Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...
Çarşem - 19 Çile 2022

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

KJK: Polîtîkayên qirker û bişaftinê bi hêza kolektîf a civakê pûç bikin

Komîteya Perwerdê ya KJK’ê diyar kir çalakiya ‘Ez mafê perwerdeya xwe ya kurdî dixwazim’ çalakiya herî bi rûmet a xwedî derketina li ziman, çand, azadî û demokrasiyê ye

Komîteya Perwerdê ya KJK’ê derbarê çalakiyên ‘Ez mafê perwerdeya xwe ya kurdî dixwazim’ daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hat parvekirin:

“Dewleta Îranê ji bo mamoste Zara Muhemedî ya perwerdeya zimanê kurdî dida, cezayê 5 sal zindanîkirinê daye. Ev biryar, li hemberî zimanê kurdî, hebûn û nasnameya me kurdan biryareke siyasî ya bê dad, bê hiqûq û înkarkirina me kurdan e. Mafê perwerdê mafekî gerdûnî ye. Mafê perwerdeyê ku ji bo her gelekî, her civakekê cihêrengiya çandî, hebûn û nasnameyê îfade dike, mafeke jiyanî ye. Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo bi zimanek herî safî û zanistî dibêje; “Perwerde, ezmûnên xwe yên civakî bi awayê zanyariyên teorîk û pratîk bi endamên xwe, taybet bi ciwanên xwe dide fêmkirin. Bi vî rengî xwediyê wateyeke jiyanî ye. Civakîkirina zarokan, bi xebata perwerdeya civakê tê meşandin. Perwerdeya zarokan ne erka desthilat û dewletê, erka herî girîng a civakê ye. Ji ber ku zarok û ciwan ên civakê bi xwe ne. Hem wekî maf, hem jî wekî erkekê zarok û ciwanên xwe li gor taybetmendiyên xwezaya xwe ya civakî û kevneşopiyên xwe mezinkirin, veguhertin mijareke jiyanî ye; pirsgirêka domandina hebûna xwe ye. Tu civakek mafê hebûna xwe û ji bo vê erka perwerdekirina ciwanên xwe bi hêzek cuda re par ve nake, vê erkê ji hêzek cuda re nahêle. Hêza mijara gotinê dewlet an jî amûrên desthilatê be jî, nabe vê erk û mafê ji wana re bihêle. Di rewşeke berevajî de, wê bê wateya ku xwe radestî yekdestdarên desthilatê kiriye. Pîroziya mafê perwerdeyê çavkaniya xwe ji hebûnê digire. Destpêkê dayîk-bav, tu hêzek ne dikare bi qasî civakê nêzîkî zarok û ciwanên xwe be, ne jî bi qasî wana pêwîstiya xwe nêzîk bike, dibîne. Di tevahî dîrokê de feraseta netewe-dewletê xwe spartiye hişmendiya yekperestiyê. Ev feraset yek ji dijberên herî mezin ên civakê ye. Ev çalakî civakê ji zarok û ciwanan bêpar dihêle.”

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku van rojan di pêşengiya jinan de çalakiya “Ez mafê perwerdeya xwe ya Kurdî dixwazim” dimeşîne, mafekî girêdayî hebûnê ye. Çalakiya herî bi rûmet a xwedî derketina li ziman, çand, azadî û demokrasiyê ye. Mamoste Zara Muhemedî, bi derfetên xwe li zimanê xwe xwedî derketiye. Bi bahaneya perwerdeya Kurdî zîndanîkirina mamoste Zara, nîşan dide ku rejîma Îranê nayê demokratîkbûnê, li Îranê maf û huqûqa ku her gelek bi zimanê xwe yê dayîkê bixwîne, nîn e.

Perwerde ji bo civakê watedarbûna hebûn, azadî û nasnameyê ye

Heta mamoste Zara Muhemedî azad berdin destpêkê jinên Kurd ên afirînerên civakê, yên nasname û çanda civakê saz dikin, dîsa ciwanên ku mafê wan heye bi zimanê xwe yê dayîkê bi azadî bixwînin û binivîsin, divê çalakiyên demokratîk ên cur bi cur pêş bixin. Heta mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê bi dest bixin divê nesekinin. Her cureyê polîtîkayên înkarker, qirker û bişaftinê yên li dijî hebûn, çand û zimanê Kurdî tên pêşxistin, divê bi hêza kolektîf a civakê pûç bikin.

Berî çend rojan li Tirkiyeyê ciwanê bi navê Enes Kara bi dîmenekê li pêşber tevahî cîhanê eşkere kir ku, ew ji ber sîstema perwerdeya faşîst, qirker a AKP-MHP’ê nikare bi azadî bixwîne û bijî, lewma dawî li jiyana xwe tîne. Erdogan-Bahçelî û yên li dewrûbera wana ciwanên me, însanên me ji bo berjewendiyên xwe yên polîtîk ên qirêj dikin qurban. Yek ji armancên herî girîng ên şeran, hewl didin wekî mulkê herî nirxdar zarokan, keçan û ciwanan di nav xwe de bihelînin. Ji bo vê bi rêya dibistanên ku zarokan dibijêrin û tê de kom dikin, ji 4000’an zêdetir dibistanên cemaetê hewl didin ciwanan bikin robotên bêîrade, bêhiş ku tiştekê lêpirsîn nakin wan bikin kesên bêxem û bêmejî. Armanca herî bingehîn a faşîzma AKP’ê ev e ku, civaka li dijî civakê saz bike, mafê perwerdeyê ji destê civakê derxe, civaka desthilatdar û dewletê ava bike. Ji bo vê, qeyûman di zanîngehan de bi cih dike. Hewl dide hiş û mejiyê ciwanên ku pêşeroja civaka azad, demokratîk in, bikuje. Ji bo vê ziman, çand û dîrokeke pir cuda fêrî zarok û ciwanên ku ji rastiya civakî, îradeya azad hatine dûrxistin, dikin. Di vê perwerdeyê de ji cewherê xwe xerîb kirin, armanca bingehîn e. Hem ji aliyê bîrdozî ve, hem jî ji aliyê madî ve nasnameyeke herî dewletperest didin wana. Bi vî awayî dikin ku, wana bê desthilat jiyan nekin. Dewlet û desthilatê ji bo wana dikin yekane rêya hebûnê ya derbasdar. Van beşên hatine berhevkirin hem xwe wekî dewlet û desthilatê dihesibînin, hem jî bi vî awayî dibin dijberên civaka xwezayî. Desthilatdar ku perwerdeyê desteser dikin, di bin vê yekê de van rastiyên dîrokî hene. Sermayedarek karkerên xwe çawa perwerde bike, desthilatdar jî evd-karkerên di bin hukmê xwe de bi wê hişmendiyê perwerde dikin. Her çendî navê xwe burokrasî be jî, ferdên xwe ji asta herî jêr heta yên jor hemûyan wekî evd mezin dikin.

Bi taybetî desthilatên netewe-dewletê yekdestdariyên xwe yên li ser tevahî zarok û ciwanên civakê, destpêkê bi rêya perwerdeyê dihonin. Şexsên ku li ser ferasetên xwe yên dîrok û hunerê, bi hişmendiyên xwe yên olî û felsefî distirin, êdî nabin şexsên malbatên xwe yên berê; dibin zarok û mulkên xwediyên desthilatê. Biyanîbûna mezin wisa bi sazî dikin. Burjûwazî, ji aliyê perwerdeyê ve çîna ku li ser tevahî gel û civakê yekdestdariya herî mezin ava dike ye. Perwerdeya seretayî û navîn ferz dike, ji bo kesên dixwazin karekî ji bo xwe bibînin jî, şehadeya zanîngehê dixin bîra wana. Bi vî awayî ciwanên civakê dixin nav çembera biyanîbûn û girêdanê û pêvajoya xistina qefesê neçar dikin. Di vê rewşê de zext û zor, hêza madî û perwerdeyê ji bo mêtingehkirina civakê dikin çekên herî xurt.

Lewre mirov dikare bi rihetî bibêje, di tevahî dîroka şaristaniyê de dewlet û desthilatdaran bi rêya perwerdeyê li hemberî civakê şerek meşandine û civakê darbeya herî xedar ji vê xwariye. Mafê perwerdeya civakê, mafekî pêkanîna wê herî zehmet e. Li pêşber hêza mezin a netewe-dewlet û yekdestdarên aboriyê, pêwîst e civak bi rêya perwerdeyê muheqeq hebûna xwe bigire nav temînatê. Civak di vê wateyê de ketiye serdema herî zehmet a dîroka xwe. Hegemonya bîrdozî bi şoreşa danûstandinê ya dawî li ser tevahî civakê şerekî medyayê dimeşîne. Dagirkirinê li gel aliyê leşkerî û aborî, belku ji wê zêdetir bi rêya medyayê, hem jî bêy mirov pê bihese dimeşîne. Bi rêya vî şerî jinûve dagirkeriyeke çandî dimeşîne. Li hemberî vê fetihkirin û dagirkeriyê, pêwîst e civak wekî amûrên xwe yên hebûnê yên herî bingehîn, bi exlaq û têkoşîna xwe ya polîtîk li ber xwe bide. Ev yekane rêya azadî û rizgariyê ye. Civaka ku ciwanên xwe winda bike, yan jî berevajî, ciwanên ku civaka xwe winda bikin têk diçin. Heta mafê hebûna xwe winda dikin, wekî îxanet li wê dikin. Her roj ciwanên me dibin qurbanê van polîtîkayên ji derveyî mirovahiyê yên kirêt. Tiştê pêşî li vê bigire û asteng bike, tenê hişmendiya Modernîteya Demokratîk e, bi îradeya kolektîf aqilê civakî yê ekolojîk, azadîxwaziya jinê, mafê perwerdeya civakê bidestxistine. Ev jî, dema em di her qadekê de li mafên xwe yên gerdûnî xwedî derkevin, wê gengaz be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar