Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Partiya PAK şehîd kirina Zekî Yaqub Amêdî

Em di 29’emîn salvegera şehadeta Zekî Amêdî de destê îxanetkarên bazirganyên xwîna welatparêz û şoreşgerên kurd şermezar dikin.

Zekî Yaqub Amêdî navdar bi Heval Kendal endamekê partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bû. Partiya ku di serdema salên 90’î de  ji encama valahyek mezin ya ji milê ronakbîrî, neteweyî û şoreşgerî de bi hevkariya PKK’ê ve hat avakirin. Ku bi hizaran kesayetên ronakbîr û xwedî giyanê berpirsiyariyê têde cihê xwe girtin. Zekî Yaqub jî yek ji van kesayetan bû ku li 31’ê adara 1993’yan di kemîneke rêxistî ya parastina PDK de hat revandin û radestî dewleta tirk hat kirin. Jixwe Zekî Amêdî yekem û dawî şehîdê îxaneta PDK li başûr nebû. Pêştir û piştî wê jî bi sedan tawanên îxaneta kurdfiroşiyên ji vê mînakê ji aliyê PDK û hind bereyên başûrê Kurdistanê dewam kirbû.

Piştî derbeya Îlona 1980 li Tirkiyê li hember tevgera Apoyî li Bakur û derketina Rêber Apo ji Tirkiyê ber bi amadekariyên rêxistina perwerdeyî li dola Beqa ya Lubnanê, di kongireya duyem ya PKK’ê de li sala 1982’yan  biryar hat girtin desteyek gerîla ber bi başûrê welat li behdînanê bihêne bi cih kirin. Wî serdemî bi giştî li Başûr bi tenê şerê aliyên kurd digel hevdû hebû, şerê PDK digel YNK, şerê partiya Şoyî di gel HSK,  şerê PDK di gel partiya Gel, şerê PDK di gel partiya Şoyî, şerê PDK di gel PDK ya îranî, bi giştî kurd mijulî rijandina xûna hevdû bûn.

Yekem desteya gerîlayên PKK’ê di vê qunaqa xwexoriyê de bi armanca seknandina şerê kurd û kurd bi niyeta avakirna yekîtiyek neteweyî pêngav avêtin. Yêk ji van gerîlayên ku rolek pir mezin jibo pêkhatin û peywendiyên di navber van partiyan de lîst şehîd Mihemed Karasungur bû ku di gel dû hevalên xwe (Îbrahîm Bîlgîn û heval seyîd) ji aliyê pêşmergên başûr tên şehîd xistin û çek û cilê wan jî tê talan kirin.

Kadroyê PKK’ê yên weke Hemîd Avçî navdar b heval hesen ku bi heman erkê rabû lê di 17.8.1985’an de endamê komîteya navendiya PKK’ê li gundê edîlbe ser bi herema Zagrosê hate revandin, piştî serê wî hatî jêkirin, cenazê wî radestî dewleta Tirk hate kirin.

Di sala 1992’yan de piştî raperîna gelê başûr desthilatdariya PDK’ê karî bi her awayî xwe wek xwediyê her deskeftekê bi ser gelê Başûr de bide sepandin. Di valahiya asta rewşenbîriya siyasî û neteweyî de PKK bi damezirandina partiyekê ji bo başûr xwest vê bide pir kirin. Lewre jî di 1.4.1991’an de partiya bi navê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hat damezirandin. PDK berdwam bi peywendî û hevkariyên xwe di gel dewleta tirk welatparêzên PKK’î yan bi tîrorkirin yan bi radestkirna wan bo destê dewleta tirk gav dihavêt. Di qonaxa van henrikiyên siyasî de pir layengir û sampatiyên PKK’ê hatin tîror kirin û gelek kadroyên wê radestî dewleta tirk hatin kirin. Yek ji wan gerîlayên ji aliyê PDK’ê radestî dewleta tirk hatî kirin Selman Alagoz bû ku wê demê ji bo çareseriyê li nexweşxana Azadî ya Duhokê bû pêşmergeyên PDK’î wî bi dest û çavên girêdayî di revînin û radestî dewleta tirk dikin. Di 28’ê adara 1992’yan givaştinên dewleta tirk li hember serhildana gelê Bakur giha asta herî jor û bi dehan sivîl hatin qetil kirin, ev hovîtiya dewleta tirk bu sedema nerazîbûna alîgirên tevgera PAK’ê li Başûr û bi diruşmên dij vê hovîtiyê ew ber bi kolanên Hewlêrî dane kêşan. Hêzên PDK’ê êrîşî ser xwepêşanderan kir û gule li wan reşandin, di encamde gelek birîndar bûn û 3 kes ji xwepêşanderan jî hatin kuştin ku 2 ji wan jin bûn.

PDK’ê bi van êrîşan hevpariya xwe di hovîtiya dewleta tirk bo ser gelê Bakur selimand. Helbet YNK jî wê serdemê 3 endamên partiya PAK ku 2 ji wan yên bi navê (Kirmanc û Necîr) jin bûn li Silêmaniyê gulebaran kirin. Gule reşandin, suqest, revandin û radestkirina ber destê dewleta tirk tiştek berdewam bû ku her di despêka damezirandina vê partiyê despê kirbû û heta dawiyê dewam kir.  Di vê serobendê de di sala 1993’yan de êdî bazara li ser şoreşger û wilatparêzan pir gerim dibû. MÎT û JÎTEM’ê ku di başûrê Kurdistanê de şaneyên xwe avakirbûn berdewam kadro û endamên partiya PAK  di van bazarên siyasîde bi pere dihatine firotin û radestî wan dihatin kirin. Terora mînakên Elî Şaban Amêdî, Reuf Akreyî, Sadq Omer Sindî û gelek kesayetên din zincîreyek ji van teror û reşkujiyên PDK’ê li hember zihniyeta yekgirtin xwaziya tevgera PKK’ê bû.

Bi awayekî vê îxanetê cihê xwe dinava qadên PDK’ê de girtibû ku êdî bi komî şoreşgerên kurd radestî Tirkiyeyê dihatin kirin. Yek jê girubek bû ku di 8’ê çileya 1992’yan radestî tirkan hatin kirin ku ji 5 gerîla 4 mêr û 1 jin, tevî 6 welatparêzên din bi komî 11 kes ji deriyê îbrahîm xelîl bi eşkere radestî dewleta tirk hatin kirin. Ligorî data û nivîsên ji aliyê rojnamevanê wê serdemê “Feysel Daglî” ku ev data hatine qeyd kirin van kesan bi diruşmên li hember îxaneta PDK radestî hêzên ewlehiya dewleta tirk bûn. Di qonaxa yek salê de 350 endamên PAK hatin girtin û îşkence kirin ku beşek ji wan yan radestî dewleta tirk hatin kirin yan jî hatin windakirin, helbet di salên din de jî heta dawiyê van teror, revandin û bazarên reş li ser xwîna welatparêz û şoreşgeran dewam kir.

Zekî Amêdî di adara sala 1993’yan de tevî jin û mêrek din yên endamên partiya PAK ku xelkê rojava bûn ji aliyê PDK’ê ve li navçeya Amêdiyê tên revandin û ber bi zîndanên PDK’ê ve tên guhestin û piştî îşkence kirnek giran di 31’ê adarê de di navbera bakur û başurê Kurdistanê de radestî MÎT’a tirk tên kirin, ew jî bi ser sînorê serzêrî Zekî Amêdî (heval kendal) gulebaran dikin û yên din bi xwe re dibin.   Ev îxaneta heyî mixabin heya roja îro hêjî dewam dike, bi caran PDK sampatî û şoreşgerên kurd radestî dewleta tirk kirin, ev yek jî dervayî ku weke şermezariyek li ser navê gelê kurd, ziyanek pir giran jî dide avabûna yekêtiya neteweyî ya gelê kurd. Em di vê salvegerê de di kesayeta şehîd Zekî Yaqub Amêdî (Heval Kendal) de hemû şehîdên şoreşa neteweyî û qurbaniyên destê îxanetê bi bîr tînin, hem jî îxanetkaran riswa û şermezar dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar