Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...
Duşem - 17 Çile 2022

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Rê didin DAIŞ’ê yan DAIŞ’ê zindî dikin?

Di nava meha dawî de liv û tevgera êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li başûrê Kurdistan û taybet herêmên nakok ku weke herêmên madeya 140 tê zanîn, zêde bûne.

Em bi kurtî van êrîşan bi bîra hev bixin û vegerin ser mijara xwe ya esas û pêde biçin.

10’ê mijdarê çeteyan li ser ava Zerge ya bajarokê Amirlî ya Xurmato êrîş bir ser du welatiyên sivîl ku masî digirtin kir û 2 welatî qetil kirin

28’ê mijdarê çeteyan li Kuleco ya Kifrî ya girêdayî Silêmaniyê êrîş bir ser çeperên pêşmergeyan û 5 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan.

29’ê mijdarê dîsa li Kifrî DAIŞ’ê êrîş kir, 3 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Herî dawî 3’yê kanûnê DAIŞ’ê êrîş bir ser gundê Xidirce ya navçeya Mexmûrê ya girêdayî parêzgeha Mûsilê ji heman malbatê 3 bira qetil kir û dîsa di vê êrîşê de jî herî kêm 10 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 4 jê pêşmerge û sivîlek birîndar bûn.

Balkêş e ku piştî van êrîşan di asta jor a rayedarên hikûmeta başûrê Kurdistanê ji Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî bigire heta Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî, dîsa Wezareta Pêşmerge daxuyanî dan ku tola sivîl û pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane rakin.

Lê em dizanin ku ev daxuyanî tenê, gotin in. Tu zikrek xwe nîne. Her kes dizane piştî DAIŞ li herêmê bi destê gerîla û pêşmegeyan hat têkbirin, DAIŞ ji bo temamî têk neçe di serî de Tirkiye hêzên hegemon û desteka lraq û dîsa siyaseta qels a başûrê Kurdistanê DAIŞ’ê bi yekîneyên biçûk li herêmên nakok ji Kerkûk bigire geta Hemrîn, Çiyayê Qereçox û deverên din bi cih kirin. DAIŞ li Kerkûkê ji aliyê eniya tirkmen ve tê parastin û tirkmen rêberiyê ji bo wan dike, her wiha li herêma Mexmûrê DAIŞ herî zêde li deverên di bin serweriya pêşmerge de ne hene û êrîşan dike. Tirkmen bi dehan car gefa li Penaberên Mexmûrê xwarine û dîsa DAIŞ’ê êrîş bir ser penaberên Mexmûrê. Tu ferq di navbera çeteyên tirkmen û DAIŞ’ê de ji bo penaberên Mexmûr nîne. Her du jî dixwazin welatparêzên Mexmûrê tune bikin.

Gelek caran di çapemeniyê de derket ku pêşmergeyan çavên xwe li tevgera DAIŞ’ê ya li Mexmûrê girtine.

Nimûne; 20’ê mijdarê Fermandarê Pêşmergeyan Xazî Feysel ji Rojnewsê re axivî bû û ev tişt gotibû: “Li Çiyayê Qereçoxê di navbera pêşmerge û çeteyên DAIŞ’ê de tenê 200 metre heye. Pêşmerge tu mudaxele nake, ev jî hevkariya PDK-DAIŞ’ê nîşan dide.”

Me di bûyera herî dawî de dît ku Mesrûr Barzanî û heyeta pêre çawa rondikên derewîn dibarandin. Berpirsê Mihwerê Mexmûr-Guwêr Sîrwan Barzanî ye. Gelo dema êrîşê Sîrwan Barzanî li sengerên pêşmerge bûn an li Qesra xwe ya Serereş bû? An jî li Hewlêrê bû? Fermandarek şer divê li gel hêzên xwe be. Wê şevê Sîrwan li ku bû?

Wisa texmîn dikim ku ger birayê 3 sivîlên hatibûn qetillirin li ser tv’yên wan bang û hewar nekiriba wê Mesrûr Barzanî neçûba serdana gund û sersaxî li wan nedaba. Li ser vê re jî daxuyaniyên tolgirtinê didin. Baş e birêz Mesrûr Barzanî Serokê Hikêmeta Herêma Kurdistanê qey tu nû dizanî DAIŞ li wir in? Roja DAIŞ ketin herêmê heta vê gavê li herêmê hene ev ne êrîşa ewil e, bi vî rengî biçe wê ne ya dawî be. Li Qereçoxê bi dehan kunên DAIŞ’ê hene hûn jî Wezareta Pêşmergeyan jî dizanin. Hûn dixwazin tolê rakin, fermo operasyonek li temamiya Qereçoxê bidin destpê kirin. Ka zehmet nebe operasyon bikin, piştre bêjin va me li herêmê DAIŞ’ê qedand tola sivîl û pêşmergeyan rakir. Rehet razên. Lê berî vê kirinê, daxuyaniyên bê dayîn wê ne dilê malbat, pêşmerge ne jî gelê kurd rehet bibe.

Çima di demeke xwepêşandan û aloziyên li başûrê Kurdistanê geş dibin; rojevên xurt ên gelê kurd azadiya Serok Apo, dîsa bikaranîna çekên qedexe, hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya tirk re, derxistina PKK’ê ya ji lîsteya ‘terorê’ û têkçûna dagirkeriya tirk di rojeva kurdan û cîhanê de, zêdebûna êrîşên DAIŞ’ê gelo ji bo we jî balkêş nehat?

Ev êrîş bi destê Tirkiye û siyaseta PDK’ê ya li gel dagirkeran pêk tê. Bi van êrîşan bikin ku rojeva navxwe bidin guherîn û dîsa bala Ewropayê bikişînin ku çekan bi hinceta şerê li dijî DAIŞ’ê bigirin. Li ser xwîna pêşmerge û sivîlan bazarê dikin. Çekên Ewropa dane firotin û li dijî gerîla bikar tînin. Lê dema dibe mijara DAIŞ’ê, direvin.

Li aliyê din, dagirkeriya tirk li ber gerîla têk çû. Tirkiye ketiye halek xirab ku bikare li cihek din nefes hilde, DAIŞ’ê bixe dewrê. Sempatiya gel qezenc bike, gel ji rojevên nebûna xizmetguzerî, dawî li xwepêşandana xwendekaran bîne. Ji ber ku cara yekem e ciwan wiha girseyî daketin qadan, ev jî çavê hikûmetê tirsand. Ji bo wê pêwîst dît ku DAIŞ’ê bixin tevgerê û serî van mijaran bide nixumandin.

Dîsa heskirina gel a ji bo gerîla û pêşî li ramanên Rêber Apo ya ji bo krîz û qeyranên civakî ku tam Başûr ketiye rewşeke wiha derbixe, Tirkiye-PDK dîsa karta amade ya di destê xwe de xistin dewrê, lez dan tevgera DAIŞ’ê.

Weke her demê dîsa mexdûr sivîlên bê guneh û pêşmergeyên dilsozê welatên xwe bûn.

Di vê mijarê de divê destpêkê civaka Başûr raya giştî ya kurd-kurdistanî ji rastiya bûyer û geşedanên rû didin baldar bin.

Divê ciwan û her ferdekî kurd li ku dibe bila bibe, li ber dagirkerî, faşîzm; mêtingerî û hevkariyê rabe, daxwaza mafê xwe yên herî rewa û jiyanî bike.

Ji her demê bêhtir îro dagirker-mêtinger li ber ketinê ye.

Çareseriya herî mayînde û esas serketina gerîla, azadiya Rêber Apo ye. Heta Serok Apo azad nebe, alozî û krîzên li Kurdistanê dawî nabe.

Divê xwendevan û ciwanên Başûr vê rastiya Serok Apo bibînin, bizanibin ku çareserî û dawîbûna krîzên li Başûr û aramiya welat bi azadiya Serok Apo ve girêdayî ye.

Dijmin vê dizane ji bo wê dema rojev dibe azadiya Serok Apo û berxwedana gerîla, dikevin tevgerê û dixwazin rojevê bidin guhertin û gel ji vê dûr bixin.

Niha jin, ciwan, rewşenbîr, nivîskar û her ferdek kurd û dostên xwe ketine ferqa vê rastiyê û ji bo azadî û aramiyê têkoşîneke xurt dikin. Wê rê nedin rojeva esasî were paşguhkirin, hesab wê ji dagirker û hevkaran bixwazin.

Nûçeyên Têkildar