Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...
Yekşem - 24 Cotmeh 2021

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Li Başûr wateya hilbijartinên Iraqê

Hilbijartinên ku di 10 cotmehê de li Iraq û başûrê Kurdistanê hatin lidarxistin, mirov wate bidê yan nedê? Di vê mijarê de bi rastî dudilî heye. Mirov wate bidê nabe, nedê nabe. A rast mirov wateyek pir mezin nedê lê bêwate jî derbas nebe. Ev yek ji bo hemû Rojhilata Navîn derbas dibe. Li Rojhilata Navîn hilbijartin ne diyarker e. A diyarker berjewendiyên dewlet û desthilata ne. Hilbijartin jî ji bo vê yekê wek amûrekî tê bikaranîn. Hilbijartin nebe meşrutiyeta xwe winda dikin. Ji ber van sedeman jî gelên Rojhilata Navîn zêde naçin ser sindoqan û ray bikar naynin. Ji hilbijartinan bêhêvî ne.

Hilbijartinên ku di 10’ê cotmehê de li Iraq û başûrê Kurdistanê hatin lidarxistin, tevlêbûn pir kêm bû. Ev yek ji aliyê çavdêran ve jî hat piştrastkirin. Li başûrê Kurdistanê, hilbijartina ku di 2013’an de hatibû lidarxistin de tevlibûna hilbijartinan ji sedi 73’ê bû. Di hilbijartinên ku 2018’an de jî hat lidarxistin de tevlibûn ji sedî 58 bû. Lê di vê hilbijartinêde tevlibûn li başûrê Kurdistanê sedî 43-44 bû. Ev jî tê wê wateyê ku her diçe gel hêviyên xwe ji hilbijartinan dibire û tev lê nabe. Ji ber ku hilbijartinê wek çareseriyek nabînin. Ger mirov demokrasiya piranî esas bigire tê dîtin ku piraniya gel li derveyî hilbijartinan maye. Hilbijratinên ku tevlêbûn di bin sedî 55’an de be divê neyên qebûlkirin. Eger mirov demokrat be û li welatê xwe demokrasî û azadîyê bixwaze, hilbijartinên di bin sedî 55 de divê neyê qebûlkirin. Divê ji aliyê hemû hizip û partiyan ve were redkirin. Lê ev rastî zêde nayê dîtin. Li başûrê Kurdistanê  PDK bûye partiya yekem. Lê tenê ji sedî 28 -30 ray standiye. Ji nîvê nîvan ewqas standiye. Nîvê din jî partiyên din standine. Jixwe ji nîvî zêdetir jî tev lê nebûye û gelek kesan jî raya xwe şewitandiye. Eger mirov wate bidê divê ev yek mijara esasî be.

Xala duyem jî ew e ku rayên PDK, YNK û Goran kêm bûne. Yekgirtû li heremên PDK’ê rayên xwe zêde kirine. Hejmarên parlementera zêde kir. PDK ray windakir lê hejmaran parlamenteran zêde kir. 32 parlementer derxist. Her çiqas aliyê PDK’ê hilbijartin wek serkeftinek bibîne jî li holê serkeftinek nîne. Herkes dîsa li cihê xwe ma.

YNK û Goran bi tifaqa Kurdistanî tev li hilbijartinan bûn. Di destpêkê de hewayek ava kiribû. Lê gengeşiyên di nav YNK’ê de ev hewaya ji holê rakir. Him rayên YNK’eyê hem jî parlamenterên wê kêm bûn. Goran têkçûnek mezin jiya. Tevgera Goran bi hêviyek mezin derketibû. Lê ev hilbijartin bû mirina Tevgera Goran. Alîgirên Goran bi giştî ray dane tevgera Nifşê Nû. Ji ber vê yekê jî suprîza hilbijartinên li Başûr Nifşê Nû kir. Rayên xwe û hejmarên parlemanterên xwe zêde kirin. Li herêmên PDK’ê Yekgirtû, li herêmên YNK’ê jî Nifşê Nû li pêş ketin. PDK’yê di 2018’an de 724 hezar ray standiye, di hilbijartina 10’ê cotmehê de 427 hezar ray standiye û nêzî 300 hezar ray kêmkiriye. YNK’yê di 2018’an de 364 hezar ray standiye di vê hilbijartinê de 150 hezar standiye û 2014 hezar ray kêmkiriye. Nifşê Nû di 2018’an de 152 hezar ray standiye, di 2021’an de  135 hezar standiye û  17 hezar ray kêmkiriye. Goran di 2018’an de 199 hezar ray standiye, di 2021’an de 22 hezar standiye û  177 hezar ray kêmkiriye. Yê ku rayên xwe zêde kiriye tenê Yekgirtûye. Yekgirtû di 2018’an de 98 hezar standiye,  di 2021’an de 105 hezar standiye.

Her wiha ger YNK xwe topê serhev neke û di nav xwe de pirsgirêkan çareser neke, îhtîmalek mezin dê careke din bi temamî winda bike. Eger PDK jî wateyeke rasyonel nede vê hilbijartinê û encamên rasteqîn jê dernexe, di polîtîkayên xwe de israr bike, wê careke din vê encamê jî nebîne. Belkî hilbijartin ne hemû tişt e lê di mijara meşrûyetê de muhîm e.

Nûçeyên Têkildar