Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Komalên Ciwan: Em qefle bi qefle berê xwe bidin nav refên gerîlayan

Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya salvegera avabûna PKK’ê peyamek weşand û wiha got: “Em di sala 44’an de li ser xeta serfiraziyê ya PKK’ê bijîn, têbikoşin û şer bikin. Em qefle bi qefle berê xwe bidin nav refên gerîlayan.”

Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya salvegera avabûna PKK’ê peyamek weşand.

Di peyamê de ev tişt hat diyarkirin:

“Partiya me ya ku ocaxa azadiyê ya ciwanên şoreşger a Kurdistanê ye, em salvegera 43’emîn a avabûna wê di serî de li Rêber Apo, li hemû gelê me yê welatparêz, hevrêyên xwe yên têkoşînê û li hemû mirovayetiyê pîroz dikin. Em hemû şehîdên xwe yên ku qehremanên sereke yên têkoşîna me ya hebûn û azadiyê ne, bi rêz û hurmeteke mezin bi bîr tînin û soza xwe ya serfirazyê nû dikin.

PKK navê mûcîzyeke 43 salan e. Di avabûna wê de jî diyar dibe ku mohra xwe li dîrokê bide. Bi şoreşgeriya şertên awarte ya wekî karwanê azadiyê derketiye rê. Mêtingeriya ku kurd nehiştiye ku îxanet li xwe nehatiye kirin, li Kurdistanê serwer e. Kurdbûna ku bi qetlîamên fîzîkî îradeya wê hatiye şikandin, bê bawerî hatiye hiştin maye. Ji xeynî kurdbûnê her tişt ji kurdan re rewa hatiye dîtin. Hest, fikr, hebûn û jiyana kurdan hatiye asta ku xizmeta dijmin bike.  Ji ciwanan heta kal û pîran hatiye xwestin ku ciwan ji mirovayetiyê werin derxistin.

Rêber Apo dil û mejiyê xwe daniye pêşiya vê qirkirina li Kurdistanê û jê re gotiye bisekine.  Wî bi îmhakirina qereqolên ku dijmin di dil û hiş de ava kiriye, dest bi şer kiriye.  Rêber Apo di meşa xwe ya şoreşê de ya ku di 24 saliya xwe de dest pê kiriye, nirxên ku faşîzmê tune kiriye, dîsa ava kiriye. Heqîqeta mûhteşem a helwesta PKK’ê di vir de ye. Rêber Apo qibleya fikra azadiyê dîtiye, ji bo nirxa ku jê bawer dike, dest bi têkoşînê kiriye û herî dawîn jî kesayetiyeke wisa ava kiriye ku di têkoşîna xwe ya serkeftinê de ruhekî fedaî ava kiriye. Wî kesayetiyeke nû ya têkoşer û şervan ava kiriye.

Rêber Apo beriya her tiştî di xwe de zayîneke nû afirandiye. Piştre ev tişt kiriye haveynê rastiya mûcîzevî ya bi navê PKK’ê. Şerê ku Rêber Apo bi xwe dest pê kiriye, piştre biriye Kurdistanê û heqîqeta PKK’ê ya ku têk naçe wisa pêk hatiye.  Rêber Apo ketiye nav têkoşîna şoreşeke ku herî dijwar a ku qet derfet tê de tune. PKK bi vê helwesta xwe bûye tevgera herî şoreşger a heta niha. Têkoşîna şoreşa 43 salan xwe dispêre vî tiştî. Îro di bin îşkenceya pergala Îmraliyê de bi bîr û baweriya xwe dijmin li ber wî çok daniye.

Sedema ku ligel gelek dijwarî û berdêlan ciwanên Kurdistanê tevî nav refên PKK’ê dibe ev e. Ciwanên Kurdistanê 43 sal in dahatûya xwe bi PKK’ê xeyal dike. 43 sal in ligel zordestiya faşîst di nav refên gerîla de valatî qet nemaye.  Meşa ciwanan a ku bi pêşengiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, her dem xwe ciwan hiştiye û bûye kabûsa dijmin. ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî biqedînin’ li Kurdistanê bûye felsefeya jiyana ciwanan. Rêber Apo ciwanên Kurdistanê kiriye nifşên fedayî yên pêşengên şoreşê. Xeta berxwedanê ya bi ciwanan hatiye avakirin îro planên qirkirinê pûç dike.

Meşa PKK’ê êdî bûye meşa ku ji xeynî serfiraziyê wê tu negihêje tu encameke din. Tu rejîma faşîst wê nikaribe vê rastiyê biguherîne. Sala 44’emîn a PKK’ê wê bi bi pêşengiya ciwanan ku li ser xeta serfiraziyê li ber xwe dide, dê bibe sala şoreşê. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin. Em di sala 44’an de li ser xeta serfiraziyê ya PKK’ê bijîn, têbikoşin û şer bikin. Em qefle bi qefle berê xwe bidin nav refên gerîlayan.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar