Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...
În - 7 Cotmeh 2022

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Maf heye, lê hêvî tuneye…

Rêber Apo ji roja ku hatiye girtin li girava Îmraliyê tecrîdkirî ye û di bin îşkenceyê de ye. Dewleta tirk ji bo ku vê zilma xwe bike jî her carê qanûnan derdixîne an jî diguherîne. Ji bo ku Rêber Apo bernedin û pêşî li berdana wî bigrin qanûn guhertin. Eger ew qanûn neguhertibana, mafê Rêber Apo hebû ku derkeve. Ji wê re jî dibêjin mafê hêviyê. Li gorî mafê hêviyê girtiyek piştî 24 salan dikare jê sûde bigre. Lê dewleta tirk bi guhertina qanûnan re pêşî li wê yekê girt.

Li girava Îmraliyê şerekî taybet li dijî Rêber Apo tê meşandin. Rejîmek taybet û qanûnên taybet li wê derê hene. Ji bo ku Rêber Apo teslîm bigrin her rê û rêbazê diceribînin. Berxwedana Rêber Apo ya li wê derê jî mînaka wê tuneye. Li aliyekî Rêbertiyê ji milyonan re dike, li aliyê din li dijî rejîmek faşîst li ber xwe dide. Tecrîdek ew çend giran heye ku, rojê 24 saet bi îşkenceyê derbas dibe. Li wê derê ne qanûn hene, ne jî pîvan.

Eger em li sala 1999’an vegerin ango dema ku Rêber Apo hat girtin û birin girava Îmraliyê. Wê demê bi komployek navnetewî Rêberê kurdan girtin. Dinya li kurdan bûbû yek û bi awayekî neqanûnî Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kirin. Tevî ku li Ewropayê serlêdana wî ya penaberiyê jî hebû lê dîsa çavê xwe li radestkirina Rêber Apo girtin. Ji çapemeniya wan heta rayedarên wan her kes bi yek zimanî tevdigeriya. Lê sal derbas bûn û zeman guherî. Îro ew kesên li dijî Rêber Apo disekinîn, nema heman tiştî dibêjin. Ew çapemeniya ku PKK’ê û Rêberê kurdan reş dikir nema bi heman rengî tevdigere. Îro ji Îngilîstanê heta Efrîqayê bi milyonan kesên biyanî doza azadiya Rêber Apo dikin. Sendîkayên karkeran ên li Îngilistanê ku ji bo azadiya Nelson Mandela ketibûn tevgerê, bi heman rengî doza azadiya Rêber Apo dikin.

Felsefeya Rêber Apo ku îro li Rojava şên bûye û ketiye pratîkê, bala her kesî dikşîne. Ji Amerîkayê heta Kanada û Ewropayê şoreşger û enternasyonalîst berê xwe didin Rojava. Didin pey fikrên Rêber Apo. Wî dişopînin û dixwînin. Ji her demê bêtir îro doza azadiya Rêber Apo tê kirin. Ev ji bo kurdan jî firsendek dîrokî ye. Ew kesên dijberî li kurdan dikirin îro destê kurdan digrin. Kurd dikarin ji vê sûdê bigrin û doza azadiya Rêber Apo mezin bikin. Eger ji sala 1999’an û vir ve Rêber Apo girtî be û tecrîdkirî be ev kêmasiya Kurdan hemûyan e. Her kurdek dikare ji bo vê yekê xwe rexne bike. Çawa dibe ku destûra wê didin. Lewma jî pêdivî bi rabûnek giştî heye. Çawa ku Rêber Apo hat girtin û wê rojê milyonan rabûn ser piyan, îro jî ew rih û têkoşîn lazim e. Ji Ewropa heta Rûsya, ji Îranê heta Ermenistanê kurd rabûn ser piyan û bi dirûşmeya “hûn nikarin roja me tarî bikin” daketin meydanan.

Dem dema wê ye ku kurd û dostên xwe bi wî rengî careke din xwedî li Rêberê xwe derkevin. Ew konsepta tecrîdê ku li ser tevahiya gelan tê meşandin bişkînin. Eger îro bêdeng bimînin wê sibe dereng be. Rêberekî ku ji bo azadiya milyonan tevdigere heye û milyonên ku ranabin ser piyan hebe wê demê şerm e. Têkbirina tecrîdê wê azadiya milyonan bi xwe re bîne. Eger îro Ewropa û Tirkiye qanûnên xwe bi cih nayne, wê demê serhildanek lazim e. Bi serîtewandinê û paşguhkirinê edalet nayê. Qanûn, edalet û hiqûq di destê gel de ye. Gel çiqasî bi ser de biçe wê demê bi cih tê. Wê roj were û Ewropa neçar bimîne ku qanûnên xwe bi cih bîne. Ji bo wan sûcên ku dewleta tirk kirine têxe lêpirsîne. Dadgeh bike û ceza bike. Ev çerxa dinyayê wê wilo nezîvire. Her tişt di destê gel de ye. Eger gel bixwaze wê encama wê bi xwe diyar bike. Lewma jî mafê hêviyê hebe û tunebe ferq nake. Mafê kurdan heye ku xwe biparêzin û li ber xwe bidin. Ev berxwedan jî wê encamê diyar bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar