Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Li Tirkiyeyê zext û zora li ser rojnamegeriya azad

Li Tirkiyeyê zext û zora li ser rojnamegeriya azad ji dema Osmaniyan û vir ve wekî kevneşopiyeke berdewam dike.

Gorî diyarkirina Rojnamegerên Bê Sînor di 2017’de di nav 180’ê welatan de Tirkiye ji hela zext û zor a li ser rojnamegeriyê dimeşîne di rêza 155’an de ye.

Qedexeya herî kevin a li ser çapemeniyê dema Osmaniyan de di sala 1857’de bi navê nîzamnameya matbuatê hat derxistin. Di nava zagonê de sizayê girtina çapxanê, cezayê zîndanîkirin û diravan hebû.

Cara yekemin rojnameya dijberê desthilata Osmaniyan di sala 1860’tan de bi navê Tercuman-i Ahval ji hela Agah Efendî ve hat derxistin. Padîşah Abdulazîz di sala 1861’ê de bi girtina du hefteyan ew ceza kir.

Rojnameyeke dijber bi navê Tasfîr-î Efkar di sala 1862’de derdikeve û pergala parlamenterîzmê diparêze. Pey vê re 1864’ de zagoneke qedexeyê kur dike dikeve meriyetê. Di vê zagonê de, bêdestur rojname derxistin, nivîsên fermî ne weşandin, gotinên dijbertiya ewlehiya hundir, dijî ehlaq gotin kirin û weşandin, nivîsên êrîşkarî li ser padîşah bê nivîsîn, reşkirina rêveberên dewletên dost û karmendên Osmaniyan hatine qedexekirin.

Di sala 1876 de bi ferman nameyekê hat gotin ku berya ku rojname bête çapkirin divê ji hêla erkdaran ve bête qontrolkirin û piştre biçe çapxanê. Di dema Abdulhemîdê ll. de sala 1877’de ferman nameya rêveberiya tund gelek rojnamevan hatine surgunkirin.

Rojnameya fermî ya bi navê Takvîm-î Vakayî jî ji ber hinek şaşiyan du caran hat girtin. Di dema meşrutiyeta duyemîn 1908’de qaşo sansûra li ser çapemeniyê hat rakirin.  Zagonek azadîxwaz ji hêla Meclisa Mabusan ve hat derxistin.

Belê rojnemevan Hasan Fehmî Bey, Ahmet Samî Bey û Zekî Bey ji ber ku nivîsên dijberê Îtîhat Terakî dinivîsîn hatine kuştin. Ev kiryarên hovane wekî kevneşopiyek kete dîroka rêveberiya desthilatdarên tirk.

Piştî 1912 Îtîhat Terakî ji desthilatdariyê demeke kin hat xistin rojnameya wan Tanîn jî çend caran hat girtin. Di serdegirtina Bab-i Alî, Îtîhat Terakî cardin dibin desthilatdar. Bi kuştina Mahmut Şewket Paşa re qedexeya li ser rojnemeyan dîsa xurt dibe. Gelek rojnemevan têne surgunkirin, girtin û ji karê xwe tên durxistin.

Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ev zext û zor girantir dibin. Rojnameya wekîlê Stembol Huseyîn Cahît Bey yê dilxwazê Îtîhat Terakî bû jî tê girtin.

Di dema şerê rizgariyê her çiqas azadiyeke dem kurt ji bona çapemeniyê pêk hatibe jî bi serhildana Şex Saît re zagona Takrîr-î Sûkun hat derxistin, zext û zor dîsa kete meriyetê.

Rojnameyên dijber hemû hatine girtin. Rojnamegerên wekî Velîd Ebû Ziya, Ahmet Emîn, Eşref Edîp, Suphî Nurî, Fevzî Lutfî, Îsmaîl Muştak di Dadgeha Îstîklalê de hatine darizandin. Her çiqas weşanên Partiya Komînîst dijbertiya serhildana Şêx Saît kirîbe jî ji girtinê rizgar nebûn. Nivîskarên wan jî ji zîndanê xilas nebûn.

Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de nêçeyîn derheqê dewletên hevkar,  yên ji eniya şer dihatin tenê Ajansa Anadolu dikarî weşanê bike. Bi awayeke cuda ev kevneşopî hê didome. Nûçeyên hûndir û yên aboriyê bi temamî di bin qontrola hikûmetê de bû.

Dema desthilatdariya Menderes 1950 û pêde çend salekan hinek rehetî çêdibe û Rojnameya Huriyetê derdikeve. Rexne li desthilatê têne kirin û zext dîsa dikevin meriyetê. Nêzî 2 hezar û 300 doz li çapemeniyê têne vekirin.

Bi darbeya 1960’î mafê rojnemevanan û çapemeniyê hinek hat rehetkirin. Xwediyên rojnemayên Akşam, Cumhuriyet, Dunya, Mîliyet, Tercûman, Vatan, Yenî Îstanbûl û Yenî Sabahê 1961’de bi sedema qaşo mafên zêde dane rojnamevanan wekî protesto 3 rojan rojname dernexistin.

Bi muhtiraya 12 Adarê 1971’ê rewşa rojnamegerî û çapemeniyê dîsa xerab bû. Salên 1978-1980 de 8 rojnemevan hatin kuştin. Bi darbeya 12 îlonê 1980’ê rewş hê kembaxtir bû. Gelek rojname, kovar û çapxane hatine girtin. Rojnamevan, nivîskar hatine zîndanîkirin. Nêzî 2 hezar doz hatine vekirin, 3 hezar rojnamevan, nivîskar, weşanger hatine darizandin. Li Gerînendeyên Nivîskar ji 5 hezar salan cezayê zîndanê hatine birîn.

Di salên 1990’de bi zagonên rewşa awerte zext û zor gihiş lûtkeya herî jor. Tûran Dûrsûn, Ûgûr Mûmcû, Mûsa Anter, Hafiz Akdemîr, Ferhat Tepe, Metîn Goktepe, Kemal Kiliç û hwd di giştî de 37 rojnemevan û nivîskar hatin kuştin. Rojnameya Ozgur Ûlke hat bombekirin û Ersîn Yildiz hat qetilkirin, 23 kes jî hatine birîndarkirin. Girtinên rojname, kovar, çapxanane û cezayên li wan û rojnemevanan hatine birîn nayê hesapkirin.

Tenê di sala 2021’de li gorî rapora Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firat’ê 62 rojnamevan hatine girtin, 55 rojnamevan tuşê êrîşkariyê bûne. 2 jê jî hatine kuştin. Rojên borî de hevserokê komala DFG’ê Serdar Altan, gerînendeya JinNews’ê Safiye Alagaş bi giştî 21 rojnemevan hatine binçavkirin. Feraseta desthilatdarên dewleta tirk nêzî 200 sal in nehatiye guhertin.

Ji heqîqetê ditirsin. Ji paleyên heqîqetê û çapemeniya azad ditirsin.  Naxwazin raya giştî rastiyê bibine û derewên wan îfşa bibe.  Çapemeniya azad dê serî ne tewîne. Pênûsa wan dê tucarî li erdê nemine.

Nûçeyên Têkildar