me bû, her wiha Qirkirina Dêrsimê ji dil hîs kir û bi vê bingehê li ser xeta Rêbertî, li nav PKK’ê têkoşiya. Hem ji bo gelê kurd azad bike û hem ji bo ku tola Qirkirina Dêrsimê hilîne tim li pêş bû. Sara û hevrêyên xwe yên din di nav têkoşîna me de dê tim werin bibîranîn. Bi vê wesîleyê hevrê Rûbar, Halîl û Murat jî ku 6’ê Çileyê şehîd bûn, bi hurmet û minet bi bîr tînim. Her wiha Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ku di pêvajoya xwerêveberiyê de şehîd bûne bi hurmet bi bîr tînim, bîranîna wan bi teqezî dê li Kurdistana azad bijî. Berxwedana Xwerêveberiyê wê di dîroka Kurdistanê de neyê jibîrkirin. Bi vê wesîleyê hemû şehîdên xwerêveberiyê bi hurmet bi bîr tînim.”

Derheqê helwesta Fransayê ya li bara Komkujiya Parîsê Karasû diyar kir dewleta tirk ji bo ku di nav hevalbendiya NATO’yê de ye wiha bi rehetî li ser gelê kurd zilmê dike, polîtîkaya qirkirinê dike û ji ber ku endamê YE’yê jî û wiha pêde çû: “Ji vî alî ve ne tenê ya Fransayê têkiliyên Almanya, Îngilistan û welatên din ên Ewropayê jî yên bi Tirkiyeyê re gemarî ne. A rast, dema ku mijar kurd bin ji ber ku hevalbendê hev in çavên xwe li qirkirina ser kurdan digirin. Dewleta tirk ji ber vê polîtîkayê wiha bi hovane êrîşê tîne. Fransa bi ronînekirina vê komkujiyê bêhurmetiyê li gelê xwe û dîroka xwe jî dike. Nêzîkatiyeke kambax a wê desthilatê ye ku dibêje temsîla gelê Fransayê dike û dewleta tirk a ku li Fransayê komkujî kirî bi rengekî aşkera teşhîr nake, sûcê wê deynanê holê. Her kes pê dizane ku dewleta tirk li zikê Parîsê sê jinên şoreşger da qetilkirn. Jixwe hat çesipandin kesê ku hatî girtin endamê MÎT’ê ye. Omer Guney ê kujer jî bi îhtîmaleke zêde hat kuştin.”

Banga geşkirina têkoşînê

Karasû da zanîn ku ev komkujî ne tenê qetilkirina sê jinan e, bicihhatina biryara qirkirina kurdan e ku li ku derê kurdek azad hebe were kuştin û her wiha nasnekirina yasayên YE, Fransayê ye û wiha got: “Heke terorîzmek, rewşeke ku were darizandin hebe ev polîtîkayên dewleta tirk e. Di yasayên navneteweyî de heke dewletek cînayetên wiha bike ew tên harmonîkirin. Destûra Bingehîn a Fransayê ferman dide ne tenê kesên ku ev cinayet kirin, her wiha yên ku dane kirin jî werin darizandin. Raya giştî ya Fransayê bi rastiyan dizane. Lê ji ber sedemên siyasî yên ku fermana cînayetê dane nayên aşkerakirin. An jî Fransa bi aşkeranekirinê li ser dewleta tirk zextê dike. Naxwe çima nebêje? An ji bo ku hevalbendên aşkera nake yan jî bi nedana navê Tirkiyeyê vê weke şûrê Demokles bi kar tîne.”

Di axaftina xwe de Karasû bal kişand ser giringiya xwedîderketina jinan a li Sara û wiha domand: “Helbet ne tenê jinên kurd divê jinên fransî jî ser vê kuştinê ronî bikin. Li dora vê komkujiyê bi diyarkirina helwesta dadê divê Tirkiyeyê mehkûm bikin Jixwe tê gotin li Fransayê civakîbûna nêzî ya jinan heye. Divê hemû jin helwesta xwe deynin holê. Ji ber ku heval Sara pêşengeke têkoşîna azadiya jinan bû. Li dijî dewleta tirk a qirker berxwedaniyeke dîrokî daniye holê. Ji ber vê jî xwedîderketina li Sara, li xwe xwedîderketina jinên kurd, xwedîderketina li azadî, demokrasiyê ye.”

Karasû bang li jinan kir ku têkoşînê geş bikin û wiha axivî: “Bi geşkirina têkoşîna azadiya jinan mirov dikare layiqî Sara be. Bİ vê wesîleyê bang li hemû jinan dikim ku li ser armancên Sara têbikoşin, têkoşîna azadiya jinan li hemû cîhanê geş bikin.”

Bîlançoya NPG’ê

Têkilî bîlançoya ku beriya demeke Navenda Parastina Gel parve kirî jî Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Mustafa Karasû ev nirxandin kir: “Bîlançoya ku NPG’ê aşkera kirî nîşan dide ku şer çendî mezin e. Ev berxwedan wê tesîra xwe li ser sala 2022’yan jî bike. Gerîla jî, gelê me jî wê li ber xwe bidin. Ji van berxwedanan divê mirov bibîne ku sala 2022’yan wê berxwedaneke çawa bibe. Bi vê wesîleyê hemû hevrê û fermandarên ku di nav berxwedanê de cih girtine silav dikim, careke din şehîdan bi hurmet û minet bi bîr tînim.”

Bi berdewamî Karasû komkujiya dewleta tirk a dagirker a li ser Kobanê ku 6 welatparêzên kurd şehîd bûbûn bi bîr xist û wiha got: “Ji bo ku DYE û Rûsya çavê xwe lê digirin van êrîşan tîne. Li ku dera cîhanê ev êrîş bibin cîhan dê rabe ser xwe. Di demeke nêz de ji malbata Gulo jî 3 kes hatin qetilkirin, beriya niha li Kobanê jin qetil kirin û niha jî 6 ciwan qetil kirin. Li ku dera cîhanê be wê qiyamet rabe. Lê dema ku li Rojava werekirin her kes bêdeng e. Gelê me heke li ber xwe bide bi teqezî dê li dijî dewleta tirk bi ser bikeve. Gelê Rojava bi armanca ku dawî li van dagirkeriyan bîne bikeve sala 2022’yan. Heke gelê Rojava rêxistiniya xwe geş bike, dewleta tirk li deverên ku dagir kirine nikare bimîne.”

Kongreya Ciwanan

Derheqê Kongreya Ciwanan a li Amedê ku bi tevlêbûneke geş û coşî pêk hatî, ev tişt got: “Kongreya dawî ya ciwanan derbûna vê hêrsê ye. Mirov dikare helwesta civakê ji helwesta ciwanan fêhm bike. Ew helwesta gel e. Ji ber vê kongreyeke bi coş, bi hêrsa mezin û bi daxwaza têkoşînê bû. Ev bi rengekî aşkera nîşan dide li bara têkoşîna azadiyê faşîzma AKP-MHP’ê têk çûye, tu encam negirtiye. Dewleta tirk ku ji evqas êrîşan nikare encamê bistîne nikare polîtîkayê bike, zû dereng wê bişike. Li gel ev qas zext û zordariyê heke ciwan hê jî li ser pêyan bin bi rengekî aşkera hîs, ramanên gelên kurd, tişta ku dijî, tişta ku hîs dike, hêrsa xwe li çi ye û li dij çi ye, datîne holê.

Helbet divê têkoşîna xwe tenê li hêwanan nîşan nedin, li her deverê nîşan bidin. Li her deverê divê vê helwesta xwe derxin holê. Bi ser de faşîzma mêtinger heke ev çend êrîşê tîne divê ew jî bersiva hewce bidin faşîstan. Em bawer dikin ku helwesteke wiha ya ciwanan heye. Ciwan di hêwanan venahewin. Bi teqezî li dijî faşîzmê wê têkoşîna xwe geş bikin. Dirûşma herî bi coş dirûşmên ji bo Rêbertî bûn. Em bi van ciwanan şanaz in, gelê me jî divê şanaz bibe.”

Divê civaka kurd rêxistinî bibe

Derheqê êrîşa li ser HDP’ê ya li Bahçelîevler a Stenbolê jî Karasû ev tişt anî ziman: “Ev êrîş bi plan in. Ne êrîşên şexsî ne. Dijminên kurdan in. Dixwazin vîna gelê kurd bişikînin. Li metropolan bi milyonan kurd hene, bi van êrîşên plankirî bi çarçoweya şerê taybet dixwazin vîna kurdan bişkînin. Li Konyayê kuştina 7 kesên ji malbatekê jî encama vê hişmendiyê ne. Ji eynî navendan ve tê rêvebirin. Divê kurd vê bibînin.

Divê civaka kurd rêxistinî bibe, li her deverê parastina xwe bike. Xweparastin beriya her tiştî rêxistinîbûn e. Heke civake rêxistinî bibe wê bibîne bê ka divê çi bersivê bide çi êrîşê. Ev êrîş bandorê li ser me hemûyan dikin, hêrsa mirov radikin. Mirov dixwaze van êrîşan di qurtek av de bixeniqîne. Hîsên gelê kurd wiha ne. Helbet ev ê bêbersiv nemînin. Em li Îzmîrê kurdan bixin, li Stenbol, Afyon, Konya, Enqere li kurdan bixin! Wiha dom nake, bi teqezî dê bersiva vê were dayîn.”

Hewcehiya Tirkiyeyê bi tifaqa demokrasiye heye

Her wiha Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî qetilkirina Denîz Poyraz hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê çawa helwesteke diyar danîbin holê divê ev helwest geştir bibe. Dema ku êrîşek çû ser kurdek li metropolan, dema ku cînayetek çêbû divê gelê kurd û hêzên demokrasiyê rabin ser pêyan, hem jî hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî divê rabin ser pêyan. Helwesteke ku li bara van cînayetan divê were nîşandan ev e. Soylu û Erdogan dibêjin ew ê van polîtîkayên cînayetê bidomînin. Li dijî vê polîtîkayê û van êrîşan divê gelê me rabe ser pêyan. Gelê kurd bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re divê têkoşîneke hevpar bide. Jixwe niha hewcehiya Tirkiyeyê bi tifaqa demokrasiyê heye.

Banga me li gelên Tirkiye û hêzên demokrasiyê ew e ku tifaqa demokrasiyê were danîn. Ev berpirsyariya dîrokî ye, peywira dîrokî ye. Mirov şaş dimîne bê ka çima ev nayê kirin. Li hêviya çi ne? Li dora HDP’ê hêzeke demokrasiyê heye, divê ev bêhtir geş bibe. Heke ev nebe, bi partiyên din re dikarin werin cem hev û bi HDP’ê re tifaqê deynin. Ne şert e ku bikevin nav HDP’ê yan jî bi rengê pêkhateya berdest, rengê têkiliya berdest be. Lê bi teqezî divê hêzên demokrasiyê werin cem hev. Bersiva li van êrîşan û cînayetan di sala 2022’yan de divê wiha be. Bi vê çarçoweyê di sala 2022’yan de em serkeftinê ji her kesî re dixwazin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar