Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...
Şemî - 13 Tebax 2022

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

Koçer: Em ê bi hêza xwe li ber xwe bidin

Alîkarê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got “Vê carê wê şerê me yê li dijî dewleta tirk cuda be.”

Alîkarê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer  derbarê êrîşên dagirker û gefên li ser wê ji ANF’ê re axivî.  Koçer diyar kir vê carê ew ê şerê li dijî dewleta tirk cuda be û ev tişt anî ziman: “Em nikarin baweriya we bi tu kesî bînin. Divê em ji hêza xwe bawer bin û em berxwedanê geş bikin. Divê gelê me amade be.”

Koçer derbarê gefên ku dewleta tirk dike de ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk jixwe ji destpêka şoreşê ve, êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nedaye sekinandin. Berê êrîşên xwe wekî şerê siyasî û taybet meşandiye û piştre wekî leşkerî di bin navê DAIŞ, komên Îslamî û Artêşa Azad a Sûriyeyê domandiye. Dema ku van tiştan têr nekir êdî wê bi xwe êrîş kir. Ev êrîşên Tirkiyeyê êrîşên qetlîamê ne. Armanca dewleta tirk ev e ku çand û gelê kurd bikuje. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî hemû gelan komkujiyan pêk bîne. Divê em vî tiştî diyar bikin, komkujiya Zaxoyê îspata vî tiştî ye. Komkujiya Zaxoyê rûyê rastîn ê dewleta tirk derxistiye holê.

Armanca dewleta tirk ev e ku nexşeya ku nîşanî Neteweyên Yekbûyî daye pêk bîne. Tekane hinceta wê ev e ku bi qasî 30 kîlometreyan qada xwe ya ewle ava bike. Lê gelo beriya wê 6,7 salan DAIŞ li ber serê te bû, ma gelo ev ji bo ewlehiya dewleta tirk ne xetere bû? Ev jî diyar dike DAIŞ ji bo dewleta tirk ne xetere ye û dewleta tirk DAIŞ’ê wekî xetere nabîne. Dewleta tirk ji xwe re çîrokan çêdike û çîrokên wekî ewlehiya sînor derdixe  pêş. Bi van çîrokan re dixwaze li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyan pêk bîne. Bi xebatên dîplomatîk dixwaze ji Amerîkayê tavîzan bistîne wekî tiştên li Serêkaniyê û Girê Spî ne, bi destûrstendina ji Rûsyayê wekî tiştên li Efrînê kirine, li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bikin. Ev tişt li ser Sûriye, kurdan û li ser hemû dinyayê xetereyê çêdikin.”

Koçer diyar kir heke Tirkiye êrîşî Sûriyeyê bike û qadên di bin dagirkeriya dewleta tirk de neyên azadkirin ev tê wateya ku Sûriye parçe bûye û wiha got: “Em dev ji êrîşên nû berdin, li van qadên di bin dagirkeriya dewleta tirk de jixwe guhertina demografîk tê kirin. Niha dixwazin her kesî li van qadan bi cih bikin. Dixwazin kurdan ji van qadan derxînin. Jixwe dixwaze li ser kurdan tunekirinên fîzîkî, çandî û siyasî werin kirin. Dixwaze li hemberî gelê ereb jî serweriya xwe ava bike. Va ye li Iraqê 66 baregehên wan ên leşkerî hene û dixwazin heman tiştî li Sûriyeyê jî bikin.

Komkujiya Zaxoyê

Divê mirov Komkujiya Zaxoyê baş fêm bike. Ev ne komkujiyeke ji rêzê bû. Her roj li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî tên kirin lê kes dengê xwe nake. Dewletên ku pirsgirêkên Sûriyeyê nîqaş dikin û li Sûriyeyê ne jî dengê xwe nakin. Ev dewlet tev li êrîşên li ser kurdan dibin an nabin divê helwesta xwe zelal bikin. Êdî rewş hatiye wê astê. Yan hûn ê tev li van qetlîaman bibin an jî hûn ê helwesta xwe zelal bikin.

Ê ku piştgiriyê dide terora Tirkiyeyê, ê ku Sûriyeyê tevlîhev dike Tirkiye ye, ê ku Lîbyayê û Iraqê tevlîhev dike Tirkiye ye lê kesek jî tuneye ku dengê xwe bike. Dewleta tirk di vê rewşê de hêz û destûra xwe ji van dewletan distîne. Fikra min ev e ku dewleta tirk ji bo ku van êrîşan bike, ji gelek hêzên navneteweyî piştgiriyê distîne. Qaşo ev dewlet demokratîk in û îddîa dikin ku mafên mirovan diparêzin. Dewleta tirk har bûye êrîşî her derê dike. Êrîşî zarok, jin û kal, pîr, bajar û gundan dike lê tu kes nerazîbûnê nîşan nade? Gelo çima tu kes li hemberî dewleta tirk ranabe? Nexwe li pişt Tirkiyeyê hêzek heye divê ev hêz xwe aşkera bike.  Xwe li pişt dewleta tirk veneşêrin û bila dewleta tirk li gorî kêfa xwe gel qetil neke. Dema ku Swêd û Fînlandiya tev li NATO’yê bûn şertê wê yê yekemîn ev bû ‘Gelo ez ê çawa kurdan tasfiye bikim’ Swêd bi salan e banga mafên mirovan û demokrasiyê dike. Dibêjin li Ewropayê dewleta herî demokratîk e. Lê gelo dema ku bendewariyan ji dewleta tirk wateya vî tiştî çi ye? Wateya vî tiştî ev e ku hurmeta wê ji bo demokrasiyê nemaye û bi feraseta Erdogan tevdigere.

Erdogan bûye kesekî nexweş. Gund û bajar û sivîlan bombe dike. Ji dewletbûnê derketine. Hurmeta wan ji bo cîran û derdora wan nemaye. Bi navê ‘Em li dijî terorê şer dikin’ êrîşî her derê dikin. Bûne dewleteke terorê. Li dinyayê tişta herî xetere ne DAIŞ e, dewleta tirk. DAIŞ tasfiye bû. Lê dewleta tirk feraseta DAIŞ’ê temsîl dike. Xetereya wê li Ewropa, Rojhilata Navîn, Iraq û Sûriyeyê heye. Heke ev feraset neyê tasfiyekirin, mirov nikare qala tasfiyeya DAIŞ’ê bike.

Heke dinya vê rastiyê nabîne, nexwe ew jî piştgiriyê didin dewleta tirk. Bêdengî tê wateya ku ez komkujiyan qebûl bikin. Komkujiya Zaxoyê li gorî hinek dewletan wekî ku bi şaşî hatiye kirin. Lê ne wisa ye. Tişta herî balkêş jî Mesrûr Barzanî diçe ba Kazimî û dixwaze meşên li hemberî dewleta tirk were sekinandin. Ev qaşo kurd in û li ser navê kurdan diaxivin. Mesrûr Barzanî dixwaze nerazîbûnê li hemberî vê qetlîamê kêm bike. Lê hêrsa gel kêm nabe. Dewleta tirk êdî hedê xwe derbas kiriye. Sînorê qanûna navneteweyî û exlaqî derbas kiriye.  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî her roj sivîlan dikuje.  Komkujiyên li Efrîn, Serêkaniyê û Zaxoyê hatin kirin, komkujiyên heman ferasetê ne. Ev jî tê wateya ku dewleta tirk fermana xwe ji cihekî xurt distîne. Ev hêz divê xwe veneşêrin û derkevin holê. Ev hêz li ser kuştina gel dîplomasiyê dikin. Civak êdî vî tiştî qebûl nake.

Dê berxwedana me geştir bibe

Her roj bi dronan li Şengalê didin.  Li Şengalê ya ku DAIŞ’ê nekarî her kesî bikuje, vê carê dewleta tirk ketiye meriyetê û dixwaze vî tiştî temam bike. DAIŞ’ê nekarî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê desteser bike lê niha dewleta tirk vî tiştî dike. Dewleta tirk bavê DAIŞ’ê ye. Tişta ku kurê wê nekariye bike, ew dike. Wekî DAIŞ’ê heman siyasetê dimeşînin. Her roj komkujiya dike. Li Zirganê hemû gund hilweşandibûn. Gel di wan xaniyan de bûn. Vî tiştî li pêş çavê dinyayê dike. Li pêş çavê Neteweyên Yekbûyî ya ku naxwaze mirov werin qetilkirin dike. Ka li ku ne? Dema ku çavê xwe ji dewleta tirk re digirin tê wateya ku dixwazin dewleta tirk vî tiştî bikin. Em vî tiştî qebûl nakin. Em ê li ber xwe bidin û berxwedana xwe geştir bikin. Bila tu kes ji me re nebêjin xwe neparêzin. Em mecbûr in xwe biparêzin.

Şehadeta Jiyan Tolhildan

Dewleta tirk her roj êrîşî herêmê dike. Sivîlan û rayedarên leşkerî şehîd dike. Koalîsyon tu carî li vî tiştî nafikire. Jiyan Tolhildan berpirsa Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bû. 24 saetan tevî Koalîsyonê li hemberî DAIŞ’ê şer dikir. Êrîşa dewleta tirk tê wateya parastina DAIŞ’ê. Dema ku heval Jiyan hat şehîdxistin ka helwesta Koalîsyonê li ku bû? We bi hev re li dijî DAIŞ’ê şer kir. Koalîsyon hemûyan nas dike. Heke tu kesên li dijî DAIŞ’ê şer dikî nikaribî biparêzî tu yê sivîlan çawa biparêzî? Gelek wateyên şehadeta Jiyan Tolhildanê heye. Peyamê didin ku hemû kesên li dijî DAIŞ’ê şer kirine, dibin hedef. Kî li hemberî DAIŞ’ê şer bike, ew dibe hedefa dewleta tirk. Jiyan Tolhildan fermandara Antî Terorê bû, 24 saetan tevî Koalîsyonê li dijî DAIŞ’ê şer dikir. Lê tu kes ranabe û nabêje tu kesên li dijî DAIŞ’ê şer kirine dike hedef.  Di heman demê de êrîşa li ser Jiyan Tolhildan tê wateya ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo dibe hedef. Dewleta tirk jinên serbilind, azad û xwedî rûmet qebûl nake. Dixwaze jin kole be. Dema ku Jiyan Tolhildan dibe hedef, tê wateya ku hemû jin dibin hedef.

Dewleta tirk ji bo ku li Minbîc, Til Rifata û Kobanê êrîşan bike û destûrê ji Rûsyayê werbigire, dîplomasiyê dike. Ji bo ku êrîşî Dirbêsiyê, Amûdê û Dêrikê bike û destûrê ji DYA bistîne, dîplomasiyê dike. Em bangeke aşkera li van dewletan dikin, heke hûn ê vê civakê neparêzin bi aşkera ji gel re bibêjin. Hûn çima ser wê digirin? Gerandina balefiran serbest e. Destûra vî tiştî di destê Rûsya û Amerîka de ye. Dibêjin serbest e bila li kurdan bidin. We komkujî li Efrîn, Serêkaniyê û Zaxoyê serbest kirin. Hûn berpirsên van komkujiya in. Bila tu kes wekî ku ne berpirsyar be, tevnegere. We cesaret da dewleta tirk ku van qetlîaman bike.”

Alîkarê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer diyar kir ku ji bo dewleta tirk kurd bûne fobî û got “Ji kuştina kurdan zewqê distînin. Bi çekên kîmyewî êrîşî gerîlayan dikin. Ev tê wateya binpêkirina qanûnên navneteweyî û yên Neteweyên Yekbûyî. Çekên li her dera dinyayê qedexe ne li hemberî kurdan bi kar tînin. Nexwe ev dewlet wisa nêzî doza kurdan dibin. Hûn derewan li mirovan dikin. Maskeya hemû kesan ketiye. Welatên Ewropayê bi gotinên ‘Em demokratîk in, em mafên mirovan diparêzin’ civakan dixapînin.  Mirov tên kuştin tiştekî nabêjin. Dewleta tirk li ser navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ xizmeta terorê dike. Ev wisa nabe. Divê her dewlet êdî helwesta xwe bi awayekî zelal derxe holê. Bi xapandinê ev tişt naçe serî.”

Em pişta xwe naspêrin tu dewletê

Alîkarê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer diyar kir ew pişta xwe naspêrin tu dewletê û got “Em baweriya xwe bi hêza civak û ya xwe tînin. Em bendewariyê ji hêzên din nakin. Ji ber ku tecrubeyên me li holê ne. Me dît ku çawa ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî vekişiyane. Belkî sibê jî vekişin. Em baweriya xwe bi tu hêzeke din naynin. Xetere mezin e û didome. Divê mirov nebêje ji civîna Tehranê tiştek derneket û êrîş wê neyê kirin. Di van civînan de tu encam derneket lê belkî di hinek waran de li hev kirine. Tê zanîn ku civînên Astanayê tê wateya civînên parçekirina axa Sûriyeyê. Axa Sûriyeyê di nav xwe de parçe dikin. Bêyî ku Sûriye jî tevlê bibe, sê welat tên ba hev û li ser Sûriyeyê civînê dikin. Ev ne siyaset e. Her civîna Astanayê ji bo Sûriyeyê bûye civîna krîz û pirsgirêkan. Ji ber vê divê em ji hêza xwe bawer bin.

Rêveberiya me Rewşa Awarte îlan kir. Em dizanin li pêşiya me şerekî mezin heye. Ev şer wê neşibe şerên din. Divê civaka me tevdîrên xwe bistîne û mekanîzmaya xwe ya parastinê ava bike. Tekane şanseke me heye, ew jî berxwedaneke mezin e. Vê carê wê berxwedan bi serfiraziyê pêk were. Di nav vê berxwedanê de wê pêngavên me yên mezin hebe.  Şer hebe yan tunebe em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin. Hêza me mezin e, em xwedî felsefe û fikrekî ne. Em gel divê xwe di warê rêxistinî, siyasî û leşkerî baş amade bikin. Li çiyayan berxwedana gerîlayan dewleta tirk tengijandiye. Li hemberî gerîla her cure çekan bi kar tînin lê her roj dora dewleta tirk teng dibe. Ji ber ku dewleta tirk li çiyayan bi ser neketiye îro êrîşî me nake.  Tekane hedefa me heye, ew jî mezinkirina şoreşê ye. Roj bi roj şoreşa me mezin dibe û em bawer in wê mezintir bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar