Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

KCK’ê ji bo xwedîderketina li zimanê kurdî bang kir

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha got: "Gelê me, çi li welat çi jî li derveyî welat divê axaftin û nivîsandina bi kurdî weke çalakiyeke bingehîn a ji bo xwedîderketina li zimanê dayikê bibîne."

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand. Di destpêka peyamê de wiha hate gotin: “Em weke Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê Cejna Zimanê Kurdî di serî de li Rêber Apo ku hêviya azadiya gelekî ya çand, nasname, ziman û hebûna wê hatî qedexekirin û tune hatî hesibandin gihand asta tekoşîneke bêhempa û di vê oxirê de ti astengî nas nekir, şehîdên me ên nemir ku di oxira hebûn, ziman, nirx û azadiya gelê xwe de mirin weke bi dawîbûnekî nedîtin û xwe gihandin bêmiriniyê, her wisa li gelê me yê berxwedêr ku di gel her cûre qedexe, zext, çewisandin, êşkence û înfazan stranên bi zimanê xwe gotî, çîrokên mêrxasiyê vegotî, dengê tilîliyên xwe bilindkirî û li hember neyar çok nedanî, pîroz dikin.”

Peyama KCK’ê wiha dewam kir: “Ziman ne tenê amûreke veguheztinê ye; di heman demê de ji bo gelekî amûrê herî girîng ê jiyana bi nasname û çanda xwe ye, gihandina wan a li paşerojeke ronak e. Her zimanek hilgirê dîrok, çand, wêje, hûner û felsefeya jiyanê a civaka xwe ye. Di vê wateyê de gelê me, ev bi sedan salane li hember êrişên qirkirina çandî, zimanî û cesteyî, her cûre berdêlên giran daye berçav, lê ti carî dest ji parastin û xwedîderketina li çand û zimanê xwe bernedaye.

‘Em doza xwebûnê dimeşînin’

Em hem weke gel û hem jî weke meşvanên tevgera azadiyê ya vî gelî li Rojhilata Navîn, di çavkaniya du rastiyên jiyanî de disekinin û pêşengiya wan rastiyan dikin: Yek ji wan weke kiryarên dereweke dîrokî redkirina înkarê ye, ya din jî; redkirina înkara ku li ser hemû nasname, cûre, hebûn, ziman, deng û ramanan tê ferzkirin. Bi gotina herî şênber em doza xwebûnê dimeşînin. Xweda em çawa afirandibin, em çawa ji dayik bûbin, bi kîjan zimanî bûbin mirov, em hewl didin bi wê rastiya xwe bijîn. Em ji bo hemû ziman, deng û rengan azadiyê dixwazin. Divê neyê ji bîrkirin, ku em hem di hêla demokrasiyê de di kêliya herî bi berhem a dîrokî de ne, hem jî li mekanekî herî rengdar ê dîrokî ne. Li vî mekanî ku nasname, civat, ziman, ol û gel hatî ba hev, jiyana bi hev re ya cihêrengiyan ji bo gelan wê bibe cejneke herî bi wate. Lewma şoreşa Rojava ji her alî ve tê wateya vê cejnê.

‘Ziman nasname, şanazî û bîra hevbeş a civakan e’

Rêbertiya me dibêje; ‘Asta pêşketina ziman, asta pêşketina jiyanê ye. Civakek zimanê xwe yê dayikê bi çiqasî pêş xistibe, asta xwe ya jiyanê jî ewqasî bi pêşx istiye. Her wisa bi çiqasî zimanê xwe wenda kiribe û ketibe bin serdestiya zimanên din, bi ewqasî jî hatiye dagirkirin, dûçarî bişaftin û qirkirinê bûye. Civakên xwedî vê rastiyê ne, ji aliyê hişmendî, exlaq û estetîkî ve nikarin xwedî jiyaneke bi wate bin û wek civakên nexweş heya tunebûnê wê bibin mehkûmê jiyaneke trajîk’. Ji ber vê rastiyê ye ku ziman nasnameya hevbeş, şanaziya hevbeş û bîra hevbeş a civakan e. Parastin û pêşdebirina bîra hevpar a civakê, bi parastin û pêşdebirina zimanê dayikê dibe. Pratîka ku tê de înkar bi qirkirinê re dibe ye, qedexekirina zimanê dayikê ye. Pênasekirina Kurdî bi rengê qedexe, metirsîdar, cihêkar, paşverû û hov, di eslê xwe de siyaseta ji holê rakirina hebûna Kurd e. Pêwîste em jî li dijî vê qirkirinê bi axaftina Kurdî, bi nivîsandina Kurdî û bi rêxistinbûnê li ber xwe bidin û têkoşîna xwedî lê derketin û bilindkirina asta ziman ji her demê zêdetir bimeşînin. Di vê xalê de bi qasî têkoşîna li dijî bişaftinê, li dijî bişaftina xwe bi xwe jî bi rojane di nav têkoşînê de be, ku ev yek erkê jêneger ê her Kurdekî xwedî baweriya siberojên azad e.

‘Xwedîderketina li ziman pêdiviya sereke ya hebûnê ye’

Cejna zimanê Kurdî li dijî polîtîkayên bişaftinê qezenckirina zanebûnê, li dijî siyaseta tunekirinê berxwedan û li dijî feraseta bê bîr hîştinê, roja xwedî derketina li bîra civakê ye. Tespîta bi navê; ‘Rastî nîne, ziman heye’ di xwebûna gelekî de rista jênegeriya ziman radixe ber çavan. Di vê wateyê de zimanê Kurdî, rastiya xwebûna gelê Kurd e. Xwedîderketina li ziman ku tê xwestin bi rêya hemû amûrên tundî û şerê taybet bê tunekirin, weke doh, îro jî pêdiviya herî sereke a hebûna me yê siyasî, kevneşopa me ya têkoşînê û li hember dîrokê deynê situyê me ye.

Divê em jibîr nekin ku ziman bi rêya nifşên ciwan tê parastin û derbasî nifşên nû tê kirin. Bi perwerdeyê bi pêş dikeve, bi wêje, huner û çand aj dide û bedew dibe. Lewma divê em ji xebatên rojane, heya ji pêvajoyên hilberîna civakî, bi rêya bikaranîna ziman, bi jiyanê re bi rêya zimanê xwe tekîliyê bi pêş bixin, jiyana neteweya demokratîk bikin yekemîn bijareya bihevrebûna hemû zimanan. Di encamê de jî em ‘ne bes şoreşê bikin, bibin şoreş bi xwe’. Gelek girînge ku gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi Kurdî wek çalakiya xwedîderketina li zimanê dayikê bibîne, li her cihî ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina astengiyên qanûnî yên li pêşiya bikaranîna zimanê dayikê rake, ji bo vê têkoşîneke xurt bimeşîne û ti carî rê nede polîtîkayên bişaftinê yên ên bi feraseta yek zimanî.

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ku di heman demê de salvegera 90’î a damezrandina Kovara Hawarê ye careke din li gelê xwe pîroz dikin, di kesayeta Celadet Elî Bedirxan û hevrêyên wî de kesên ku bi ked û berdêlên giranbuha zimanê Kurdî bi pêş xistine û parastine silav dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar