Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...
Duşem - 17 Çile 2022

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Lêgerîna melodiya azadiyê

Bermal Çem |

Di jiyana mirovan de hin kêlî hene ku dema di qefesa sîng de kom dibin û dixwazin xwe bidin der, ji jiyanê re deriyekî nû vedikin. Wê gavê ger ku mirov bisekine dibe ku kêlî ango jiyan giyan bide. Ji ber ew demên afirîneriyê ne, demên wiha ne ku dikarin di kêliyê de guhartinên mezin çêbikin. Ango kêliyên zayînê ne. Têkiliyek di navbera jiyan û mirinê de ye.

Ger ku nefes ango ew wext sekinî wê bi xwe re mirinê bîne. Xetek zirav û nazik e, lewra ew di qefesa dil de wek temenê perperîkekê lê dide û dikare weke teqîna yekem a gerdûnê jî were şîrovekirin. Tişta em qala wê dikin zayîn, afirênerî û çêbûyîn e. Berhemên ku dikare gelek dem û dewranan bide guhertin. Hunermend berdevkên vê zayînê ne û qefesa dilê xwe bi wijdana mirovahiyê re dikin yek û weke toqek dixin stûyê xwe. Di literatûra hunerî de jê re ‘îlham’ tê gotin. Di kêliyê de û gelek caran beyî ku mirov li bendê be tê. Ger ku hunermend ne şiyar be û her tim guhê wê/wî ne li dil û wijdan be dikare di kêlîyê de biçe jî. Lê ya rast, ew hebûnek ji ‘îlhamê wêdetir e’. Dibe ku bêhnek ji kezeba heqîqetê be û weke diyarî ji mirovahî û ji hemû zindiyan re be. Lewra hunermend dema ku ew henaseya kûr hîs kir, divê bi lez û bez dest biavêje pênûsa hestên xwe. Naxwe ger derengmayînek çêbibe, dibe ku heta dawiya jiyana xwe cardin wê kêliyê nejî. Wateya kêliya ji bo huner di asta mayin û nemayînê de ye. Dibe ku ew kombuyîna paşeroj û pêşerojê be jî. Jiyan û mirin di nav hev de tê jiyîn, yê ku ew henasa heqîqetê kişand hundirê xwe, wê jiyanê bigire û bernede. Dibe ku ew kêlî xewnek be jî.

Awaza diyariya min

Belê dixwazim kêliyek jiyana xwe, ango xewnek xwe bi we re parve bikim. Xewnek ku salên dirêj min li du xwe bezand û wateya jiyana min guhert. Ew tenê xewnek bû, lê bi salan ez li du geriyam û hîn jî digerim. Di sala 2005’an de li warê xwe, li çiyayên asê bûm. Demsal zivistanek sar û hişk bû ku çiya tenê bi xemlek spî dor li me pêça bû. Bi heybeta Şekîf, bi nazdariya ava Lolan û bi bêhna bayê Koma Sor, li hembêza dayika xwe Xinêre, di xewnek kûr û şêrîn de bûm. Di xewna xwe de wek zarokek li xwe bigere çavê min li ezmanê şîn bû. Derdor zinarên asê û bilind, ji seranserê wan zinaran jî dengê awazekê bilind dibû. Ewqas xweş û efsûnî bû, canê min dilerizî, bêhna min diçikiya û ezman nêzî min dibû. Min dixwest bi bask bibim û bifirim nava wê awazê. Ber bi çiyayan ve dibeziyam da ku xwe bigihînim wê kêliyê. Min hîs dikir ku temenê jiyanê kêm e û divê lez bikim. Her nêz dibûm mest dibûm û dengê qefesa dilê min lêdixist. Dengê jinekê ji bilindahiya çiya dihat, weke dengê xwedawendek bi heybet bû. Çiya û awaz bi dengê jina xwedawend, weke orkestrayek ku tu car wê notayên heyî têrê nekin ku binivîsin, di nav ahengek bê hempa de digeriyan. Her dibeziyam çiya û deng dûr diket, kêliyên min di bedena min de can didan. Ez ditirsiyam ku jiyan raweste. Lê vê carê ezman dikeniya û dengê jina ku li nav çiyayan belav dibû hîn jî bi awazê re dihat û wiha digot: “Lez bike, ev awaz ji bo te diyarî ye, ger tu xwe bigihînî van lûtkeyan tu xwe bigihînî vê awazê jî, lê nesekine û destê xwe biavêje dilê xwe.” Di nav bezek wisa de bûm, bi qîrîna xwe min dikaribû wan çiyayan bihejanda. Hîn çavê min li lûtkeyên bilind bûn ku êdî nêz bibûm û bi dengê “rojbaş heval’’ qîrîna min di gewriya min de ma. Min ne dixwest şiyar bibim û çavê xwe vekim, hêdî hêdî ew awaza ji bo min diyarî bû, winda dibû. Her vedigeriyam nav xewna xwe, lê heval bi dengek çiyayî bê navber bang dikir “Rojbaş hevalno rojbaş!!.”

Kêliyek bû destpêka jiyanê

Lê êdî ez li cîhanek din bûm, xewn bûbû rastî, rastî jî xewn. Xemgîniyek li min peyda bûbû. Awaz û dengê dayika jiyanê li wan lûtkeyan mabûn. Ji wê rojê û pê de min dest bi çêkirina stranan kir. Ew biryardayîna min a rêwîtiya hunerê bû. Li kêliyên ku jiyan xwe li dilê min dipêçand, min gelek awaz çêkirin. Gelek awazên ku ne çîrok, rastî bûn derdiketin ji hestê min. Jiyan ji min wisa dixwest, ew di xwezaya xwe de diherikî êdî. Ji serpêhatiyên zarokên çiyayî û bedewiya wan zinarên rêheval diherikî û dihat. Min jî deriyê dilê xwe heta dawî vekir. Rêwîtiyek ewqas bi kelecan e ku tu car rêwî naxwaze raweste. Lewra weke rêwiyek min dest avêt dil û wijdana xwe û beziyam. Armanca min xwe gihandina ew awaza efsûnî ye. Ji ber ku dizanim ew hîn jî li wan çiyayan, li lûtkeyên herî bilind û asê li benda min e. Dibe ku di xewnek de, ango di rêwîtiyek bê sînor de derkeve pêşberî min. Lê ez bi biryardariyek bê dawî lê digerim. Belê xewnek ango kêliyek bû destpêka jiyana min a hunera şoreşgerî. Bezek, têkoşînek bê sînor. Dibe ku navê wê ‘melodiyê azadiyê’ be.

Muzîk li ser hemû zindiyan bandor dike

Carna difikrim ku gerdûn xewna awazekê be. Lewra teqîna yekem wek dengê wê awazê be û bi xwe re jiyan afirandibe. Hemû zindî bi wê dengê şad bûbûn. Mirov jî weke gerdûnê biçûk û di nav de li wateya jiyana xwe geriya be. Bifikirin ku bi teqîna Bîg Bangê ya mezin deng belav bû û jiyan çêbû. Hemû zindî, tev gerdûn bi ahenga dengvedanê candar bûn. Gelo gengaz e ku hemû zindî ewqas bi muzîkê bandor dibin. Tesîra li ser hemû zindiyan em nikarin ji nedîtîve werin. Reqsa mar a bi estetîk, komcivîna çûkan li ber dengê dengbêjekê, li ber awazê bilûra şivanekê çawa pez tî diçe ser avê û cardin tî vedigere. Zarok hîn di malzaroka dayika xwe de ku çawa bi rîtmê tê guhê wê bandor dibe û hwd. Gelek mînak dikarin li ser werin zêdekirin. Ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro ji bo mirov ango civakê cihê muzîkê tim cuda bûye. Di ayînên olî, heta şîn û şahiyan de di serpêhatî, eşq û bîra civakê de timî bi bandora xwe nîşan daye. Bûye zimanê estetîk û ruhanî. Lewra di warê felsefîk û estetîk de jî gelek fîlozof, pêşeng û hunermend, li wê hebûna efsûnî wateyên cuda cuda barkirine. Hin kes dibêjin ‘Muzîk ahenga di navbera ax û ezman de ye.’ Hin kesan jî gotin ‘Ji bo mirov bizanibe welatek rast tê birêvebirin an na di asta exlaq û estetîkê de çawa ye, li şêweyê muzîka wê welatê binêrin, wê encam li ber çavan be.’ Rêbertî dema ku bîranîna xwe yê strana Derwêşê Evdî dibêje, em wê heqîqetê ji kûrahiya dilê xwe hîs dikin. Rêbertî dibêje ‘Wê kêliyê di hundirê min de ronahiyek veda.’

Zimanê muzîkê gerdûnî ye

Weke ku hûn jî di giyana xwe de dijîn, çavê muzîkê kûr e. Ewqas kûr e ku hemû hûrgiliyên jiyanê ji yên tên dîtin wêdetir dibîne. Lewra ew cîhanek girêdayî hundirîn e. Têkiliya xwe bi giyan û manewiyatê ve heye. Cihekî wiha ye ku destê gemar nikarin xwe bigîhinin. Ew ferq û cudahî naxe navbera zindiyan; qasî herêmî ye welatî ye, bi qasî welatî ye cîhanî ye û di asta jorîn de gerdûnî ye. Lewra tê gotin ku zimanê muzîkê gerdûnî ye. Dibe ku xalxalokek û mirovek bi guhdarkirina awazekê heman tiştê dijîn. Ma kî dizane. Bêguman muzîk kolektîf e û civakî ye. Her çiqas orkestra xwe ya herî bi heybet xweza be jî, ew civakê jî bê par nahêle. Cihê ku lê dengê muzîkê hebe mirov lê kom dibin. Li wir heman hest tê jiyîn. Laş, giyan û çav bi heman rîtmê diçin û tên. Di nav keskesorek de ye. Hemû reng, netew wê kêliyê hev hembez dikin. Weke pirek di nav netewan de erk digre ser milê xwe. Weke pelên behrê bê qusur di nav wan rengan de digere. Ew serxweş û mest e. Ji ber dizane bi hebûna wê hemû zindî wekhev in. Li warê dengê wê lê bilind dibe, xirabî tine. Vaye hemû zindî li derdorê hev kombûne û di reqsa xewna awazekê de ne.

Dengê xewna gerdûnê

Çi tesadûf e ku niha peyvê min jî bê muzîk naherikin. Caribandinekê dikim, dema muzîk disekine gotin disekine. Nizanim, dibe ku ev peyv jî ne yê min bin. Ew ji herikîna awaza li ber guhê min tê. Çi diyalektîkek ecêb e ku nikarim fêm bikim. De bila fêm nekim, a girîng herikîn û jiyîn e. Lewra vê gavê naxwazim şiyar bibim, bi ahenga xewna awazekê, bê sekn hîn bibezim. Heta ku xwe bigihînim wan lûtkeyan. Li qûntarê wan çiyayan gotinek hevala min a delal, Şehîd Hêlîn Mûrad hebû, timî di bîra min de ye. Dixwazim nivîsa xwe bi wê gotinê bi dawî bikim. Di şevekê tarî û hênik de, di bin şewqa heyvê de ku êdî kêm mabû stêrk xwe di nav porê me de veşêrin, di destê min de tembûrek şikestî, bi biriqandina çavê Hêlînê, em di sohbetek germ de bûn. Kêliyên hestyar û kûr bûn. Qasî çavê muzîkê… Hêlîn bi rûyê xwe yê zelalî û bedew serê xwe bilind kiribû û çavê wê li ezman bû. Bêhna jiyanê dikişand hundirê xwe. Weke periyek bû delaliya çiya. Demekê bê deng bû, weke di ayînekê de bû. Piştre bi lêv kenî, berê xwe da min û wiha got: “Tu dizanî, ger ku her mirovek amûrek muzîkê bikar bianiya wê li cîhanê ne şer ne jî xirabî hebûna.” Hêlînê di nav wan stêrkan de li ezman çi dît, çi hîs kir nizanim, dibe ku dengê xewna gerdûnê be. Lê belê çavên wê dibiriqî û bê sînor bûn, weke ava Muradê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar