Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...
Duşem - 17 Çile 2022

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Keça serhildêr a Kerboranê: Xerîbe Gezer

Xerîbe Gezer xwe bi gotina ‘Min nas bikin, ez pezkoviya Kurdistanê, çiyayan û zinara me’ dide nasîn. Li mala wan ne şîn, zêmar û xemgînî, lê dengê stranên wê vedibêjin bilind dibe

Xerîbeya beyanî ye û di rojnivîska xwe de wiha xwe vedibêje: “Min nas bikin. Hişk e, xema wê nîne û bê tirs e. Min nas bikin. Her tiştî dişewîtine, bi qasî ku hilweşîne bêrehm e lê ewqas jî hestiyar e. Min nas bikin, ez ji çiyayan re, ji zinaran re pezkovî me. Ez zarokek 6 salî me ku hêj hesreta Kurdistanê di dilê wê de heye…”

Her kesî wê bi awayekî vedigot. Ew çavzexala dayik, bav, xwişk û birayên xwe bûye. ‘Bûka Kurdistanê’ ya dayika xwe bûye. Lê belê pênaseyên wê bi xwe jî ji bo wê hene. Wê xwe şibandibû pezkoviyekê. Me berê xwe da wê kûçe û taxa ku Xerîbeyê lê mezin bûye û xeyalên wê hemû di wir de veşartî ne. Li mala wan ne dengê girî û zêmaran lê dengê stranan bilind dibe. Li mala şînê stranên ‘Bûka Kurdistanê’ û ‘Xerîbê’ li pey wê hatin gotin. Ferdên malbata wê li şûna xemgîniyê li ser pêya bi hêz û moral sekinî ye û kesên tên sersaxiyê xemgîn dibin û digirin jî aş dikin. Dayika Xerîbeyê, Halîme Gezer gotinek ku wê ji bîra kesî naçe wiha bû: “Ew Xerîbeya we hemûyan bû, ew Xerîbeya Kurdistanê ye.”

Berteka ewilî navê wê ye

Me Xerîbe Gezer bi destavêtin û îşkenceya sîstematîk a li girtîgehê lê dihat kirin nas kir. Malbata Gezer a ji 7 keç û 4 lawan pêk tê, di salên 90’î de ji gundê Xelîla bi ser navçeya Kerborana Mêrdînê koçî navenda navçeyê dike. Xerîbe di sala 1993’an de li Kerboranê ji dayik dibe. Mele Rekya (Rukiye) di guhê wê de dixwîne. Lê ji ber ku xalê wê di heman demê de winda bûye, dayik navê Xerîbe li keça xwe dike. Ev malbata wêrek, hezkiriyên welatê xwe û şopdarên doza kurdî her tim bi zilma dewletê re rûbirû dimîne, hêj Xerîbeyê pitik e zilma dewletê dest pê dike.

Bavê wê kor dikin

Bavê Xerîbeyê, Yusuf Gezer (64) ji bo debara malbata xwe ya ji 11 kesan pêk tê bike, wek karker diçe bajarên Tirkiyeyê. Bavê ku karkerê înşaetê ye, her ku fersend bibîne tê serdana malbata xwe. Di wan salên tarî yên 1990’î de, di demeke ku zext li hemû bakurê Kurdistanê belav bûbûn de Yusuf Gezer dema ku diçe gundê xwe Xelîla serdana dê û bavê xwe, rastî êrîşa leşkerên ku avêtin ser gund tê. Leşker bi qûndaxa tivingê li Yusuf Gezer didin û ji serê xwe derbê dixwe û birîndar dibe. Tu nexweşxane naxwaze Gezer derman bike. Malbat ji bo ku bavê wan bê dermankirin neçar dimîne îfadeya xwe biguherîne. Lê bavê Gezer tevî ku tê dermankirin jî çavek wî kor dibe.

Koçî Îzmîrê dikin

Piştî vê bûyerê di mehên dawîn ên sala 1994’an de malbata Gezer koçî Îzmîrê kirin, lê malbata ku êdî nema li ber bêzariya malê radiweste, di heman salê de vedigere Kerboranê. Xerîbeyê di vî xaniyê yekqatî yê li Kerboranê de mezin dibe. Li gorî dayika wê dibêje Xerîbeyê yeka jêhatî, kedkar û her tim nizanibûye rûniştandin çi ye. Di gelek karan de bi taybet karê çandiniyê de dixebite. Gezer carna li Adapazariyê findikan berhev dike, carna li Manîsayê firingiyan berhev dike û li Antalyayê jî karê paqijiyê dike, dixwaze cihê xwe di nava têkoşîna azadiya kurd de ku ji zarokatiya xwe ve dilsozê wê bû, bigire. Dawetên li navçeyê ji Xerîbeyê re weke cihê hevdîtinê bûn. Xerîbe di van dawetan de ku cil û bergên neteweyî yên herî xweşik li xwe dikirin û beşdarî dîlanê dibû, li milên birayê xwe govendê digerand. Ev dîlan ango govend Xerîbeyê dikişînin nava têkoşîna azadiyê. Xerîbe di sala 2014’an de rêveberiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeya Kerboranê dike û di heman salê de biryar digire ku bizewice. Tevî biryara zewacê jî ji xebatên siyasî dûr nakeve û roja ku desthineya wê heye tiştên diqewimin wê bêtir ber bi têkoşînê ve dibe.

Bîlal Gezer

Birayê Xerîbeyê, Bîlal Gezer ê 29 salî di serhildanên Kobanê de roja 7’ê cotmeha 2014’an li naverasta kuçeyê tê kuştin. Malbat dibîhîze ku Bîlal Gezer hatiye kuştin, desthineyê diqedîne û kuçe bi kuçe li Bîlal digerin. Wî birîndar radikin nexweşxaneyê lê jiyana xwe ji dest dide. Bîranên wî li pey wî dimînin. Zewicî û bavê zarokekî bûye. Malbat dikeve pey doza lawê xwe û paş ve gav navêje. Ewilî Xerîbeyê diçe cihê ku Bîlal lê hatiye kuştin, nivîsa ‘Ey şehîd xwîna te li erdê namîne’ dinivîsine.

Mehmet Emîn Gezer

Mehmet Emîn Gezer jî ji bo li kujerên kekê xwe bipirse diçe ber Navenda Polîsan a Kerbornê û polîsên tîmên taybet wî gulebaran dikin. Her çiqas tedawiyên dûr û dirêj dîtin jî lê Emîn Gezer felç dimîne. Her çiqas derbarê wan polîsên êrîşkar de doz were vekirin jî lê di meha mijdara îsal de her çar polîs tên beraetkirin.

Navê keça xwe dike Xerîbe

Emîn Gezer ku du zarokên wî hene, navê xwişka xwe Xerîbeyê li keça xwe Şîndayê dike.

Xerîbe di sala 2015’an de hin bêtir giraniyê dide xebatên xwe siyasî û piştî salekê ew û hevjînê xwe dev ji hev berdidin. Xerîbe di qedexeya derketina derve ya li Kerboranê de li mala xwişka xwe asê dimîne û piştî 19 rojan ew tê malê. Piştî ku qedexe bi temamî radibe, Xerîbeyê diçe Îzmîrê cem mala xizmên xwe. Ew di 3’yê adara 2016’an de dema diçe serdana xwişka xwe ya li Kutahyayê zanîngehê dixwîne di encama lêpirsîna derbarê wê de hatiye destpêkirin, tê binçavkirin û paşê jî tê girtinê. Xerîbe bi îdiaya ‘Xerakirina tevahî û yekitiya dewletê’ û ‘endamtiya rêxistinê’ tê girtin û cezayê muebetê û 22 sal cezayê hepsê lê tê birîn.

Haşîm Gezer

Kekê Xerîbeyê Haşîm Gezer (41) tam salek şûn ve di 2017’an de tê girtin. Ewilî li Girtîgeha Mêrdînê girtî dimîne û pişt re jî wê sirgûnî Girtîgeha Xarpêtê ya Hejmara 2’yan a Ewlehiya Bilind dikin. Haşîm Gezer ji doza jê dihat darizandin 22 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Wexta ku ew li girtîgehê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikeve greva birçîbûnê rastî êrîşa gardiyanan tê û parsûyê wî dişikê. Haşîm Gezer hêj di girtîgehê de ye û destûr nehat dayîn ew beşdarî merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe. 6 zarokên Haşim hene û bi hesreta bavê xwe dijîn.

Li 8 girtîgehan gerandin

Xerîbe di 6 salên girtî de li 8 girtîgehan dimîne û li her girtîgehê ji ber sedemên cuda tê sirgûnkirin. Wexta ku Xerîbe girtî ye, xwişka wê Asya Gezer jî tê girtin û di qawîşekê de dimînin. Asya piştî 9 mehan tê berdan. Xerîbeyê jî ji Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Şakrana Îzmîrê, ji vir jî sirgûnî Girtîgeha Tarsûsê, ji vir jî sirgûnî Girtîgeha Bunyana Kayseriyê û ji wir jî sirgûnî Girtîgeha Kandirayê dikin.

Serî natewîne

Li gorî dayika wê Halîme Gezer dibêje keça wê serî natewîne û li hember keça wê li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya fîzîkî dest pê dike. Li girtîgeha Bunyanê jî dibe cihê duyemîn ku îşkence li keça wê tê kirin. Wê dixin hucreya yek kesî û tiştên wê nadinê û ji ber şertên nebaş nexweşîna astimê lê peyda dibe.

Xerîbeyê ji bo ku zextên li ser xwe protesto bike dest bi greva birçîbûnê dike û dibêje heke daxwaza wê neyê qebûlkirin dê dest bi rojiya mirinê bike. Dema zextên li ser wê zêde dibin hucreya xwe dişewitîne. Pişt re jî wê dikin odeyek tije av e û betaniyek şil didinê. Ji bo ku heman çalakiyê neke textê razanê nadinê. Li ser hev cezayê hucreyê lê tê birîn. Li Kayseriyê salek û nîv dimîne û ji vir jî di adara 2021’an de sirgûnî Girtîgeha Kandirayê dikin. Ji ber ku îradeya girtîgehê protesto dike cezayê ‘odeya bi singêr’ lê tê birîn û 20 saet li vir tê ragirtin.

Xerîbeyê li Girtîgeha Kandirayê bi tecawiz û îşkenceya sîstematîk re rûbirû dimîne. Dixwaze dengê ji tevahiya raya giştî re ragihîne. Pişt re Xerîbe di her hevdîtina xwe ya telefonê de xwe moralî nîşan dide. Ji xwişka xwe gîtarek, albûmek ji wêneyên xwarzê û biraziyê wê pêk tê û dosyeyek ku ji stranên kurdî pêk tê dixwaze. Beriya ku tiştên xwestiye bigihîjinê xebera mirina Xerîbeyê tê. Diya wî jê re dibêje ‘Bûka Kurdistanê’ û bûkanî ango cilên bûkaniyê datîne ser gora wê. Xerîbe li kêleka birayê xwe yê hatibû kuştin Bîlal tê veşartin.

Derbarê hemû ferdên malbatê de lêpirsîn

Di nava malbata Gezer de kesek ku lêpirsîn lê nehatibe kirin tune ye. Dozên ku derbarê dayika Halîme û hemû zarokên wê de hatin vekirin hê jî dewam dikin. Dema ku Asya beraet dibe, birayê wê Haşîm tê cezakirin. Dozên ku derbarê dayika Halîme û zarokên wê Leyla, Gulistan, Mehmet Emîn û Ramazan de hatin vekirin hê jî didomin.

Tiştên çêkiriyê dikin diyariya wê

Malbatê û beşdarên merasîmê Xerîbeyê li ber dengê strana ‘Xerîbe’ spartin axê û tiştên wê bi keda destê xwe li girtîgehê çêkiriye wek diyariyê wê li derûdora wê belav dikin.

‘Ez bi enyad dijîm’

Dayika Xerîbeyê, Halîme Gezer wiha dibêje: “Keça min kedkar bû, her tim li cem min bû û min ew mezin kir. Ew karkerek bû. Paşê min radestî partiyê kir. Gotin, ‘Xerîbeyê întîhar kiriye’. Keça min întîhar nekir, hat kuştin. Emîn felc kirin, Haşim girtin, Bîlal û Garîbe kuştin. Em hewl didin zarokên 3 kurên xwe bi tevî dayikên wan ve xwedî bikin.”

Halîme Gezer bersiva pirsa ‘Tu li hember vê êşê çawa dijî?’ wiha dide: “Ez ê li ser pêyan bisekinim. Ez wisa bibim mîna post jî ez ê bi enyad bijîm. Ez ji enyada wan re dijîm.”

Her tim dev bi ken bû

Xwişka wê ya mezin Asya Gezer jî behsa xeyalên wê kir û wiha got: “Di hepsê de her tim dixistin hucreyê. Me digot bila bêdeng bibe, digot, ‘birayê min kuştin, ez ê çawa aram bibim’. Xeyala wê ya herî mezin dîtina rojên azad bû. Digot ‘Em ê rojekê azad bibin’. Xerîbe tevî hemû îşkenceyên ku lê dihat kirin jî tim bi ken bû. Her tim bi me û hevalên xwe re dikeniya û henekê xwe dikir.”

Rojnivîsk

Xerîbeyê dema li Girtîgeha Tarsûsê ye rojnivîskan dinivîsine. Hin rojnivîskên wê wiha ne:

“Têkoşîna rast niha dest pê dike, tu min hînî sebrê bike keko. Wê demê ez ê her tiştî bi ser bixim, li vir ez li ber xwe didim, min soz da te. Li vê cihê faşîst weke berxekî ku dikeve nava guran disekinim.”

“Mirovek mîna çiya, lehengê min hebû ku jiyana min ronî dikir. Ku kes fêhm neke jî ez te fam dikim bavo. Ji ber ku min te fêm kir, min hewl da ku ez bi te re bibim ewledek hêja. Bila serê te bilind be yabo.”

“Ez dixwazim her tiştê ku dijwar e bi ser bixim, ez ji zehmetiyan hez dikim. Carinan ez difikirim ku xwezî ez ji nû ve ji dayik bibûma. Dema ez ji nû ve ji dayik bibûma min dixwest êdî gelê kurd zilmê nedîta û hemû însan azad bûna û aştî pêk bihata.”

“Keko demek em xwişk û bira bûn, lê niha em hevrê ne. Em wek mirovên du cîhanên cuda bûn, a ku me kir hevrêyên hev ev nirx bûn. Êdî em rêwiyên heman rêyê ne Haşîm.”

Çavkanî: MA / Arjîn Dîlek Oncel – Ahmet Kanbal

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar