Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...
Duşem - 17 Çile 2022

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Kurdî hepsî malê nekin!

Taybet bi zêdebûna êrîş û gefên dagirkeriyê yên di her warî de li ser kurd-Kurdistanê em dibînin, di gelek aliyan de civaka kurd li gorî pêwîst têkoşîneke hemdemî raber nake. Taybet di warê çand û ziman de em dibînin, xebateke baş ku bikare ji asîmlasyon û tunekirinê rizgar bike nayêkirin.

Bi taybet di demê dawî de gelek nivîs û peyamên ku zimanê kurdî ji bo di gelek warî de bikeve nava civakê û di her warî de bê axaftin, nivîsîn û gotin tê kirin. Balkêş e heta hinek gotinên pir sosret û balkêş ku divê qet neyêkirin tê kirin. Mînak; ‘Hûn nikaribin li derve kurdî biaxivin, li malê bi zarokên xwe re kurdî baxivin.’ Çiqas niyetek xirab li pişt vê nebe, heman demê têgîneke ku ziman li malê girtî bihêle tê kirin. Çawa dibe li mal kurdî biaxive, lê derve di warê jiyanê de bi zimaneke din biaxive. Ev li hev nayê.

Ji bo wê divê her kesê xizmetê ji bo kurdî û zimanê kurmancî dike, ji gotin û kiryarên ku ziman bixe di nava rewşek teng de, birevin. Ziman têgîn û hêmayeke welê ye divê di her warê jiyan û kar û barê civakî de bê axaftin. Esasê ziman ev e. Nabe ku mirov ji bo têgîneke wiha sînorek wiha teng lê bar bike. Dibe niyetek xirab li pişt nebe, lê heman demê berê kesan arasteyekî wiha teng dike. Weke ku tiştek qedexe û nabe derve bê kirin, dide nîşandan. Ji bo wê divê demildest berê gel arasteyî li her warê jiyanê bikare bi kurdî baxive, binivse û bihûne bê kirin.

Di demeke wiha de pêşketinên mezin jî hene di vî warî de. Taybet li Meclisa Tirkiyeyê parlamenterên kurd li cihê ku kurd-Kurdistanê lê hat qedexekirin; bi zarê kurdî yê şîrîn, gotin di cih de be weke bilbilan bi kurmancî dixuriyan.

Cihê ku kurdî lê biaxive ev der e. Li qada siyasî, aborî, civakî, çandî û dîplomasî divê kurdî li her derê be. A li kurdî tê û kurdî heq dike ev e. Parlamentera HDP’ê Ayşe Sûrûcû û Feleknas Ûca li nava meclisê bi kurdiyeke pak axivîn û diyar kir ku divê li her derê kurdî bê axaftin.

Divê her ferdekî kurd ji vê helwesta Sûrûcû û Ûca hêzê bigire, ji niha û şûnde li her derê bi kurdî-kurmancî biaxive. Tu ciheke ji bo kurdî neyê axaftin qedexe nîne. Parlamenteran ev da nîşandan. Ev jî tirsek mezin xist nava dilê dagirkeran. Ev yek asta têkoşîna gelê kurd a gihiştiyê jî nîşan dide. Ji bo wê girîng e ku mirov xwedî li vê helwestê derkeve.

Ziman ne tenê bi stran, çand û hunerê bê axaftin. Di meclisê de jî bê axaftin û heta li her qadê. Nexwe bi vî rengî nebe, wê ziman pêşnekeve û nebe malê siyaset û civakê. Hepiskirina kurdî li mal û hinek cihên diyar, bêmafiya herî mezin e li ber têkoşîna hezaran salan a kurdan.

Di serî de divê HDP di warê siyasî û dîplomasî de pêşengtiyê ji vê re bike. Di hemû xebatên xwe de zimanê kurdî esas bigire û li gel zimanê tirkî kar û xebatên xwe yên nava gel bike. Kurdî bi herêmên bakurê Kurdistanê re sînordar nehêle. Çawa ku xebatên xwe li Bakur û metrepolên Tirkyeyê dike, heman xebatê ji bo ziman jî bike. Zimanê kurmancî-tirkî bi hev re li her qadê bikeve meriyetê. Ev divê xebateke esas li gel xebatên din bê destgirtin.

Çawa ku li bakurê Kurdistanê zimanê tirkî di warê jiyanî de heye, divê ev xebat ji bo kurdî jî li gelek deverên Tirkiyeyê li her qadê bê kirin. Ji bo serxistina vê jî divê di serî de xebatkar, parlamenter û kesayetên nas ên di warê siyasî, rewşenbîrî û dîplomasî de kar dikin, kurdî-kurmancî kar bikin, biaxivin. Dema ev yek kir, wê bikarin di gelek waran de vê xebatê pêştir bibin, bikin malê gel tev.

Dema kurdek çû deverekê wê nêzîkatiyeke biyanî yan tercûman pêwîst neke. Ev jî wê bibe yek ji gavên herî serketî ya di serî de HDP’ê û saziyên kurd-tirkî ya ji bo gelê herêmê.

Ji bo wê ye, berî her tiştî divê nêzîkatiyeke wiha dorfireh û meyzîneke fireh lazim e. Em pir teng û biçûk li mijarê nenêrin. Çiqasî meyzîna me fireh û domdirêj bifikirin, em ê ewqasî bikarin xuliqkar û rêbazên pêşxistina têkoşîna tê kirin, derxînin holê.

Hêvî û hemû hestên min ew e ku her ferdekî kurd li ser vî esasî li mijarê binêre, ji bo serketina vê jî erk û berpirsyariyên xwe pêk bîne. Zimanê kurdî-kurmancî hepsî kolan, mal û taxan neke, li her derê bi serbilindî û serfirazî zimanê xwe biaxive û bide fêrkirin.

Fêrkirin û belavkirina ziman ne tenê erkê dayik-bav û perwerdekaran e. Erkê me tevan e…

Nûçeyên Têkildar