Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...
În - 7 Cotmeh 2022

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Karayilan: 15’ê Tebaxê şoreşeke civakî ye

Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pirsên ANF’ê bersivand.

Beşa yekemîn a roportajê wisa ye:

Gerîlatî çi ye, çawa dest pê kir û bi çi rengî bi pêş ve çû?

Beriya ku bersivê bidim pirsa we, di şexsê fermandarê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) de, ku di destpêkirina têkoşîna gerîla ya li Kurdistanê de bi roleke mezin rabû, hemû şehîdên şoreşa gerîla bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim, soza ku me dane wan dubare dikim. Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê ku li ser bingeha berxwedana wan a destanî hat afirandin, li Rêberê me, li gelê me û dostên me pîroz dikim.

Eger em wateya gerîla bi çend gotinên hêsan vebêjin; gerîla rêbaza şer û berxwedanê ya gel-civakeke bindest an jî xaka wan hatiye dagirkirin, li dijî hêzên serwer ên xwedî artêşên mezin e. Şerê gerîla esasê stratejiya têkoşînekê ye ku li dijî hêzên dagirker-serwer, bi yekîneyên biçûk li ser bingeha taktîka lêde-bireve dijmin bêzar dike, gav bi gav xwe bi rêxistin dike, hêviyê dide civakê, di birêxistinkirina civakê de û bawerî bi xwe anînê de roleke mezin dilîze, bi vî rengî vediguhere artêşeke mezin a gel û welêt rizgar dike. Bêguman li welatên ku ev stratejiya têkoşînê lê tê meşandin, em dibînin ku di qonaxên cuda de derbas bûne. Rêbazeke têkoşînê ye ku destpêkê bi yekîneyên biçûk ên gerîla berxwedanê dide destpêkirin, piştre parastina stratejîk, hevsengiya stratejîk û pê re raperîna stratejîk li ser xeta mezinbûnê bi pêş dikeve.

Di dîroka gelan de rabirdûyeke dirêj a vê rêbazê heye. Lê belê weke rêbazeke şer û têkoşînê ya li dijî hêzên dagirker, yekemcar li dijî artêşên Napolyon ên ji bo dagirkirina Spanyayê, ji aliyê efserên welatparêz ên nexwestin teslîm bibin bi komên biçûk bi rêbazên lêde-bireve bi berxwedana li dijî artêşa Napolyon destpê kiriye. Ji xwe gotina gerîla jî peyveke spanî ye. Bi vî rengî weke rêbazeke têkoşînê piştre li welatên cuda hatiye bicihanîn. Lê belê yekemcar di pratîka Şoreşa Çînê de ji astên dirêj û zehmet, ji raperînên xwecihî û giştî derbas bû, bi encamên jê hatin wergirtin re ji aliyê Lîderê Şoreşa Çînê Mao Zedûng ve weke stratejiyeke têkoşîna şoreşgerî hat destnîşankirin. Yanî şerê gerîla yekemcar li Çînê bû bingeha Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj û teoriya wê hat afirandin. Şerê bi vê rêbazê ku di heman demê de û piştî wê li gelek welatan hat meşandin, li dijî artêşên serwer serketin bi xwe re anî û veguherî rêbazeke têkoşînê ya bingehîn ku gelan azad dike. Lewma gerîla û azadî, gerîla û berxwedan pênaseyên ji hev nayên cudakirin e. Ketine dilê gelan û weke rêbazeke şer û têkoşînê ya azadiyê misoger dike cihê xwe di nava dîrokê de girtiye.

Gerîla li nava rastiya Kurdistanê, bi Pêngava 15’ê Tebaxê re gihîşt kîjan formasyonê?

Di nava dîrokê de her civakekê rêbaza xwe ya şer û berxwedanê ya xweser afirandiye. Dema ku mirov bala xwe didin ser civakên Rojhilata Navîn dibînin ku bi giranî rêbaza gerîla yan jî şêweyeke berxwedanê ya nêzî rêbaza gerîla nîne. Psîkolojiya li Rojhilata Navîn ji rêbaza gerîla ya lêbide-bireve wêdetir, xwe dispêre şerê meydanê, şerê sîng bi sîng, berxwedana kelehê yan jî şerê li çeperê. Mînak, di dîroka Kurdistanê de piraniya berxwedanên hatin kirin bi rengê şerê çeperê, berxwedana serhildêriya gundîkî bû ku teng û xwe nespart stratejîk û taktîkên şer. Yanî ji rêbazeke ku şer li demeke dirêj belav dike û hêza li hemberî xwe bêzar di ke wêdetir, rêbaza ‘ya hero ya mero’ hewl da encamê bi dest bixe. Em dibînin ku piraniya berxwedanên bi vê rêbazê li Kurdistanê hatin kirin, hema bêjin hemû hatine tepisandin. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê piştî ku berxwedanên dawî bi tundî û komkujiyan hatin tepisandin, di nava civakê de meyleke tepisandinê, tirsê û destberdana ji xwe rû da. Sedemên esasî yên biserneketina berxwedan an jî raperînên li Kurdistanê, li gel pirsgirêkên têkildarî îdeolojî, bername û rêbertî, bi taktîk û stratejiyên şaş dikare bê vegotin. Yanî li gel aliyên xwe yên din, ev alî jî di têkçûnê de rola xwe heye.

Li bakurê Kurdistanê sala 1938’an herî dawî piştî ku berxwedana Dersimê bi komkujî û qirkirinê hat tepisandin, li Kurdistanê planên asîmîlasyonê yên bi perspektîfa Şark Îslahat, yanî bi siyaseta ‘qirkirina spî’ civak anîn ber mirinê. Her serhildana civaka Kurdistanê bi komkujî û têkçûnê bi encam bû. Lewma rastiyeke civakî ya welê afirî ku li hemberî polîtîkayên asîmîlasyon, dûrketina ji xwe, bêçare ma û ji bilî teslîmbûnê rêyeke din nedît. Kete nava wê rewşê ku êdî hêviya xwe bi temamî ji dest da, paşerojek ji bo xwe nedît.

Di vê pêvajoyê de bi bandora tevgerên ciwanan ên li cîhanê, di nava atmosfera tevgera ciwanên Tirkiyeyê de ciwanên kurd jî ketin nava kûrbûnekê û Rêber Apo gav avêt. Gava Rêber Apo teqez destpêka serdemeke dîrokî ye. Rêber Apo dibêje ‘Min civaka kurd di hembêza xwe de dît’. Yanî gelê Kurdistanê tevî ku gelê herî qedîm ê herêmê ye, neheqiyên mezin lê hat kirin, hat parçekirin, ji bo tunekirinê bû qurbanê siyaseta jenosîdê. Di şexsê civaka kurd de nirxên mirovahiyê hatin binpêkirin. Nepêkan bû li hemberî vê yekê bêdeng biman. Tiştekî welê bû ku her kesê ji xwe re digot ‘Ez mirov im’ diviyabû li ber rabûya. Ji ber ku qirkirina li Kurdistanê êdî li ber encamgirtinê bû, civak dinaliya, li ber mirinê bû.

Di vê qonaxê de pêwîstî bi gavekê hebû. Rêber Apo ji xeleka rast destpê kir, yanî ji îdeolojiyê destpê kir û berpirsyariya dîrokî hilda ser milê xwe. Lê belê weke ku me got, rêbaza gerîla rêbazeke xerîbî herêmê bû. Belê li Fîlistînê hat ceribandin, lê bi temamî nehate bicihanîn, veguherî fedaîtiyê. Tevgera ciwanên Tirkiyeyê di destpêka salên 1970’î de xwest bi cih bîne; hîn di gava destpêkê de komkujî li wan hate kirin û hatin tepisandin. Pêşmergetiya li başûrê Kurdistanê versiyoneke hinekî pêşketî ya şerê klasîk ê kurd bû. Ew jî di sala 1974’an de bi temamî hat tepisandin û vê yekê tirs û bêhêvîtiya li nava civaka kurd kûrtir kir. Bi taybetî li hemberî atmosfera zext û zordariyê ya bi Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î destpê kir re, berxwedana li Zindana Amedê bi ruhê 14’ê Tîrmehê berz bû, ferz dikir ku li dijî kiryarên derveyî mirovahiyê teqez gavek bê avêtin.

Rêber Apo lewma ji bo xwedîderketina li mirovahiyê xwe berpirsyar dît, hewldanên wî yên di vê mijarê gelekî bi wate, hêja û dîrokî ye. Kûrbûna van hewldanan û li ser bingeha amadekariyê, bi derengî jî be bi pêşengiya hevalê Egîd di 15’ê Tebaxa 1984’an de pêngava li Dihê û Şemzînanê hat destpêkirin, ji bo gelê kurd di pêvajoya hebûnê de bû mîlatek. Aliyê destpêkê yê 15’ê Tebaxê aliyê xwe yê mirovane ye; aliyê xwedîderketina li mirovahiyê ye. Li dijî qirkirina ku li ser gelê kurd dihate ferzkirin, nîşandana helwestê ye. Pêvajoya ku ji bo gelê kurd bi Pêngava 15’ê Tebaxê re hate destpêkirin, pêvajoyeke berxwedana gerîla ye. Pêvajoya berxwedana gerîla bi esasî têkoşîna xweparastin û berxwedana hebûnê ye. Naxwe bi 15’ê Tebaxê re şerekî êrîşê nehate destpêkirin; berxwedaneke hebûnê û xweparastinê hat destpêkirin. Beriya her tiştî aliyê wê yê çekdarî aliyekî sembolîk e. Bi esasî aliyê wê yê îdeolojîk, rêxistinî û hebûna neteweyekê li pêş e. Ji aliyekî ve tê wateya şikandina zincîra koletiyê ku li ser civaka kurd hatibû ferzkirin. Di vê mijarê de gelek nirxandin hatin kirin. Mebest ji gotina ‘Fîşeka destpêkê li koletiya kurdan hat  xistin’ ev bû. Yanî beriya her tiştî pêvajoya ku civaka kurd li xwe pirsiya, zincîra koletiyê ji ser xwe avêt, li ser vê bingehê destpê kir.

Lê belê civak di cih de tev li pêvajoyê nebû. Yanî li deverên mîna Botanê ku kurdîtî hîn zindî bû, nemirî bû, li hin qadên mîna wê tevlibûn çêbû, lê belê bi esasî piraniya civakê bi baldarî û bi guman lê temaşe kir. Piştî ku bi çavên xwe dît mîna raperînên beriya niha nayê tepisandin, mezin dibe û li dijî êrîşan şerê hebûnê bi ser tê xistin, hingî nêzîkatiya civakê ya li gerîla guherî; gerîla êdî weke hêzeke azadî û rizgariyê dît, hêviyên xwe ji nû ve şîn bû, civak li xwe vegeriya, kete ser xeta tlêkoşînê, destpêkirina pêvajoyên serhildanê di destpêka salên 1990’î de; kir ku bi vî rengî pêvajoyeke vejînê pêk were. Ji xwe gotina Cejna Vejînê jî li ser vê bingehê hate bilêvkirin.

Pêngava 15’ê Tebaxê di tarîtiyê de pêxistina çirûskê ye, ronîbûn e, bû hêvî û veguherî perspektîfa şoreşgerî. Lewma bi 15’ê Tebaxê re ne tenê zincîrên koletiyê hatin şikandin, di heman demê de şoreşeke fikrî, siyasî û civakî pêk hat. Yanî civaka li ber mirinê rabû ser piyan, veguherî rastiyeke civakî kuk êdî ji bo xwe difikire, ji bo xw eşer dike, ji bo xwe li ber xwe dide. Encamên wê bi vî rengî ye.

Lê belê ev yek bi hêsanî çênebû. Yanî li Kurdistanê gerîlatî bi hêsanî nekete pratîkê. Bi taybetî piştî şehadeta hevalê Egîd, tengbûn bû sedema wê yekê pêngava gerîlatiyê bîne ber tasfiyebûnê. Li hemberî vê yekê weke encameke biryarbûyîna Kongreya Sêyemîn a Partiya Me û destwerdanê, pêngaveke nû hate destpêkirin. Lê belê bi taybetî piştî şehadeta fermandarên pêşeng ên mîna Erdal, Bedran, bi rûdana meyla derketina ji rê ya ku em jê re ‘Çeteya Çaran’ dibêjin, bi ferzkirina pratîka kontra û rûdana hin xisaran, pêvajoeyke destwerdan navxweyî destpê kir. Di vê demê de bi têkoşîna bêeman a Rêber Apo û destwerdanên wî re li Kurdistanê gerîlatî gihîşt astekê. Çawa ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêngavek ber bi navxweyî bû, piştî ku destpê kir, ji bo bicihanîna rast a xetê, bi têkoşîneke navxweyî dibû. Di vê mijarê de mirov dikare vê bibêje: Eger xeta Rêbertî baş bihata bicihanîn, encam dikarîbû hîn cûdatir bûya. Ji bo dema piştî wê, yanî ji bo dema serhildanan jî mirov dikare heman tiştî bibêje.

Bi kurtasî xeta gerîla bi hêsanî nehate meşandin. Ji aliyekî ve têkoşîna li hemberî rêbaza şerê Kurd ê ji ber psîkolojiya civakê xwe ferz dikir, rêbaza şerê çeperan û dûrî xeta gerîla; li aliyê din jî têkoşîna li dijî hewldanên giran ên tasfiyekar-çetetiyê, xeta gerîla heta astekê meşand û encam jî bi xwe re anî.

Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re xeta gerîla yekemcar li Kurdistanê bû xeteke berxwedanê. Şerê gerîla yê li Kurdistanê ne tenê li Kurdistanê her wiha meşandina têkoşîna gerîla yekemcar li tevahiya Rojhilata Navîn bû. Bi kurtasî çiqasî kêmasiyên xwe hebin jî bicihanîna gerîla li Kurdistanê heta astekê, li Kurdistanê polîtîkayên mêtingerî-qirkeriyê yên li ser Kurdistanê pûç kir, bi esasî têk bir. Yanî civaka Kurd hîn bû ku çawa dikare li ber xwe bide, çawa dikare xwe biparêze. Di vê mijarê de bawerî û netewebûn xurt kir; ruhê neteweyî xurtir kir. Bi esasî rastiya gelê Kurd an jî pirsgirêka Kurd ji bo çareseriyê anî ser maseyê. Lewma Rêber Apo di Newroxa 1993’an de agirbest ragihand. Ev yek asteke girîng bû. Ji wê demê û vir ve li gel agirbestên dem bi dem, têkoşîna gerîla ya ku 29 salan hate meşandin, ji ber ku dewleta Tirk dest ji siyaseta qirkirinê berneda, dewam dike. Gerîla li Kurdistanê di şêweyê şerê xweparastinê de ji bo civaka Kurd bide qebûlkirin û azadiyê misoger bike, weke têkoşînekê destpê kir. Ji ber ku aliyê dijber bi taktîkên şerê taybet ên cuda timî mijûl kir û qebûl nekir, şerê gerîla ewqasî dirêj dewam kir. Naxwe şerê gerîla di qonaxên destpêkê de serketin bi xwe re anî. Piştre jî Komploya Navneteweyî pêk hat. Yanî dîroka têkoşîna gerîla ya 15 salan polîtîka tunekirin û îmhakirinê ya mêtingeriyê pûç kir. Lewma stratejiya gerîla bi ser ketiye. Lê belê ji ber ku rastiya gelê Kurd timî nehate qebûlkirin û di siyaseta qirkirinê de israr kirin, gerîla jî neçar ma ku li hemberî vê yekê timî li ber xwe bide. Lewma ji qonaxên cuda derbas bû û heta vê serdemê têkoşîna xwe meşand.

Pêvajoya ku bi HRK’ê dest pê kir wekî ARGK û îro jî wekî HPG hebûna xwe didomîne. Ev guhertin çima û çawa çêbûn?

Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hêza destpêkê ye ku li ser navê Kurdistanê hatiye avakirin. Ji xwe li gel 15’ê Tebaxê avabûna xwe îlan kir. Li Kurdistanê tovê gerîlatiyê bi HRK’ê hat avêtin. Lê tam weke artêşa gel nayê îfadekirin. Piştî Pêngava 15’ê Tebaxê, em dizanin ku sala ‘85’an di dewamkirina li gorî pêwîstiya ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê de pirsgirêk derketin holê. Di Kongreya Sêyemîn de li gel helwesta domdar û biryardar a hevrê Egîd a ji bo avakirina xeta gerîla, di esasê de hate destnîşankirin ku li hemberî taktîkê bêbaweriyek heye, helwestek dudil heye û ev yek bandorê li pêvajoyê dike. Di vê çarçoveyê de rexne û darizandinên pir berfireh pêş ketin. Wê demê di şexsê Heval Egîd de ji bo jiyandina bîranîna hemû berxwedanên zindan û çiya yên ku heta wê rojê ji bo wê hewldan hatin dayîn, ji bo derbaskirina hemû dudiliyên di meşa şoreşgerî de û ji bo avakirina xeta gerîla û taktîkên têkoşînê ya bi rengekî teqez, nîqaşên xurt û astek a biryardariyê hat pêşxistin.Di asta vê biryardariyê de jî, biryara avakirina Artêşa Rizgariya Gel a Kurdistanê (ARGK) hat dayîn.

Yanî ARGK di encama geşedanên di wê pêvajoyê de û nîqaşên di kongreyê de hatin kirin û biryarên hatin girtin ku hemû bi hevre bi rengekî lihevhatî pêş ketin, hat avakirin. Em dizanin têkoşîna bi navê ARGK’ê hatî meşandin heta ‘99’ê, astek diyar derxist holê. Lê rewşek wiha heye; ji ber kêmasiyên ku hatin jiyîn, bi taybet nebesiyên piştî 94’an ku pêwîst bû pêvajoya dubarekirina xwe bihatiba derbaskirin û zû bigihêje encamê pêk bihatiba, derketin holê û di encama ne pêkanîna tam a xeta Rêbertî kir ku aliyê hember Komploya Navdewletî ferz bike. Diviyabû vê berxwedanê Komploya Navneteweyî derbaz kiriba, lê mixabin ji ber ku tempoya pêwîst ya ji bo herikîna şoreşî nehat nehate bidest xistin, hat rewşekê ku ji Komploya Navneteweyî re bibe bingeh. Li ser vî bingehî bi Komploya Navneteweyî, Rêbertî hat dîlgirtin.

Rêbertî ji Kongreya 5’emîn a PKK’ê û şûn de, di astên cuda de lêhêrbûnên xwe bi raya giştî û rêxistinê re parve kir. Ango lêhêrbûna ku Rêbertî di çarçoveya hilweşîna Sosyalîzma Reel û encamên ku derxistî, binketina paradîgmaya dogmatîk a Sosyalîzma Reel a ku ji zanistê dûr û neçariya derbazkirina wê de pêş xistî, rastiyên ku di sala ‘98’ê de bi taybet di pêvajoya Romayê de bi raya giştî re parvekirî ye. Li ser vî bingehî Rêbertî guhertinek a paradîgmayî, bi Komployê re kir rojev. Ev di heman demê de di aliyê vale derxistina Komploya Navneteweyî de, dihat wateya derketinek şoreşgerî ya gelek girîng. Li ser vî bingehî li gel şêwegirtina paradîgmayek nû, Paradîgmaya Civaka Ekolojîk û Demokratîk a xwe dispêre Azadiyê Jinê, guhertina çêkera rêxistinî jî weke pêwîstiyekê derdiket holê. Ji ber vê yekê li gorî paradîgmayê guhertina hemû rêxistinên di têkoşîna şoreşê de, ket rojevê. Li ser vî bingehî, bi biryara ku PKK’ê di Kongreya xwe ya 7’emîn de girtî, li şûna ARGK’ê HPG hat avakirin.

HPG di çarçoveya ji nû ve nirxandina rola zorê (şîdet) ya di şoreşê de li ser esasê paradîgmaya nû ya Rêber Apo û ji nû ve teşekirina pêkhateya leşkerî weke hêza parastinê li ser esasê perspektîfa ku ne tenê gerîla, di heman demê de civak jî weke lingê duyemîn û bingehîn divê di rastiya şerê gel de roleke mezintir bigire ser milê xwe, ava bû. Yanî di perspektîfa têkoşînê de guhertinek heye. Hêza şoreşger êdî gerîla û gel e; wate forma HPG’ê li ser esasê birêxistinkirina her du hêzên xweparastinê bi şeklê xeleka hevgirtî û pêşxistina şêwazê têkoşînê ku ji çareseriya demokratîk û rêbaza diyalogê re jî vekirî be hate avakirin. Avahiyeke parastina gel e ku ji nû ve avakirina xwe esas digire da ku bikare di têkoşînê de weke hêza parastina rewa ya çareseriya demokratîk pêşbînî dike bi awayeke herî bi bandor rol bilîze.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar