Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Şemî - 25 Ilon 2021

Li Şera, Ezaz û Marê 11 çete hatin kuştin

HRE’yê ragihand ku li navçeya Şera ya Efrînê û gundên Ezaz û Marê 11 çeteyên dewleta tirk a dagirker hatine kuştin û gelek alavên leşkerî hatine desteserkirin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser rêzeçalakiyên hêzên xwe yên li navçeya Şera ya Efrînê, gundên Marê û Ezazê yên dagirkirî daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya HRE’yê agahiyên li ser çalakiyên li van qadên dagirkirî wiha ne:

“Di navbera 7 û 10’ê îlonê de, ji bo bîranîna Şehîd Şiyar Denîz û ji bo bersivdayîna kiryarên dermirovî yên dewleta tirk a dagirker, çalakiyên bersivdayînê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

7’ê îlonê li navçeya Şerayê hêzên me avêtin ser baregeheke artêşa dagirker. Di encama vê çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn, motorek û doçkayek hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de her wiha 2 çekên AK-47, çekeke BKC, termalek, telefonek, bêtêlek û nasnameyên çeteyan hatin bidestxistin.

9’ê îlonê li gundê Til Malid ê navçeya Marê di encama çalakiyekê de 3 çete hatin kuştin û çeteyek birîndar bû.

10’ê îlonê li gundê Kil Cibrîn ê Ezazê di encama çalakiyek taybet de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Di encama çalakiyan de bi giştî; 11 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar