Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...
Yekşem - 24 Cotmeh 2021

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Li Almanyayê dê li dijî qedexeya li ser PKK’ê hefteyekê çalakî bê kirin

Bi dehan organîzasyon li Almanya ji bo rakirina biryara qedexeya li ser PKK’ê ya 28 sal in didome, banga tevlibûna çalakiyên ku hefteyekê di meha mijdarê de bê lidarxistin, kirin

Navenda Nûçeyan |

Kurd, alman, tirkiyeyî û gelek komên çep ên ji gelan daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniya hevpar de du daxwazên esasî derketin pêş ev bûn; ‘Qedexeya li ser PKK’ê rakin!’ û ‘Dawî li şer bînin-Destekê bidin çareseriya siyasî’.

Çalakî dê di salvegera 28’an a qedexeya li ser PKK’ê de ku ji aliyê Almanyayê ve hatibû danîn, bê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku meha mijdarê hikûmeta wê demê ya federal biryara qedexeya Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) da û mijdarê dê qedexe bikeve salvegera xwe ya 28’an û hat destnîşankirin ku ji wê demê û vir ve qedexe ne tenê ji aliyê siyaseta alman ve hat domandin, heta zêdetir hat kûrkirin û ev hat gotin: “Niha li Almanyayê 11 aktivsîtên siyasî yên kurd girtî ne. Di navbera 2016-2020’an de ji endamtiya PKK’ê û sûcên destekdayîna wê bi giştî li 786 kesî lêpirsîn hatiye destpêkirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 10 salên dawî de zextên siyasî, sûcên çandî, fîzîkî û derûnî gihiştiye astekî pir bilind û wiha hat domandin: “Tevgera kurd di salên dawî de li Rojhilata Navîn bû faktoreke aramiyê ya girîng. PKK, li dijî terora qaşo Dewleta Îslamî, mîna kelhekê xwe girt û heman demê ji bo ji bo jinan û mafê jinan roleke navend lîst, bû organîzatorê çêkerên demokratîk, pir rengî û xwe bi xwe rêve bibe. Kurdên li Almanyayê dijîn jî destekê didin vê polîtîkaya pêşverû, bi karên xwe ji bo çareseriya pirsa kurd destekê didin hewldanên siyasî yên li ser esasê aştî û demokrasiyê yên PKK’ê.

Divê êdî dewlet dev ji ‘terorîzekirina’ PKK’ê berde, bes xebatên siyasî sabote bike, divê êdî destekdayîna daxwazên rewa weke tiştekî xirab nede nîşandan. Ji bo vê divê tavilê hikûmeta Federal a Alman di mijara kurd de, rotekeyek nû bigire. Di çand salên dawî de, li Ewropayê di vê mijarê de biryarek girîng derketin. 28’ê Çileya 2020’ê Daraza Dewleta Belçîkayê ya li Brûkselê biryara Dadgeha Îstinafê ya Adara 2019’an a PKK ne ‘rêxistineke terorê’ ye, berovajî aliyeke yê şer e, erê kir. Di hiqûqa Ewropayê de ev gava ji bo PKK’ê çiqasî girîng be ewqasî jî rast e divê bê guherîn. Ji bo pirsa kurd bi rêyeke siyasî bê çareserkirin û dawîbûna şerê li Kurdistanê ev mercekî asgarî ye.

Li Komara Almanyayê ya Federal rabûna qedexeya li ser PKK’ê û derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê ya Yekitiya Ewropayê, di mijara çareseriya pirsa kurd de wê gavên girîng be. Ji bo vê em ê 27’ê Mijdara 2021’ê li Berlînê li qadan bin. Ji bo tim dev ji krîmînalîzekirina PKK’ê bê berdan, banga piştevaniya civakî ya sivîl û dorfireh dikin.

27’ê Mijdara 2021’ê li Berlînê tev li çalakiyê bibin. Ev yek dê li djiî qedexeya li ser PKK’ê bibe parçeyek ji çalakiyên di nava hefteyekê de bê kirin. Weke parçeyek yê çalakiya hefteyekê pêşniyar bikin bê ka wê li bajarê we kîjan çalakî bê kirin û destek bikin.”

Navê komên ku îmzeya xwe danîne binê vê bangê wiha ne:

À Gauche Bremen

AKKUSTAN – Antifaschistische Koordination Kurdistan (Düsseldorf)

Antifa Koblenz

Antifaschistische Aktion Lüneburg/Uelzen

Antirassimus Treffpunkt Café Bibliothek St.Gallen

Attac Hamburg

AZADÎ e.V., Rechtshilfefonds fur Kurdinnen und Kurden in Deutschland

BastA! – Basels starke Alternative

Berlin Migrant Strikers

Black Mosquito

Bloque Latinoamericano

Collettivo O45

Criminals for Freedom

Defend Kurdistan

Endavant (OSAN). Països Catalans

F_AjuRU Berlin

Feministische Partei DIE FRAUEN

Feministischer Rat Hannover

FrauenRat Dest Dan

Freie Kurdische Gemeinde – Berlin e.V.

Gemeinsam Kämpfen (GK)

Gruppo Diffuso Erlangen

Hände Weg vom Wedding

Initiative für Frieden in Kurdistan (Sachsen)

Internationale Sozialistische Organisation (ISO)

Internationalistische Jugendkommune Şehit Legerîn

Internationalistische Jugendkommune Ş. Sara Dorşîn

Interventionistische Linke (IL)

JXK – Studierende Frauen aus Kurdistan

Kampagne für Opfer rassistischer Polizeigewalt (KOP)

Klasse für Sich

Klima Aktion Thüringen

Klimagerechtigkeit Kassel (KligK)

KON-MED – Konfoderation der Gemeinschaften Mesopotamiens in Deutschland

Kurdistan Solidaritätskomitee Kiel

die LINKE Kreisverband Bremerhaven

die LINKE Neukölln

Linksfraktion Bonn (durch den stellvertr. Fraktionsvorsitzenden)

Linksjugend [’solid] Berlin

Marxistische Linke

NIKA Berlin

North-East Antifascists [NEA] Berlin

Rise Up 4 Rojava (R4R)

Seebrücke

Solibündnis Kurdistan – Magdeburg

Streikbündnis 08. Mai

SYKP Almanya

Teko-Jin – Bewegung der jungen kämpferischen Frauen

Tevgera Ciwanên Şoreşger – Kurdische Jugendbewegung

TOP Berlin

True Rebel Store

Unite Against Turkish Fascism

Women Defend Rojava (WDR)

YXK – Verband der Studierenden aus Kurdistan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar