Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...
În - 7 Cotmeh 2022

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Karayilan: Ji destê kê çi tê, divê bike!

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, “Bi taybetî 3 mehên pêş ji bo şerê gerîla gelekî girîng e. Ji ber ku dijmin jî dixwaze encamê bi dest bixe, em jî dixwazin encamê bi dest bixin. Ji bo vê jî piştgirî lazim e. Me belasebep negot ‘şerê man û nemanê ye’. Rastî ev e. Ji ber vê yekê di vê demê de çi ji destê kê tê divê bike. Ciwan divê tevlî nava refên gerîla bibin. Jin, welatparêz; her kes divê bi erka xwe rabin. Ev pêvajo di dîroka me ya têkoşînê de serdemeke gelekî girîng e, em dixwazin di vê pêvajoyê de bi ser bikevin. Em ji xwe bawer dikin û eger em van rê û rêbazên xwe yên heta niha pêk tînin dewam bikin, em ê bi ser bikevin. Berxwedana ku 5 meh in dewam dike serketin misoger kiriye. Bêguman ti tişt bi hazir bi destê mirovan nakeve. Ji bo vê hewldan divê. Di vê pêvajoyê de divê hîn bêhtir hewldan bê kirin, tevlîbûn çêbibe. Bi vî rengî bibe ez di wê baweriyê de me ku em ê serketinên mezin di vê demê de bi dest bixin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî şerê heyî de bersiv da pirsên ANF’ê.

HPG’ê van rojên dawî bîlançoya şer a 5 mehan eşkere kir. Vê daxuyaniyê careke din raxist pêş çavan ku şer çiqasî berfireh û giran e. Hûn pêvajoya şerê pênc mehan çawa dinirxînin?

Destpêkê di wan demên dawî de gelek şehîdên me yên hêja hatin îlankirin an jî nû şehîd ketibûn, di serî de hevalê Şervan Erkendî, heval Rêzan Amed, heval Rêzan Cawîd, heval Ebûzêd Ebdullah, heval Delal Nûrhak, wan hemû hevalane jî di şoreşa me de xwedî kedên mezin bûn, ez wana bi hurmet û rêzdarî bibîr tînim. Her wiha îro weke tê zanîn şereke girîng li Zap, Avaşîn û Metîna û li Bakurê Kurdistanê heye, şehîdên di wan berxwedanan de di serî de tevahî şehîdên berxwedana Zapê di şexsê rêhevala Ronahî, Rohat, Bager, Avzem û Dogan jî bibîr tînin. Car din şehîdên Avaşînê pêşenga berxwedana Werxelê heval Helbest, her wiha Fedayî Kobanê, Agir Botan ez wan jî bibîr tînim. Şehîdên rojavayê Ava Zapê ango Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê hemûyan di şexsê rêheval Nalîn, Zemanî, Ozgur, Dîdar, Ronahî û Guvenan de ez bibîr tînim. Car din berxwedana Metîna Girê Hakkarî berxwedaneke mezin e, tevahiya şehîdên eniya Metîna di şexsê rêheval Berfîn Baz, Siyabend, her 5 lehengên dawî hatin îlankirin di serî de Mardîn Penaber, heval Rojhat, heval Çekdar, heval Roza û heval Serhat, di şexsê wan de ez tevahî berxwedêrên Metînayê bibîr tînim.

Li Bakurê Kurdistanê herî dawiyê li eyaleta Wanê şehadetên me çêbûn. Ez tevahî şehîdên berxwedana Bakurê Kurdistanê di şexsê heval Masîro, Rosîda, Rojhat û heval Kawa de bibîr tînim, me soza dayî şehîdan em careke din ji bo tavahî şehîdên qehreman dubare dikin. Emê xwîna wan li erdê nehêlin. Me soza dayî wan emê heta dawiyê girêdayî bin.

5 mehên derbasbûyî ji bo me demeke pir girîng bû. Îro hefteyek din bi ser de derbas bû. Yanî 5 meh û hefteyek e li herêma Zap, Metîna û Avaşînê şereke mezin heye. Di dîroka Kurdistanê û dîroka têkoşîna me de ev tiştekî nû ye. Ango yekem care ku wisa zêdetirê 5 mehan di heman çeperî de li hemerî dagirkeriya Tirkiyê rawestandin çêdibe, berxwedan pêş dikeve û dewleta Tirk hatiye rawestandin. Ew yek tiştekî ne ji rêzê ye û weke me gotî di dîroka gelê me û têkoşîna me de tiştekî nû ye. Bi rexmê ku dewleta Tirk alîkariyê ji derwe û hundir jî digire û car din hemû çekên modern ên serdemê hemûyan bikar tîne û bi wan jî sînordar namîne çekên ku di aliyê yasayên navdewletî ve hatî qedexekirin weke çekên cur bi cur ên kîmyewî, çekên nukleerî yên taktîkî, yên termobarîk û yên fosforê ku wana bi giştî wisa hatine çêkirin ku di qadeke teng de bandorê çêbike û bi wî awayî hatine diyarkirin hemûyan bikar tîne. Rexmê wan hemûyan jî dewleta Tirk hîn jî negihiştiye armanca xwe. Yanî şereke pir mezin niha heye. Di serî de li Girê Amediyê, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî, Şkefta Birîndara, Karker, Werxelê û a niha şerê herî dijwar li herêma Çemço û Sîda li wan deran di tevahiya eniyê de şereke dijwar bi şev û roj didome. Divê her kes bizanibe ku ev şer bi rastî jî tiştekî nû ye, yanî ji aliyekê we hêzeke mezin û hejmara xwe zêde û hemû teknolojiya serdemê di destê wê de heyî heye, li aliyê din jî hêzeke bawermend, bi cesaret lê pispor, di eraziyê de serwer û zanista xwe ya taktîkê heye li hemberî hev şer dikin. Ango di vî şerî de em li hemberî teknolojiya modern a serdemê û li hemberî çekên qedexe îradebûna mirov pêş dixînin. Li hemberî wan hemû êrîşan bi bîr û baweriya mirov, bi îradebûna mirov ango li ser fikir û ramana Rêber Apo di hevalên me de hişmendiya çêbûyî, biryardariya çêbûyî û cesareta pêş ketî, bi jêhatîbûna mirov ve em vî şerî dikarin birêve bibin. Li rex wê jî helbet zanista taktîk û pisporî wana jî hene, rêbazên taktîkên nû ku hatine pêşxistin wana hemû bê guman dijmin matmayî kir. Ji ber ku dijmin ewqasê hêvî nedikir ku ewqas kûranî û dewlemendiya taktîk û serwerî bi hev re bi rengekî koordînekirî bên meşandin. Yanî performanseke şer a pir girîng niha tê raberkirin. Weke me got, bi ruheke fedayî çêdibe, fedakariyeke pir mezin tê raberkirin. Yanî cesareta îro keç û xortên Kurd û dostên Kurd ên Ereb jî tê de hene ku îro li herêmê raber dikin, bi rastî di aliyê bilindkirina îradeya mirov de mînakeke mezin e. Em bawerin ku rê û rêbazên şer ê nû tê pêşxistin. Ji bo her kesî wê bibe mînak, bi taybet li hemberî artêşên mezin û çekên serdemê wisa hêzekî ku derfetên teknîkî di destê wê de nîne, wê çawa bikare bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî bi rêbazên gerîla ya xwe, xwe azad bike û biparêze. Ji wê yekê re mînak e. Niha berê di dîrokê de tê zanîn kela hebûn, gelan li hemberî artêşên mezin xwe bi kelehan diparastin. Ê niha kelehên li ser erdê nabin, ji ber ku çekên mezin hene û wê lê bidin û hilbiweşe. Niha gerîlayên azadiya Kurdistanê kelehên bin erd çêkirin û li ser erdê jî tarzê tîmên pispor pêş xist. Wate wisa kir ku li ser erdê her ber û dark li hemberî dijmin kir çeperek, li bin erdê jî bi heman rengî. Mînak niha dewleta Tirkiyê yanî weke berê artêşa xwe ve nikare eraziyê bide ber xwe, here û dagir bike. Na, ger ku dixwaze ji girekê biçe gireke din, mînak ku navbera wan kîlometeyek e, bi erdê re nikare biçe û nikare jî. Ji ber ku ji erdê re ger biçe wê rastê gelek astengiyan bê, ji bo wê jî bi çi û çawa diçe. Ew qadên ku dixwaze biçe wan deveran û dagir bike, destpêkê bi balafiran bombebaran dike, rojekê bi temamî lê dixe û piştre Kobra (helîkopterên êrîşê) tên û ew jî lê dixin, di bin wan toz û dûmanê û bombebaranê de leşkeran bi helîkopterên Skorsky datîne. Niha rêbazên dagirkirinê yê dewleta Tirkiyê wisa ye. Yanî weke berê bikevê û pêş de biçe, nikare wê yekê bike, ji hewayê ve tê. Ango artêşa Tirkiyê li hemberî me bi hêza hewayî û bi hêza çekên qedexekirî şer dike. Em jî li hemberî wan bi îrade, cesaret û jêhatîbûna mirov şer dikin. Yanî îro li qadê teknîka serdemê û îradeya mirovan a pêşketî ya mirovên xwe perwerdekirî bi hevre di nava şer de ye. Ji bona wê ev mînakeke mezin e. Her wiha encamên xwe yên siyasî ji bo tevahî gelê me girîng e. Yanî eger artêşa Tirk ev 5 meh û hefteyeke ku li Zap, Avaşîn û Metînayê nehatiba rawestandin, kî/ê dizane bê ka wê niha heta kuderê biçûba. Wê li ser qadê û heta li ser gelê herêmê hîn zêdetir hikumdariya xwe pêş bixistiba. Lê li vir hatiye xetimandin. Ji bo wê ev berxwedane ji bo gelê me, neteweya Kurd xwedî ciheke girîng e, ya din jî îro keç û xortên Kurd bi şêwazekî mîna Egîdê Serdemê şer dikin, ev ji bo gelê me û tevahî gelê Kurdistanê û dostên me cihê kêyfxweşiyê ye û cihê moralê ye. Di heman demê de îro dagirkeriya Tirkiyê li hemberî hemû gelên herêmê gef e. Ev berxwedane di heman demê de ji bo pêşeroja gelên herêmê, di serî de gelê Ereb û tevahiya gelên herêmê roleke xwe yê girîng heye.

Dewleta Tirk li herêmên ku dagir kiriye dixwaze rê çêbike û cihê xwe xurt bike. Armanca van kiryarên dewleta Tirk çi ye?

Raste dewleta Tirk tê ku derê rêyan çêdike û bi mesrefeke mezin çêdike. Ev jî diyar dike ku li wê derê mayînde ye, sîstema xwe ava dike. Niha armanca wî çiye. Berê dewleta Tirkiyê tenê di hundirê sînorê ku ji bo Tirkiyê hatî diyarkirin li hemberî me şer dikir, raste carna wisa êrîşî derwe dikirin lê vedigeriyan. Yanî stratejiya xwe hundir de bû. Lê piştî ku şerê DAÎŞ’ê çêbû, şoreşa Rojava pêk hat û li wir statuyek çêbû û gelê Kurd ango li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi giştî li Kurdistanê, gelê Kurd wisa li Rojhilata Navîn derkete pêş. Dewleta Tirkiyê ji wê yekê tirsiya û wê çaxê bi Rêber Apor re li Îmraliyê diyalog jî hebû û ew diyalogane gihîşt asta lihevkirinekê, lihevkirina Dolmabahça Sarayi li ber çavê çapemeniyê çêbû û parlementerên HDP’ê û nûnerên dewleta Tirk îmze kirin. Yanî êdî Kurd û Tirk dikir ku li hev bihatibana, tam di wê demê de ew tirsa bi dewletê re çêbû û Tayîp Erdogan bi navê dewletê ew lihevkirin red kir û dewleta Tirkiyê xwe gihande stratejiyeke nû, konspetekî nû ji bo xwe avakirin. Yanî gotin pirsigirêka man û nemanê ya dewletê heye, waye Kurd bûne hêz û îrade, hêzên biyanî jî li pişta wan in û dixwazin Tirkiyê parçe bikin, divê em vê xeteriyê ji holê rakin, êdî em ne tenê di hundirê sînorê Tirkiyê de, em li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê em destwerdanê bikin û em yê şer dike ango destpêkê PKK û piştre jî hemû wan destektiyan bi taybetî statuyê -weke tê zanîn ji bo statuya Başûr jî gotin ku me şaşitî kir ku qebûl kir, ji xwe ya Rojava qet qebûl nakin- yanî statuya Kurd ji holê rakin. Bi vî awayî gihîştin konseptek nû û baskên di hunirê dewletê de hemû li hev hatin. Li ser wê esasê sala 2015’an li hemberî me şer îlan kirin. Tiştê eşkere dikin, dibêjin em ji bo ku dewleta terorê çênebe ku ew wisa dibêjin, pêwîste em 30 kîlometreyan derweyî sînorê xwe ji Efrînê heta Xakurkê û Sîdekan em çêbikin. Wê yekê fermî dibêjin. Lê bi awayê fermî û nîv fermî di nava xwe de di nîqaş û planên xwe de esas Mîsakî Milî armanc dikin. Lê hindekê polîtîk nêzîk dibin, dibêjin emê ji bo ewlekariya xwe herêmên tampon pêş bixin û armanca xwe eve, esas Mîsakî Milî ye. Li ser her 3 beşên Kurdistanê dixwaze kontrolê çêbike. Dibe ku niha hin kes bibêjin ku li Başûrê Kurdistanê wisa hema nikare ewqasê pêş ve biçe, ê vaye hat. Hem dixwaze sîxurî pêş bixe, hem bi aborî, siyasî û polîsî û bi her awayî kontrol bike û wisa serweriya xwe li ser hemû sînorên Mîsakî Milî çêbike. Armanca xwe ev e.

Tevî ku dewleta Tirk dixwaze Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, çawa dibe ku PDK tevlî vê dagirkeriyê dibe? Ya rast ev rewş balkêş e; hêzeke biyanî xaka te dagir dike û tu tevlî wê dagirkeriyê dibe. Hûn di vê der barê de dixwazin çi bibêjin?

Ji bo vê pirsê lazime ku mirov ji wan bipirse. Bi rastî em jî wate nadin vê yekê. Yanî diviyabû wisa nebûya, ax tiştekî pîroz e. Yanî mirov ji bo neyareke xwe yan jî hêzekî ku dixwaze derbeyan lê bide çavê xwe bigire ku ax bê dagirkirin; ev raste ku her kesê vê yekê qebûl nake. Niha wexta ku dewleta Tirkiyê ew konsepta çêkir, ji ber ku ew ne veşartî bû yanî eşkere bû, dewletê got pirsgirêka me ya man û nemanê heye, ji bo me şerê man û nemanê ye û wisa destpêkir. Me jî wê demê hewl da ku em weke Kurd, hemû hêzên Kurd bi siyaseteke hevbeş bersiv pêş bixînin. Dibe ku hemû bi hevre ne di nava şer de bin lê wisa hevûdu biparêzin ango gotineke hevbeş hebe. We dît berê 2013’an wê çaxê ku dîsa bi hewldanên me bû ku civîn çêbû ji bo kongreya netewî gavek hat avêtin, lê piştî wê sekinî. Me car din xwest nîqaş bikin, me bi gelek hêzan re weke tevger hevdîtin çêkirin û di serî de me bi PDK’ê re hevdîtin çêkirin. Ez bi xwe tevlê 2 ji wan hevdîtinan bûm, sala 2015 û 2016’an. Yanî me got vaye Tirkiyê konseptek nû ava kiriye û her kes di xeteriyê de ye. Ev stratejiya Tirkiyê ji bo hemû gelê Kurd metirsî ye, pêwîste em bi hevre hevbeş bin, pirsgirêkên di nava me de hene, lê ne cidî ne û em dikarin çareser bikin. Yanî Şengal e, li Rojava ye yanî li her kuderê hebe em dikarin hemû pirsgirêkan nîqaş bikin. Divê şandeyên me yên hevbeş birûnin û wana çareser bikin. Ez bi xwe 2 caran rûniştime, me qebûl kiriye di civînê de û piştî wê divê şande kom bibûyana, lê kom nebûne û rendevû nehatine dayîn. Ji ber ku me fêm kir ku ew dema ku bi me re bi taybetî PDK hevdîtinê dike di heman demê de bi Tirkiyê re jî hevdîtinan dike. Em fêm dikin ku li wan deman biryarên xwe dan ku bi Tirkiyê re tevbigerin, ne bi me re. Bê guman ev yek careke din di siyaseta Kurd de parçebûn çêkir ew jî bi şeklekî bingehîn. Ew çend salin ku em naxwazin ew yek kûr bibe, car din hewldanên weke nîqaş û hevdîtinan çêdikin, carna jî çêbûn lê her ku diçû kûr bû û gihîşte roja îro. Niha ez ji bo vê xisûsê dixwazim çend tiştan bêjim. Ya yekemîn; divê rayedarên PDK’ê bizanin ku dewleta Tirkiyê di dîroka xwe de çiqasa car hem dema Osmanî û hem jî wexta avabûna komarê, çi carê bi Kurdan re hevkarî û şer kiriye, piştre Kurdên ku bi wan re hevkarî kirî jî tesfiye kiriye. Mînak li Dêrsimê hin eşîran li ber xwe dan û hin eşîr jî bi dewletê re bûn. Lê dema ku berxwedan şkest hemû kes sirgûn kir. Yanî bê îstîsna hemû wisa nin. Di vê xisûsê de ez dikarim mînakekê bidim; li Serhedê û esas li Kurdistanê serokeşîrê Heyderiyan Huseyîn Paşa pir bi nav û deng bû, di dema xwe de 40 hezar leşkerên xwe hebûn û li hemberî Rûsan bi navê Osmanî 30 salan şer kir. Niha di dîroka Tirkiyê de dibêjin ku Kazim Qerebekir aliyê Serhedê rizgar kiriye, ev ne raste. Yê ku rizgar kirî Kor Huseyîn Paşa ye. Yanî ewqasî xizmeta Tirkiyê kir, ew kes dostê Şêx Ehmed Barzanî bû, piştî ku biryar da biçe tevlê berxwedana Agiriyê bibe, xwest ku Şêx Ehmed Barzanî ziyaret bike, piştî ku ziyaret kir û ket rê û çû, me dît ku dewleta Tirkiyê bi destê xayînekê ku navê xwe Medenî ye ew li ser nimêjê şehîd kir, kur û biraziyên wî li wê derê şehîd kir û piştre jî dewleta Tirkiyê 30 salan bi wî malbatî re şer kir. Yanî ketin pey zarokên wî, hinek şehîd kirin, hin ji wan xistin girtîgehê û hin jî çûn milê Îranê û bi salan perîşan bûn û heta a niha jî yek ji wî malbatî hevalê me Serxwebûn du salan beriya niha li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê li wê derê bi sûîqestê şehîd kirin. Yanî dewleta Tirkiyê, Kurdên ku bi wî re tevdigerin jî, dema meseleya xwe çareser kir wana jî tesfiye dike. Ji bona wê niha çiqasê mala Barzanî bi dewleta Tirkiyê re be, wê roj bê ku berê xwe bide wan jî. Ev yek. Ya duyemîn; yanî ev heqîqetek e ku ne ji PKK’ê be dewleta Tirk ti Kurdan cidî nagire. Bi Başûr re wisa têkiliyan çênake. Ma ne berê têkiliyên xwe tune bû, ku em derketin têkilî çêbûn. Piştre Rêber Apo ku dîl hat girtin, dewleta Tirkiyê got me PKK qedand, car din her ku çû têkiliyên xwe lewaz kirin û kir xeta sor. Piştî ku carke din şerê me geş bû, dewleta Tirkiyê careke din bi PDK’ê re û hereketên Başûr re têkilî çêkirin û resmî xeta sor rakirin. Yanî ev heqîqetek e. Ê niha Başûr dagir dike, wate bi vê dagirkeriyê re êdî tiştekî eşkereye ku bi erêkirina PDK’ê ye. cihên ku niha ketinê tu kesek nikare dewleta Tirk jê derxîne. Ji ber ku tarzekî din ê dewleta Tirk heye ku ketibe kuderê ji wir dernakeve jî. Yanî ev yek ji bo pêşerojê destketiyên Başûrê Kurdistanê dixe xeteriyê. Wate niha aliyên PDK’ê dibêjin ku ew ji bo PKK’ê hatine; başe herî kêm PKK şer dike û ew 4 salin li berxwe dide. Ewqasê şehîdan dide. Lê hûn jî erê dikin û alîkariya Tirkiyê dikin. Hûn qet bertke raber nakin û rewa tê dîtin. Niha gelê me yê Başûrê Kurdistanê kesek haya wê jê heye ku dewleta Tirkiyê ewqasê cih dagir kiriye. 30 hezar leşker îro li Başûrê Kurdistanê xwe bi cih dike. Em bi xwe dibêjin ku ev siyasete pêşeroja Başûrê Kurdistanê dixe xeteriyê û heta li ser Iraqê jî xeteriyê çêdike. Ev wisa ye. ya sêyemîn; nîvê gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ye. Bakurê Kurdistanê jî weke Başûrê Kurdistanê di dema xwe de ji qetlîamên mezin re derbas bûye. Ew 50 salin ku em li dijî vê dewletê têdikoşin. Me heta niha zêdetirî 40 hezar şehîd dane. 10 hezar girtiyên me hene, serokê me Rêber Apo niha di girtîgehê de ye û em dixwazin li hemberî dewleta Tirkiyê li berxwe bidin û wan bînin nuqteya çareseriyê. Ew tiştekî eşkere ye, dewleta Tirkiyê ji bo ku bi Kurdê derweyî sînroê xwe re ango bi Kurdên Başûr re bi rastî bibe dost, destpêkê pêwîste nasname û mafê nasnameya Kurdên di nava xwe de qebûl bike. Yanî heta ku dewleta Tirk Kurdên di nava xwe de înkar bike, ji Kurdên derwe re nabe dost. Ew heqîqetek e. Em dixwazin çareseriyê çêbikin, lê tevkariya niha ya PDK’ê ya bi dewleta Tirkiyê wisa pêşiya çareseriya Bakur jî digire. Yanî nahêlin ku em dewletê lewaz bikin û wana bînin nuqteya çareseriyê. Bi her awayî alîkariya dewletê dike. Alîkarî dike ku dewlet gerîla tune bike. Dewlet gerîla tune bike wê Kurdistanê bi temamî ji qirkirinê re derbas bike. Yanî divê PDK wisa nekin, çima wisa dike? Me wate neda wê yekê. Bi rastî yanî divê mirov wê rewşê ji wan bipirse, bila ji wî gelî re îzah bikin bê ka çima wisa dikin. Yanî Kurd bi navê Kurd bikuje, Kurdan bide kuştin, bi navê Kurd di esasê de li pêşiya wê asteng bike. Ew çawa dibe, wana çi peyman bi hevre çêkirine, bi rastî jî em nizanin û mirov mereq dike jî. Ew tiştekî şaşe, ev yek hişmendiya MHP’ê ye. hişmendiya MHP/Bahçelî ango dijminê Kurd e. Hûlûsî Akar dijminê Kurd e, çawa bi wana re peyman çêdikî? Me wate neda vê yekê. Îzaha wê nîne, bila kerem bikin û îzah bikin. Îro lazim bike, ku îro nekin dîrok wê wan neçar bike îzah bikin. Ji ber ku ew ne tiştekî ya bê kirinê ye, îro ewqasê mirovên me di bin zilmê de ye, em li hemberî wê zilmê disekinin; ewqasa tevkarî û alîkarî yanî di warê îstîxbarat, lojîstîk, dorpêç û rêgirtinê û di her warî de tê çi wateyê. Me rastî jî ewqasê hêvî nedikir. Ji bona wê dixwazim ku ew îzah bikin. Niha yeka din weke ya çaremîn ku bêjim û divê her kes bizanibe; PKK’ê nayê tunekirin, PKK tevgereke bîrdozî ye, fikre yanî. Îro fikir di serê mîlyonan de belav bûye. Milyonan jin û ciwanên Kurd, xelkê Kurd û heta cîranên Kurdistanê Ereb, Tirk; mirov vî fikrî diparêzin. Çima rayedarên PDK’ê milyonan didin hemberî xwe, em nizanin. Yanî ma qey wê dijmintiya bi milyonan re bê jibîr kirin? Yanî berê şer bibû, bi rastî ji 92 heya 2000’î di navbera Kurdan, bi giştî di navbera me û PDK’ê şer bû. Bi esasî me xwest ku êdî em wê tehemûl bikin û wê defterê bigirin. Min bi xwe berê wisa got jî û min bi xwe jî ji bo wê pir hewldan da. Hemû fikir û tevgera me eve, em çi bikin? Yanî êdî em deftera Kurd û Kurd hevdu bikujin bigirin. Bi temamî em bigirin. Ji bona wê jî me pir hewl da. Rêveberî û tevgera me biryara xwe wisa ye. lê vaye car din heman tişt hate kûrkirin. Divê her kes bizane ku PKK wisa bi aqilê Suleyman Soylû û Hûlûsî Akar re ku her roj radibin û dibêjin emê filan dîrokî PKK’ê tune bikin, herhal xwe bi wê naxapînin. PKK fikreke, fikreke siyasî ye, heta PKK civak e, bi milyonan mirovên xwe hene. Çima ji wê re dijminatiyê dike? Çi berjewendiyê wê di wê de heye, we çi peyman bi Tirkiyê re çêkiriye? Rastî jî em wate nadinê. Yanî di wê de qezenca PDK’ê nîne, wê zirara xwe hebe. Em wisa dibêjin. Ya din jî ango ya pêncemîn; em îro di sedsala 21. de ne. Dinya û alem êdî pêş ketiye, pirsgirêkên xwe êdî giştî bi diyalogê çareser dikin. Pirsgirêk jî nîne, eger pirsgirêk jî be mirov bi diyalogê çareser bike. Dewleta Tirkiyê mîna gelek dewletên din li ser Kurdistanê dagir e, li wir jî Kurd ne milet e yanî eşîr in, li hev dixin û berjewendiya hevbeş û siyaseta hevbeş nameşînin; ê niha em bi wan kiryarên dijî hev, ma ne şerm e ji bo siyaseta Kurd. Niha ne şerme ji bo Rojava ji bo ENKS û Rêveberiya Xweser ku Emerîka dibe navbeynkar. Çima aqilê me bi xwe nîne? Gelek tiştên şerm û eyb niha hene. Em dixwazin wê biborînin, di nava hemû gelan de fikrên cuda hene, niha mînak di nava Emerîka de komarî hene demokrat hene, lê her kes berjewendiya Emerîka diparêze. Di cihekê de tê û digihîje hev. Ê niha di wir de berjewendiyên netewî di xeteriyê de ye, wisa bi dijminê herî dijmin re yanî bi dijminê bav û kalan re tu tevkarî dikî. Îzaha wê nîne. Eger ku mînak desthilatdariya Tirkiyê desthilatiyeke guncaw û meqûl bûya, lê ev desthilatdariye li ser hîmê dijbertiya Kurd hebûna xwe ava dike. Başe hûn çawa bi wê re hevkariyê dikin? Niha herhal nikarin vê yekê înkar bikin, li ber çavan e û li her derê xuya dike. Niha yanî siyaseteke wisa dibe ku salên 80 û 90’î de bi kêrî wan hatibe, yanî bû bingehek ku xwe komê ser hev bike; lê niha wisa nabe. Niha 2022 ye, serdema telekomînasyon e. Medyaya dîjîtal heye. Êdî alem her tiştî dizane. Yanî êdî tu nikarî bi tiştên nebûyî ti kesî îqna bikî, her kes bi çavê xwe dibîne û dixwîne. Yanî ez dibêjim şaş e, wisa ev siyaseta tê rêvebirin ne rast e û şaşe, civakekî ku li berxwe dide tu li hemberî xwe rabikî û tenê bi pere û leşkerên çêkirî bawer bikî; wê ev yek heta bi kuderê biçe. Başe desthilatiyên wisa hemû têk neçûn? Li hemberî siyaseteke wisa sibe wê li wir jî milet dakeve kolanan. Ê çiqasê dom bike? Yanî çi wextê vegerin, ji bo wan baş e. Divê ne bi dewleta Tirkiyê dijminê Kurd û rejîma ku dijminatiya Kurd dike, divê bi gelê Kurd re tevkariya wê hebe. Hêviya me eve ku yanî ne ku hêviyek e, êdî pir dem li ser vê hêviyê re derbas bû, lê ez rastî dibêjim, yanî a her baş wexta ku vegerin e. Ev ne ti rêyek e. Ev yek di raya navnetewî de jî, yanî qey her kes nizane ku Kurd li dijî hevûdu ne, başe yên dijî hevûdû wê çawa bibin dewlet û milet. Divê ev milet stratejiyeke xwe yê hevbeş hebe. Ji bo ku li ser vê axê bibe hebûn. Ê ew yek tune ye. Tevgereke wiha bi vî awayî bê guman parçebûnê jî wê çêbike û ji bo pêşeroja Kurd jî xetereyek e.

Weke ku raya giştî jî pê zane PDK li Amediyê jî rê û qereqolan çêdike. Her wiha bûyerek li Balîsanê qewimî, ku 3 gerîla şehîd bûn, 2 gerîla jî dîl hatin girtin. Di vê mijarê de rewş û agahiyeke nû heye?

Beriya her tiştî divê gelê me, raya giştî zanibe. Heta tiştekî cidî nebe em bi navê fermandariyê daxuyanî nadin. Ev yek. Ya duyem; em hemû nivîsandinên fermandariyê ji siyasî bêhtir eskerî û tiştên misogerbûyî dinivîsînin. Bila gelê me bi vê zanibe. Tiştên ne misoger em nanivîsînin. Wisa ye. Weke tê zanîn me di vê mijarê de, di mijara çêkirina rê de me 28’ê Tebaxê daxuyaniyek da. Dibe ku hinek ji rêzê nêzîk bûn, lê belê ozanên Kurd bi berpirsyarî nêzîk bûn, wan jî daxuyanî dan. Em spasiya wan dikin. Lê belê meseleyeke ne ji rêzê ye. Guman e ku bibe sedema pir tiştan. Niha çawa ye? Ev der nêzî bajarê Amediyê ye. Girê Amediyê quntareke, li wê derê hinek sengerên me hene. Sê sengerên me li wir hene û dijmin pênc meh in pê ve mijûl e û fêhm kir ku nikare bigire. Bi rastî jî wir nikarin bigirin. Xuya ye dijmin taktîkekê dike, dixwaze PDK’ê bikişîne nava vê meseleyê. Kaşî nava meseleyê bike. Ka ji bo çi rê çedike? Mesafeyeke kurt e, rê çêkirin jorî cihê hevalan bi 2 kîlometreyan Sêdarê heye. Girê wir hene. Leşkerên Tirk li wir e. Leşkerên Tirk ji girekî xwe da kêlekê, di nava wî girî de rê anîne wê, qereqolê çêdikin. Avahiyê çêdikin. Ev planeke dewleta Tirk e. Ji ber ku yek ji stratejiya Tirkiyeyê ew e ku timî dixwaze şerê Kurd bi Kurd bide kirin. Bi rastî di vê mijarê de em pir hesas nêzîk dibin. Lê belê PDK hîç hesas nêzîk nabe. Ji bo plana Tirkiyeyê bi ser nekeve, ji bo di vê serdemê de me nekevin nava şerê hev, em bi berpirsyarî bi hesas, bi sebir nêzîk dibin. Dibe ku PDK niha bibêje ‘ev der cihê me ye, ma çi ji we re?’ Cihê we ye, lê ewqas sal in em li vir in, 8 sal in em amadekariyê dikin. Em ê di wir de Tirkiyeyê têk bibin. Me di daxuyaniyê de jî got, ez dubare dikim. Ew leşkerên li wir ya wê biçe here, ya jî wê hemû bimire. Wekî din rê nîne. Yanî sibe wexta xwe were, em ê wê çaxê zanibe ka çawa dibe. Em li gorî stratejiyekê tevdigerin, em vê stratejiyê dimeşînin û dixwazin di encama vê stratejiyê de dijmin têk bibin. Generalên Tirkiyeyê jî vê baş zanin. Em û ew em baş ji hev fêhm dikin. Ji ber wê dixwazin PDK’ê jî bixin navberê. PDK jî hatiye ala herêma Kurdistanê li wir daniye. Divê wisa nebe, ewqasî jî me ew mecbûrî tiştan nekin. Eger dibêje ev ne rast e, bila ji kerema xwe kî dibêje, bila were here Amediyê, li hember Amediyê gundê Mijê heye li wê derê dixuye mîna eynikê. Bi dûrbînekê wê karibe hemû tiştî bibîne. Li vî alî leşkerê Tirkiyeyê, li aliyê din leşkerê Tirkiyeyê, di navendê de xanî têne çêkirin. Yanî baregehên leşkerî têne çêkirin ji aliyê PDK’ê ve. Ya temam cihê te ye, hemû aydî te. Lê em niha bi hev ketine, nekeve navbera me. Ka em wan têk dibin an ew me têk dibin. Hîn encam ne diyar e. Ka dewleta Tirkiyeyê kî der girtiye? A niha hevalên me li Avaşînê ne, ev du sal in dixwazin Avaşînê bigirin. A niha hevalên me li Şikefta Birîndara ye, em îro sîng bi sîng li Çemço şer dikin, a va ye em li Girê Cûdî şer dikin. Em li her derê şer dikin. Hinek bêteref nêzîk bibe. Yanî aliyek bi kleş û bombeyan şer dike, aliyê din jî bi hewayî, bi teknîk û çekên qedexe şer dike. Ma wijdan hebe mirov alîkariya wan nake, ew zordest in, ji xwe îmkanê wan pir in, ew leşker in, ew dewleteke dagirker in. Ma mirov çawa dikare alîkariyê bi wan re bike? Yanî eger ez bim, mînak eger ez bêalî bim, ne ji miletê Kurd bim, ez ê qet nebe alîkariyê bi wan kesan bikim ku bi îmkan û îradeya xwe şer dikin. Ma wisa dibe, li me neheqî tê kirin. Mirov hinekî bi wijdan dibe, hinekî bi rûmet dibe. Ev dewlet ji xwe hemû îmkanên xwe heye. Niha wir hatiye girtin. Eger ew der ji bo leşkerên Tirkiyeyê tê çêkirin, ev tiştekî xerab e. Eger ku PDK bibêje em ji bo xwe çêdikin, leşkerên Tirkiyeyê wê dest ji wir berde em ê bikevin cihê wan, ev hîn xerabtir e. Dikeve navbera me. Ji xwe leşkerên Tirkiyeyê her wisa dike. Niha li Bakur jî, baregehên xwe li ku ye? Li pêşiyê qoriciyan datîne, ew kesên çek dane wan. Ji bo em êrîş nekin. Heman tişt li Rojava jî kirine. Ji min re gotin, li Rojava jî ew çeteyên Rojava li her derê datînin pêşiya xwe. Niha li Serêkaniyê, Efrînê wisa ye. Di rêza yekem de Tirk nîne. Ew çetene ye. Niha li vir jî dixwaze wisa bike, ma çima hûn li wir in? Çima hûn tên wê derê. Mesafeya me ji xwe hindik e, mesafeya sîlehê ye. Wê çawa bibe em nizanin? Ew tiştekî nerast e. Ji bo belayeke jê çênebe, divê karê xwe ji wir nîne. Bila bimîne, çend mehên din bibînin kî kê tune dike. Ji xwe em xwe venakişînin. Me xwe vekişandin di vî şerî de rakiriye. Vekişandin nîne. Em ji cihekî bi tenê jî venekişiyane. Ev jî rêbazeke nû ya şer e. Şer e, em venakişin. Ya ew ê me tune bikin, li wir me binerd bikin, ya jî em ê wan tune bikin. Temaşe bikin, temaşe bikin hinekî. Ewqasî jî nabe. Em Kurd in, em naxwazin di vê serdemê de ji xelkê re bibe qeşmer, ku ji bo me bibêjin ‘vaye dîsa Kurd bi hev ketine, hemû eşîr in’. Lazim e yê li hemberî me jî di vê mijarê de hinekî baldar be. Ma ev nabe? Divê bikin. Ev meseleya rê wisa ye. Yanî rê ne muhîm e, rê bila çêbikin. Bila rêyê gundan çêbikin. Li wir gund mund tiştek nîne, ber bi çiyê ve ye. Rê ber bi girê eskerên Tirkiyeyê lê ne tê çêkirine. Aniye wir, eskeran niha xwe bi 200-300 metreyî daye kêlekê, çêdikin.

Yek ev rewş heye. Rewşa din jî ku we got, Balîsan, me di wê der barê de jî daxuyanî dan. Weke daxuyaniya me ye, tiştekî nû çênebûye. Me wê çaxê piştî bûyerê di 6’ê mehê de, ku bûyer 5’ê mehê bû, me rojek du rojan piştî wê daxuyanî da. Hînî weke wê ye. Tiştek nebûye. Eger pêçiya we tê de tune ye, yanî eger balafirên Tirkiyeyê tespît kiriye û lê xistiye, ew hevalên me yên birîndar divê hûn bidin me, em ji wan jî fêr bibin ka çi bû. Em bipirsin, bila zelal bibe. Ma ne wisa bi şêwazekî asayî divê wan birîndaran, mesela tedawî bikira û bida me me yê spasiya wan bikira. Ma ne divê du rêxistinên Kurd bi vî rengî nêzîkî hev bibin? Lê heta niha deng ji wan nîne. Ez bawerim gelê me û raya giştî hemû li bendê ye ku wê çawa bibe. Em dibêjin, ji bo ev bûyer zelal bibe divê em wan hevalan bibînin. Divê bêne berdan. Ew nediçûn cihekî ku zerarê bidin kesî. Ji cihekî diçûn cihekî, di rêya xwe de diçûn. Zerara xwe li kesekî tune ye. Niha hem ev bûyer hem jî par 2 komên me wisa ketin kemînê, aqûbeta wan em nizanin. Ez ji vir careke din û cara dawî dibêjim; lazim e her sê komên me jî yên şehîd cenazeyên wan bidin me, yên birîndar, girtî bi saxî teslîmî me bikin. Ez bawerim ev tiştekî herî maqûl e û raya giştî jî ji vê re vekirî ye. Divê wisa bikin. Em li bendê ne. Lazim e her kes vê jî zanibe. Em di xema berjewendiyên neteweyî de ne. Ez naxwazim hin tişt ji devê min bifitile bibêjim. Yanî weke şerê navxweyî. Em naxwazin tiştekî wisa bibe, em naxwazin weke rêveberiyê fermaneke wisa bidin. Lê belê divê ewqasî jî neyên ser me. Wisa nabe. Her tiştek sînorekî xwe heye. Em tevgereke fedaî ne, em dikarin xwe berdin her derekê. Divê her kes zanibe, hêzeke ku artêşa duyem a NATO’yê ev çar sal in li Başûrê Kurdistanê disekinîne, herî dawî jî ev pênc meh in li Zapê sekinandiye, hêza xwe heye. Kes bila hesabê şaş neke. Lê em bi berpirsyarî nêzîk dibin. Ez van tiştan hemûyan hewaleyî gelê Kurd dikim. Eger şikayeteke me heye, em li gel dikin. Em ji gel re dibêjin. Mesele wisa ye. Ev meseleyeke neteweyî ye, divê mirovên me jî xemsar nêzîk nebin. Yanî meseleyeke neteweyî ye. Hîn kûr bibe, ji xwe weke şer e. Ne yekser e, lê belê bi rengekî neyekser bi îstîxbaratê, bi rewşên din wisa ye. Krîtîk e yanî. Em bi xwe ne rehet in ku wisa diaxivin. Lê belê divê gelê me jî zanibe, dostên me zanibin, rewş wisa ye. Mesele ne ew e ku çiqas hêza xwe heye, hêza xwe tune ye. Mesele ne wisa ye. Mesele ew e, di vê qonaxa dîrokî û nazik de berjewendiyên gelê Kurd heye. Li hemberî me dijminekî pir hov bi hişmendiya qirkirinê, şoven û Tûranîzm heye. Li ber çavê wan, bihevketin wê ne di berjewendiya gelê Kurd de be. Xema me tenê ev e. Û em di vê mijarê de bêguman rewşê bi gel û raya giştî re îzah dikin. Em dixwazin her kes jî li berpirsyariyên xwe xwedî derkevin.

Têkildarî vê mijarê, kesên ku xwe li hemberî kiryarên PDK’ê berpirsyar dibînin divê çi bikin? Gel divê çi bike?

Kesên xwe berpirsyar dibînin, di serî de siyasetmedar in. Lê belê ez ji bo partiyên siyasî li vir ti bangan nakim. Me bangên pêwîst berê kirin. Ne hewce ye mirov hinek tiştan dubare bikin. Lê belê pir eşkere ye, rewşa heyî dibe ku bi her kesî naxuyê, lê belê ji bo Başûrê Kurdistanê û tevahiya siyaseta Kurdistanê xetere di nava xwe de dihewîne. Her kesî eleqedar dike. Her kesên li ser vê axê dibêje ‘ez jî xwedî helwest im, ez jî îradeyek im’ û her kesên welathez eleqedar dike. Ji bo wê divê yên xwe berpirsyar dibînin li hemberî vê rêveçûnê bêdeng nemînin. Mînak di civîneke YNK’ê de Kek Bafil got, ‘YNK wê ji bo 45 milyon Kurd bixebite’. Ev tiştekî baş bû. Lê belê bêguman pratîk lazim e, divê pratîk jî li gorî wê be. Di vir de em giraniyê didin gel, ne dewlet û hêzan. Ji ber wê ez jî bang li gel dikim, di serî de gelê me yê Behdînan, Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê banga min ji bo wan heye; li hemberî rewşê li berpirsyariyên xwe xwedî derkevin. Ev berxwedana niha li herêma Zapê, Avaşîn, li Girê Metîna, li Metîna tê meşandin hemû Kurdan eleqedar dike. Ji bo hemû gelê Kurd cihê serbilindiyê ye beriya her tiştî. Eger em dijmin di wir de têk bibin wê destê Kurdên Başûr xurt bike. Li her derê wê destê Kurdan hemûyan xurt bibe. Yanî pirsgirêkeke neteweyî ye. Me wexta ku vê konsepta dijmin bi her kesî parve kir, bendewariya me wisa bû ku dema li Avaşînê me li dijî dijmin şer kir, wê alîkariya me bikin. Yanî bibîne ku bi rastî em dikarin bisekinîne, wê piştevaniyê bikin. Lê belê welê nebû. Em di vir de tenê hatin hiştin. Lê belê bendewarî û hêviyên me ji gel heye. Ji gelê me heye. Hevalên me li wir şer dikin, ji çar parçeyan e, ji her çar parçeyan lê ne. Em bi navê vî miletî şer dikin, em Başûrê Kurdistanê diparêzin. Mesela niha hevalên jin; Berfîn Rêbaz, Sara Ehmed di parastina Metîna de şehîd ketin. Kî ye? Keçeke Kurd a ji Silêmaniyeyê ye. Fermandara qadekê bû, li wir şehîd ket. Fermandara berxwedana Şehîd Şahîn heval Avzem Çiya. Kî ye, ji ku ye? Keçeke Kurd ji Amûdê bû. Fermandara tevahiya eniya Kurêjahro Mizgîn Ronahî. Kî ye? Keçeke Kurd ku 15-20 salin weke fedaî şer dike, ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Li heman eniyê Şehristan, keçeke Kurd ji Farqînê ye, ji Amedê ye. Binevş Agal, keçeke Kurd ji Wêranşarê ye. Dîdar Harûn keçeke Kurd ji Mêrdînê ye, li Ewropayê mezin bû, li Ewropayê xwend, çûye li Emerîkayê jî xwendiye, zanîngeh xwendiye, hatiye li çiyayê Kurdistanê li Zapê şer kir û şehîd ket. Gelo ev hemû ne nirx in? Ji bo hemû Kurdan nirx in. Xort jî wisa ne. Xort jî bi heman rengî ne, ne hewce ye ez navê hemûyan bibêjim. Ez dikarim yekî bibêjim, min navê wî berê anî ziman. Fedaî Koban. Fedaî Koban hevalekî me yê Ereb e, enternasyonal e, di nava vî şerî de xortê Ereb jî cih digirin. Wekî din jî şehîdên hevalên Ereb hene. Berxwedaneke wisa pir bi wate heye îro. Ji bo wê em dibêjin, serketina vê berxwedanê ji bo gelan, ji bo gelê Kurd, ji bo demokrasiya herêmê, her kesekî feydeya xwe tê de heye. Divê mirov piştevaniyê bike. Ku yek piştevaniyê neke, bila li dij nexebite, îxbar neke.

Li ser vî esasî banga min ji bo her kesên welatparêz heye, bi taybetî di serî de banga min li rewşenbîr, hunermendan, kesên wijdanê civakê, li hemû siyasetmedarên xwe berpirsyar dibînin, yên serbixwe, hemû jinên Kurdistanê, ciwanên Kurdistanê, hemû welatparêzên gelê Kurdistanê, hemû eşîr, pêşengên eşîran heye. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê pêşengên eşîran xwedî sekne. Em bang li her kesên xwe berpirsyar û wijdan dibînin, dikin ku li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Em di serdemeke dîrokî de ne. Di vê serdema dîrokî de pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiya neteweyî heye. Ji bo wê her kes divê erka xwe pêk bîne. Em weke gerîla, em bawerin ku erka xwe pêk tînin. Em her roj canê xwe didin. Me soz dan vî gelî, beriya vê jî me anî ziman, em bi soza xwe ve dilsoz in. Em dixwazin li hemberî dagirkirinê heta dawiyê li ber xwe bidin. Îro em şerekî wisa dikin. Rêber Apo, 23 sal temam bû, dikeve 24 salan li zindanê ye. Li Îmraliyê sîstema psîkolojîk êşkence heye. Dijmin li ser zextê dike. Ji bo çi dike? Ji bo gav paşde biavêje. Ji bo ji heqê Kurd tenezûl bike. Lê belê Rêber Apo nake. Ji ber wê tecrîd li ser tecrîdê û zilma êşkenceya Îmraliyê dewam dike. Serokê me wisa li ber xwe dide. Em jî li Zapê, li her derê, vaye niha li Marînosan li ber xwe didin. Hevalên me li zindanan jî li ber xwe didin. Siyasetmedarên me li ber xwe didin. Ev berxwedaneke neteweyî û Kurdîtî ye. Divê mirov piştgiriyê bide. Ne li dij be. Em şerê îradebûna gelê Kurd dikin. Serok Apo got, ‘ez dixwazim cihekî ji Kurdan re çêbikim’. Me jiyana xwe danî holê, em hatine vî emrî me ne ji bo madiyatê ye, ne ji bo mal e, miletê me zane ku li gel me tiştekî wisa nîne. Em ji bo vî miletî vî karî dikin. Wê demê miletê me divê erka xwe pêk bîne. Yanî divê her kes li erkê xwe xwedî derkeve. Ji bo em karibin di vê serdemê de bi serketî bigihêjin encamê. Rast e dibe ku dijmin herî zêde êrîşî gerîla dike, herî zêde êrîşî Îmraliyê dike, ev der jî li ber xwe didin lê belê divê her kes li erka xwe xwedî derkeve. Di vê çarçoveyê de yekdestî û yekbûna neteweyî pêk bînin.

Herî dawî tiştekî ku hûn dixwazin bibêjin heye?

Îro li ser Rêber Apo zexteke mezin heye. 18 meh in agahiya me jê nîne. Tecrîdeke ku li cîhanê hempaya xwe nîne heye. Li tevahiya zindanan zilm heye. Her roj cenaze ji zindanan derdikeve. Rojên dawî Bariş Keve mirovekî welatparêz, ji herêma Wanê şehîd ket. Beriya wê jî di nava mehên dawî de 3 cenaze jê derketin. Yanî li ser gelê me, ciwanên me, li ser hevalên me zilmek heye. Wekîlên Kurdan ên hatine hilbijartin, şaredariyên hatine hilbijartin di şexsê wan de li gelê me heqaret tê kirin. Li hemberî xwezaya Kurdistanê êrîş heye, darên Kurdistanê têne birîn, dixwazin Kurdistanê bê daristan bikin. Wisa dijminatiyeke berfireh heye. Li hemberî gerîla êrîş heye, lê êrîşeke nemerdane heye. Yanî bêbext heye, çekên kîmyewî bi kar tînin, çekên taktîk nukleer bi kar tînin. Sînge sîng şer nakin bi van çekan şer dikin. Li hemberî van hemûyan divê gelê me dakeve kolanan. Gelê me xwe bi rêxistin bike, bêdeng nemîne. Di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de ew jî li erka xwe xwedî derkeve. Di vê mijarê de kêmasî heye, rexneyên me jî heye. Banga me heye ku gel li hemberî van, li berpirsyariyên xwe xwedî derkeve. Kiryarên dijmin ên hovane, yên li derveyî qanûnên navneteweyî, li derveyî hiqûqên mirovî; divê mirov li hemberî van bêdeng nemîne. Gelê me yê li Ewropayê hinekî hewldanên xwe heye. Lê belê vê dema dawiyê di wan de jî êdî sistî çêbûye. Lê belê herî dawî konserek li paytexta Îtalya Romayê çêbû. Bi rastî tiştekî hêja bû. Kî li wê fikirî, kê bi rêxistin kir, keda xwe tê de çêbû, em spasiya wan dikin û pîroz dikin. Bi rastî jî tiştekî pir hêja bû. Yanî hunermendên li cîhanê bi nav û deng û xwedî xelat derketin ser dikê, hemû axivîn li ser Rêberî, li ser gelê Kurdistanê. Ev tiştekî pir hêja bû. Wekî din festîvala çandê çêbû, li Hollanda, li Fransayê. Ew jî ne xerab bû, lê belê pêwîst bû hîn zêde beşdarî çêbibûya. Hîn zêde fedakarî pêwîst e. Çima? Ji ber ku serdema em tê de ne, ne serdemeke ji rêzê ye. Awarte ye. Yanî mesela niha bi taybetî 2, 3 mehên pêş me, di şerê gerîla de demeke pir girîng e. Ji ber ku dijmin jî hewl dide biçe encamê, em jî hewl didin biçin encamê. Hinek piştevanî lazim e. Lazim e gelê me zanibe, dema ku me ji bo vî şerî got ‘ev şerê hebûn tunebûnê ye’, ev ne wisa gotineke ji rêzê bû. Rast e wisa ye. Ji bo wê jî her kesên xwedî xîret, her kesê ku welathez divê di vê demê de çi ji dest tê bike. Ciwan divê tevlî bibin. Hîn aktîf bin. Jin, hemû welatparêz divê hîn zêdetir li erkê xwe xwedî derkeve. Ji ber ku ev serdem bi rastî jî di dîroka têkoşîna me de serdemeke pir girîng e û di vê serdemê de em dixwazin bi ser bikevin. Em bi xwe bawer in, em eger ku bi van rê û rêbazên heta niha dewam bikin, em ê bi ser bikevin. Berxwedana heta niha ev pênc meh in hatiye kirin bingeha serketina me misoger kiriye. Lê bêguman tiştek hazir bi destê mirovan nakeve. Divê mirov hewl bide. Hem jî di vê demê de hewldaneke hîn girîng, tevlîbûneke hîn xurt pêwîst e, eger wisa bibe ev dem bibe dema serketina mezin. Li ser vê esasê ez ji hemû temaşevanan re ji dil û can serketinê dixwazim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar