Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Leyla Amed: Dijmin dê her tim bitirse

Ji fermandarên YJA Starê Leyla Amed destnîşan kir ku artêşa tirk li gel teknîk û kelehên xwe ditirse û wiha got: “Wê her tim bi vî rengî bitirsin. Ji ber ku dijmin jî zane; Kurdistan bêxwedî nîne.”

Ji fermandarên YJA Starê Leyla Amed destnîşan kir ku her kesên li dijî gerîla şer dikin dê bibin hedefa wan.

Fermandara YJA Starê Leyla Amed bersiv da pirsên ANF’ê.

*Dewleta tirk berê cihê gerîla digirt û baregehên leşkerî ava dikir. Lê dîsa jî nekarî tevgera gerîla bide rawestandin. Fermandar Adil Bilika li hember vê konsepta dewlata tirk digot; ‘Leşkerên artêşa tirk li ser van sînoron destê hevdû bigirin û bisekinin jî, em ê ji nav lingê wan derbas bibin û cihê ku em bixwazin em ê biçin şer û tekoşîna xwe bikin.’ Li ser van gotinan hûn dikarin şerê niha çawa binirxînîn?

Heval Adil, 2006-2007’an gava bi ruhê Egîdan di hemleya 1’ê Hezîranê de derbasî qada Botanê Gabarê bû, dijmin Gabar hemû dorpêç kiribû. Wê demê jî Heval Adil got, ev dorpeç ji bo têkoşîna me nabe asteng, dijber wê bibe sedema geşkirina têkoşînê. Li hember vê konsepta şer gotina Heval Adil wateyek xwe ya dîrokî heye. Ji ber li ser bedena welatekî tu carî sînor nayên çêkirin. Kurdistan parçe kirine û dixwazin li ser wê jî sînoran çê bikin. Zarokên vî gelî tu caran vê qebûl nakin. Dewleta tirk bi konsepteke taybet ji destpêka komarê heta niha dixwaze parçekirina li Kurdistanê girantir bike. Sînor hemû kirin têl û qerekol zêde kirin. Bi van polîtîkayan dixwazin nehêlin gerîla biçin Bakur û nikaribin jê derkevin.  Lê gerîla ne tenê ji Başûr tê, ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlêbûna nav gerîlayan heye. Dewleta tirk xwest pêşî lê bigire ku gerîla nikaribe derbasî Bakur bibe lê xeleka gerîla her ku diçe mezintir dibe. Kes nikare bi tu awayî pêşiya gerîla bigire, ev xeyaleke têkçûyî ye. Di bêderfetiyê de ev gerîla hat ev çiya girtin û şer kirin, di derfetên îro de qet û qet pêşiya gerîla nayê girtin. Ne ev ax, ne jî ev gel, nikare sînoran qebûl bikin. Ji ber Kurdistan yek parçe ye. Bi çêkirina çend qerekol û tepeyan pêşiya yekitiya wê jî nayê girtin. Li ser vê rastiyê û wateyê bi şêweyekî henekî be jî Heval Adil digot; ‘hûn li ser van sînoran destê hevdû bigirin û bisekinin jî, em ê ji nava lingê derbas bibin û biçin cihê ku em dixwazin û şer û têkoşina xwe geş bikin.’

Di salê 90’î de artêşa tirk, sal bi sal bi operasyonên berfireh hinek cih girtin. Gava derketin axa me, li gorî xwe gotin, tevgere gerîla wê biqede. Bi vê armanc dikirin ku berxwedan û têkoşîna gerîla bin bixînin. Di her salek ku derbas bûyî de, bi mezinbûna gerîla dîtin pûç bûne. Di warê teqtîk de têk çûn. Ji ber hebûna wan a li Kurdistanê, ji gerîla re bû hedef. Ev hedefên nêz, ji gerîla re bû avantaja çalakiyên mezin û zêde. Ev teqtîka binketî, di warê aboriyê de jî bi xwe re têkçûnek anî. Wê çaxê gava dîtin ku bi ser nakevin serî li rê û rêbazên cuda dan.

*Rixmê di salên borî de bi ser neketin jî îro dîsa heman rêbazan bi kar tînin. Di warê leşkerî de dubarekirina rêbazek binketî divê çawa bê nirxandin?

Îro jî eynî konseptê didomînin. Dibêjin qey bi çêkirina qereqolan û girtina hinek deran wê tevgera gerîla tengav bikin lê bes xwe dixapînin. Xapînokiya wan ji avakirina komarê ve heya niha berdewam e. Dibêjin qey, ew Cudî, Gabar an jî heremek din bigirin dê çûyîn û hatin xelas bibin. Têkilî wê qut bibin û wê gerila jî nikaribe êdî li van deran bijî. Di vir de, wek salên berê dîsa xwe dixapînin. Mînak, par li çiyayê Fillehan heval ji bo karên xwe diçûn û dihatin. Leşkeran bi armanca ku tevgerîna gerîla bidin sekinandin xwe bi cih kiribûn. Heval wekî her daîm tevgerîna xwe domandin û di heman demê de ev grubên dijmin ên li araziyê veşartî xistin bin venêrenîriya xwe û li wan dan. Di vî şerî de de du leşker hatin kuştin û yek jê jî birindar bû. Yanî gerîla hem erka xwe pêk anîn û hem jî çalakiyek kirin li ser leşkerê ku di araziyê de, qaşo yekineyên veşartî yên kemînê bûn… Dijmin difikire ku  gerîla yek xetê bi kar tînin. Lê nizanin ku gerîla ji bo xwe gîhandina armanca xwe her cihî bi kar tînin. Rixmê van rastiyan xwesteka xapandina raya giştî jî ya dewleta tirk xilas nebûye. Roj nîne ku di çapemeniya xwe ya şerê taybet de derewan nekin. Hemû operasyonên wan bê encam bi dawî bûn. Di teqtîk û teknîka xwe de li hember tekoşîna gerîla vala derketin.

*Di şerê artêşa tirk de ferq û cudahiya salên berê ji yê niha çi ye?

Berê gava şer dikirin giranî didan hejmarek zede ya leşkeran. Dîtin nabe, niha leşker di qerekol û qalekola de mehkum mane. Lewra îja jî pişta xwe dan teknîka di destê xwe de. Vê carê dixwazin bi balafirên keşfê şer bikin û serweriya xwe li ser çiyayê Kurdistanê û gerîla  bidin ava kirin. Lê nikarin. Ji ber têkoşînek 40 salî heye. Beriya wê qewmek çiyayî heye. Yên îro vê têkoşînê dikin zarokê vî qewmê çiyayî ne. Di şer û jiyanê de li van çiyayan tu kes nikare wekî wan xwe biparêze.

Gerîla xwe li gorî şerê demê ji nû ve dîzayn kir. Îro em behsa gerîlayên modern dikin. Gerîlayan di şerê çiyayan de li gorî şerê serdemê xwe avakirin. Yanî em behsa gerîlayên serdemê dikin. Ma gengaz e dewleta tirk li hember hêzek bi vî rengî bi ser bikeve. Hindek kêmanî û windahiyên me çêbûn. Ne ku dijminê me pirt xurt e, ev windahiyên me çêdibin, cih cih neketina teqtîka demê, dibe sedem ku windahiyên me çêbibin. Ger kêmaniyên me çênebin, ne gengaz e ku em windahî bidin.

Hêjayê gotinê ye em behsa Cudî bikin. Dijmin, ev demek dirêj e dixwaze Cudî bixe dorpêçê, dixwaze wir ji gerîla xalî bike. Armanc ev e. Lê bes hêzên me nahêlin artêşa tirk vê kêfxweşiyê bijî. Çalakiyên ku gerîla li Cudî li dar dixin darbeyên ku li dijmin didin, dijmin neçar dihêlin ku pêwistî bi derewan bibîne û bêje, ‘kêm ma, em gerîla ji Cudî paqij dikin’. Ew derewên xwe yên 40 salan dikin, em jî şerê xwe yê 40 salan dikin. Êdî dost jî, dijmin jî baş nas kiriye û dizane ka bê kî diqede, kî şer dike û kî têk diçe, kî jî bi ser dikeve. Yên ku dixwazin rastiya dijminê rûreş temaşe bikin, bila berê xwe bidin çiyayên Cudî, wê bibînin ka kî kê ji ku paqij dikin.

*Hûn dikarin operasyonên ku tên kirin binirxînin?

Hinek dem hene em dibêjin ‘demên gerîla’ ne. Bi hatina biharê re, gerîla ji wargehên xwe derdikevin û dikevin tevgerê. Demê wan ên çalakvaniyê ye. Heya zivistanê ev dem direj diçe. Ev nayê wê wateyê ku gerîla zivistanê, çalakiyan nakin. Faktora demsalê li ser tevgera gerîla bandor dike. Lê bes, hinek heremên ku derfetên wan dest didin li wan cihan, hêzên gerîla çalakiyan pêş dixin. Operasyonenên di demên gerîla de tên kirin ên dijmin, tenê operasyonên balafiran e. Dijmin ne wêreke ku were rehet rehet di araziya gerîla de operasyonên bejahî bikin. Hinek cihên wekî zozan ku ji gerîla re pir ne guncav in de, cih cih operasyonên bejahî pêş dixin, ewqas. Di van operasyonan de jî, bê balafirên keşfê newêrin gavekê biavêjin. Ev ji bo leşkerên ku di qereqol û qeleqola de jî derbasdar in. Ewqas qela çêkirin lê bes dîsa di Kurdistanê de tirsa ewlekariyê dijîn, dibizdin ku gerîla were biavêje ser wan.  Wê her dem jî wisa bitirsin, ji ber ku dijmin jî dizane, Kurdistan ne bêxwediyê. Ev 40 sa in, şêrên wê, bazên wê, keç û xortên wê, wê diparêzin.

*Artêşa tirk hatiye asteke ku bê teknîk nikare gavekê biavêje, hûn vê çawa dinirxînin?

Artêşa tirkan jixwe bi leşkerên xwe serweriya xwe ya bejahî winda kiriye. Operasyonên bejahî esasî bi peşengtiya cerdewan û kontrayên xwe firotî tên kirin, derveyê van xwe firotiyan tu hêzekê wan ser erdê nîne. Demên ku gerîla li wargehên zivistanê di nava tevgera perwerdê de ne, wê demê tên araziya bê gerila operasyon dikin. Dîsa cihên ku gerîla wekî xet, dişûxulîne yekineyên veşartî datînin wan deran. Hebûna leşkerên tirk, di çiyayên Kurdistanê de, mehkûmbûyîna qereqol û qelekolan e.  Tirsa ji gerîlayan vê mehkumiyetê dide avakirin. Rixmê rastiyek bi vî rengî heye, kî yê ji derewên wan, yên ku dibêjin me gerîla nehişt, bawer bike.

Ji 2015’an şûn ve, arteşa tirk teknîkek pir zêde li ser gerîla şixuland. Wan baweriyek mezin da hêza teknîka xwe. Her sala ku derbas bûyî dîtin ku nekarî hêza gerîla bişkînin, berevajî vê di warê aborî û baweriya xwe ya teknîkê de şikestin. Niha baweriya wan bi teknîka wan nemaye. Ji ber dîtin ku gerîla xwe bi demê re nû kir û di çalakvaniyê de tarz û taktîkên nû pêş xistin. Niha ve carê çi dikin, pişta xwe didin hinek yekineyên veşartî, kontra û kesên xwe firotî. Niha gerîla li hember vê tarzê jî çalakiyan dike. Çalakiyên xwe ne tenê li ser artêşa tirk dike, yên ku bi artêşa tirkan re di nava hevkariyê de ne, yên ku destê wan di xwîna gelê me de heye û yên ku li hember têkoşîna gerîla disekinin jî, deşîfre dike û ceza dike. Wê ceza jî bike. Ev kesên ku xwe ji bo pera difiroşin û ji bo azadiya Kurdistanê dibin asteng, wê ji milên hêzên me ve bên cezakirin.

Reberê me, niha di bin tecrîdek pir giran de li ber xwe dide. KCK pêngavek da destpêkirin. Ji bo vê, pêwist e ji heft salî heta heftê salî divê gelê me rabe ser pêyan. Gelê me dikare bê kar bimîne. Lê bes nikare bê têkoşîn bimîne. Gele me êdî qonaxa zindan û mirinê derbas kiriye. PKK’ê êdî ev hê pê re ava kiriye. Gelê me wêrek e, bi cesaret diçe ser dijmin, ev dehan caran îspat bûye. Di demên ku dijmin dibêje me qezenc kir, pêwîst e gelê me rabe û bêje, tu nikarî li hember me biser bikevî. Pêwîst e tirsa girtinê qet û qet çênebe. Ger li hember zilmê û dagirkirinê deng hebe, wê demê zindan, îşkence û mirin namîne. Çawa ku gerîlayan li her çiyayekî Kurdistanê erka pêwist pêk anî û pêk tîne, divê gelê me jî erka xwe ya parastinê pêk bîne. Nehêle ku dijmin wisa rehet rehet Kurdistanê dagir bike. Divê gelê me jî, bi qirika dijmin bigire û hesabê bihustekî axa xwe, dilopekî xwîna zarokên xwe ji dijmin bipirse. Dem dema ku bi hêstên tolhildanê li dijmin dayînê ye, ev ji bo gelê me jî derbasdar e. Em ne lawaz in, em xwedî azmunên 40 salan in, me gelek nirx ava kirin, em xurt û wêrek in. Em dikarin divê qonaxê de dijmin bişkînin. Dijmînê me pir lawaz ketiye. Em tenê vê baş bizanibin û erkên demê pêk bînin teqez serkeftin niha ye. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar