Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê Hozan Mizgîn bi bîr anî

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê, şehîd Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) di salvegera 30'î ya şehadeta wê de bi bîr anî.

Komîteya Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) a PKK’ê, têkildarî salvegera 30’î ya şehadeta Hozan Mizgîn peyamek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Şehîd Mizgîn bi jiyan, têkoşîn û bexwedana xwe bû nîşaneya şehîdên tevgera çand û hunerê ya azad.

Komîteya Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) a PKK’ê, ev tişt anî ziman: “Meha Gulanê ji aliyê Tevgera Azadiyê ve weke meha şehîdan hatiye pejirandin. Hakî Karer, Xelîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Ferhat, Necmî, Eşref, Mahmût û gelek şehîdên din di vê mehê de tevlî refên nemiran bûne. Yek ji van lehengan jî şehîd Mîzgîn e. Wekî tê zanîn, hunermenda şoreşger û fermandara efsanewî Gûrbet Aydin, bi navê din Mizgîn, di 11’ê Gulana 1992’ê de li Tetwanê, bi berxwedaneke bi heybet tevlî karwanê nemiran bû. Şehîd Mizgîn li pey xwe modêleke kesayeta jin a azad, hunermend û şoreşger ji bo me hişt. Em di şexsê şehîda nemir heval Mizgîn de tevahî şehîdên xwe bibîr tînin, soza pêkanîna xeyalên wan dubare dikin.”

Komîteya Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) a PKK’ê, bi berdewamî ev tişt got: “Heval Mizgîn sala 1980’ê tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Di wî temenê xwe yê biçûk de barê ji temenê xwe mezintir hildide ser milên xwe. Piştî ku wextekê li qada Bakurê welêt karê şoreşgerî dike, sala 1982’an ji bo rêxistinkirina karên çand û hunerê derbasî qada Ewropayê dibe. Li wir bi şehîd Sefkan re bi awayekî serketî kedeke pir mezin dide û heya roja me ya îro jî em li ser wê ked û mîrateyê dimeşin. Piştî ku demekê li qada Rêbertiyê dimîne, sala 1991’ê derbasî çiyayên Bakurê Kurdistanê dibe. Di asta yekemîn de dibe berpirsyara qada Xerzanê û tevî zorî û zehmetiyan jî erka xwe ya farmandariyê di xeta milîtaniya Apoyî û xeta jin a azad de, bi awayekî pir serketî pêk tîne. Şehîd Mizgîn xwedî armanc, xeyal, hest, fikir û hewleke pir mezin bû; ji bo felsefeya jiyana azad a Rêber APO di kesayeta xwe de bide rûniştandin, dîsa hunera xwe û kêlî bi kêlî tevahiya jiyana xwe li ser wê heqîqetê bihûne, xwe bi armanca xwe ve kilîd kiribû. Di heman demê de, ji bo rastiya dagirkeriyê, koledariyê û qirkeriyê bide fêmkririn, dîsa êş û qîrîna gelê xwe û jin a Kurd a ku bi hezaran sal e, di bin nîrê desthilatiya zilam û zordestiya dewletê de ye, bi rêya hunerê bigihîne civaka xwe, nêzîkbûn û rêbazên Rêbertiyê ji xwe re kir esas û xeta xwe ya hunerê li ser vî esasî dihonand.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro modernîteya kapîtalîst ji bo nirxên civakê bênirx bike û civakê ji hev belav bike, huner û hunermend weke amurekî sereke bikar tîne. Li şûna feraseta kom, komînalbûn û civakbûnê takekesiyeke ji dîsîplîn, felsefeya azadiyê û jiyana bi watedar qutbûyî, dide pêş. Şehîd Mizgîn di meşa xwe ya pêşengtiya jin a milîtanî û pêşengtiya hunermenda civakî û şoreşgerî de li dijî vê feraseta dijcivakî, dijçandî û dijwateyî xeteke azad diyarî me kir. Em weke gel û tevgera azadiyê îro di hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de ji bo Rêberê we, ji bo welatê xwe têdikoşin. Gerîlayê qehreman li hember dagirkeriyê bi ruhekî fedaî şer dike û pergala dijmin parçe dike. Her hunermend jî pêwiste bi vî ruhê şoreşger tevbigere û têkoşîneke mezin bike. Şehîd Mizgîn ji bo me mînakeke herî bi hêz û watedar e.”

Di dawiya daxuyaniya Komîteya Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) a PKK’ê, de ev tişt hat gotin: “Heval Mizgîn bi sekin û jiyana xwe, bi têkoşîn û şoreşgeriya xwe bû sembola şehîdên tevgera çand û hunerê ya azad. Dîsa 11’ê Gulanê ku salvegera şehadeta şehîd Mizgîn e, weke roja şehîdên tevgera çand û huner hatiye pejirandin û îlankirin. Em, weke şagirt û hevrêyên şehîd Mizgîn, careke din wê bibîr tînin û soz didin ku sekna wê ya hunermend, fermandar û jin a azad wê bibe perspektîfa me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar