Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...
Yekşem - 24 Cotmeh 2021

Ji bêdadgehên PDK’ê li yekem salvegera girtina çalakvanên Behdînanê

Takor Zerdeşt | Em bi giştî dikarin sîstem û siyasetên populîstîk a PDK û dadgehên wê ya li dijî gel û welatparêzan wekî eyneya (neynîka)...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî | Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara...

Li dijî Komploya Navneteweyî Berxwedana Sedsalê – 15

Serpêhatiya min a giran a li Atîna, Moskov, Roma dewam kir û li Kenya-Naîrobiyê qediya, bû sedem ku ez vejîneke nû biafirînim. Encama ku derket, ne tenê înfazek, çarmixkirin bû

Serpêhatiya min a giran a li Atîna, Moskov, Roma dewam kir û li Kenya-Naîrobiyê qediya, bû sedem ku ez vejîneke nû biafirînim. Ji şexsî ve wê zêde ne bi wate be ku ez di vir de parastina xwe, parastina nêta xwe ya baş, parastina hewldanên xwe yên mezin bikim. Encama ku derkete holê ne tenê înfaz e, xistina li çarmixê ye. Çawa ku min di destpêkê de jî got, ger sûc yekser li ser rêveberiya Tirikyeyê bê hiştin, rola ku sîstema dinyayê daye Tirkiyeyê bi kûrahî û çarçoveya dîrokî neyê nirxandin, weke ku hêzên komploger ên yekser û neyekser lê difirin, ev yek wê were wateya nixumandina wan.

Hebûna kurdan

Di parêznameya xwe de ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ji ber vê yekê min hewl da aşkera bikim bê em di nava sîstemeke çawa ya dinyayê de ne. Bi vê parastinê re min xwest, hebûna kurdan ku di nava şaristaniya civaka hiyerarşîk de hema bêjin heliyane, di nava dîrokê de ji her alî ve derxînim holê. Aşkerakirina pirsgirêkê bi rengekî rast, nîvê çareseriyê ye. Bi vê têgihiştinê min hewl da. Di dagirkirina Iraqê ya dawî de jî hat dîtin ku ev yek ne tenê pêşdîtinên min piştrast dike, heman demê de derfetên çareseriyê zêde û aşkera dike.

Çarmîxkirina sîstemê, ne dişibiya rêbaza mîxdanê ya bi kevirekê ya Prometheûsavrî, çarmîxkirina kilasîk û mîtolojîk.

Lêgerîna li rêyeke çareseriyê

Li dijî ‘êrîşa global’ a sîstema dinyayê ya kapîtalîst, xurtkirina lêgerîna ‘demokrasiya global’ a gelan û peydakirina rêyên çareseriyê yên pirsgirêka kurd pêkan dibû. Nexasim pêvajoya min a li ‘Girtîgeha yek kesî ya Îmraliyê’, li dijî rewşa riziyayî ya di herikîna dîrokê her dewam kir, ispat kir ku çareseriyeke felsefîk û pratîk ne tenê ji bo şexsê min û gelê kurd, ji bo mirovahiyê dikare bê dîtin.

Reva ku dikarîbû rê li ber her şêweyî tunekirinê veke

Biryara ku Dadgeha Sondxwarî ya Têkel a Atînayê ji bo min bi rengekî erênî bide, wê ji bo hukmên biryara Îmraliyê ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) girîng be. DMME’yê tevî ku xalên me yên îtirazê hemû qebûl kiriye jî, revandina min ji nedîtî ve hatiye û pêwîstî pê nedîtiye ku balê bikişîne ser revandina min a bi komployeke metirsîdar. Weke ku bûyerên beriya radestkirina min qewimîne pêwendiya xwe bi hiqûqî re hebe, di nava pîvanên teng ên hiqûqê de hatine hiştin.

Halbûkî xala bingehîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) wiha dibêje, ‘Nabe ku kesek bi rengekî kêfî ku xwe naspêre rêbazeke hiqûqî û ewlekariya jiyanê nîne, bê destgîrkirin’. Ya ku li dijî min hate kirin, ne tenê destgîrkirina kêfî bû. Revandineke welê bû ku dikarîbû bi her awayî rê li ber îmhayê veke. Di vê bûyera revandinê de hêzên gelek dewletan cih girtin, bi awayekî plankirî û veşartî, bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî hat kirin. Xala 5/2 a PMM’yê hat binpêkirin.

Biryara Dadgeha Atînayê dê biryareke sereke be

Aşkera ye ku hiqûqa neteweyî jî bi cih nehate anîn. Çawa ku timî destnîşan dikim, biyara ku di nava sînorê Komara Helenê de bê dayîn, herî zêde girtin e. Kiryarên li derveyî vê yekê hemû li dijî hiqûqê ne. Girîng e dadgeh bi rê û rêbazekê vê nêzîkatiya li derveyî hiqûqê telafî bike. Darizandina Îmraliyê û nêzîkatiya DMME’yê dikare pûç bike. Ji ber ku yekane dadgeha ku lê bêm darizandin Dadgeha Sondxwarî ya Têkel a Atînayê ye. Biryara vê dadgehê dê biryara sereke be. Ji bo biryarên dadgehên din xwedî hikum be, pêwist e darizandina li Atînayê biqede. Hiqûq li ser bêhiqûqiyê ava nabe.

Dostaniya mayînde bi piştevaniyên demokratîk ên gelan dibe

Dawiya dawî dixwazim bêjim, di vê bûyera komployê de ku di dîroka mirovahiyê û gelên dost de rûreşiyek e, biryara ku dadgeh bide dikare bandoreke erênî bike. Li karaktera min nayê ku vê yekê weke pirsgirêkeke tolhildanê bibînim. Mîna ku min di parastina xwe ya siyasî û exlaqî de destnîşan kir, dîsa jî bi biryar im ku ji bo aştî û dostaniyê bi rola xwe rabim. Têkiliya tirk-helen li ser vê lîstika li dijî min ku bi daxwaza DYE’yê hate kirin, sererast nabe. Dostaniyên mayinde bi piştevaniyên demokratîk ên gelan dibe.

Herkes divê encamek jê derxîne

Bawer im min bandora pêvajoya Îmraliyê li ser veguherîna min a şehîd di vê parêznameyê de bi rengekî balkêş aşkera kir. Hem ji bo gelê kurd, hevrê û dostan xwedî dersên mezin e, hem jî ji bo dijberên min xwedî ders in. Kesên ku pêwîstiya xwe pê hebe dikarin encamên girîng derxînin. Ez pê bawer im, min nîşan daye ku ez hemşehriyekî baş e Eyup e ku yekemcar ji bo mirovahiyê êşiya û yê Brahîm e ku ev hesta bilind kir têgihiştineke însanî. Çanda ku mirovahiya heyî afirand, di van çîrokên pêxemberî de veşartî ye. Min hewl da wan bi zimanê serdema heyî tercûme bikim û bikim ku were xwendin. Ji bo serketinê wê dîrok gotinên pêwîst her bibêje.

Navê din antî-Îskender

Çanda Helen a çavkaniya xwe ji vê çandê digire, bi Îskender re li ser van erdnîgariyan sentezek welê avakirin ku mirovan weke mûriyan biperçiqînin. Ya ji vê çandê bû para min ev komploya Atînayê bû. Bersiva min da vê her çendî erdnîgarî jî be, di warê famkirin û wijdan de li dijî hemû helen û çanda rojavayî, ez antî-Îskenderek bûm. Bi hêvî me ku navê min ê din bibe antî-Îskender.

Dadgeha Sondxwarî ya Têkel a Atînayê û endamên jûriyê, di bin maskeyên demokrasî û mafê mirovan de ji aliyê olîgarşiya pêncan a Atînayê mîna Zeûs li zinarên Îmraliyê çarmîxkirî ye, ji ber ku min mîna Prometheûsvarî û sokratesê duyan parastin kir, ji ber hikûmekî hê ji berê ve hatî dayîn li ser tişteknekirina wan xemgîn im, rêzdariyên xwe pêşkêş dikim. (Dawî)

*Ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin

Çavkanî: ANF

Li dijî Komploya Navneteweyî Berxwedana Sedsalê – 14

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar