Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...
Şemî - 27 Mijdar 2021

Erdogan li ber sekeratê ye!

Li Tirkiyeyê siyaseta takekesî êdî têk diçe. Tevî hemû hewldanên mabûna li ser desthilatê jî lê belê vê carê av diçike û binê behrê...

Têkçûna sîstema Erdogan

Ev çend meh in dovîz carina ji nişkava ber bi jor ve diçe. Di encamê de rêjeya dovîz piçek kêm bibe jî axir naye...

Polîtîkayên şerê taybet

Bi têkoşîna azadiyê ya 40 salan re kurd bûn xwedî hêz. Kurdan di aliyê siyaset, dîplomasî, çand, ziman û perwerdehiyê de xwe bi rêxistin kirin û pêş xistin. Tevgera azadiya kurdan ji bo nixên xwe yên neteweyî biparêze, hêza parastina leşkerî pêş xist û bîrdoziya xwe kûr kir. Di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, kurd bêtir li çand, ziman û nasnameya xwe xwedî derketin. Kurdan bi siyaset, çand û berxwedana xwe, xwe bi cîhanê dan naskirin û qebûlkirin. Êdî di asta navdewletî de dîplomasiyê pêş dixin. Kurdan bi fikr û felsefeya Ocalan li dijî pergala kapîtalîst pergala Modernîteya Demokratîk pêş xist û vê pergalê dixin meriyetê.

Her ku kurd xwe bi rêxistin dikin û di aliyê fikr û bîrdoziyê de dibin xwedî hêz û rêxistin, her ku kurd di aliyê siyasetê û yekîtiya neteweyî de xurt dibin, êrîşên li dijî kurdan jî zêde dibin.

Niha di asta navdewletî de li dijî kurdan şerekî topyekûn heye. Li aliyekî AKP û PDK bûne yek û li dijî kurdan çekên kîmyewî bikar tînin. Li dijî kurdan komkujiyê dikin. 6 meh in AKP û PDK bi hevkarî li dijî herêma Metîna Avaşîn û Zapê şer dikin. Ji ber ku Tirkiye di şerê li dijî gerîlayên HGP’ê de bi ser nakeve, vê carê çekên kîmyewî bikar tînin. Ji ber çekên kîmyewî bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane. Dîsa leşkerên tirk ji ber psîkolojiya wan xera dibe întîhar dikin.

Li aliyê din Tirkiye û Iraq bi hevkariya PDK’ê êrîşî Şengal, Mexmûr dikin. Tirkiye bi hevkariya Rûsya êrîşî Kobanê dike. Piştî Erdogan li Rûsya û Amerîkayê hevdîtin kir, niha gefan li Rojava dixwe. Piştî Erdogan gef li Rojava xwar, balafirên bê mirov ku ji Tirkiyeyê rabûn, di hefteyekê de 2 êrîşên hewayî pêk anîn. Di êrîşa 20’ê cotmehê de 2 welatî û di êrîşa 23’ê cotmehê de jî 3 welatî hatin qetilkirin. Bi van êrîşan dixwazin Kobanê mohtacî Rûsya û rejîma Sûriyeyê bikin. Tirkiye û Rûsya li ser Kobanê û Idlibê bazarê dikin. Lê çawa gelê kurd bi berxwedanê Kobanê rizgar kir, dê destûr nede êrîş bi ser bikevin.

Yek ji şerê taybet ê Tirkiyeyê jî şerê li dijî çanda kurdan e. Hefteya borî hunermendên NÇM’ê xwestin bi minasebeta 30’yemîn salvegera damezirandina NÇM’ê li Stenbolê şahiyekê li dar bixin. Pêr jî xwestin li Edeneyê şahiyê li dar bixin. Lê reyedarên dewletê destûr nedan şahiyên NÇM’ê yên Stenbol û Edeneyê. Di heman rojê de ‘Hunermend’ Ahmet Guneştekîn li Birca Keçî ya Sûra Amedê ku ji gelê Amedê re hatibû qedexekirin pêşengeha “Odeya Hafizayê” vekir. Lê di pêşengehê de hat dîtin ku hafizaya kurdan çawa şolî û nepen dike. Di bin navê huner û çandê de çanda kurdan û hafiza kurdan tune dike. Lê rayedarên dewletê ku destûr dan Guneştekîn, şahiya NÇM’ê ya ku çand û hafiza kurdan ronî dike, qedexe kir. Hê jî qedexe dike.

Ev nîşan dide ku hikûmet û dewlet şerekî pir taybet li dijî gelê kurd dimeşînin. Li vir divê kurd bêtir hişyar, baldar û bi rêxistin tev bigerin. Divê kurd bêtir, li bîr û çanda xwe xwedî derkevin û bêtir çand û bîra xwe biparêzin. Tişta herî talûke ew e ku kurdên xwe wekî ‘Hunermend’, ‘siyasetmedar’, ‘rewşenbir’ û ‘Zana’ nas dikin, bi siyaseta li dijî kurdan û hunera ku li dijî çand û nirxên kurdan siyaseta spî pêş dixin. Çanda bişaftinê pêş dixin. Bi jiyan û kiryarên xwe yên ku bûne koleyê kapîtalîzmê, rastiya çanda kurdan reş dikin û berovajî dikin. Şaşiyê wekî rastî û rastiyê jî wekî şaşî nîşan didin. Ev nîşan dide ku bûne destikê bivirê destê dijminên xwe. Lê haya wan jê tune ye. Siyaset û kiryarên PDK’ê rastiya vê yekê ye. Pêşengeha Ahmet Guneştekîn encama vê yekê ye. Ger ku ne wisa be çima di siyasetê de HDP’ê muxatab nagirin diçin PDK’ê muxatab digirin. Ger ku ne wisa be çima destûrê didin pêşengeha Guneştekîn, lê destûrê nadin şahiya NÇM’ê. Çima destûrê didin çend ciwanên ku di bin kontrol û parastina polîsan de li kolanên Sûrê û Îstîklalê di bin navê ‘Hunerê’ de bişaftinê pêş dixin. Çima destûrê nadin ku hunermendên NÇM’ê li kolanan stranan bibêjin.  Çima destûrê nadin ku Devrîm Demîr di mitînga jinan a li Îstasyona Amedê stranan bibêje. Divê her kurd vê rastiyê bibîne û li dijî vê yekê xwedî helwestek polîtîk be.

Nûçeyên Têkildar