Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Nameya vekirî – 2

Rifat Ronî |

Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî sedema sereke ya pirsgirêka kurd e

Pirsgirêka kurd, di rastiya xwe de zext, zor û înkara li ser zimanê kurdî ye.

Ji ber ku azadiya gel û neteweyan bi azadiya zimanê wan pêkan e.

Azadiya ziman a li welatekî jî, bi fermîbûn û bûyîna zimanê perwerdehiyê pêkan e.

Dema komara Tirkiyeyê bi têkoşîna hevpar a gelê kurd û tirk ava bû, weke welatê hevpar ê gelê kurd û tirk li ser bingeh û pîvanên wekhevî, demokrasî û xwişk û biratiya gelan hatibû avakirin.

Piştî peymana Lozanê  çand, ziman, dîrok û hemû nirxên neteweyî yên gelê kurd hatin înkarkirin.

Ev nêzîkatiya rayedarên dewletê bû sedema nerazîbûnan gelê kurd.

Ji bo parastina nirx û rûmetên xwe yên neteweyî têkoşîn dan destpêkirin.

Ji bo şikandin û têkbirina vê têkoşînê, rayedarên dewletê li hemberî gelê kurd dest bi şerê qirkirinê kirin.

Du aliyê vê qirkirinê hebû. Yek qirkirina sor ku bi kuştin û rijandina xwînê, ya din jî qirkirina spî bû ku bi bişaftin û înkara çand, ziman û nasnameya gelê kurd dihat kirin.

Ev pêkanînên înkar û tunekirinê ji salên 1925-1930’yî serhildanên Şêx Seîd û Agiriyê, ji bo dewletê bûn hinceta qirkirinên sor û spî.

Piştî ku wezîrê dadê yê wê demê Mehmûd Esat Bozkurt bi gotina ‘li vî welatî yên ku ne tirk in,  yek peywireke wan heye. Ew jî xizmet û koletiya ji gelê tirk re ye’ û li çiyayê Agiriyê nivîsa; “Kurdistana xeyalî li vê derê binaxkirî ye” hemû gelên li tirkiyEYê dijîn tune hatin hesibandin û înkarkirin, êdî axaftina bi Kurdî li her derê hat qedexekirin û ji bo her gotineke axaftina bi zimanê Kurdî cezayê pereyan hat birîn.

Pereyê satila mastê dayika kurd a ku ji bo debara zarok û malbata xwe dianiya li sûka bajarê Amedê difirot,  têra cezayê axaftina çend gotinên bi kurdî nedikir û dayik deyndar vedigeriya mala xwe.

Vê rewşa înkara nirx û rûmetên gelê kurd û pêla bişaftinê ji salên 1930’yî heta 1980’î pêkhatina derbeya leşkerî ku weke sîlîndirekê li ser maf û azadiyên civakê re derbas bû, hedefa sereke jî, bi zext, zor û pêkûtiyên hovane tunekirina ziman û çanda gelê kurd bû.

Vê înkar û tunekirinê li Zindana Amedê di kesayetiya girtiyên kurd de, bi daliqandina nivîsên; “Bi tirkî  biaxive zêde-pir biaxive’ dest pê kir û dayik û bav, xwişk û birayên ku bi tirkî nizanibûn, di hevdîtinên bi xizmên xwe yên girtî re bêyî ku karibin peyveke kurdî biaxivin, bi nêrînên vala, bêwate û hêsrên çavan derbas dikirin.

Ji ber ku şefên derbeya leşkerî zanibûn ku azadî jî, koletî jî, ji rastiya xwe dûrketin jî, bi hişmendî yan jî bêhişmendiya ziman pêkan e.

Ev polîtîkayên qirkirina çand û ziman li ser girtiyan ferz dikirin û pêk dianiyan.

Ji ber ku girtiyan jî zanibûn bêzimanî bêkesayetî û tunebûn e, bi têkoşîn û berxedaneke bêhempa, bi vîneke polayî li hemberî vê ferzkirina bêrûmetiyê sekinîn û bi berdêlên giran li ziman û çanda xwe xwedî derketin û parastina nirx û rûmetên neteweyî û jiyana bi rûmet diyariyê nifşên dûhatiyên xwe kirin.

Di encama çanda têkoşîna zêdetirî 40 salan û hişmendiya parastina nirx û rûmetên bingehîn ên neteweyî de sazî û dezgehên çand û ziman hatin avakirin.

Saziyên weke Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (1992) Estîtuya Kurdî ya Amedê, Kurdî-Der(2006) bi 38 şaxên xwe yên li bajar, navçe û bajarokên li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê, Akademiya  Ziman û Wêje ya Ehmedê Xanî (2010) xebat û xizmetên girîng û pîroz ên ji bo zimanê kurdî meşandin.

Mamosteyên ku li van saziyan hatin gihandin pirtûk û materyalên bingehîn ên perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji bo siberoja zarokên kurd afirandin.

Di bin banê şaredariyan de Malên Piştgiriya Perwerdehiyê (Maper) û Navendên Çand û Ziman hatin vekirin, li van navendan bi hezaran zarok û ciwan di warê çand, huner, wêje, ziman, dîrok, muzîk û gelek beşan de hatin perwerdekirin.

Êdi pergaleke perwerdehiyê ya di çarçoveya nirxên neteweyî de dest pê kiribû û roj bi roj bi awayekî rêk û pêk dihat honandin.

Van pêşketinan bala rayedarên dewletê kişandin û ji bo ku pêşî li van xebatan bigirin, di bin navê operasyonên KCK’ê de li hemberî Rêveberiyên Herêmî, siyasetmedar û hilbijartiyên kurd êrîşên qirkirina siyasî hatin destpêkirin.

Li hemberî helwesta înkar û tune hesibandina vina gelê kurd a di kesayetiya siyasetmedar û hilbijartiyan de, girtiyên doza KCK’ê, bi çanda têkoşîn û berxwedana Zindana Amedê di sala 2012’an de bi daxwaza Parastin û Perwerdihiya bi Zimanê Dayikê dest bi Greva Birçîbûnê kirin.

Ev çalakî di demeke kin de li hemû zindanan belav bûn, bi tevlibûna bi hezaran girtiyan veguherî Rojiya Mirinê.

Di roja 68’emîn a çalakiyê de daxwaza girtiyan a parastina bi zimanê dayikê hat qebûlkirin, ev daxwaz bi sererastkirina zagonan hatin bicihanîn û li dadgehan serdema parastina bi zimanê dayikê dest pê kir û ev pêvajo berdewam e… (dê bidome)

Nûçeyên Têkildar