Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Li dijî terora faşîst, tundiya şoreşgerî divê

Selahattîn Erdem |

Şoreşgerê bûlgar G. Dîmîtrov di parêznameya xwe ya navdar de faşîzma Hîtler bi gotina ‘Dîktatoriya herî êrîşkar û bi xwîn a emperyalîstên sermayeya yekdestî’ pênase kiribû. Di sedsala bîstî de ev pênase her tim dihate bilêvkirin û weke delîleke teorîk a şênber dihate nîşandan.

Pêvajo bi pêş ve çû, li her qadê darbeyên faşîst-leşkerî pêk hatin. Ji Ewropayê heta Amerîkayê, ji Asyayê heta Afrîkayê li her qadê dîktatoriyên faşîst rû dan. Dîktatoriya herî faşîst a ku bi giranî li pêş çavan bû rêveberiya Saddam Huseyîn bû.

Dema ku ji dîktatorê alman A. Hîtler re dihate gotin ku komkujî û qirkirinên dike xetere ye, Hîtler ev bersiv dida: “Mamosteyê min tirk e û encama komkujî û qirkirinên ku tirkan kirine nebaş nîne.”

Eger faşîzm dîktatoriya komkujer, bi xwîn, qirker, êrîşkar, belavker, neteweperest, şoven û nijadperest be, hingî serkêşê vê yekê yê di nava Şerê Cîhanê yê Yekemîn de rêveberiya Îttîhat û Terakkî ye. Padîşahiya osmanî ji xwe dîktatoriyeke muqlet bû û bi armancên dagirkeriyê tevdigeriya. Rêveberiya Îttîhat û Terakkî jî ev dîktatorî kir xwedî feraset û siyaseta nijadperest, senteza tirk-îslam û komkujî û qirkirinê.

Jixwe ya piştî vê tê zanîn. Împaratoriya osmanî veguherî dewleta Komara Tirkiyeyê, Cemiyeta Îttîhat û Terakkî jî veguherî Partiya Gel a Cûmhûriyetê. Dewleta tirk sala 1952’an tev li NATO’yê bû. 27’ê Gulana 1960’î, 12’ê Adara 1971’ê û 12’ê Îlona 1980’î darbeyên leşkerî hatin kirin û dewleta tirk ber bi dîktatoriya faşîst-leşkerî ve çû.

Li ser bingeha perwerdeya NATO’yê partiya faşîst a ji aliyê Gladîoyê ve hat birêxistinkirin MHP ava bû û tim hat mezinkirin. Di encama van hemûyan de gihîşt asta dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê. Faşîzma ku li cîhanê bi Civata Îttîhat û Terakkî dest pê kir û bi dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê gihîştiye asta herî bilind.

Wê demê divê mirov dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê sivik nebîne. Ev dîktatorî li ser despotîzma osmanî, li ser rastiya dewleta tirk a qirker, komkujî û faşîzma Îttîhat û Terakkî bi rê ve diçe. Ev dîktatorî xwe dispêre mîrateya faşîzma global û Gladîoya NATO’yê.

Ev hemû ji aliyê zîhniyet û siyasetê ve xwe di nava MHP’ê de şênber dike. Faşîzma AKP-MHP’ê xeleka herî dawî û herî şênber a dîktatoriya faşîst a senteza tirk-îslamê ye.

Beriya her tiştî divê em xwe zelal bikin ku ev tespît hemû rastin an na û li ser vê yekê hemfikir bin. Yanî dewleta AKP-MHP dîktatoriyeke faşîst e yan na? Em nebêjin ma ev jî pirs e? Ji ber bi vî rengî bê gotin, hingî em ê jî bersiva ‘dibe’ bidin. Çima? Ji ber ku di mijara dîktatoriya faşîst a rêveberiya AKP-MHP’ê de hemfikir nîne.

Mînak, hinek radibe rojekê dibêje faşîzm, piştî rojekê jî tiştekî din dibêje. Rojekê qala berxwedana antîfaşîst dike, rojeke din têkoşîna demokratîk datîne pêş. Hinek bi hêvî ne ku bi hilbijartinê wê faşîzma AKP-MHP’ê bê hilweşandin. Dema ku tê hesabê xwe ji faşîzma AKP-MHP’ê re dibêje faşîzm, dema ku nayê hesab bi rêbazeke cuda nêzîk dibe. Ji ber vê yekê zelaliyek di vê mijarê de girîng e.

Aşkera ye ku rêveberî û dewleta AKP-MHP’ê dîktatoriyeke faşîst a dijminê kurdan, dijminê gelan û jinan, qirker û mêtinger e. Em bi vî rengî pênase dikin û têkoşîna li dijî wê jî bi vî rengî dinirxînin. Ji bo kesên ku tev li vê pênaseya me dibe em dikarin bi dewamî vê bêjin:

Şoreşgerê bûlgar Dîmîtrov, faşîzm pênase kiribû. Rêveberiya sermayeyê ya yekdest e û dîktatorî ye. Emperyalîst e, yanî dagirker e, desteserker e, belavker e, şerker e. Êrîşkar e, bi xwîn e, yanî komkujer û qirker e. Her tiştên xwe dispêre terora faşîst.

Em bala xwe bidin ser, ev taybetmendî hemû li nava dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê hene. Jê jî wêdetir dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê xwedî siyaset û zîhniyeta nijadperest, şoven-netewperest, senteza tirk-îslamê, tûranî ye, dijminê ermen, rûm, asûrî-suryanî û kurd e; dewama wê rêveberiyê ye ku qirkirin li van gelan kir û îro jî di şexsê qirkirina kurdan de siyaset û zîhniyeta xwe ya qirker dewam dike.

Li ser vê bingehê faşîzma AKP-MHP’ê li Tirkiye, bakurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê, li cîhanê siyaset û pratîka xwe li holê ye. Ji ber ku her kes pê zane pêwîstî pê nîne ku bi berfirehî bê vegotin.

Li Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan terora faşîst û îşkence li ser bingeha tecrîda girankirî di asta herî bilind de ye. Di serî de HDP hevserok û rêveberên partiyên siyaseta demokmratîk hatine girtin, li zindanan hatine bicihkirin. Diavêjin ser avahiyên HDP’ê, endamên HDP’ê dikujin, di asta lîncê de komkujî li kurdan tê kirin. Civaka kurd tê tepisandin, xwezaya Kurdistanê tê şewitandin, destûr nayê dayîn ku kurd goristanê jî çêbike. Hewl tê dayîn ku destûrê nedin nirxekî kurdan. Li dijî parçeyên din ên Kurdistanê êrîşên ji bo dagirkirin û desteserkirinê tê meşandin. Li Tirkiyeyê terora faşîst li ser kar e, ji bilî AKP-MHP’ê her kes bi terora faşîst tên bêdengkirin.

Pêwîstî bi dirêjkirinê nîne. Di bin rêveberiya AKP-MHP’ê de dewleta tirk veguheriye dewleteke çete. Bi rêxistinên çete El Qaîde, DAIŞ û Îxwani Muslîmîn re di nava hev de ye. Rêveberî di destê MÎT’ê û kontgerîlla de ye. Ji aboriyê heta hunerê li her qada jiyanê kiryarên zordar û terora faşîst esas e. Aşkera ye ku dewleteke terorê ya faşîst hatiye avakirin. Rêveberiya AKP-MHP’ê bi her awayî terora faşîst, zext û komkujiyan dike. Dewlet û rêveberî ji serî heta binî terora faşîst e.

Baş e li dijî sîstemeke bi vî rengî ya terorê divê çi bê kirin? Eger faşîzma AKP-MHP’ê her tiştên xwe dispêre terora faşîst û bi vî rengî tevdigere, hingî divê têkoşîna li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê divê çi bê kirin? Ev pirs di rojevê de ne û pêwîstî bi bersivên rast ên van pirsan heye.

Di vê çarçoveyê de li dijî faşîzma AKP-MHP’ê hin derdor hene ku parêzvaniya aştiyê dikin, têkoşîna zimanê kurd birêxistin dike, daxuyaniyan dide, nîqaşan dike û tenê meşên girseyî yên ji bo çend saetan ji xwe re dike esas.

Derdorên bi vî rengî bi giranî rêbazên têkoşîna demokratîk li dijî faşîzma AKP-MHP’ê pêşniyar dikin û îdîa dikin ku faşîzm dikare bi feraseteke wiha bê têkbirin. Ji bo vê jî hebûna HDP’ê û hin rêxistinên demokratîk ji bo xwe weke sparteyekê nîşan didin.

Belê li Tirkiyeyê HDP û hin saziyên demokratîk ên mîna wê hene. Lê belê divê baş were zanîn ku ev sazî û rêxistinî xwe dispêrin çi û bi çi rengî hebûna xwe diparêzin. Aşkera ye ku hemû saziyên demokratîk bi saya hebûna PKK’ê û şerê gerîla hene. Naxwe ne bi hêza xwe hene. Li aliyê din, hene lê belê ji her alî ve birîndar bûne û gef li wan tê xwarin ku di her kêliyê de ji holê dikarin bêne rakirin.

Wê demê hêzên demokratîk ên heyî bi tena serê xwe yan jî tenê bi rêbazên têkoşîna demokratîk nikarin faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin. Belê hêzên demokratîk ên li ser pêyan mane divê têbikoşin û hêza xwe tim bikin yek, bi her rê û rêbazê têbikoşin. Ev pêwîst e. Lê belê divê were zanîn ku faşîzma AKP-MHP’ê tenê bi vê têkoşînê nikare bê hilweşandin.

Wê demê ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê çi pêwîst e? Aşkera ye ku têkoşîna şoreşgerî pêwîst e. Divê têkoşîna şoreşgerî bibe têkoşîna esasî û ya pêşeng. Têkoşîna demokratîk jî tenê bi pêşengiya têkoşîna şoreşgerî dikare bi rola xwe rabe. Gotinek heye ku dibêje ‘bizmar bi bizmar tê derxistin’. Di vir de wateya vê gotinê ew e ku terora faşîst tenê bi tundiya şoreşgerî dikare bê hilweşandin.

Wê demê divê têkoşîna şoreşgerî bi esasî di asta stratejîk de tundiya şoreşgerî bibe esas. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê tenê bi tundiya şoreşgerî ya gelan dikare bê têkbirin. Rê û rêbazên têkoşîna demokratîk tenê bi pêşengiyeke wiha ya şoreşgerî dikare bi rola xwe rabe.

Hingî rêbaza sereke ya têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, tundiya şoreşgerî ye. Şoreşger hemû divê li dijî faşîzmê têkoşîna tundiya şoreşgerî xurt bikin.

Bi taybetî ciwanên kurd û ciwanên Tirkiyeyê divê xwe bi rêbazên demokratîk bi sînor nekin, li ser bingeha tundiya şoreşgerî rêbazên têkoşînê ji xwe re bikin esas û li dijî faşîzma AKP-MHP’ê çalakiyên bi tundiya şoreşgerî pêk bînin.

Ciwan bi vî rengî dikarin bi rola xwe ya pêşengiya şoreşgerî rabin. Têkoşîna antîfaşîst û demokratîk jî bi pêşengiya şoreşgerî dikare pêk were. Ya li derveyî vê pasîfîzm e, teslîmiyet e ku kes û rêxistineke şoreşgerî divê nekevin rewşeke bi vî rengî. Divê terora faşîst a AKP-MHP’ê teqez bi tundiya şoreşgerî ya gelan bê têkbirin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar