Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Pergala 3 xwedawendan: Al Lat Al Uzza û Menat

Di dîrokê de her çi hatibe jiyîn jî di wateya mutleq de şopek li pey xwe hiştiye. Ya girîng rêwîtiya li ser van şopan e

Di cîhana roja me ya îro de ger ji me bê xwestin em ‘cihê kevneşopiyên baviksalar ên herî hişk bihejmêrin, destpêkê em ê ‘Erebistan û Nîvgirava Ereban’ bibêjin.

A rast ev çewtiyek e, di şert û mercên roja me ya îro de dema em li polîtîkayên desthilatdariyên ku jinan tune dihesibînin binêrin, wekî şîroveyeke tenê ya xuya dibe ji vê jiberkirinê ango ezberê wêdetir naçe.

Tav, heyv, stêrk, şer, bereket, eşq, jiyan, mirin; li ser rûyê erdê çiqas halê însan hebe baweriya xwedawend Al Lat a ku hemûyan temsîl dike gelo hûn dizanin ji Nîvgirava Ereban derketiye û rengê xwe daye vê erdnîgariyê?

Hema bêje henasegirtin û dayîna jinan ku li ser vê erdnîgariyê heram bûye, bi van şert û mercên îro, nêrîna li dîrok û civakê dê me ber bi ferasetên gelek xapînok ve bibe.

Lê belê çanda ku behsa wê tê kirin di paşerojê de ji gelek baweriyên din ên pergala kevneşopiya xwedawendiyê re bûye îlham. Nexasim roja me ya îro rehê berxwedana jinên ereb ê bi hêz, bingeha xwe ji vê derê digire.

Bi derketina îslamiyetê û pêşketina wê re di civakên ereb de, baweriya kevn hema bêje hatiye tunekirin lê belê çanda jin-xwedawend xwe bi şêweyên bi çand û berxwedanên din daye berdewamkirin.

Wa ye di nava çanda El Ubeyt de Al Lat, AL Uzza û Menat piştî ku di nava çanda 3 xwedawendan û tevahî Rojhilata Navîn de bandor kiriye, bi nasnameyên cuda berxwedana wê pêk hatiye ango ev pergala baweriya Al Lat e.

Çavkaniyên dîrokî yên di destê me de ne, ev in:

Rûxmê dîrokeke zelal neyê dayîn jî Beriya Zayînê (B.Z.) di sedsala 17’an de roja me ya îro de li bajarê Taîf ê Erebistanê cara ewil pergala vê xwedawendê dest pê dike. Ji van xwedawendan a sereke re digotin Al Lat û weke xwedawenda tav û heyvê tê zanîn. Ango dorvegeriya rojê ya dida domandin bû. Dîsa di heman demê de xwedawenda ax û eşqê bû.

Di peykerên Al Lat de li jora serê wê tav û heyv ketiye nava hev, di destên wê de sembola bereket, zêdebûn û jiyanê qevdeke simbilên genim û taseke bixûrê heye.

Di nava pergala xwedawendan de xwedawenda duyemîn Al Uzza ye. Ev xwedawend temsîla stêrka sibê û şevê dike. Ango dorvegera şev û rojê temsîl dike. Di heman demê de xwedawenda şer û eşqê ye.

Xwedawend Menat jî bawerî û mirinê temsîl dike. Weke xwedawenda çarenûsa însan diyar dike jî tê zanîn û însan an ji bo dijminê wan tune bike yan jî ji bo wan ji dijminê wan biparêze jê re dua dikin. Sembola wê jî heyva ku biçûk dibe ye.

Sembola pergala 3 xwedawendan di perestgehê de kevireke şiklê çar qorzî ye.

Li gorî hin dîrokzanan roja me ya îro cihê Kabê ya ji bo îslamê pîroz e ya rast wekî perestgeha Al Lat tê destnîşankirin ku li vê derê kevireke çar qorzî hebû û tevahî însan dihatin li ber vî kevirê ji xwedawendan re dua dikirin. Heta tê diyarkirin ku Kabe jî çar qorzî ye weke bandora baweriya wê demê tê hesibandin.

Heta di serdemên pir kevn ên beriya îslamiyetê de ji bo civaka ereban kevneşopiya dibêjin ‘zarokên keç bi zindî dixistin bin erdê’ hatiye berovajîkirin û bi vî awayî tê gotin. Li gorî çavkaniyên li ser baweriya Al Lat lêkolîn kirine, di wan deman de civaka ereban zarokên keç ên nû ji dayik bûne ji bo baweriya her sê xwedawendan bibe ezîze ji xwedawend re xelat dihatin dayîn. Lê bi demê re ev kevneşopî ji aliyê feraseta dîroka baviksalar ve hatiye çewtkirin û weke qurbankirina zarokên keç tê vegotin.

Dema mirov li ser gelek rastiyên dîrokî ya pergala ku zilamê desthilatdar, berovajî kiriye difikire îhtîmaleke gelek dûr nîn e lê ev dê tenê wekî şîroveyeke me be.

Baweriya Al Lat di serî de li bajarê Taîf û Mekeyê, li gelek deverên Erebistanê bi sedsalan xwe domandiye. Bawerî bi rêya bazirganiyê li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn belav bû.

Ji bo vê baweriyê, gelek cihên îbadet û perestgehan hatine avakirin ku yek ji van deran jî Sûriye ye.

Li gorî rîwayetan mirîdên Al Lat ji bo baweriya xwe berfireh bikin ber bi Sûriyeyê ve koçber bûne û Reqayê kirine navenda herî girîng a baweriya xwe. B.Z. ji sedsala 10’an pê ve tê payîn nêzî Reqayê li gelek herêman perestgehên Al Lat hatine avakirin.

Ruxmê hilweşandinan û şer, hê jî kevnareyên dîrokî li ser pêyan e. Yek ji van bi qasî tê payîn Qasr El Banat e ku destpêkê wekî perestgeha Al Lat û piştî tê xirakirin şûnde bi navê ‘Keleha Jinan’ hatiye avakirin.

Gelek bermahiyên baweriya xwedawend Al Lat ên li Reqayê, di dema dagirkirin û talana moxolan de hatine tunekirin û piştî îslamiyetê jî bi temamî şopên wan jê birine.

Lê rehên xwedawend ên berxwedêr, di hişê mirovan, çand û jiyana wan de bi awayeke şêwe guhertî xwe domandiye. Reqaya ku navenda baweriya Al Lat bûye, di dîrokê de ji bo serhildana tevgera Zenc a dijî koletiyê jî malovanî kiriye ku ev tişteke ji ber xwe ve bi pêş neketiye, çavkaniya xwe ji rehên berxwedanê digire.

Li ser axa bakur-rojhilatê Sûriyeyê ku şer û dagirkerî kêm nebûye gelek aşer di bin giran de vaşartî ne car caran ên derketine ser rûyê erde hevbirîna çanda Til Xelef û El Ubeyd a navenda baweriya çanda xwedawend û çanda baviksalarî çawa li ser hev bandor kirine û cihê ku sentez dane avakirin tê dîtin.

Bandora çanda dayika xwedawend li ser şaristanî, dewletên bajaran, B.Z. di navbera sedsala 8’an û yekan de peykerên xwedayan diyar in. Li bajaran kral hene lê hê jî di rêvebirina bajaran de pergala baweriya xwedawendan hebûna xwe diparêze.

Baweriya li ser esasê Al Lat lewazbûyê be jî heta Piştî Zayînê (P.Z.) bi şêweyên cuda heta derketin û berfirehbûna îslamiyetê berdewam kiriye. Piştî îslamê, baweriya Al Lat, çanda jinan di serî de ji Nîvgirava Ereban bigire, li tevahî herêmê xwestine ji holê rabikin.

Li girê Tell Zeîdanê beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê, di erdkolanan de rastî gelek daneyên vê baweriyê hatine lê bi destpêkirina şer, kolandin hatine sekinandin û piştî dagirkeriya DAIŞ’ê li wî girê texrîbatên gelek mezin çêkirine.

Şopên baweriya Al Lat ên din li Sûriyeyê, li bajarê Palmîra, yê nêzî Hesekê, girê Til Berak û Til Bêder û Dêrazorê bajarê kevnar Dura Europus e.

Ji bilî van weke şopdarên baweriya Al Lat qebîleya Nebatî ya Semîtîk nêzî derdora Urdunê bajarê Petra bi navê xwedawendê didin avakirin û hê jî perestgeheke ku bi navê her sê xwedawendan derbas dibe, heye. Çavkanî: Nû Jinha

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar