Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...
În - 7 Cotmeh 2022

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT'a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26'ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li...

Nazenîna Çiyayê Mexmûrê Denîz Firat

Mûnzûr Dersîm

Xeyalkirina hin tiştan ne pir hêsan e. Ji ber ku tevahî tiştên ku tu jiyan dikî, bi demê re tev li jiyanê dibe, mîna dîmenên rengên xwe winda kirî. Di hinek deman de jî jê diçin û tenê di hizirandinan de hûnadinên kesk, sor û zer dimînin li ber çavên mirov. Ji van tevan cudatir di hizirên min de dîmenên ku kesk, sor û zer tu ji wan rengan wek niha tê bîra min. Dibe ku ez bi hizrandin û xeyalkirina bi te re wan rengan didim jiyankirin, ji ber ku her çendî di demek kurt de jî be tevahî bîranînê min yên xweş min li gel te derbas kirin. Di demê xwe yê li dibistan, kolanan û di demê xwe yê herî zor û zehmet de jî, ez bi hebûna te dihesiyam. Min di tenêbûna xwe de hertim bi hêz, ked û xebatên me bi hevre dimeşandin de û di xewna hêviyê de li gel te diketim rê.

Li hêviya ditînên demdirêj bûm

Erê, ev 8 sal çêbûn ku tu ji me dur ketî û ez ji vê dûrketinê re ne amede bûm heval. Dil diviya bû ku ji bo carek bi tenê be jî di wênekêşa wêneyên Xelîl Dag de carek din tu li me bizivirî da ku wan çavên te ji me re gotiban; “Dîroka lehengiya vî welatî bi wêrekên wek min hatiye heya roja îro.” Û bêje; “Gava ku gundê min ji aliyê dagirkeran ve hat dagirkirin, şewitandin û talankirin, hîna ez di 9 saliya xwe de li ser rêya koçberiyê di bin barê tûrikê doz û xeyalên xwe de rojek li vir û rojek li wir min borand dibû.”

Çîroka ber bi azadiyê ve

Belê çîroka nazenîna Çiyayê Mexmûrê Leyla Yildiztan (Denîz Firat) pir dirêj û watedar e. Leyla Yildiztan (Denîz Firat) di salan 1984`an de li gundê Xecê Xatûn yê navçeya Çildêran ya girêdayî bajarê Wanê ji dayîk dibe. Denîz di 15`ê Tebaxa 1992`an de li gundê Sîdekan yê girêdayî bajarê Diyana yê li başûrê Kurdistanê bi xuşka xwe ya jê biçûktir Şukran Yildiztan (Sarya Reşo) re beşdarî nava refên tevgera azadiyê dibe. Piştî ku tevgera kurd bi pêş dikeve û fikrên kurd û kurdîtiyê xwe di nava gelê bakurê Kurdistanê de birêxistin dike, malbata Denîzê jî dest bi xebatên kurdîtiyê dike. Di dema derbaya 12`ê Îlona 1980`an de ji ber sedemên ku malbat welatparêze û bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re xebat dike, bavê Denîzê tê girtin û piştî demek ji girtîgehê direve û li gundê xwe bi qaçaxî dijî. Êdî ji ber van sedeman jiyan ji bo wan tê astek wisa ku nikarin li gundê xwe bijîn. Ji ber vê sedemê piştî demekê malbata Denîzê ber bi koçberiya başûrê Kurdistanê ve dikevin rê.

Jiyana Deniz hertim têkoşîn û fedkarî bû

Denîz di nava tekoşîna azadiya Kurdistanê de hertim bi fedekariyek mezin û xwedî atmosferekî bilind bû. Salên dirêj di nava rêxistinê de ji bo tekoşîna jinên kurd û gelê kurd berxwedan û xebatek mezin dida meşandin. Piştî ku Tevgera Azadiya Kurdistanê di aliyê çapemeniya azad de bi pêşket Denîz bi dilxwaziyek mezin di sala 2007`an de derbasî xebatên çapemeniya jinan dibe. Her wisa Denîz Firat ne tenê dibe rojnemevan di heman demê de ew di hemû aliyê jiyanê de dibe xwedî kedekî mezin û bêhempa.
Denîz di sala 2011`an de derbasî xebatên ragihandina YRD`ê dibe û li wir cihê xwe di xebatên nivîskî û dîtbarî de digre. Denîz Firat bi azweriyek mezin rojnamegeriya jinan dike. Her cihê ku Denîz diçûyê li wê derê yan çavdêrî yan wêne yan jî dîmenek balkêş digre ji bo wê li her derê jiyanê bi wate û tejî dibihurîne. Denîz demek dirêj xebatên Kovara Tanriça Zîlan ku li qadên parastina medya di hat çapkirin û ji bo Radyoya Dengê Welat bernameya Rojeva Jinan çêdikir. Di sala 2013`an de di konferansa rojnamegeran de Denîz weke Koordînator tê hilbijartin û li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tê erkdarkirin û dest bi kar û xebatên rojnemevaniyê dike. Li wargehê rojnameya Rojeva Welat a heftane çap dikir, li gel wêna jî ji bo Kovara Tanriça Zîlan nivîs, ji bo Stêrk Tv bernameyên taybet, ji bo JINHA, ANF û Rojnewsê jî nûçe bi awayekî aktîf çêdikir û xebat dida meşandin.

Rojnemevanek jin a bi hêz bû

Denîz Firat yek ji rojnemegera yekem car bi şopandina êrîşên çeteyên DAIŞ`ê ji bo tevahî cîhanê dida ragihandin bû. Denîz cara yekemîn wekî jinek û rojnemegereke jin a bi hêz hewilda hem êrîşên hovane yên çeteyan û di nava wan êrîşan de jî dengê jinan ê ku hatibû bêdeng kirin li tevahî cîhanê bide bihîstin. Denîz tu carî dest ji rastiyan berneda hertimî li pey nûçeyan diçû. Denîz çewa ku di pey nûçeya xwe ya herî dawî de çû û bi wî awayî derbasî dîmenên tv yê jî bûye ku wisa tîne ziman bi gotina, “Qemera çiqas li jinekê tê dema ku digire.” Denîz rêhevala Gurbetelî Ersoz û Xelîl Dag bû, çewa ku wan ne dihişt rastî di dîrokê de were veşartin û windakirin bi heman awayî Denîz Firat jî bi qamereya xwe ya rastiya heqîqetê da ser şopa wan û şopa heqîqeta rêya azad û ev şop da meşandin.
Xatir xwestinek ku kes ne li bendê bû
Denîz dema ku çeteyên DAIŞ`ê di sala 2014`an de êrîşî Mexmûrê kir, ji bo rastiyan ji tevahî cîhanê re bide ragihandin di 8`ê Tebaxa 2014`an de ji topa ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hat avêtin rastî bedena wê hat û birîndar dibe û wê radikin nexweşxaneya bajarê Hewlêrê tevî hemû hewildanan jî rojnemevan Denîz Fîrat li wir çavê xwe li jiyanê digire û tev li karwanê nemiran dibe û dikeve ser rêya Gurbeteliyan, Xelîlan, Saryayan û Binevşan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar