Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Niha jî Kembera Tirkan!

Heta niha ya ku dihat zanîn Kembera Ereban (Hizam el-Ereb) bû. Dibe ku dewleta tirk, ji vê siyaseta malxerab a dewleta Sûriyeyê sûd girtibe.

Jixwe dewletên mêtinger, çi kar û barên xerab û zerar û ziyana mirovahiyê têde hebe, bi lezginî ji hevdû werdigirin. Hema mirov dikare vê siyaseta mêtingerî û dagirkeriyê bişibîne vîrûsan, ew jî mîna van vîrûsên dijminê mirovahiyê, hema ji hev hildidin.

Afirîner û mîmarê projeya Kembera Ereban û yê projeya Kembera Tirkan ku niha dest bi amadekariyên wê kirine, him bi nav û him bi naveroka zihniyetê çendin dişibin hev ne?

Afrênerê Kembera Ereban; Mihemmed Talab Hîlal e. Amadekariyê vê projeyê, weke raporek nehînî di sala 1963’an de amade dike û pêşkêşî dewleta xwe dike. Wê demê midûrê bajarê Hesekê ye.

Dewlet jî, di sala 1973’an de, bi vekirina Bendava (SED) Tebqayê re, vê projeyê dixe meriyetê. 12 Xalên vê projeyê hebûn û bi kurtayî, çawa em ji bo gelê me yê êzidî dibêjin, ev jî bi heman naverokê Fermana Kurdên Rojava bû.

Armanca bingehîn a vê “Fermanê”, qirkirina kurdên wê hêrêmê ne; ji Dêrikê heta Serêkaniyê, nêzî 300 km dirêjahî, 15 km firehî, divê li vê herêmê navbêna gundên kurdan, erebên ku gundên wan ji ber bendava Tebqayê di bi navê de mane, bînin li vira bi cih bikin. Kurdên ku sirgûn nebin jî, divê tu mafên nasnameyê (hemwelatiyê), perwerdeyê, karkirinê û hwd.neyên dayîn.

Jixwe di rapora xwe ya veşirtî de M.Talab dibêje “Kurd weke kwînêrê(penceşêrê) ne, divê ji laş werin birîn (kuştin)” û hwd!

Ma R.Tayib jî ne xwedî heman siyaset û projeyên qirêj e? Ma nabêje; “Jixwe pirsgrêkek bi navê kurdan nîne, eger tu wisa ne fikire tiştekî wisa nabe”, ”me li Başûr şaşiyek kir me ew statuya wan naskir, lê em şaşiya dudan a wisa nakin û li Rojava em nahêlin bi navê kurdî tu statu an tu ‘korîdora teroristan (kurdan)’were ava kirin” û hwd!

Lê ya rast ew e ku niha ew korîdora terorîstên cihadist ên bi navê îslamî; DAIŞ, EL Nusra, Ixwan El Muslimîn, Arteşa Milî Sûrî û hwd. ava dike. Dikare were gotin mîna Kembera Ereban ya rejîma Suriyeyê jê sûd girtiye, lê wisa diyar dibe projeya Kembera R.Tayib ji ya M.Talab mezintir e. Him cihên ku niha xistiye bin serweriya xwe û li ser xaka Tirkiyeyê dijmêre û mîna heman rêveberiya rejîma Tirkiyeyê didi meşandin, gelek berfirehtir û kambaxtir e.

Belê R.Tayib, qîma xwe bi vanan tenê jî nayne, li ser çarçova bi destxistina Mîsakî Millî tevdigere. Jiber ku êrîşên li ser hemû parçeyan bi hevre birêve dibe; yên Bakur, Başûr, Rojava û li rojên pêş, êrîşên ser Rojhilat jî yên bi heman armancê dikevin rojeva wî. Bêgûman heke jê re zemîn û derfet hebe?

Erê konjoktora cîhanê ya vê serdemê hinek derfetê dide R.Tayib. Lê berxwedan efsanewî ya gerîlayên Tevgêra Azadiyê û hilwesta piştgiriya gelê Kurdistanê ya bi Rêberiyê û Tevgêra Azadiyê re jî li ber çavan e. Her wiha, her çendîn kêm be jî desteka navneteweyî roj bi roj xurtir dibe.

Li aliyê din desthilatiya R.Tayib, bi heman hêza mezin a dewleta xwe û piştgiriya navdewletî ya piralî, derbeyên mezin dixwe û weke ku dixwaze û plan kiriye nikare bi pêşkeve. Him li hundur ketiye nava qeyranek mezin, him li derve êdî weke berê pêşewaziya erênî jê re nayê kirin.

Di dema êrîşek bi navê “Kaniya Aştiyê”(Bariş Pinari) ya li Rojava dikir, serokkomarê “Qibrisa wan” Mustafa AKINCI (kesayetiyek demokrat e) gotibû “erê dema we êrîş bir ser Qibrisê jî we gotibû “Tevgêra Aştiyê”, hûn çi navî lê bikin jî ew şer e, ne aşti ye” û hwd. Jiber vê hilwesta wî ya rast û demokrat, ew bi lez ji serokkomariyê daxistin! Heta gefên kuştinê jî lê xwarin!

Herî dawî li Ukraynayê hinek hêvî jê re çêbû, lê her diçe ew hêvî lawaz dibe, jiber ku gur û qertelên laşxwurên ji wî mezintir û xurtir li qadê cirîdan davêje.

Ji bo ji vê qeyrana giştî rizgar bibe û careke din di hilbijartinên hundur de bi serkeve û li derve jî dîsa weke berê destekê bistîne, weke xwazoka ketiye pey Biden.

Wê “dijberiya” wî ya ji bo NATO jî, pûç e, bi kêr tu tiştî nayê. Bi tenê weke zarokekî delaliyê xwe bi mezînê xwe ve bike, lê ne xêr, naçar e, herî dawî ew ê li pey NATO bimeşe.

Di encamê de zemîna ku Kembera Tirkan ya R.Tayib, bi serkeve pir lawaz e. Dibe ku hinek dilê xwe pê xweş bike, lê zemîna serkeftina mafdar a gelê Kurdistanê yê berxwedêr xurtir e û bêgotin bi ser dikeve. Aqûbeta kembera wî jî dibe weke ya Kembera Ereban têkdiçe.

18.5.2022

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar