Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...
Çarşem - 19 Çile 2022

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Perestgeheke berxwedanê: Girê Sor – 4

Belê êdî 9 kes bûn lê serheviya vîn û biryardariya wan têra her tiştî dikir. Dijmin jî ji vê ditirsiya. Dûrî deriyê giştî bi cih bûbûn. Êrîşên dijmin û berxwedana gerîla heta 3’yê îlonê domand

Dijmin deriyê giştî kontrol kir. Ji deriyê şaneşînê jî bi teqemeniyan ji bo ku encam nedistandin êdî bombeyên destan davêjin lê encam nedistandin. Dema ku dihatin ser xeta mewiayan banga teslîmbûnê dikirin. Armanca leşkeran ew bû ku bi diyalogan bala gerîlayan belawela bikin û wê gavê bombeyan bavêjin.

Artêşa Tirk şeva 24’ê Nîsana 2021’an êrîşa dagirker li ser Zap, Metîna û Avaşînê da destpêkirin. Ji navenda berxwedanê ya Zap, Metîna û Avaşînê yek jê jî Girê Sor bû. Ev hem mewziyeke şer û hem jî mîna perestegekê bû, ya bi manewiyatê tije. Me berxwedana Girê Sor ku 80 rojî dom kir, ji vegotina Mizgîn, Dalaho, Armanc Simko û Têkoşîn Devrîm ku di nav berxwedanê bûn berhev kir. Beşa IV’an wiha ye:

Bersiva li bangên teslîmbûnê

Di beşên mewziyan de gelek teqemenî dikirin, ji ber vê pir zêde nedikarîn nêz bibin. Bi ser de bi moşêkan lêdidan. Di beşa mewziyê de herka hewayê ber bi derve ve bû, ji ber vê div î beşî de gaz û kimyewiya ku davetin tevahî li wan vedigeriya. Ji ber vê jî li wan mewziyan qet gaz bi kar neanîn û ev ji bo gerîlayan avantaj bû. Ji deriyê giştî bi B7 û bombevajan nedihiştin ku leşker mewziyan deynin.

Dezavantaja mewziyan ew bû ku hev nediparastin, tim li rex hev bûn. Şanejîn jî deriyên din nediparast, derî dîk nehatibûn derxistin û ev jî dezavantaj bû. Wan deman gelek caran banga teslîmbûnê dihate kirin .Carinan bi Kurdî diaxîn, Baz bihîstibû ku hin leşker bi Erebî jî diaivin. Cerdevan dihatin ser gir û qîr dikirin. Dema nobeta Zinarî û Ozgur hatibûn. Bi Kurdî diaxivîn lê Kurdiya wan dişibiya Kurdiya hêla Semsûrê. Hindefên şaneşînê billind bûn, ji wir qîr dikirin. Bi rengê, ‘’Em fedayiyên Rêber Apo ne, em ê ti caran teslîm nebin. Em fedayiyên gelê xwe ne, teslîmbûn xayintî ye’’ bersiv didan bangên teslîmbûnê.

Dijmin piştî demekê mewziya Şehîd Têkoşîn ku beriya niha hatibû girtin bi teqemeniyan vekir. Jixwe êdî bi henekî dihate gotin, ‘’Ev çi îş e wiha, em mewziyê vedikin dijmin digire. Dijmin mewziyan digire em vedikin.’’

Berê xwe dane qata jêr

Hêzên Tirk piştî deriyê mewziyê xwest ku were qata jêr û êrîşê bîne. Ji deriyê giştî derketin û du caran bi B7’ê li bilindcihê dan. Her wiha bi çekên Zagros li Kobrayan dan. Ji bo ku ji vî derî nedihate hiştin ku dijmin li gopîtkê mewziyan deyne, dixwestin ku werin vî derî. Dixwestin ku li bilindcihê mewziyên xwe qeyîm bikin lê nedikarîn nêzî derî bibin. Mesafeya wan ne mesefeyeke wiha bû ku bikaribin bombeyên destan an jî gazê bi kar bînin. Tenê bi şelîtan dikaribûn teqemeniyan bişînin. Armanca wan ew bû ku ji dur ve kontrole bikin û nehêlin ku gerîla ji vir derkevin derve û çalakiyan bikin. Dijmin dema ku hatî vir derba pêşî gerîla li wan da. Ji ber vê jî li wir bi rengekî veşartî bi cih bûn û suîasktvanên li wir bi cih kirin. Gerîla êdî nikarîbûn ji wir derkevin derve. 150 metroyî nêzî derî qadeke daristanî hebû. Dijmin li wir bû. Piştî bi çen rojan suîkastvanên xwe li ber deriyê giştî danîn. Ozgur, ji deriyê giştî dema ku bi dûrbînê nerî dît ku 2 suîkastvanên kamûflaskirî li wir hatine bicihkirin. 8’ê Tebaxê bû.

Beriya niha li vî derî doçka dihate bikaranîn. Botan digot hûn zevt nekin jî lêxin, ji ber ku dixwest ku leşker bibêjin, ‘em di ser wan re ne, ev hê jî çawa dikarin guleyan bavêjin’’. Nedixwest ku derûniya wan rehet be. Dema ku derb dixwar helîkoptêrên êrîşê rêgeha xwe diguherandin. Dema ku li Mamreşo jî tevger çêdibû dîsa ji vir li wan dihate xistin. Bi rehetî jmirov dikarîbû ji vir derbiketa, carinan ji bo agir dar jî dihanîn. Çalakiyên ku ji vir dihatin kirin encam dianî û ji bo vê dijmin berê xwe da vir. Hate gotin heke dijmin hatibe qada jêr em ê doçkayê bibin qada navîn û ji wir li wan bixin.

Roja pêşî bû ku hatibûn qata jêrê û hê mewziyên xwe qeyîm nekiribûn. Ji ber vê gerîlayan wê rojê pir li wan da. Hewl dan ku nikaribin bi rehetî werin li wir bi cih bibin. Êdî zêdetir bala xwe didan qata jêr û hijmara nobetan a li wir zêde kirin. Carinan dijmin teqemenî davetin qata jêr jî û dronê dianîn.  Gerîlayan jî ji vir tim gule diavêtin û nedixestin ew fikir bi dijmin re çêbibe ku ewder berdane. Carekê dîsa bi werîsan kîsên tije teqemenî li ber derî danîbûn. Têkoşîn hate cem Botan û got, ‘’Ev teqemenî pir dûrî derî ye, tenê ji bo ku ji hêla psikolojik ve tesirê li me bike li wir hatiye danîn. ‘’Piştre çûbû çend gule avêtibûyê lê neteqiya. Hemû gubreya di nav kîs de rijiya. Botan digot,’’Niha leşker bibînin ku kîsê wan qilomilo bûye wê dîn bibin.’’ Botan dema ku ketî hundir Têkoşîn û Armanc nobedar bûn. Dema nobeta wan dijmin teqemenî avêt. Botan vê carê got,’’Em jî carinan tiştên bêmantiq dikin ha, hin kes bibîhisin ku me gule avêtiye teqemeniyê wê bibêjin van aqil berdaye.’’

Bi meylên eletexmînî bombeavêj

Makêteke bi şiklê mirovan hate çêkirin. Cemedaneke jî bi serê wê ve hate girêdan. Dema ku ji deriyê giştî ev derderdixistin derve leşkerên Tirk lê didan. Guleyên ku dihatin dema ku li keviran diketin parçeyên keviran li wan dihatin. Delal rojekê dema ku maket derxistine derve, pîjek kevir ji ber guleyê pkiya û li rûyê wê ket. Botan bi henekî got, ‘’Elele, êdî tu jî birîndar bûyî, êdî li ser rûyê te jî şopa şer heye, êdî her kes wê zanibe ku te şer kiriye’’. Delal piştre şandin qata navîn lê tim digot, ‘’Min li qata jêr xwîn rijandiye, divê biçim wir.’’

Mizgîn, 11’ê Tebaxê ji bo ku kontrol bike dema ku çû derve hin kîs dîtin. Mewzî çêdikirin, heke bihiştana ku mewziyan deynin êdî wê êrîş zêde bikirana. Minzgîn jî ji bo ku fêhm bike bê ka çi dibe xwest ku biçe wêneyan bigire, ji ber ku tam nikarîbûn serê xwe derxistindana. Tam kamera derxiste derve, wê kêliyê dijmin bi çeka suîkastê li kamerayê da û Mizgîn ji destê xwe birîndar bû. Têkoşîn jî bi dûrbînê dema ku derve kontrol dikir gule li piyê we ket, di ser kaboka wê re şiqitî. Wiha bi sivîkî birîndar dibûn. Serê xwe pir dernexistin derve lê bi meylên texmînî bi bombeavêjan li dijmin didan. Pir dihate xwestin ku dijmin ji deriyê giştî êrîşê bîne lê zêde nêzîkî derî nedibûn. Jixwe dijmin piştî ku bi balafirê li wî derî dabû li ber derî hindefeek çêbûbû. Heke dijmin bixwesta bihata diviya tam bihata ber derî lê ew wêrekiya wan nebû. Tenê ji dûr ve kontrol datanî, heta roja dawî jî di wê pozisyonê de ma.

Hewadariya tûnelan pir baş bû

Avantaja tûnelan ew bû, li gel ku gelek derî girtîbûn jî hewdariya wê pir baş bû. Gazê zêde tesîr nedikir. Piranî jê di teqînan de birîndar bûn, gelek jê ji qerem kein lê kesî ev ji bo xwe nedikir derd. Ji ber kuu hijmara birîndaran zêde bû her kesî rojê 8-12 saetan nobet digirt. Westandin jî çêdibû. Li gorî mezinbûna şkeftê hijmar kêm bû lê dema ku mirov li erzaqê dinerî wiha baştir bû. Di vê mijarê de hin zor û zehmetî çêdibû lê ji bo ku derb li dijmin were xistin tim proje dihatin danîn, diçûne cem Botan û pêşniyar dihatin kirin.

Pora her kesî hat kurkirin

Ji ber westandinê ti hewcehiyên şexsî bi cih nedianî. Ji ber vê ya ku herî zêde zehmetî dida gerîlayên jin pora wan a dirêj bû. Keziyên wan hema hema ji şûtikên wan derbas dibû. Ji ber ku derfet nebûn ku serê xwe bişon, di nav ew qas kimyewî û gazê de nikarîbûn pora xwe şe bikin. Biryar hate standin ku pora xwe kur bikin, Zinarîn pêşî nehişt lê piştre heq da. Kesî nizanîbû ku porê jî kur bike. Zinarîn weke porbireke ecemî destê xwe da kîjan ew mehf kir. Qurbanên din ên mayin jî îtîraz kirin. Delal pora Zinarîn û Ozgur kurt kir lê di porê de ast nema. Bang li Argêş kirin. Argêş pêşî pora Têkoşîn û Delal û piştre ya hemû jinan kurt kir. Pora hemûyan bû weke modêla porê ya meran, meran jî pora xwe rût  kirin. Her kes şibiya hev. Encama vî şerê bêdad li zora hemûyan diçû lê ev mesele jî ji aliyekî ve dibû mijara henekan û ji nedîtî ve hate dîtin. Hewl dihate ayin ev rewşa ku di nav jiyanê de derketî holê li pêş têkoşînê nebe asteng. Heta şehîdbûne jî ev jiyan, bi rengekî hînî atmosfera şer bûyîn, dom kir. Li gel şer û çalakiyan carê pirtûk jî dihatin xwendin. Tiştên rêxistinî ku hewce kir ji bo ku werin îmhakirin hatin hazirkirin. Me kamp bi ser hev de dianîn û birîndaran re eleqedar dibûn. Carinan derence dihatin paqijkirin. Ji bo ku nekeve dest dijmin hin pirtûk jî hatin şewitandin. Heta roja dawî jî roj wiha derbas bûn.

Te zêde kiriye, qenebe te bigota 20

Dijmin deriyê giştî kontrol kiribû. Ji deriyê şaneşînê jî ji bo ku bi teqemeniyan nikaribûn encamê bistînin bombeyên destan davetin lê encam nedistandin. Dema ku dihatin ser xeta mewziyê banga teslîmbûnê dikirin. Armanca leşkeran ew bû ku bi diyalogan bala gerîlayan belawela bikin û wê gavê bombeyean bavêjin. Botan ku bi vê dizanî digot, ‘dema ku bi we re axivîn guleyan bavêjin’. Çend caran wiha xwestin ku şerê psikolojik bikin. Dema ku Argêş nobedar bû, dema ku hate gotin, ‘Fermandarên we teslîm bûn, werin hûn jî teslîm bibin, em dizanin erzaqê we nîne, li vir xwarin nîne, nan nîne, jixwe hijmara we kêm e, hûn pênç kes mane. Hûn çend in?’’ Argeş got, ‘Em 50 kes in, 50’’, li ser vê ji Argeş re hate gotin, ‘’Ê te jî pir zêde kir, hema te bigota 20’’ Her kes bi vê bersiva zêdekirî ya Argêş keniye. Belê, êdî 9 kes bûn lê serheviya wê vîn û biryardariyê têra her tiştî dikir. Dijmin jî ji vê ditirsiya. Dijmin li dûrî deriyê giştî bi cih bûbû. Li aliyê şaneşînê jî pir kêferat dihat ekirin, ji ber ku gelek kevir dihatin xwar. Hem li mewziya Şehîd Têkoşîn û hem li şaneşînê teqemenî diteqqandin, carinan bombeyên destan davêjin û carinan rokêtên B7’ê davetin. Ev êrîşên dijmin û berxwedana gerîlayan heta 3’yê Îlonê wiha dom kir.

Nirxandina rêxistinê bes e

Ji cîhaza mezin dengê Amed dihat lê ji bo ku qeblo li hundir vedibû deng nediçû aliyê dî. Dema ku dengê wî hate bihîstin moral û hêzeke mezin çêbû. Nerîna wî ya li Biryargeha Werxelê û Girê Sor û nirxandinên wî pir cuda bûn. Dema kul i nirxandina berxwedanê dihate guhdarîkirin dihate goitn, ‘’Bi rastî jî ev ji bo me tê gotin?’. De qey ji bo ku ew di nav de bûn bi wan ew qasî derasayî xuya nedikir. Nirxandina li ser berxwedanê pir mezin bû. Dihate gotin, ‘’Heval bi rengekî wiha mezin me dinirxînin, em ê çawa bibin layiqî vê’’. Biryardariya Botan bi rastî jî pir cuda bû. Wiha digot: ‘’Rêxistin me bi Zîlan û Bêrîtan û xeta berxwedanê ya zindanê re dinirxîne, çi dibe bila bibe e mê vî girî bernedin. Heke rêxistin bi vî rengî me dinirxîne ev besî me ye. Em bimirin jî, parçe parçe jî bibin êdi ne xem e.’’

Dihate gotin çi dibe bila biba ev der wê neê berdan lê yek kes jî be divê ji wir derkeve û berxwedanê vebêje, û rûnan bi rêxistinê re par ve bike. Tekane fikar ev bû, rêxistin heke bi rûdanan nizanibe belkî wê demê biêşiya. Ji bilî vê her tişt dabûn ber çavan. Di awirê hemûyan de ev îdîa hebû û weke kulmekê bûn.

Berxwedan û wêrekiya jinan diyarker bû

Weke li her deverên berxwedana li Avaşînê li berxwedana Girê Sor jî jinan bi ked û rengê xwe mohra xwe li berxwedanê dan. Bi rengekî wiha ku gerîlayên mêr ên li ser gir ji vê hêza distandin û li ser keda wan a di vê berxwedanê de diaxivîn. Armanc piştî pêvajoya berxwedanê ji bo gerîlayên jin ev gotin: ‘’Zivistanê jî em li gel hevalên jin man, carinan problemên me çêdibûn me rexne dianî. Me hev nas kiribû û xasetên hev fêhm kiribûn. Dema ku dijmin hate girt hevalên jin li eniyan cihê xwe girtin. Piraniya wan xwedî branş û tecrûbe bûn. Hemû mewziyên me tekel bûn û pêşî hevalên jin bi ser dijmin de diçûn û êrîş dibirin ser dijmin, pir wêrek bûn. Dema ku me ev wêrekiya wan didît wêrekî bi me re jî çêdibû û morale me geş dibû. Mînak dema ku hevaleke jin çalaki dibir ser dijmin, bi wêrekî diçû ser dijmin wêrekiyeke mezin dihate me.

Rojekê dema ku em li bilindcihê bûn planeke me hebû ku em bi bombeavêj û çekên şexsî li dijmin bidin. Ez û hevala Zinarîn em ê biçûna. Zinarîn pir kelecanî û bi daxwaz bû. Vê morale mirov geş dikir. Piştî çalakiyê mirov digot qey ku per û baskên wê hebûna wê bifiriya, ew çend bi moral bû. Rastiya mirov di wan demên zor û zehmet de wê derkeve holê. Di wan demên taloke de kî li cem te hebe hevrêyê te yê rastî ew e. Hevrêtya rastîn dema şer derdikeve holê. Hevalên jin li xwe nedifikirîn û venedişiyan. Tirs nebû. Xaseteke hevalên jin e, çandeke ku ji Bêrîtan û Zîlanan hatî. Heta guleya dawî şer dike, ku hewce dike bombeyê bi xwe de diteqîne û teslîm nabe. Hevalên jin ên li wir jî wiha bûn. Me dizanîbû ku yek ji wan jî teslîm nabe. Min gelek moral û wêrekî ji wan girt Bi tevlêbûn, henek, destek û alîkariya wan tevlêbûn û hêviya me zêde dikir.

Siûdeke mezin bû

Mînak dema ku ez birîndar bûbûm Têkoşîn ez li pişta xwe kirim û birim mangayê. Kincên min piranî qetiyabûn. Heval Zinarîn fermandara tîmê bû, pêlavên min jî şûştibûn û gorên min jî kiribûn piyê min. Ev bandoreke mezin dike. Mirov dema ku bi hevrêyên wiha re şer dike, dibêje li qada şer heta mirinê mirov dikare şer bike. Ango heq dike ku mirov li cem wan mirovan şehîd jî bibe. Siûdeke pir mezin bû. Heval Delal nû tevlê bûbû. Sala pêşî şi Girê Sor derbas kir. Beriya operasyonê bi 20 rojan salvegera tevlêbûna wê bû. Li gel ku tecrûbeya xwe kêm jî bû pir wêrek bû. Dema ku guleya pêşî avêtî dijmin, me ji kêfxweşiya ji çavê wê, ji awirên wê moral distand. Her dema ku me li wan dinerî, me digot tenê ji bo van hevalan jî be heta dawiyê em ê şer bikin. Dema ku heval Ozgur birîndar bû rojekê jî moralê xwe neşikest. Wê moral dida me. Ji bo ku guhê min nedibîst me 2 kesan bi hev re nobet digirt. Ji ber vê dema nobetê yên ku mewzî kontrol dikirin tim hevalên jin bûn. Tim xwe davetin pêş, li kûderê taloke hebûya digotin, ew ê biçin. Bi tevlêbûn, rengên xwe û ahenga xwe tevlê diûn. Mînak carinan ez ditengijîm lê wan bi min re nîqaş dikir, moral û hêz dida me. Gelek tişt hene ku mirov bibêje lê nayê ser ziman, divê mirov bijî. BEHDÎNAN

Çavkanî: ANF

Perestgeheke berxwedanê: Girê Sor – 3

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar