Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Li Efrînê 60 deverên dîrokî hatin talankirin û wêrankirin

Dewleta tirk dîroka herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine diguherîne. Mînaka herî ber bi çav jî Efrîn e ku deverên dîrokî û şûnwarên wê talan û wêran dike

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka ku kantona Efrînê dagirkirine ve, 60 deverên dîrokî û 30 mezar û cihên olî xirab kirine.

Di 2021’an de 15 dever û girên şûnwarî bi rêya maşîneyên giran wêran kirin.

Cihên hatin wêrankirin ev in:

Girê Hilûbiyê yê gundê Elkê, girê Alciya yê li gundê Alciya, girê Ubûdanê yê gundê Ubûdanê, girê Erendê yê li gundê Erendê yên navçeya Şerayê.

Girê Heciya yê li gundê Dêr Belût ê navçeya Cindirêsê. Girê Misto Hesen ê li gundê Sêmalka, girê Misto Hesen ê Jêrîn ê li gundê Emara û girê Berbiûş. Ev tevahî gir girêdayê navçeya Mabetayê ne.

Girê Elemdar ê li gundê Elemdar e, girê Qewaq ê li gundê Kora êy navçeya Racoyê.

Keleha Kilûtiyê yê li gundê Kilûtiyê yê navçeya Şêrawayê.

Girê Sûs ê li gundê Bîbaka yê navçeya Bilbilê.

Girê Coqê yê gundê Coqê, girê Qereniyê yê li Efrînê, girê Şorebe yê gundê Şorbe. Ev tevahî gir girêdayî navenda bajarê Efrînê ne.

Herî dawî beriya çend hefteyan, girê Kilûtiyê yê li gundê Kilûtiyê yê navçeya Şêrawayê ye ku çeteyên artêşa tirk a dagirker bi moşekan kirin hedef û wêran kir. Ev cih di lîsteya UNESCO de hatiye tomarkirin.

Hewl dide dîroka rast a Efrînê tune bike

Hevserokê Gerînendeya Şûnwaran a Kantona Efrînê Selah Sîno diyar kir ku dewleta tirk a dagirker dîroka kantonê berovaj dike û wiha got: “Tirkiye hewl dide dîroka şûnwarên li kantona Efrînê qir bike û bi rêya avakirina dîrokeke nû qirkirina etnîkî pêk bîne, hewl dide dîroka rast a Efrînê îmha bike û dîroka osmanî lê bide xuyakirin. Ev hemû kiryar lihevkirin û peymanên navneteweyî yên derbarê parastina şûnwaran de mîna lihevkirina Lahay ya 1954’an ku Tirkiyeyê jî di nav de gelek dewletan îmze kirine, bin pê dike.”

Sîno da zanîn ku Tirkiye cihê dîrokî yê Nebî Horî bi maşîneyên giran wêran kir, her wiha goristana romanî ya 650 metreyan dikeve başûrê rojavayê cihê Nebî Horî xirab kir.

Di 2019’an de, tabloyeke mozaîk a li devera Nebî Horî ji aliyê kesê bi navê Mihemed Elûş ve ku bazirganekî şûnwaran ji Idlibê ye hate dizîn. Gerînendeya Şûnwaran a Kantona Efrînê ev yek bi wêneyan belge kir.

Li ser vê yekê, Selah Sîno wiha got: “Bi rêya rêxistinên navneteweyî me bang li dewleta tirk kir ku cihê tabloya mozaîk aşkera bike lê heya niha bersiv nehatiye dayîn.”

Çeteyan Eyn Dara ya dîrokî kirine cihê perwerdeyên leşkerî

Der barê devera dîrokî ya Eyn Dara jî de Sîno ev tişt anî ziman: “Gelek dîmen belav bûn, diyar dikin ku komên çete perwerdeyên leşkerî li Eyn Dara dibînin û bomeyan diavêjin perestgehê ya ku beriya demekê rûxiya, peykerê şêr ê bazaltîk ê li deverê hate rakirin û birin cihekê ku tu kes nizane.”

Her wiha komên çete Girê Cindirêsê yê şûnwarî kirin baregeheke leşkerî, têkildarî vê Selah Sîno wiha got: “Ev gir ê herî mezin li Efrînê ye, rûbereke mezin jê hate kolandin û veguherandin baregeheke leşkerî. Li gorî wêneyên satelîtê yên di 28’ê îlona 2019’an de hatine kişandin, devera ku li ser gir hatiye kolandin bi qasî 15 hektar hatiye belgekirin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar