Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...
Şemî - 13 Tebax 2022

Pêngava 15ê Tebaxê, Kurdistana mirî zindî kir

Tê bîra herkesî ku, biryara dewleta tirk a ji bo kurd û Kurdistanê ragihandibû, ya piştî şikandina serîhildanên Kurdistanê ev bû: “Doza kurd êdî...

Hesabên qirêj ên Pûtîn û Erdogan

Pûtîn piştgiriyeke xurt dide Erdogan. Di têkîliya Erdogan û Pûtîn de bêguman bandora sereke rewşa leşkerî ya dewleta tirk e. Dewleta tirk ev çend...

MKGP rapora xwe ya salane aşkera kir

Di rapora MKGP'ê ya têkildarî rojnamevanên jin amade kir de, hat diyarkirin ku 6 rojnamegerên jin di girtîgehê de ne, doz li 13 rojnamegeran jin hat vekirin û li 12 rojnamegerên jin jî 17 sal cezayê girtîgehê hat birîn

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), rapora salane ya derbarê binpêkirina mafên rojnamegerên jin de, bi wesîleya 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin, bi civîneke çapemeniyê aşkera kir. Civîn li Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) pêk hat.

Daxuyaniya platformê wiha ye:

“10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin ne rojeke ku em pîroz bikin, rojeke ku em bi rêxistinbûyînê têkoşîna xwe mezin dike ye. Em 10’ê Çileyê roja ku em wekî bingeha mezinkirina têkoşîna raman û azadiya çapemeniyê dibînin bi zext, gefxwarin, girtin, sansur, astengkirin, bêkariyê pêşwazî dikin. Li welatên bi rejîma totalîter, yekperest û ji demokrasiyê dûr tên birêvebirin ev tablo tê asteke xeternak. Tirkiyeya ku çapemenî lê bûye tenê dengê îktîdarê û yekperestiyê diparêze li serê van welatan cih digire.

Bi qeyrana aboriyê ya ku di bingeha wê de qeyrana civakî û siyasî cih digire de bi hinceta biçûkbûyîna aboriyê bi sedan rojnameger ketin wî halî ku karên xwe nikaribin bikin. Hejmara rojnamegerên bê kar gihaşt asteke mezin. Rojnameger li gelek cihên kar ji ewlehiya civakî dûr in û di bin şerdên dijwar de dixebitin. Ev rewş ji bo jinên rojnameger bi awayekî kûrtir tê jiyîn. Di serî de jin bi hinceta ‘qeyrana aboriyê’ ji kar tên derxistin. Dîsa herî zêde jin bê ewle û bi buhayeke hîn kêm dixebitin.

Çêkirina nûçeyan a rojnamegeran a di bin şerdên azad de bi temamî ji holê hatiye rakirin. Hema bêje ji sedî 90 zêdetir rojnameyên weşanê dikin, ajans, televizyon veguherîne alavên weşanê yên îktîdarê ne. Yên li derveyî vê xetê cih digirin jî di bin zextên dijwar de mecbûr dimînin ku pîşeya xwe bikin.

Di nava rojnamegerên dixebitin de herî zêde jî jinên rojnameger wekî hedef tên nîşandan, di bin zextê de tên girtin û tê wî halî ku nikaribin pîşeya xwe bikin. Li gor daneyên di rapora me de cih digirin jî herî zêde rojnamegerên jin li cihê kar, li kûçeyan, dema nûçeyan çêdikin dibin hedefa leşker û polîsan. Her wiha zext û tundî li wan tên kirin. Di salekê de gelek hempîşeyên me di dema şopandina nûçeyan de lêdan xwarin. Gef li wan hatin xwarin, bi kelemçeyê hatin binçavkirin. Hinek jê hatin girtin û derbarê gelek kesan de jî doz hat vekirin. Tevî ewqas zext hatin kirin jî jinên rojnameger dev ji heqîqetê bernedan, ji bo rastiyê ji civakê re ragihînin nûçe li ku be bazdan wir.

Li Tirkiyeya ku bi lêpirsînên tên destpêkirin û dozên tên vekirin bûye girtîgeheke servekirî gelek rojnameger mecbûr dimînin li qereqolan îmzeyê bidin, bi şerdên kontrola edlî tên berdan, biryara qedexeya derketina derve ji bo wan tê dayîn. 6 jê jin 62 rojnameger ji ber faliyetên xwe yên pîşeya rojnamegeriyê hîn girtî ne. Ew ê têkoşîna me di serî de ji bo rojnemgerên ji ber nûçe û fikrên xwe di girtîgehan de ne û dawiyê ji bo hemû hempîşeyên me bidome. Divê rojnameger li ser karê xwe bin ne li paşiya derabeyên girtîgehan bin. Tevî hemû tiştî li dijî zinhiyeta baviksalarî û zextxwir em ê tu carî dev ji rastiyê bernedin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tundî û zextên patron, mêr, dewletê mezin bikin.”

Binpêkirina mafên jinên rojnameger di sala 2021’ê de pê rû bi rû mane wiha ne:

  • 6 rojnamegerên jin girtî ne. (Ayşenur Parildak, Elîf Ersoy, Hatîce Duman, Sîbel Mustafaoglu, Tulay Canpolat, Ozlem Seyhan.)
  • 19 rojnamegerên jin di bin çavan de ne.
  • 49 rojnamegerên jin dema nûçe çêdikirin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
  • 19 rojnamegerên jin lêdan xwarin û muameleya ne baş li wan hat kirin.
  • Gef li 5 rojnamegerên jin hat xwarin û ajantî li 2 rojnamegeran hat ferzkirin.
  • Muameleya ne baş li 2 jinên di girtîgehê de hat kirin.
  • Derbarê 9 rojnamegerên jin de bi hinceta nûçeyên çêkirine û parvekirinên platforma dîjîtal lêpirsîn hat destpêkirin.
  • Derbarê 13 rojnamegerên jin de doz hat vekirin.
  • Derbarê 12 rojnamegerên jin de ji dozên li wan hatine vekirin 17 sal, 8 meh û 11 roj cezayê girtîgehê, ji rojnamegereke jin 7 hezar û 80 TL cezayê pereyan hat birîn.
  • 197 carî rûniştina ku rojnamegerên jin dihatin darizandin hat dîtin. Derbarê 18 rojnamegerên jin de biryara beratê hat dayîn û derbarê rojnamegereke jin de jî biryara neşopandinê hat dayîn.
  • Bi hinceta ‘îhbar heye’ polîsan bi ser mala 2 rojnamegerên jin de girtin û rojnameger nehatin binçavkirin.
  • Ji bo rojnamegereke jin cezayê hepsa malê hat dayîn.
  • 3 jinên xebatkarên çapemeniyê ji karê xwe bûn.
  • Qerta çapemeniyê ya rojnamegerekê hat betalkirin. AMED
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar