Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...
În - 7 Cotmeh 2022

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Karayilan: Gerîlayên Kurdistanê di fedaîtiyê de gihîştine asta herî bilind

Fermandarê Giştî yê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan di beşa duyemîn a hevpeyvînê de ev nirxandin kir:

Gerîlatiya îro ya ku hûn wê wekî gerîlatiya modern pênase dikin, taybetiyên wê çi ne?

Vê pirsa we bersiva wê gelekî berfireh e, ez dikarim bi kurtasî vî tiştî bibêjim. Di 50 salên dawîn de di warê zanist û teknîkê de geşedanên gelekî girîng pêk hatin. Zanista fezayê bi pêş ve çû û Pergala Bicihbûna Global (GPS) hat pêşxistin. Êdî li dinyayê koordînatên cihekî  dikarin werin diyarkirin. Pergala fuzeyê ya ku berê xwe dide koordînatên ku hatine diyarkirin, îcatên wekî wesayîtên hewayî yên bêmirov, teknîka ronîka lazerê û teknîka termalê êdî di şer de di asta bilind de hat bikaranîn û tevî van tiştan asta alavên ragihandinê, di her warî de guhertin di dinyaya me de çêkirin.

Rêbertiya me vê pêvajoya zanist û teknîkê ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn wekî pêvajoyeke şoreşgerî pênase kir.  Vê rewşê asteke girîng guhertin li ser teorî û alavên şer ferz kir.  Di şer de hinek qaîdeyên bingehîn û prensîb hene lê piraniya taktîk û stratejiyên berê êdî bêwate bûn, guhertineke mezin li ser wan çêbû. Bi taybetî di 10-15 salên dawî de van îcadan bandora xwe li ser qada şer kirin û vê guhertina xurt lezand.  Îroj şer gihişt asta ku li ser îstîxbaratê tê meşandin.  Şer hate asta ku bi îstîxbarat, teknîk û metodên şerê taybet were meşandin.  Êdî şerên normal û klasîk qediyan. Çekên normal û klasîk û artêşên wê êdî hatin asta ku nikarin tiştekî bikin. Lê tevî van tiştan di şer de tişta ku herî zêde derket pêş û girîngiyek bi dest xist, dîsa faktora mirov e.  Behremendiya mirov û encamgirtiya di şer de ya mirovên bi kalîte zêdetir bi pêş ket. Bi nêrîneke basît mirov dikare bibêje ‘Di şer de îstîxbarat û teknîk hinek tiştan diyar dike, tiştên din piştî wê tên’ lê rastî ne wisa ye. Di şer de îradeya mirov, aqilê mirov û behremendiya mirov hate asta ku gelek tiştan diyar dike. Ji ber ku dawiya dawîn mirov wan tiştan dinirxîne, hate nirxandineke afirîner nebe îstîxbarat bi kêrî tiştekî nayê, heta zanist û danheviya pisporî ya mirov tunebe wê were dîtin ku teknîk jî wê nikaribe were bikaranîn û tişta ku herî zêde derdikeve pêş jî behremendiya mirov e.

Rêber Apo çend sal berê got ‘Mirov teknîka herî mezin e’ û di esasê xwe de felsefeya Rêber Apo li ser rastiya mirov kûr dibe. Tişta ku felsefeya Apoyî û tarza perwerdehiyê li ser wê kûr dibe, diyardeya mirov e. Ji ber vê cihê ku behremendî, aqil, îrade, cesaret, fedakarî herî zêde li ser disekine, refên PKK’ê ye. Di serdema nû de gerîla xwe dispêre vî tiştî. Hêza ku dike Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk pêvajoyê rast binirxîne, gerîlayên Kurdistanê li hemberî vê teknolojiya ku bi pêş dikeve û teknolojî rastiya şer diguherîne, zû adaptasyona xwe pêk anî.

Di vî warî de kêmasî çênebûn?

Bêguman çêbû. Derengman jî çêbû. Ji ber vê me windahiyên giran dan, astengî û dijwarî çêbû. Em nikarin bibêjin her tişt bêkêmasî çêbû. Bi berxwedan û têkoşîna li hemberî zehmetiyan, gerîla xwe gihand felsefeya Rêbertî û qudreta wê ya rastîn. Di vê meseleyê de bandoreke mezin a projeyên ji nû ve avakirinê yên li ser hev çêbû. Bi taybetî herî dawîn di sala 2018’an de di nav gerîla de di her warî de mirov dikare bibêje ku projeya ji nû ve avakirinê ya ku guhertineke berfireh û xurt dida ber xwe, pêk hat. Bi vê projeyê re bêtir li ser behremendiya mirov û rastiya şer hat sekinandin. Paralelî Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêbertî, afirandina Gerîlayên Modernîteya Demokratîk ji xwe re kir armanc. Li ser vî esasî di serdema nû de gelek taktîkên ku Mao Zedûng li Çînê diyar kiribû, hatin guhertin.  Îro li Kurdistanê taktîkên şerê gerîla ya ku xwe dispêre wê, gelek tişt jê stendiye û gelek tişt jî bi awayekî xurt guherandiye. Tişta ku herî zêde li hemberî wê şer dike, xûyên berê yên gerîlatiya klasîk e. Di vî warî de tespîta ‘Dijminê me yê herî mezin, xûy û hînbûyînên me ne’ hat kirin. Bi qasî ku li hemberî dijmin şer dike, şerê li hemberî xwe jî kir esas û hewl da gerîlatiya serdema nû ava bike; Gerîlayên Modernîteya Demokratîk di pratîkê de berê wê da teşegirtinê.

Li ser bingeha qehremaniyên mezin û şehadeta pêşengên mezin ev ast çêbû. Ji Delal Amed heta Atakan Mahîr û Alî Pilingan gelek fermandaran li ser vî tiştî kûr bûn, di vê guhertinê de pareke mezin a ked û têkoşîna wan heye. Ji ber ku van qehremanan di heman demê de di warê fikrî de jî dixwestin Rêbertî baş fêm bikin, pêvajoyê rast binirxînin û dema ev tişt di pratîkê de pêk dianîn jî şehîd bûn. Li ser vî esasî mirov dikare bibêje ku ‘Afirînerên gerîlatiya serdema nû ew in’. Kûrbûna wan a li ser xeta Rêbertî, gerîlatiya serdema nû yan jî gerîlatiya ku em jê re dibêjin gerîlatiya sedsala 21’emîn, teşegirtina gerîla pêk aniye.

Ev proje berê li ser esasê nirxandina rast a serdemê, li ser bawerî û biryardariyê sekinî, li ser rastiya partîbûnê sekinî, girîngiyeke mezin da zelalbûna di warê îdeolojiyê de. Piştre li ser hunera leşkerî û çanda leşkerî sekinî. Ya sêyemîn jî li ser teknolojiya şer pergala branşê xurt kir, li ser vî esasî pisporî kûrtir kir. Ev tişt xist hedefa xwe ku li ser esasê partîbûn, leşkerîbûn û pisporiyê xwe bigihîne çarçoveya ku em jê re dibêjin gerîlatiya profesyonel. Bi têkoşîna li hemberî tarza gerîla ya klasîk ev tişt pêk anî.

Bi vî tiştî re bi tarza tevgera rast û tarza bicihbûna rast, pûçkirina îstîxbaratê ya ku hêzê ji teknolojiya serdemê werdigire, bikaranîna eraziyê ya di warê berfirehî û kûrbûnê de, bi xurtkirina taktîkên şer ên binê erdê û ser erdê re, wesayîtên hewayî yên niha pûç bike. Li ser vî esasî êdî teşegirtina gerîlayên profesyonel ên ku gerîlatiya klasîk a berê derbas dike û di heman demê de gerîlatiyeke nû, modern û profesyonel çêbû. Li ser vî esasî li hemberî hêzên artêşê yê ku teknolojiya herî mezin û pêşketî ya serdemê stendiye, eraziyê di warê berfirehî û kûrahiyê bi kar bîne, bi jîrbûna tevgerînê re karibe dijmin têk bibe. Li hemberî van hêzên teknolojîk jî îspat kir ku ew hêzeke wisa ye ku wê têk neçe.

Vê berxwedana mezin li ser bingeha xwîna şehîdên qehreman wekî encameke ku lêhûrbûna paradîgmayî afirandiye û encama teşestendina gerîlayên sedsala 21’emîn a li Kurdistanê ye. Em dikevin sala 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ya pîroz, li ser bingeha destanên qehremaniyê yên gerîla, bi keda Rêbertî û berxwedana destanwerî ya şehîdên me, em bi serbilindî îro dikarin qala vê astê bikin. Ev ne tiştekî hêsan bû; bi ked, lêhûrbûn û lêkûrbûneke mezin mumkin e.

Dema ku behremendiya mirov di asta herî bilind de çalak bûye, ev tişt pêş ketiye. Tişta ku em jê re dibêjin xwedîsîplînî, veşartîbûna kûr û kamûflaja kûr û li ser vî esasî dikare bibe artêşeke veşartî, wekî artêşeke xeyaletan binê erdê û ser erdê bi awayê herî afirîner bi kar bîne, di warê taktîk de afirîner e, bêtirs û dikare bi wêrekî şer bike, ji bo doza xwe dikare xwe feda bike û van tiştan re rastiya artêşeke ku têk naçe derketiye holê. Îro gerîlayên Kurdistanê di warê fedaîbûnê de di lûtkeyê de ye. Dema ku ruhê 14’ê Tîrmehê li zindanan geş bû, tevî kelepora ku Egîd û Zîlanan ava kiriye, ev rastiyeke zelal e ku lûtkebûn pêk hatiye.

Gerîlayên Kurdistanê îro di warê afirîneriya taktîk de, xwedî lûtkeyeke wisa ye.  Di warê afirîneriya taktîk de jî gihiştiye asteke herî pêş. Em dikarin bibêjin ku di warê mirov perspektîfa Şerê Gel a Şoreşgerî ya Rêbertiyê bi awayekî afirîner têxe pratîkê de, asteke diyar hatiye bidestxistin. Ev ji ber vê lûtkeyek e. Vî şerê ku tê meşandin û berxwedana ku îro tê kirin heke bi ser bikeve wê li Tirkiyeyê feraseta faşîst, rejîma AKP û MHP’ê ya ku feraseta nijadperest û qirkeriyê di lûtkeyê de temsîl dike, wê ber bi hilweşandinê ve bibe. Jixwe rejîm jî dixwaze hebûna xwe li ser tasfiyeya gerîla û Tevgera Azadiyê ava bike. Ji ber vê ji vî tiştî re dibêjin ‘şerê man û nemanê’. Ji ber vê jî heke gerîla li hemberî vî tiştî têkneçûna xwe îspat bike û pê re jî gerîla bi ser bikeve wê ev tişt wateya ku ev rejîm ji binî ve hilweşe.  Di vî warî de jî li holê ye ku şerê me di pêvajoyeke lûtkeyî de ye. Ji ber vê sala 39’emîn a têkoşîna me ya çekdarî, ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di saleke girîng de ye. Em dikevin pêvajoyeke ku êdî wê meşa azadiyê ya Rêber Apo û Kurdistanê bi awayekî xurt têkeve rojevê. Di encama dawîn de gerîlatiya modern êdî ne diyardeyeke wisa ye ku bi Kurdistanê re eleqedar e.  Vê gavavêtina taktîkî ya gerîlayan ku xwe dispêre paradîgmaya ku wê li dinyayê bandorekê ava bike, ji bo hemû mirovayetiyê rê û metoda berxwedaneke nû jî derdixe holê.

Hinek kes dibêjin ku dema gerîlatiyê derbas bûye. Tê dîtin ku gerîlabûn bi gelan dide qezenckirin. Him di warê tarza jiyanê û him jî di warê nêzikatiya paradîgmayî de mirov li ser bisekine, hûn gerîlatiyê çawa pênase dikin?

Di pêvajoyên şoreşî de kesên zû dev ji têkoşînê berdane û ji bo teslîmiyetê ji xwe re li hincetan geriyane, her dem hebûn. Di vê serdemê de jî ferasetên wisa derdikevin holê. Kesên dibêjin ‘Dema gerîla derbas bûye’ dixwazin rêya vî tiştî vekin ku civak li hemberî hêzên hegemonîk ên serwer teslîm bibin. Lê ev tişt rast e serdema gerîlatiya klasîk hatiye derbaskirin. Dema wê derbas bûye. Lê ne bi tenê ji bo gerîla, îro li her qada jiyanê tiştên klasîk dema wê derbas bûye.  Yanî her tişt guheriye. Her tişta ku li gorî rastiyên serdemê pêk nayên, dema wê derbas bûye. Sermeselê dema artêşên klasîk jî derbas bûye. Êdî artêşên klasîk ku xwe dispêrin pergala kevn, di şer de nikarin tiştekî bikin. Ev ji bo gerîla jî wisa ye. Yanî dînamîkên civakî û alavên wê li gorî qanûnên diyalektîkê her dem xwe diguherînin. Wekî hewcedariyê vê qanûnê tiştên aîdî berê, êdî bi kêr nayê. Dîsa li gorî nêrîneke çepgir a klasîk dibe ku perspektîfa gerîla hatibe derbaskirin, lê gerîlayên ku xwe li gorî Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk ava kiriye, tê wateya ku gerîlayên xwe li gorî serdemê amade kirine. Ji ber vê jî pêkanîna gerîlatiya demê û xwegihandina perspektîfa wê li vir xwedî girîngî ye. Ji bo vê jî divê berê vê dema ku em qala wê dikin baş were nirxandin.

Nûbûna gerîla, xweavakirina li gorî serdem û roja me, ne bi tenê di warê çawanî û taktîkan de, di warê rolê di nav şoreşê de jî, eniyeke li gorî şertên serdemê bi dest xistiye. Sermeselê di Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de, wekî di perspektîfa Şerê Gel a Demdirêj de her tişt ne gerîla ye. Beriya her tiştî rola tundiya rêxistinî ne her tişt e. Rola tundiya civakî, xwe digihîne nêrîna ku bala xwe dide hêza raya giştî. Di vir de gerîla dibe hêzeke parastinê ya ku baweriyê dide civakê û pê re jî civak xwe dispêre wê.  Ango cesaret û hêzê dide civakê, dema ku xitimandinek pêk tê jî wekî hêzekê rola xwe bi cih tîne. Di modernîteya demokratîk de bi awayekî girîng li ser gerîla tê sekinandin lê her tişt ne gerîla ye. Çavkaniya hêza esasî ya şoreşê civak bi xwe ye. Şoreş berhema girseyan e. Şoreş li ser sê tiştên di nav civakê de dikare geş bibe û li ser vî esasî bibe hêz.

Ji nav van tiştan ya yekemîn girseyên gel ango civaka rêxistinkirî ye. Va ye em îro dibînin li Iraqê hêzeke rêxistinkirî dikare her tiştî biguherîne. Yanî hêza civakê esas e û di rêza pêşîn de ye.

Ya duyemîn hêza gerîla ye. Hêza parastinê ya rêxistinkirî, çekdarî û profesyonel e. Dema ku hewce bike dikeve meriyetê, dema hewce bike bi hevseng tevdigere, dema ku hewce bike ji qada civakî re rê vedike. Li gorî pêvajoyê teşeyekê werdigire.

Ya sêyemîn jî rêxistinkirina xweparastinê ya nîv sivîl û nîv leşkerî ye, di nav civakê de xwe bi awayekî veşartî rêxistin kiriye û wekî artêşeke veşartî ye. Di serdema nû de li ser esasê vê perspektîfa şoreşgerî, tevî avadaniyên din ên rêxistinkirî re him barê gerîla sivik dibe û him jî gerîla dikare rola xwe bi cih bîne.

Di serdema nû de gerîla dikare neçe her derê. Jixwe wekî qada tevgerê pêdiviyeke teqez e ku hemû erazî werin nirxandin. Sermeselê cihên rût û zozan ên ku gerîla dikarin bibin hedef, divê karibe wekî qadên deştan jî were nirxandin. Di serdema nû de dema ku mirov bala xwe bide pergala keşfa hewayî, çiqasî çiyayî be jî divê qadên rût wekî deştan were nirxandin.  Bi tevgereke ku bala xwe dide veşartîbûneke zêde, bêtir bala xwe dide binê erdê û girseyên zexm, li van qadan jî xebata gerîla dikare were kirin. Ne bi tenê ku pişta xwe bispêre çiyayan, dikare xwe bispêre her derê. Di vir de tişta girîng tarza tevgerî ya gerîlatiya serdema nû, wekî berê bi hêzên qelebalix neyê kirin, tîmên ku em jê re dibêjin şerê tîmê bi koordîne ya ku xwe dispêre pisporiyê, hewce bike tîmek karibe bi tena serê xwe yan jî dema hewce bike gelek tîm bi carekê re berê xwe bidin hedefê, pergala jîrbûn û behremendiyeke wisa hebe, xwe bispêre veşartîbûn û kamûflajeke kûr û dîsîplîneke bilind, pê re jî wekî xeyaletan li ku bixwaze bikaribe li wir derkeve holê, dema ku nexwaze jî qet ne lir wir be. Gerîlatiyeke wisa wê di nav civakê de roleke parastinê ya xurt pêk bîne û pê re jî wê bibe çavkaniya hêzê.

Bi kurtasî em dikarin vî tiştî bibêjin: Di serdema nû de êdî gerîlayên berê û klasîk pêk nayê. Divê jêhatî û perwerdebûyî be. Yanî gerîla ne leşkerên ji adetî ne. Divê profesyonel be.  Bi qasî berxwedana wê, bi tarza xwe ya jiyanê karibe hêz û heyecanê bide civakê, bi helwesta xwe wê beralî bike, bêyî ku rola wê ya pêşengtiya di şoreşê de tunebe, ne mumkun e ku di serdema me jî geşedanên şoreşî pêk were.

Lê di vir de divê rastiye ku diguhere were dîtin, ne wekî gerîlayên ji adetî û klasîk, hatiye pêşxistin, li gorî serdemê tevdigere û xwedî behremandiya şer e û em qala rastiya gerîla dikin a ku xwe dispêre civakê. Bi qasî ku gerîla xwe dispêre kûrahî û berfirehiya eraziyê, girîng e ku xwe bispêre civakê jî. Gerîla û civak, civak û xweparastin, xweparastin û gerîla wekî xeleqeke ji hêmanan pêk tê, divê bibin rêxistinên wisa ku karibin hêzê bidin hev û piştgiriyê bidin hev.  Heke rast were rêxistinkirin û çawaniyên hewce bi dest bixe, jixwe ev tişt wê bi awayekî xwezayî hev xurt bikin, biparêzin û piştgiriyê bidin hev. Hêzên ku wisa xwe bi cih kirine, dikarin pêvajoyên şoreşî yên roja me bi rê ve bibin. Yên ku nikarin vî tiştî bi dest bixin, bala xwe bidin bi tenê metodên têkoşîna sivîl û demokratîk, wê xwe teslîmî merhameta faşîzmê bikin. Faşîzm dema ku bixwaze wê were, biavêje ser hemû saziyan, xebatkaran digire; jixwe alavên wê yên şerê psîkolojîk ên kûr hene, bi melisandina civakê, tişta ku dixwaze dikare bike. Dînamîka civakî ya demokratîk a civakê di vir de girîng e. Yek ji faktora herî girîng e ku dînamîka civakî ya demokratîk li ser pêyan dihêle, tişta ku hêz, moral û cesaretê dide civakê jî gerîla ya ku hêza xweparastinê ye.

Dema ku gerîla hebe, her dem hêzê digire û di civaka ku piştgiriya gerîla tê kirin, dijmin çiqasî êrîşî civakê bike jî wê nikaribe encamekê bistîne. Ji ber ku di vir de hêzeke parastinê ya rêxistinkirî heye ya ku civakê bi tenê nahêle, hêz û moralê dide wê. Di vir de tişta ku mirov dibêje hêza xweparastinê, ne wekî ku li her gundekî notirvanek were bicihkirin. Di asta neteweyî de rêxistinbûna parastinê hesap dipirse, car caran derdikeve holê ji hêzên mêtinger, faşîst , dagirker û îşkencekaran hesap bipirse, ev tê wateya parastina civakê, di heman demê de valahiya civakê ya di qada xweparastinê de jî dadigire.  Ji ber vê ji bo ku tevgera civakî û girseyî bi pêş bikeve, faktoreke wisa ye ku rola xwe ya katalîzorê bi cih tîne. Di serdema nû de rola gerîla ya di şoreşê de, divê bi awayekî berbiçav bi pêş ve biçe. Ji ber vê jî kesên avabûna xwe ya şoreşî dispêrin vî tiştî, dikarin gavên xurt ên şoreşî biavêjin.

Îro gerîla dema li Kurdistanê bi pêş ve diçe bi helwesta paradîgmayî ya îdeolojîk û him jî modela ku di warê azadiya jinan de pêşkêş dike û datîne holê, mînakên herî sereke ne. Heke di nav gerîlayan de teşewergirtina Bêrîvan, Zîlan, Sara, Sema, Çîçek, Delal û Şîlanan pêk nehata, wê di nav civaka kurdan de feraseta jina azadîxwaz ev qasî jixwebawer û bi cesaret daneketa meydanan. Di vî warî de wê şoreşeke civakî jî pêk nehata.  Dînamoya bingehîn a ku jinên kurd li hêzeke şoreşgerî bi dest dixe, li dinyayê bi awayekî mînak di warê parastin, siyaset û hemû qadên jiyanê yê civakê de dibe xwedî bandor, ji ber mîsyona pêşengiyê ya hêza jinan a di nav gerîlayan de ye. Heman tişt ji bo civakê jî derbasdar e. Ji ber vê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê îro alaya demokrasî, azadiya jinan û azadiya civakî dike. Mêtingeriyê dixwest Kurdistanê bike navenda paşverûtiyê. Hedefa wê ev bû. Jixwe paşverûtiyeke ku wê xwe bispêre rastiyeke civakî ya hatiye berevajîkirin, wê bêtir mayînde bibûya. Ji ber vê heke îro bi vê têkoşînê Kurdistan ji dêvila paşverûtiyê bûye navenda pêşverûtî, demokrasî û azadiyê, ev ji ber rola gerîla ye û ev tişt bi tu awayî nabe ku were veşartin.

Pê re jî îro gerîla ne bi tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn jî li pêşiya geşbûna faşîzm û dagirkeriyê astengiyeke mezin e. Têkoşîna ku gerîla îro dide meşandin, ji bo Tirkiyeyê jî têkoşîneke demokrasiyê ye.  Gerîla pêşiya vî tiştî vedike ku alaya sosyalîzma demokratîk were libakirin.  Di warê avakirina zemîna têkoşînê de ya  hemû hêzên sosyalîst ên demokratîk dikarin xwe bispêrin wê, ew xwedî rola bingehîn e.

Di heman demê de bi perspektîfa neteweya demokratîk a ku vî tiştî li ser gelan jî ava dike, çarçoveyekê ava dike û pê re jî asta gerîlatiya ku li Kurdistanê geş dibe, êdî ji bo her kesî jî mînak e.

Pirsa dawîn Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê berxwedaneke mezin nîşan dide, pêşiya dagirkeran dibire. Gelo  qadên azad ên li derveyî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî li hemberî teknolojiya serdema me, dikare were parastin?

Di warê parastina qadên azad de, şerê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin, mînakeke gelekî cîdî bû. Di warê ku qadên azad li hemberî teknolojiya serdema me gelo dikare were parastin an na, kesên wekî ku di pirsa we ya berê de wê bibêjin ‘Nayê parastin’. Jixwe îro jî hinek kes dibêjin nayê parastin. A niha 4 sal in tê xwestin başûrê Kurdistanê were dagirkirin. Duyemîn artêşa mezin a NATO’yê tevî hêzên navneteweyî, hêzên îxanetkar ên herêmî û tevî bikaranîna çekên qedexe, 4 sal in –di 2 salên dawîn de êrîşên xwe zêdetir kirine- lê nikarin başûrê Kurdistanê dagir bikin. Heke sibê berê xwe bidin Rojava yan jî derên din, têkoşîneke ku berxwedan û parastina tevî civakê pêş dixe û li gorî Perspektîfa Şerê Gel a Şoreşgerî xwe organîze dike wê teqez bi ser bikeve.  Wê di serdema me de jî her kes bibîne ku li hemberî hêzên hegemon ên ku her cure teknolojî di destê wan de ye parastina qadên azad mumkun e.  Wê gerîlayên sedsala 21’emîn di vê pêvajoyê de têkneçûna xwe diyar bike û sala 39’emîn a 15’ê Tebaxê bike sala serkeftin û berxwedana mezin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar