Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...
Şemî - 13 Tebax 2022

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

Karayilan: Şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê banga li her kesî ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de ya bi ANF’ê re qala mijarên; şantaj û zextên dewleta tirk ên li ser welatên Skandînavyayê, doza li Almanyayê ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’, gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevlibûna cerdevanan li êrîşên dijî gerîla nirxand.

Dewleta tirk bi her awayî êrîşî Kerkûk, Mexmûr, Rojava û gelek deveran dike.  Ji ber van êrîşan gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî li Çemçemal û Bamernê, 2 jê zarok 4 kes şehîd ketin û gelek kes jî birîndar bûn. Ew êrîş tên çi wateyê? Ji bo van êrîşan hûn dikarin çi bêjin?

Beriya her tiştî ew tiştekî aşkere ye, dewleta Tirkiyeyê li ser gelê me terora dewletê dimeşîne. Bala xwe pê bidin, ji Kerkûkê heta Efrîn, Şehbayê ev kiryaran pêk tên. Ango mirovên me yên di erebeya xwe de diçin, yan li mala xwe ne, yan li karê xwe ne rastî êrîşên dijmin dibin. Berê li Şengalê, gelek pêşengên gelê me yê êzidî yên hêja weke Mam Zekî, Seîd Hesen, herî dawî Dijwar, Zerdeşt şehîd kirin. Li Kobanê û Qamişloyê êrîş kirin. Li tevahiya Rojava êrîşên wisa hene. Weke ku we jî got, di van rojên dawî de herî zêde li Çemçemal, Mexmûrê û Bamernê çêbûn. Ez di destpêkê de hemû şehîdên me yên li vê derê yên di encama êrîşa dijmin de jiyana xwe ji dest dan, wan bi bîr tînim.

Hinek bi balafiran, hinek jî bi sîxurên xwe yan jî bi kontrayên xwe li Silêmaniyeyê teror meşandin. Lewma ez di serî de Mehmet Zekî Çelebî, careke din Mixtar Aram Hecî xelkê me yê Çemçemal û mirovê wî Îsmaîl Îbrahîm bi bîr tînim. Şehîdên Mexmûrê û şehîdên me yên ciwan, ên zarok ên li Bamernê hemûyan bi bîr tînim. Ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Êşa wan em parve dikin. Em dixwazin bi xebat, bi têkoşînê li wan xwedî derkevin, xwîna wan li erdê nehêlin. Li hemberî van kiryarên terorî yên dewleta Tirkiyeyê divê em têbikoşin. Niha aliyekî vê yê din heye. Dewleta tirk çawa dikare heta Kerkûkê biçe û êrîşan bike. Aliyên vê; Yek, hêzên ku li ser qada hewayî ya vê herêmê kontrola xwe heye, hêzên weke Amerîka berpirsyariya xwe heye. Li Rojava, Amerîka, Rûsya berpirsyariyên xwe heye. Eger ew erê nekin, nikarin êrîşê bikin. Li aliyê din, sîxur hene. Sîxurên kurd in bêguman. Ev êrîş wisa êrîşên terorî ne.

Mixabin hêzên hegemonîk jî jê re dibin şirîk. Her çiqas tê gotin ku divê rawestîne, lê xuya ye di vê mijarê de dewleta Tirkiyeyê ji valahiyê sûdê werdigire û erêkirina wan girtiye û wisa van kiryaran pêk tîne. Yanî çi karê dewleta Tirkiyeyê heye biçe 250 kîlometreyî li hundirê xaka Iraqê biçe mirovan şehîd bixîne. Ji ku vê selahiyetê digire? Lê belê ti kesekî ku bersivê bide nîne. Ji ber wê jî dewleta Tirkiyeyê pir bi şêwazekî hov nêz dibe û mirovên me şehîd dixîne. Ev mijareke têkoşînê ye. Neheqiyeke mezin li têkoşîna azadiyê ya kurd tê kirin. Mirovên welatparêz dikin hedef. Dibe ku ev zarokên Bamernê bi girseyî kirin hedef, evane dixwazin wisa di nava civakê de nakokiyê çêbike. Bi taybetî li hemberî tevgera me mirovan sar bikin, nerazîbûnê bidin çêkirin. Yanî êrîşên li ser sivîlan armancên xwe hene. Wekî din, dewleta tirk bi fermî dewleteke, lê van kujeriyan dike, terorîzmê dimeşîne, divê her kes li hemberî van xwedî helwest be û têkoşînê bimeşîne. Em ê xwedî li bîranîna van şehîdan derkevin û em ê xwîna wan li erdê nehêlin. Divê gelê me li hemberî van bêdeng nemîne. Em bang li gelê xwe dikin, gelê welatparêz ê başûrê Kurdistanê, gelê me yê xweşewîst ê xelkê Soran, xelkê Behdînanê dikin; li hemberî van kiryarên Tirkiyeyê bêdeng nemînin. Her wiha gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yê rojavayê Kurdistanê, yê bakurê Kurdistanê. Hêza me gel e. Em bi bertekên gel, bi tevgerîna gel dikarin li hemberî dijmin bibin hêz û îrade.

Di van rojên derbasbûyî de welatên Swêd û Fînlenda xwestin têkevin NATO’yê. Lê Tirkiye ew xwestek veto kir. Li ser vê mijarê pir şîrove tên kirin. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin û di vir de armanca dewleta tirk çi ye?

Dewleta tirk di sed salê dawî de her tim ji nakokiyên hêzên hegemonîk îstifade kiriye û li hemberî gelê kurd komkujî kiriye, kujerî kiriye. Niha jî dixwaze ji derfetên heyî sûdê werbigire. Ji şerê li Ukraynayê yê di navbera Rûsya û NATO’yê de gengeşî heye, dixwaze ji vê sûdê werbigire. Lê belê di vir de rastiya ku derkete holê ev e ku dinyayê fêhm kir; dewleta Tirkiyeyê li ser hîmê dijminatiya li kurdan siyaseta xwe dimeşîne. Ji bo li dijî kurdan hinekî piştgiriyê werbigire û kujeriyê bike her firsendê bi kar tîne. Li welatên Skandînavyayê hinekî demokrasî heye, dewleta tirk ji wê ditirse. Çima dewleta Tirkiyeyê çeka vetoyê bi kar tîne? Di vê mijarê de gelek şîrove tên kirin, lê belê ez dibêjim du xusûsên girîng hene. Dewleta tirk dixwaze vana bi dest bixîne û pir xetere ye. Lazim e raya giştî hemû zanibe, di serî de Swêd û Fînlandiya zanibin, dewleta Tirkiyeyê niha li hemberî me çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev çek çekên qedexe ne, li cîhanê sûc in, tawaneke mezin e. Ji bo ku kes deng neke qelebaxî kir, bi gotina ‘ez li dijî terorê şer dikim, lazim e hûn piştevaniyê min bikin’. Yek; dixwaze ser van sûcên xwe bigire. Ji niha ve pêşî lê bigire, ji bo kes dest lê wernede. Ji ber ku îro li Zapê, li Metînayê, li Avaşînê dewleta tirk sûc dike, sûcekî gerdûnî dike. Xeteriya herî mezin ev e. Yanî dixwaze pêşî bigire ku kes mudaxele neke, ji bo karibe kîmyasalê bi kar bîne, li wir gerîla tasfiye bike û bigihêje encamê xwe.

Ya duyemîn dixwaze ambargoya çekên leşkerî li ser Tirkiyeyê hatiye danîn, NATO vê ambargoyê rake. Çima? Ji ber ku esas dewleta Tirkiyeyê bi çekên NATO’yê şer dike. Yanî mesela niha ewqas terorê li Başûr, li Rojava dimeşîne, bi balafirên keşfê yên bêmirov dimeşîne, parçeyên vê hemû ji Almanya, Îngilistan, Kanada, ji welatên cur bi cur tên. Yanî Tirkiye montaj dike. Ev teknîka NATO’yê ye, welatên NATO’yê ye. Niha hinekî ambargo li ser çêkirine, teng bûye. Ew dixwaze ambargo bê rakirin. Bi esasî ev herdu armancên xwe hene: Kes tehdeyê lê neke dema kîmyasal bi kar anî, du jî; ambargo bê rakirin. Yanî tiştên din; YPG wisa bikin, nizanim tifaq… Tirkiye jî zane ew pêk nayên. Yanî her kes berjewendiyên xwe dimeşîne. Hêzên li ser Rojava berjewendiyên xwe hene, di wir de tawîzê nadin dewleta Tirkiyeyê. Lê belê dewleta tirk bi esasî ji bo van herdu mijaran ewqasî deng derdixîne, ewqasî gengeşiyê çêdike. Dixwaze bi vî rengî dinyayê ker bike, li Kurdistanê jî komkujiyên xwe dewam bike. Armanca xwe ev e; çekan bi dest bixe, bi wan çekan komkujiyê dewam bike, çekên kîmyasal bi kar bîne. Di vê mijarê de hêzên NATO jî, bi rastî sekna wan pir balkêş e. Bi taybetî Sekreterê NATO’yê û rayedarekî Amerîkayê di vê mijarê de axivîn. Mesela dibêjin, ‘Em dikarin hesasiyetên Tirkiyeyê bidin ber çavan’. Hesasiyeta Tirkiyeyê çi ye? Hesasiyeta Tirkiyeyê dixwaze gelê kurd qir bike, tune bike. Hesasiyeta xwe ev e. Ji bo vê dibêjin, divê em li ber çavan bigirin. Ev ne rast e. Xuya ye ev dewleta, yan jî sîstema NATO’yê ji bo berjewendiyên xwe dixwazin komkujiyê li ser kurdan, siyaseta qirkirinê nebîne, ji nedîtî ve were yan jî destek bike. Ev pir xetere ye.

Tu hesasiyeta dewleta Tirkiyeyê tune ye. Ev ji hemû kurdên azadîxwaz, ji kurdên mafê xwe yên xwezayî dixwazin re dibêjin teror. Rojava jî teror dihesibîne. Li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha 5 milyon mirov hene. Gelo ew hemû teror in? Ji wê jî wêdetir, dixwazin miletê wir hemû jê derxîne, miletekî din bîne bixe wê derê. Di vê sedsalê de dixwaze sûcê paqijiya miletî bike. Yanî nermkirin û nêzîkatiya ‘divê hesasiyet li ber çavan bê girtin’ hemû tiştên berevajî ne, nerast e. Hêviya me heye ku ev dewletan gelê kurd nekin qurban. Binihêrin, em li dijî qirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe didin. Şerê em dikin ev e, berxwedan e. Em mafekî rewa dimeşîne. Em li dijî NATO’yê şer nakin, em li dijî Amerîkayê şer nakin. Em li dijî qirkeriya Tirkiyeyê şer dikin. Lê belê ew piştgiriyê didin vê qirkeriya Tirkiyeyê. Em dixwazin ku ew piştgiriyê nedin. Bes e, we heya niha kir êdî bi Tirkiyeyê re, bi komkujiyên li Kurdistanê re nebin şirîk. Daxwaza me ev e û bi taybetî dewletên Skandînavyayê divê ji Tirkiyeyê re tawîzê nedin. Dewleta tirk dixwaze siyê berde ser demokrasiya wan. Ji bo xatirê tev li NATO’yê bibin dixwazin tawîzê ji wan bigirin. Divê tawîzê nedin. Em li Kurdistanê dozeke mafdar dimeşînin, dewleta Tirkiyeyê derewan dike, ti xetere li ser wan tune ye, dixwaze Mîsakî Mîlî dagir bike û li ser Kurdistanê siyaseteke dagirî û qirkirinê bimeşîne. Li hemberî vê divê her kes xwedî helwest be. Deng û basê ku dewleta tirk derdixîne bi esasî ji bo pêşiya xwe veke ku bikaribe vê siyaseta xwe bi ser bixîne.

Rojên derbasbûyî parêzvanan ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ derkeve serî li Wezareta Karên Hundir a Almanyayê dabûn. Berdevkê wezaretê yekser got, ‘ew mijar ne di rojeva me de ye.’ Weke aliyekî vê dozê -ku yek ji dozdaran jî hûn in- li ser vê mijarê hûn çi dibêjin?

Keda parêzgerên me heye. Bi rastî bi şêwazekî fedakarî, rêbazên jêhatî parêzgerên hêja kar dikin, ez wan bi rêzdarî silav dikim, wan pîroz dikim. Divê ew zanin ku ne tenê parêzgeriyê dikin, ew neteweyeke ku di dîrokê de bêparêzger hatiye naskirin parêzgeriyê dikin. Ango berê li ser hat gotin, ‘miletê bêparêzger’. Îro ew li qada navneteweyî ji bo gelekî wisa ked didin û dixebitin. Ev tiştekî hêja ye, karekî mirovahiyê ye, karekî însanî ye. Gelê kurd li herêma Mezopotamyayê gelê herî qedîm, kevn, xwedî çand, ziman û dewlemend e. Lê belê îro hemû tişt hatine qedexekirin. Tenê bi qedexeyê namînin, dixwazin siyaseta qirkirinê li ser Kurdistanê bimeşînin. PKK li hemberî jenosîda û terora dewleta Tirkiyeyê mafê berxwedanê yê rewa bi kar tîne. PKK ne teror e. Eger îro Almanya bê dagirkirin, Fransa bê dagirkirin, welatparêzên li wir wê heman tiştî bikin. Tişta PKK dike niha ev e. PKK mafê çand, ziman û hebûnê diparêze, ji bo vê dixebite. Lê belê dewleta Tirkiyeyê li ser PKK’ê, li ser gelê kurd terorê dimeşîne. Em li hemberî her cure terorê ne. Binêrin, li hemberî terora DAIŞ’ê, li herêma Rojhilata Navîn ê herî zêde şer kir kî bû? Ne PKK bû? Gelê kurd bû û bi giştî nava gelê kurd de jî yê herî zêde ji Kerkûkê heta Kobanê hêza xwe seferber kir PKK bû. PKK li dijî her cure terorê ye. Li dijî terora dewleta tirk e, li dijî terora DAIŞ’ê ye, li dijî terora El Nûsra ye. PKK li dijî her cure terorê ye. Heqîqet wisa ye. Lê belê ji bo berjewendiyên dewletên kapîtal çi kirin? PKK xistin lîsteya terorê. Ev neheqiyeke mezin e. Ev rê dide ku dewleta Tirkiyeyê li Kurdistanê komkujiyan bike, şidetê bi kar bîne. Ev lîste, xistina navê PKK’ê li lîsteyê erêkirina şîdeta dewleta Tirkiyeyê ye. Hiştina navê PKK’ê di lîsteyê de piştgiriya komkujiya dewleta Tirkiyeyê ye. Em dixwazin ti dewlet bi komkujiyên dewleta Tirkiyeyê re nebin şirîk. PKK dozeke milet dimeşîne, dozeke civakî ye, rewa ye. Dewleta tirk îro şîdetê bi kar tîne. Em şer naxwazin, dewleta Tirkiyeyê şer dixwaze. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze bi kujerî, bi xwînrijiyê meseleya kurd hal bike. Em dixwazin meseleya kurd bi rê û rêbazên diyalogê çareser bikin. Rêber Apo çi got? Tu derfetê ji min re amade bike ez ê di nava hefteyekê de vê meseleyê çareser bikim. Ne wisa got? Dewleta Tirkiyeyê qebûl kir? Na. Wê demê yê ku kujeriyê dixwaze, kuştinê dixwaze ne em in, dewleta Tirkiyeyê ye. Ji ber vê divê ev dewlet bibînin. Ev dewletên jî bêmerhemet in, berê welatê me kirin çar parçe, di heman demê de jî şîdeta Tirkiyeyê erê dikin. Em dibêjin êdî bes e, vê bisekinînin. We nikarîbû gelê kurd tune bikira, komplo çêbûn, kujerî çêbûn, qetlîam çêbûn. Sed sal in kuştinê li Kurdistanê dikin. Vana encam negirt. Ji bo wê êdî vê bi dawî bikin.

Eger dewletek dixwaze meseleya kurd bi diyalogê çareser bibe, divê beriya her tiştî PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin. Alî wekhev bibin, wisa wê pêşî li çareseriya siyasî vebe. Eger hêzek dixwaze çareseriyeke siyasî çêbibe, lazim e hewl bide ku PKK ji lîsteyê derkeve. Ji ber ku di lîsteyê de cihgirtina PKK’ê erêkirina kujeriya dewleta tirk e. Yên naxwazin bi kujeriya dewleta tirk re şirîk bin divê hewl bidin vê şaşitiyê sererast bikin, PKK’ê ji wê lîsteyê derxînin. Ji ber vê me serî li hiqûqa Ewropayê daye. Rast e bi navê min û bi navê hevalê Dûran Kalkan me serî lê dan, parêzgerên me dixebitin, em jî wan dişopînin. Em dozeke mafdar dimeşînin. Wezîrê Karên Hundir ê Almanyayê red kiriye, ev ne tiştekî ewqasî girîng e. Ji xwe parêzgerên hêja dema serlêdan kirin wan zanîbûn ku wê red bike. Mesele vekirina deriyê hiqûqî ye, wê serî li hin cihên din jî bixin. Bi esasî mijara dadê ye em dixwazin biçin dadê. Ji xwe dad a Yekitiya Ewropayê ya bilind berê ji van dewletan xwest ku hûn bi kîjan sedemê PKK’ê di vê lîsteyê de digirin, ev ne di cih de ye. Ji wan îzahat xwest, ji ber ku ti îzahata wan nîne ku PKK di lîsteyê de ye. Ji bilî wê dad a Belçîkayê di vê mijarê de biryareke erênî da. Yanî em mafdar in. Eger hiqûqeke rastî hiqûq be wê maf bide me, wê doza me bi ser bikeve. Em bi vê bawer dikin.

Dewleta Tirkiyeyê bi aşkere gefê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwarin. Li ser vê gef û êrîşan hûn çi dibêjin?

Ji xwe di bersivên beriya vê de jî min anî ziman, dewleta Tirkiyeyê li gorî konsepta ku diyar kiriye nêzîk dibe. Li gorî wê jî dixwaze rojavayê Kurdistanê jî dagir bike. Bi fermî dibêje ‘Ez ê bi 30 kîlometreyî xetekê çêbikim, tampon’. Dibêje ‘Ez ê milyonek mirovî bînim li wir bi cih bikim’. Lê belê ev tiştên fermî dibêje. Bi esasî dixwaze tevahiya rojavayê Kurdistanê, heta beşek ji axa ereb lê dimînin, ew sînorê ku jê re dibêjin ‘Mîsakî Mîlî’ ji Helebê heta pişta Hesekê hemûyan dagir bike. Planê xwe wisa heye. Çavê xwe berdaye petrola wê derê, petrola Rimêlanê, dewlemendiya wê derê. Dixwaze di wir de rêyekê ber bi Iraqê re veke, xeta trenê berê li wir heye, dixwaze yekser di wir re bibe. Ji ber wê Şengalê jî dike hedef. Yanî konsepteke xwe ya wisa heye, dewleta Tirkiyeyê li ser wê konseptê tevdigere. Di vê mijarê de divê mirov li benda êrîşeke wisa be. Lê belê ev heye; Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê ji bo li ser erdê bibe îrade divê dewleta Tirkiyeyê bisekinîne. Yanî têk bibe. Pêwîstiya Şoreşa Rojava bi vê heye. Di heman demê de ji bo bi Sûriyeyê re çareseriyê pêk bîne jî tiştekî wisa pêwîst e. Bêguman çareseriya xwe ya esasî divê bi Sûriyeyê re be. Lê belê ji destdirêjiya Tirkiyeyê re jî divê bersiva xwe hebe. Ji ber vê yekê gelê me yê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare ji tecrûbeyên me yên gerîla sûdê werbigire. Di heman demê de dikare ji tecrûbeyên xwe yên li Efrînê, Serêkaniyê, Til Ebyed sûdê werbigire. Tecrûbeya xwe ya niha li Şehbayê têkoşînê dimeşîne heye, dikare jê sûdê werbigire. Me di şer de rêbazên nû bi pêş xistin. Mesela ev sê sal in me di şer de êdî rêbaza paşvekişînê rakir. Mînak, li Heftanînê em bi paş ve venekişiyan. Hevalên me jî lê ne. Par li Avaşînê, li beşeke Zapê û Qaşûrî heman tişt bû. Niha jî vaye meh û nîveke şer heye, li Zapê, Avaşîn û Metînayê. Yanî rêbazeke ku niha tê meşandin heye. Çi ye ev rêbaz? Yek; mirov çawa dikare çekên hewayî yên di destê dijmin de ji dest bigire. Yek ev e.

Li hemberî çekên hewayî tedbîr hatine girtin. Heta li hemberî çekên kîmyewî jî tedbîr hatine girtin, wisa dikarin li ber xwe bidin, dikarin bibin xwedî îrade. Em bi xwe wisa dibêjin. Eger Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji van tecrûbeyên çend salên dawî sûdê werbigire, şerê gel ê şoreşgerî bi şêwazekî rasteqîn bimeşîne, wê karibe dewleta tirk bixitimîne û têk bibe. Şerê gel ê şoreşgerî ne tiştekî ji rêzê ye. Mînak, Ukraynayê jî hinekî meşand, dewleta Rûsyayê ya ku ewqasî xwedî derfet û teknolojî kete nav zehmetiyê. Belkî şer hînê dewam dike, em niha nikarin li ser tiştekî bêjin, lê belê divê kes ji dorpêçê netirse. Hema wisa koç neke. Gel divê alîkar be. Yanî gel belkî her kes weke leşkerekî tevnegere, bi çekê şer neke. Lê belê li cihê xwe be, cihê xwe bernede. Tişta herî xerab, ji dema DAIŞ’ê diçû ku derê kujerî dikir, li hemberî wê koçberî çêdibû. Tiştê herî xerab ew e. Yanî divê koçberî nebe. Eger gelê me naxwaze ku axa wan ji destê wan biçe, naxwaze Efrîneke duyem çêbibe, naxwaze li wê axa pîroz ev çeteyên gemarî tê de bi cih bibin, wan gund, mal û deveran ji xwe re bi kar bînin, bike milkê xwe, eger ku vê naxwazin divê xetere û rîskê bidin ber çavên xwe, li gundê xwe bimînin, li mala xwe bimînin. Bar nekin, koç nekin. Ne leşker, ne sivîl her kes divê li cihê xwe be. Ez bawerim û li gorî min bihîstiye hewldanên wisa di vê çarçoveyê de hene. Wê leşker, di bin navê vekişînê de wê cihê xwe terk nekin.

Belkî taktîk li hinek cihan, carna ji gundekî diçe gundekî mumkun e, lê belê bi giştî li qada xwe bin. Aşkere bibêjim, eger tu ji me bipirse. Em rêbazên li Efrîn, Serêkaniyê, Til Ebyed, Xakurkê pêk hat em qebûl nakin, rast jî nabînin. Şaş dibînin. Şerê gelê şoreşgerî, tu xwecihî ye, tu li cihê xwe dimîne. Tu xwe diparêze. Bi kurtasî rêbazên niha demî eger bên bikaranîn, li ser erdê li binê erdê rast bêne bikaranîn û rêbazên şer ên demî; weke min got, tecrûbeyên me li çiyê çêbûn, dikarin jê sûdê werbigirin. Tecrûbeyên wan bi xwe hene. Eger ji van hemûyan sûdê werbigirin ez bawer dikim wê gelê me bi ser bikeve. Wê Efrîneke duyem neqewime, Serêkaniyê ya duyem wê neqewime, divê nebe. Divê mirov ji vê re bêje êdî bes e. Ji bo vê piştevaniya raya giştî heye. Ji bo vê rewabûnek heye. Divê gelê me û tevgerên li wê derê, heta heye ji dewletan piştgiriyê bigirin baş e, lê belê divê pişta xwe nede wan. Ji ber ku di vê demê de mirov nikare pişta xwe bide kesî. Divê mirov pişta xwe bide xwe, bide gel. Ji bîr nekin, gel hêza herî mezin e. Mînaka wê ya herî mezin, vaye Ûkrayna, Afganistan li ber çavan e. Gel, hêz e. Ev rêxistinên ku bi gel bawer nakin direvin cem dewletan, bi dewletan re hevkariyê dikin. Li Kurdistanê ev nêzîkatiya hevkariyê li ser vî hîmî çêbûye. Yanî bi hêza gel bawer nakin, bi dewletan xwe girê didin. Na. Divê bi hêza gel bawer bike mirov. Li ser vî esasî eger ji xwe bawer bikin, xwe bi rêxistin bikin, tevbigerin wê bi ser bikevin. Gelê me niha çalakiyan dike. Lê hin caran mirov lê dinihêre, ev çalakî mîna ku li Ewropayê ye. Tu di nava şer de ye, divê tu biçe nava gundan gel tevger bike, taxan tevger bike, binerd çêbike, xwe ji şer re amade bike. Lê piranî wisa meş e û hwd. Baş e, bi taybetî ji bo derd û daxwazên xwe bînin ziman xwepêşandan pêwîst e û baş e, hêja ne. Mesela niha zilmek, îşkenceyek li Rêber Apo heye, gelê me Rêber Apo ji bo xwe rêber dibîne; gelê me yê ereb jî kurd jî lê xwedî derdikeve. Lê belê meşên wisa, weke ala me ya partiyê, yan jî yê HPG’ê rakirin weke li Ewropayê, ev şaş e, em tev li vê nabin. Bi qasî ez zanim rêveberiya me jî tiştekî wisa naxwaze. Lê belê hestiyarî heye, di encama hestiyariyê de weke ku dixwaze piştevaniyê bike. Rast e me piştevaniya Rojava kir, Rojava jî niha dixwaze piştevaniya gerîla bike. Ev tiştekî pîroz e, hêja ye, hevkariyeke baş e. Lê belê divê her kes bi rengê xwe bimeşe. Bi rengê xwe tevbigere, bi ala xwe tevbigere. Yanî şaşitiyên wisa divê nebin. Di vê mijarê de divê her kes li gorî xwe hinekî tevbigere û bi rê bixîne. Gelê me divê di vê xusûsê de xwedî amadekariyekê be. Amadekariya xwe baş bike, wisa pişta xwe nede kesî. Divê pişta xwe bide xwe. Ez bawerim hêzên parastinê li wir jî wê karibe rola xwe bilîze. Tiştên heta niha dixuye bi vî rengî ye, tecrûbeyek çêbû. Eger li ser wî hîmî tevbigerin, şerê gel ê şoreşgerî ji bo xwe bikin esas em di wê baweriyê de ne ku vê carê wê dewleta Tirkiyeyê bixitime û têk biçe. Mînaka wê ya herî mezin vaye li Zapê xuya dibe.

Pirsa me ya dawiyê di derheqê qoriciyan de ye. Di rojên derbasbûyî de gelek ketin rojevê. Di çapemeniyê de jî yek caran derdikevin. Di vî şerî de rola qoriciyan çi ye?

Di kevneşopiya dewleta Tirkiyeyê de her tim xwestiye serhildanên kurdan bi destê kurdan têk bibe. Yanî timî xwestiye kurdan bi kurdan bide kuştin. Ew ji vê re dibêjin ‘îtî îte kirdirtma’. Dewleta Tirkiyeyê gelekî giraniyê dide vê siyasetê. Ji bo xwe niha çeteyên li ser xeta Îxwanî Mislimîn, li ser xeta DAIŞ’ê tevger bûye li Sûriyeyê hene, dixwaze wan jî bi kar bîne. Wan jî li hemberî me bi kar tîne. Carna dewleta Tirkiyeyê di nûçeyên xwe de dibêje ‘me li dijî DAIŞ’ê operasyon kiriye, heta niha çend DAIŞ’î girtine’, ev derew e. Bi DAIŞ’ê re tifaqa xwe heye. DAIŞ’iyên ku wisa bêqûral tevdigere, wan digire. Yan jî heta niha ji ber çalakiyên DAIŞ’ê hikumet daye kîjan DAIŞ’î? Tiştekî wisa tune ye. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze çeteyên ereb li dijî me bi kar bîne û çeteyên kurd bi kar bîne. Yanî qoriciyan, cerdevanan bi kar bîne. Niha dewleta Tirkiyeyê li çiyayên Kurdistanê bi taybetî li hemberî van rêbazên şerê nû pir tengav bûye. Ji bo werin ser hevalan cesaret lazim e, îrade lazim e. Ev bi askerê wan re tune ye. Ji ber wê dixwaze du tiştan bi kar bîne. Yek; kûçikan. Efû bikin; kamera datînin serê kûçikan, lampeyan dixin serî û dişînin hundir, ji bo bibînin bê di hundir de çi heye. Du; kûçikên bi du ling dişîne. Ew jî kî ne? Bi taybetî kurd in. Yanî kurdan methê dikin, hazir dikin. Niha kêmasiyek di mirovên kurd de heye. Di wexta xwe de hîn Sûltan Ebdulhemîd jî behs kiriye. Yanî gotiye, ‘Ez saetekê xwe dide wan, lê ez bi salan wan ji bo xwe dixebitînim’. Însanê kurd zeîfiyeke xwe heye. Çi ye? Eger ku generalekî ya jî wezîrekî dewletekê destê xwe li piştê xist û got eferim, ew xwe winda dike. Ma ne ji bo wê ye ku kurd heta niha di vî halî de mane. Ji ber vê ye ku Kurdistan niha wisa çar parçe maye. Yanî ji eferimê dijminekî ewqasî serxweş dibe ku li hemberî gelê xwe şer dike, her karî dike. Yanî ev divê bê terikandin. Ji bo eferimeke dijmin li dijî gelê xwe şer nekin. Bes e ji vê re. Êdî em jî dixwazin weke neteweyên rûyê erdê li ser çanda xwe, zimanê xwe li ser hebûna xwe bijî. Divê xizmetê ji dijmin re nekin.

