Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Komploya navdewletî didome

Çi cara ku nûnerên gelê kurd hewl didin pirsgirêkên xwe bi rêya diyalog û muzakereyan çareser bikin bi êrîş, suikast, komkujî û girtinê re rû bi rû dimînin. Di 28 salên dawî de nûnerên gelê kurd gelek caran xwest bi rêya diyalog, muzakere, demokrasî û aştiyê pirsgirêka kurd çareser bike. Lê her tim rayedarên dewletê û hêzên navdewletî li pêş nûnerên gelê kurd astengî derxistin. 22 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide bi rêya diyalog û muzakereyan pirsgirêkan çareser bike lê ji ber hêzên navdewletî vê yekê naxwazin tecrîdê mutlaq dikin.

Di 20’ê adara 1993’an de dema PKK’ê yek alî agirbest îlan kir, Serokkomarê Tirkiyeyê yê kurd Turgut Ozal jî dît ku êdî bi şer nikare pirsgirêkê çareser bike û xwest bi rêya diyalog û muzakereyan pirsgirêkê çareser bike. Piştî Ozal xwest bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bike, Ozal piştî gera 5 welatan di 17’ê nîsana 1993’an de jahrînî kirin û kuştin. Piştî diyalogê PKK’ê 2 meh agirbest dirêj kir û 2 roj şûnde rayedarên dewletê Ozal jahrînî kirin û kuştin.

Dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şamê bû û ji bo dîplomasiyê diçû Şamê û dihat di 6’ê gulana 1996’an de endamên MÎT’ê li dijî Ocalan xwestin suîkastê pêk bînin. Lê plana wan bi  ser neket û êrîş bê encam ma.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dema li Sûriyeyê bû, di 1’ê Îlona 1998’an de agirbest îlan kir. Ocalan xwest ewil agirbestê îlan bike û pişt re di nava aştiyê de diyalog û muzakereyan pêş bixin. Lê vê carê endamên MîT’ê û îstixbarata navdewletî bûn yek û Ocalan ji Şamê derxistin. Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komploya navdewletî Ocalan ji Sûriyeyê derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de jî radestî Tirkiyeyê kirin. Lê Ocalan û PKK’ê dîsa di çareserkirina bi rêya diyalog, muzakere, demokrasiyê de israr kir. Li zindana Îmraliyê her tim ji bo pirsgirêkê bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bike têkoşiya. Di sala 2013’an dema xwest pêvajoyek nû bide destpêkirin, di 9‘ê Çileya 2013’an de li Parîsê li dijî dîplomatên kurd ên jin êrîş pêk anîn. 3 dîplomat û siyasetmedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê qetil kirin. Xwestin rê li pêş muzakere û diyalogê bigirin. Lê Ocalan dîsa di muzakere û dîplomasiyê de israr kir.

Di 15’ê Nîsana 2020’an de dema PDK û YNK’ê li Zînê Wertê xwest li qadên gerîlla bi cih bibin. Dema PKK’ê 3 endamên xwe şandin û xwestin bi diyalogê pirsgirêkê çareser bikin, li dijî 3 gerîllayan êrîşa hewayî pêk anîn û 3 gerîlla hatin qetilkirin..

Herî dawî di 16-17’ê tebaxa 2021’an  de nûnerên Şengalê dema hewl didan bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimi re pirsgirêka Şengalê çareser bikin, êrîşê maşîneya YBŞ’ê kirin û Fermandarê YBŞ’ê yê Şengalê Seît Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda qetil kirin. Roja dîtir êrîşî nexweşxaeya Şengalê kirin û 8 xizmetkarên tenduristiyê û YBŞ’î qetil kirin.

Gelek caran jî siyasetmedarên kurd xwestin li meclisê bi rêya siyasetê pirsgirêkê çareser bikin. Lê nûnerên kurdan piştî ketin meclisê û xwestin pirsgirêka kurd bînin meclisê vê carê bi lîncê re rû bi rû man û hatin girtin.  Parlamenterên Partiya Demokrasiyê (DEP) Leyla Zana, Hatîp Dîcle, Mahmut Alinak, Selîm Sadak, Sirri Sakik, Orhan Dogan, Zubeyîr Aydar û Ahmet Turk piştî ketin meclisê xwestin bi zimanê zikmaki sond bixwin. Parlamenterê kurd hêj gav neavêtin meclisê di 2’ê Adara 1993’an de bi hinceta bi kurdî sond xwarine ew li pey xwe kaş kirin û şandin girtîgehê. 10 salan girtî man û pişt re hatin berdan.

Dema em li van çend mînakan dinêrin em dibînin ku hêzên dewleta Tirkiyeyê û hêzên navdewletî her tim hêz û tevgera kurdan dişopîne. Çi cara kurd xwe bi rêxistin dikin, hewl didin xwe bi xwe bi rê ve bibin û pirsgirêka xwe bi rêya dîplomasî û muzakereyan çareser bikin, dibin hedefa hêzên navdewletî.

Êrîşa li dijî Şengalê û li dijî Fermandarê YBŞ’ê Seît Hesen jî berdewama komploya navdewletî ye û li pişt van êrîşan ne tenê Tirkiye, Iraq, DYA, Îran, Rûsya û welatên din jî hene.

Hêzên navdewletî tu carî naxwazin kurd bibin xwedî statu. Tu carî naxwazin kurd bi rêya dîplomasî û diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bike. Her cara ku ketiye nava hewldanan bûye hedef û êrîş.

Ji ber ku dizanin piştî kurd xwe bi rêxistin bikin û diplomasiya xwe pêş bixin, êdî dewletên cîhanê jî nikarin rê li pêş kurdan bigirin. Ji ber vê yekê divê kurd jî bêtir li doz û têkoşîna xwe xwedî derkeve û biparêze.

Nûçeyên Têkildar