Banga min ji bo hemû qoriciyan, ku ez zanim piraniya wan însanên baş in, ji ber ku bi zext ew kiriye qoricî. Hinek ji bo pereyan bûne. Lê belê divê kesek pereyê li ser xwîna keç û xortên kurd bi zarokên xwe nede xwarin. Pereyê heram nexe zikê zarokên xwe. Bila here ji xwe re karekî bibîne bi pereyekî paqij zarokên xwe bide jiyîn. Li ser xwîna kurdan zarokên xwe nede jiyîn. Bi pereyan xwîna kurdan nerijîne. Bi eferimekê nekeve pêş dijmin. Yanî pêwîste qoricî yek nekeve operasyonan. Bi taybetî niha dijmin li hemû bakurê Kurdistanê operasyonan dike qoriciyan tev li dike. Vaye li Başûr dike, qoriciyan tîne. Qoriciyên li her deverê tîne. Yên Mêrdînê ye, yê Amedê ye, Çewlik, Garzan û Botan hemûyan tîne Zapê. Xistiye dorê û tîne. Yên ereb tîne û tê. Sibe dixwaze êrîşî Rojava bike, herhal dixwaze wan bibe Rojava jî. Ev wisa nabe yanî bûne eskerên bi pere. Weke cinsê kew cinsê xwe digire. Kew çawa dike? Dixe qefesê diçe qewmê xwe dixe xefikê. Ew jî weke cinsê kew dixwaze li miletê xwe bixe. Banga min ji bo hemû qoriciyên wisa hestên mirovatiyê pê re heye, naxwazin bi pereyê heram zarokên xwe bide jiyîn, yên welatparêz, yên kurdewarî bi wan re heye, yên hîn hestiyê pozê wan diêşe li hemberî zilmê, li hember neheqiyê banga min ji wan hemû qoriciyan re heye bila beşdarî operasyonan nebin. Beşdarî operasyonên Bakur jî nebin, beşdarî operasyonên Başûr, Rojava qet û qet nebin. Ev xiyanet e. Divê wisa nekin. Ma ne di rêziknameya qoriciyê de ev heye; divê gundê xwe biparêze. Temam, gundê xwe biparêze, li derdora gundê xwe giran digire, çi dike kes tehdeyê li te nake. Her wiha weke hinek qoriciyan di çapemeniyê de gotin, di operasyonê de jî em ewqasî wan nakin hedef. Hevalên me wan nakin hedef. Divê tev li operasyonan nebin. Beşdar bibin jî cilê esker li xwe nekin. Esker dixwaze cilê xwe li wan bike, ji bo wan bike hedef. Û nekevin pêşiyê. Bi taybetî di van şerê tunelan de divê xwe nedin pêşiyê. Bila ew bi xwe werin, bila qomitanê wan werin, bila yên wisa nijadperest, yên dixwazin xwîna kurdan vexwin bila ew werin. Ku jîr in bila ew werin. Ne ku destê xwe li pişta we bixîne û we bişîne. Tiştekî wisa nekin.

Banga min ji bo hemû qoriciyan ev e. Wekî din serekqoricî hene. Em wan hemûyan nas dikin. Ez dikarim niha navê wan jî bidim, lê belê ne hewce ye. Ez niha dibihîzim ji wana hinek xwe didin kar, her roj zextê li mirovan dike ji bo her kes tev li vî şerî bibe. Tîmê xençer çêdikin, nizanim çi çêdikin. Wisa nekin. Sibe hûn ê tenê li ortê bimînin. Wê ev hesab ji we bê pirsîn. Yên wisa sûc dikin, wê ev hesab ji we bê pirsîn. Her tim ne weke niha ye. Niha lê nenihêrin, ew wezîrekî hundirîn heye, çeteyeke, ez naxwazim navê wî bêjim. Ew tim dibêje min ewqas hişt, ewqas hişt. Lê ew çi zane ku em taktîkê dikin? Em dixwazin di bin de dest bigirin û wisa bi hêzeke sivik Bakur bi rê ve bibin. Gelo ew bi vê taktîkê zane? Ku zanibe jî ew vê nabêje, ew ketiye pişt kariyera xwe. Ew dixwaze desthilata xwe ava bike. Ji ber wê timî dibêje ez bi ser ketim. Ne rast e. Tiştekî wî yê serketî tune ye. Yanî divê serokên qoriciyan xwe nexapînin, li hemberî tevgerê, li hemberî miletê me xerabiyê nekin, nekevine sûc. Banga min ji bo hemû qoriciyan, bi taybetî yên kurdîtî bi wan re heye, beşdarî operasyonan nebin. Nekeve nava lîstika dijmin a kurd bi kurd bi kuştin bide. Na, em nekevin wê lîstikê, em bi hev re wê lîstikê pûç bikin. Em li we naxin, hûn jî nekevin operasyonan. Wisa em van lîstikên dijmin vala derxînin û em dahatûyeke bedew û serfiraz ji bo gelê xwe ava bikin, ji bo Kurdistanê ava bikin. Banga min ev e.

Herî dawî tiştekî hûn dixwazin bêjin hebe, em dikarin bigirin…

Tiştên pêwîst me hemû anîn ziman. Di vê çarçoveya giştî de li hemberî me niha şerek heye. Rejîma AKP-MHP’ê serkêşiya vî şerî dike. Ew di heman demê de dixwazin konsepta dewletê pêk bînin û hem jî şerekî li dijî kurdan ava bike. Li ser hîmê dijîtiya kurd şerê li dijî kurd dixwazin li Tirkiyeyê atmosferekê ava bikin û heta di hundirê Tirkiyeyê de sîstemeke faşîzan hîn kûr bikin, zextê zêde bikin, hiqûqê hîn zêde binpê bikin. Wisa atmosfereke şer çêbikin ku li Tirkiyeyê kes li birçîbûnê nefikire. Şer bibe ku kes nebêje ’em birçî ne, ev dewlet ev hikumet siyaseta aboriyê rast nameşîne, zemê li ser zemê dike’. Kes wisa nebêje, her kes berî her tiştî li kuştinan binere, li şer binere. Bi vî rengî dixwaze pêleke şoven geş bike û bi vî rengî biçe hilbijartinê. Yanî niha ev muxalefeta di hundirê sîstemê de vê rastiyê nabîne. Şerê niha li dijî me dibe, li Zapê, li Avaşîn û Metînayê bi esasî di heman demê de şerekî AKP-MHP’ê yê ji bo desthilatdariyê ye. Yanî berxwedana me ya li hemberî vê pêla êrîşa dijmin, di heman demê de berxwedana demokrasiya Tirkiyeyê ye. Ji ber ku, eger AKP-MHP li hemberî me bi ser bikeve wê biçe hilbijartinê û dixwaze di hilbijartinê de jî encamê bigire. Lê eger têk biçe, çawa ku li Garê têk çû, derb xwar aşkere bû têkçûna wan, niha careke din têkçûna xwe heye lê dema aşkere bû, wê careke din têk biçin. Ev şer di heman demê de şerê li dijî faşîzm û qirkeriyê şerê hebûn û azadiya gelê kurd e. Di heman demê de şerê demokrasî û azadiya Tirkiyeyê jî. Şerê demokrasî û azadiya gelê herêmê ye jî. Divê mirov vê jî zanibe hesabê AKP-MHP’ê ya vê demê ew e ku li Tirkiyeyê zordariyê bike, sîstema faşîzmê hîn geş bike, li hemberî me jî şer xurt bike, di nava vê toz û dûmanê de biçe hilbijartinê û wisa encamê bigire. Divê her kes vê rastiyê zanibe û li gorî vê tevbigere. Dawiyê tişta ez bêjim; di vê demê de tişta pêwîst ji bo gelê me bi rastî helwesteke neteweyî ye. Sekneke neteweyî ye. Me ji bo vê bang kir. Em weke tevger, ji bo berjewendiyê neteweya xwe, ji bo parastina neteweya Kurdistanê, ji bo parastina nirxên demokrasiyê ya gelên herêmê çi ji destê me were em ê bikin. Di vê mijarê de fedakariya pêwîst ji xwe em di pratîkê de dikin. Li ser vî esasî me berê got; berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê di heman demê de bang e ji bo her kesî. Divê her kes li gorî vê bangê tevbigere. Eger tevgerîneke bi vî rengî pêk were, li hemberî pêla faşîzma Îttîhat Terakkî a AKP-MHP’ê îradebûna gelê me, îradebûna gelan em bawerin wê bi ser bikeve. Li ser vî esasî di sala 19’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê de ez ji her kesî re serketinê dixwazim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar