Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...
Sêşem - 5 Tirmeh 2022

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di...

Viyan Dexîl îspat kir ku nûnertiya dewleta Osmanî dike, ne ya êzidiyan

Viyan Dexîl di sala 1971’ê de li Mûsilê ji dayîk bûye û xelka Şengalê ye. Li parlamentoya Iraqê li ser listeya fraksiyona PDK’ê nûnertiya...

Rênas Jiyan: Dewletên serdest zimanê me pir êşandin, divê em jî zimanê xwe neêşînin

Helbestvan Rênas Jiyan dibêje ku kurdan şehîd dan, hatine îşkencekirin, heqaret li wan hatiye kirin û vê pirsê dike: “Çima?” Bersiva vê pirsê jî wiha dide: “Ji ber ku em kurd bûn, ango ji ber ku zimanê me kurdî bû. Îcar em radibin bi zimanê wan dipeyivin û xwe bi zanebûna zimanê wan qure dikin. Ev nabe, ev kesayeteke xerabe û genî ye. Hema sirf ji bo vêya mabe divê em bi tirkî nepeyivin. Dewletên serdest zimanê pir êşand, divê em jî zimanê xwe neêşînin.”

Êş û nalîn, şanazî û serfiraziya zimanê kurdî, di herka dîrokê de xwedî serpêhatiyeke dûvdirêj e. Geh ji mirovahiya ku tevna civakîbûnê nû diafirand re bûye hawara vegotê, geh jî bûye pênaseya sincên civakê. Carnan li dijî Akad û Asuran bûye helbesta serhildêriyê, carnan bûye vebêja êş û elemên civakê. Xweşî û nexweşî, serhildan û qirkirin, berxwedêrî û tepisandin, serkeftin û têkçûn, şahî û şîn, bi her aliyên civakê rihên xwe ewqas berdan nava kûrahiya vê xakê ku, her ku bihostek a Mezopotamyayê tê vekolandin, li gerdana berhemên wê bêhna kurdî jê tê. Di çemê dîrokê de kurdî, carnan li çola zanistê bi ola wehayekê rabû û carnan jî bû xemlek li ser dilê mirovahiyê ku evîn pê hat xemilandin. Carnan bendek li pêşiyê hat danîn ku li pey xwe deryayek hişt, carnan bi zimanê dagirkeriyê hewl dan ku rengê wê şîlo bikin. Lê tevî her bendan û bêravêtiyên qirêjî jî, ji nava dîrokê herikî û bi pakiya xwe, xwe gihand roja me.

Bi taybet jî ji serdema pêvajoya têkçûna Împaratoriya Osmaniyan heta roja me, ji bo pêşîlêgirtina vê herikîna kurdî, zextekî giran ku bedelên wê carnan bû binçavkirin, carnan bû girtin û carnan jî bi kuştinê encam bû, hate kirin. Di serdemeke ku zimanê kurdî di hedefa cînayeta kiryardiyar de, ji rewşenbîrên kurd Celadet Elî Bedirxan û hevrêyên xwe di 15’ê Gulana sala 1932’yan de Kovara Hawarê weşandin û gavekî girîng avêtin ku ev cînayet neyê kirin. Ji herka 15’ê Gulanê heta niha kurdî, xwedî tekane çîrokek bû ku ew jî zext, qedexe û pişaftin e.

Helbestvan û nivîskar Rênas Jiyan ji Ajansa Mezopotamyayê yê Bişar Durgut û Mahmut Altintaş re axivî û pirsên wan bersivand. Rênas Jiyan di gelek mijaran de bersiva pirsan dide û berdewamiya hevpeyvînê wiha ye:

Me xwest serpêhatiya kurdî, astengiyên li pêşiya wê, pêşketin û hewldanên ji bo ziman bi helbestvanê kurd ê gewre Rênas Jiyan re biaxivin. Rênas Jiyan li rexekî rexneyên xwe û li hêla din jî ji bo kurdî pêşniyarên xwe kirin. Fermo em bi hev re li Rênas Jiyan guhdarî bikin:

 Bi sala ye 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Çalakî tên lidarxistin û bangawazî tên kirin. Gelo kurd, 15’ê Gulana îsal di rewşeke çawa de pêşwazî dike?

15’ê Gulanê baş e, pîroz be. Em qebûl bikin qebûl nekin jî hemû şer û têkoşîna me ji bo kurmancî ye. Divê hinekî xîreta mirov hebe, ewqas însanên me şehîd ketin, me di girtîgehan de êşkence xwar, em riziyan, heqaret li me kirin, em pîs kirin, tû qula çavê me kirin, em nexistin şûna însanan, bi rûmeta me lîstin, gundên me şewitandin… Çima? Ji ber ku em kurd bûn, ango ji ber ku zimanê me kurdî bû. Îcar em radibin bi zimanê wan dipeyivin û xwe bi zanebûna zimanê wan qure dikin. Ev nabe, ev kesayeteke xerabe û genî ye. Hema sirf ji bo vêya mabe divê em bi tirkî nepeyivin.

Dev ji vana jî berdin, em bêjin gava ez zarok bûm ez û hevalên xwe bi kurmancî dipeyivîn, em ê mezin bibin, bên cem hev û îcar bi tirkî bipeyivin; ma em ê çawa hevalên hev bin?! Ma em ê nebûbin yekî din. Me ev dibe hevaltî? Ma ruhê me li kû ma? Ma mirov ewqasî dijminê ruhê xwe ye?! Ma rast e ku mirov ruhê xwe bifiroşe dilbijokî û şelafiyê?

Heke em mirovên xwende û zane bin her yek ji me wê bibe dewletek. Wê çaxê dewleta heyî wê nikaribe bi me, ew ê dewletek be em ê bi milyonan dewlet (kes) bin.

 Em ji Bakur dest pê bikin. Ji vekirina dibistanên weke Ferzad Kemanger, Dayika Uveyş û heta krêş, saziyên ziman û hwd. gelek hewldan çêbûn. Lê dewlet kengî bixwaze digire. Di rewşeke wiha de kurd divê serî li rêyeke çawa bidin ku dewlet nekare her cara dixwaze pêşî li ber van hewldanan bigire?

Gava em her kurdek bi xwendin û zanebûna xwe bibin dibistanek wê çaxê dewlet nikare ti jehrê belav bike. Di me de zanistî kêm e, ji ber wê dewlet bi me dilîze û dikare dest werde me. Heke em mirovên xwende û zane bin her yek ji me wê bibe dewletek. Wê çaxê dewleta heyî wê nikaribe bi me, ew ê dewletek be em ê bi milyonan dewlet (kes) bin. A ku me têk dibe ne dewlet  e, em bi xwe ne. Nezaniya me, me têk dibe. Divê siyaseta me ya nû ev be: “Civaka kurdan zane bike, hişmendiyê bilind bike.” Gava ev bibe jixwe gelek tişt jixweber wê çareser bibin. Lê belê siyaseta kurdan xwe li ser gilî û gazinan ava dike: Çi ye ne çi ye, dewlet tehdê li me dike û hwd. Ev ne siyaset e, jixwe dost û dijmin her kes dizane dewlet tehdê li kurdan dike. Siyaseta kurdan divê dev ji vê berde; zanekirina civakê, avakirina malbatê wê me bi ser bixe. Siyaseta mezin ev e, ne gazin û gilîkirin…

Alav û amûr (tv, tablet, telefon) bêguneh in, kesên gunehkar şexs in. Mirov dikare alavan ji bo kuştinê jî bi kar bîne û dikare ji bo jiyanê jî. A ku me têk dibe û qir dike “mekanîzmaya bindestiyê” ye.

Bi taybet li Bakur dema pirsa ‘zarokên we çima bi tirkî diaxivin’ ji dayik û bavan tê kirin, pêşketina teknolojiyê, televîzyon, tablet an jî amûrên ragihandinê weke sedem nîşan didin. Li gel ku derfetên hînkirina ziman zêde bûne jî nîşandana hincetên bi vî rengî hûn çawa şîrove dikin?

Alav û amûr (tv, tablet, telefon) bêguneh in, kesên gunehkar şexs in. Mirov dikare alavan ji bo kuştinê jî bi kar bîne û dikare ji bo jiyanê jî. A ku me têk dibe û qir dike “mekanîzmaya bindestiyê” ye, divê ev mekanîzma bişikê, şikenandina vê mekanîzmayê di destê me de ye.

Ger em li xwe û çanda xwe ne miqate bin nifşên ku li dû me bên wê bişibin laz û rûmên Trabzonê, wê ji tirkan bêtir bibin tirkperest, wê bibin MHP’yî, wê Amed bişibe Trabzonê û wê êrişî kurdên resen bikin. Kesayetên bêesl heyfa bêeslbûna xwe ji mirovên biesl hiltînin. Çand ruh e, ger ruhê mirov biçe mirov pir dirinde û har dibe.

Heke mamoste şagirtên xwe di warê sincê de perwerde bikin, ew zarok giş wê bibin azadîxwaz, wê bibin wekhevîxwaz. Li dibistanên fermî mamoste dikarin vêya bikin.

Zara Mihemedî li Rojhilat mamosteyeka fermî bû lê ji bo ku kurdî xebat dimeşandin û ders didan. Lewma hate girtin. Li Bakur bi dehhezaran mamosteyên kurd hene ku yek jî wan jî hûn bûn. Gelo hûn vê rewşa li Rojhilat û mamosteyên li Bakur çawa dinirxînin?

Zara Mihemedî miroveke pir hêja bû. Wê bi hêza perwerdehiyê dizanî. Civaka me kurdan, tev mamosteyan jî, em qet guh nadin perwerdehiyê. Ne ku em nikarin, em guh nadinê. Lê perwerdehî bi tenê ne perwerdehiya ziman e, bi giştî perwerdehî. Heke mamoste şagirtên xwe di warê sincê de perwerde bikin, ew zarok giş wê bibin azadîxwaz, wê bibin wekhevîxwaz. Li dibistanên fermî mamoste dikarin vêya bikin. Dersên hilbijêr bi kurdî ne, mirov dikare hundirê vê pêkhatina fermî mişt bike. Lê kes guh nadê. Di civaka kurdan de a girîng siyaset e, perwerdehî karekî vala ye.

Mirov ji xwe dest bi perwerdehiyê dike, di kurdan de kes xwe perwerde nake. Em hev perwerde nakin, em dem û aboriya xwe ji perwerdehiyê re venaqetînin. Kî me perwerde dike: Dewlet. Dûre ji perwerdehiya dewletê kesayetên erjeng ji me derdikevin. Vê gavê mamostê me dewlet e; ji ber wê em înkarker in, derewîn in, bê sinc in, xedar in, ji xwe dûr in, bê çand û zanîn û ziman in…

Malbata Barzanî hewl dide ku bibe monarşî, hewl dide ku bibe wek monarşiyên ereb. Derdê hemû monarşiyan desthilatdariya wan e, berjewendiya wan e; xema wan ne gel û ziman û çand e.

Di nava parçeyên Kurdistanê de tenê Başûr xwedî statû ye û derfetên wan ên ji bo ziman gelek in. Li gel vê yekê jî tê gotin ku bandoreke wan a mezin ji bo ziman nîne. Çima wiha ye û hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Li Başûr rêveberiyeke xerab heye, rêveberiyeke monarşîk heye. Malbata Barzanî hewl dide ku bibe monarşî, hewl dide ku bibe wek monarşiyên ereb. Li dîrokê binêrin, ti monarşiyan guh nedaye ziman û çandê. Derdê hemû monarşiyan desthilatdariya wan e, berjewendiya wan e; xema wan ne gel û ziman û çand e. Di demokrasiyê de çand û ziman û perwerdehî pêş dikeve, ne di monarşiyê de…

Gava kurd diçin Ewropayê li wir xwe ji serdestiya tirkî, erebî û farisî naşon, ji ber ku kurdan li wir “serşokên bindestiyê” ava nekirine. “Serşokên bindestiyê” saziyên çandî, perwerdehî û zanistî ne.

Hema mirov ji kîjan kurdî pirsa ‘kurd çi dixwazin’ bike, weke bersiva ewil dibêjin “em dixwazin zimanê kurdî fermî bibe û bibe zimanê perwerdeyê.” Li gel ku li Başûr û dîasporayê pir derfet hene jî, çima zimanên biyanî yan jî yên tirkî, erebî û farisî ewqas di nava wan kurdan de pêşketî ne?

Rast e, dewleta Tirkiyê li hemberî kurdî sûcdar e, kurdî qedexe kiriye, divê lêborînê ji kurdan bixwaze, û divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî. Lê a ku vêya bi dewletê bide kirin hêz û zanebûna me ye. Hêz û zanîna me tune be wê ev pêk neyê.

Li Başûr rêveberiyeke neteweyî tune ye, rêveberiyeke feodal heye, ji ber vê jî perwerdehî pêş nakeve. Li Ewropa û dîasporayê kurd, hemû ked û enerjiya xwe didin meş û xwepêşandanan, ev çewt e. Mirov bi perwerdehî û zanistiyê digihêje azadî û xweşiyê; nezanî bindestî û xizanî ye. Gerek niha li Ewropayê gelek zanîngeh, dibistan, ramangeh û laboratuarên kurdan hebûna. Heke mirov di warê teknîk û zanistê de pêş bikeve wê dewletên dinyayê li ber mirov bigerin, lê na dijberî wê mirov wê parsekê wan be. Gava kurd diherin Ewropayê li wir xwe ji serdestiya tirkî, erebî û farisî naşon, ji ber ku kurdan li wir “serşokên bindestiyê” ava nekirine. “Serşokên bindestiyê” saziyên çandî, perwerdehî û zanistî ne.

Pêşketina li Rojava baş e… Zanîngeh û dibistan li wir hene, ev tiştine xweş in, hêvî ne. Rojava, li gorî hêza xwe, divê teknîk û teknolojî û zanistiya xwe pêş bixe, gerek laboratuarên xwe yên zanistî çêke.

Pergala li Rojava hêdî hêdî rûdinê. Gelo hûn xebatên ziman û wêjeyê yên Rojava çiqas ji nêz ve dişopînin? Hûn van xebatan çiqas têr dibînin an jî li gorî we divê Rojava ji bo ziman çi bike? 

Li Bakur gelek mirovên reşbîn hene, barbara wan e: “Kurdî mir, kurdî qediya, çû!..” Ev barbar bi kêrî tiştekî nayê; xelkê bê hêvî û bê moral dike û hew. Ev kes destê mirov ji xebatê sar dikin, “Madem wa kurdî mir, de ka em jî dev jê berdin.” Pêşketina li Rojava baş e, bersiva van mirovên reşbîn e. Zanîngeh û dibistan li wir hene, ev tiştine xweş in, hêvî ne. Lê ji bo parastina çand û ziman û neteweyekê artêşek pêwîst e, hêza leşkerî girîng e, heger artêşa te tune be tê têk herî, lê belê ji bo rêveberî û pergaleke baş bi tenê hêza leşkerî têrê nake, teknîk û zanistî jî pir pêwîst in. Rojava, li gorî hêza xwe, divê teknîk û teknolojî û zanistiya xwe pêş bixe, gerek laboratuarên xwe yên zanistî çêke. Kurd heta niha ji ber ku teknîk û zanistiya wan tune bû bindest man. Ji bilî xebatên teknîk û zanistiyê gerek dadeke baş li Rojava hebe. Heke dad û dadgehên te ne baş bin ew welat pêş nakeve. Di mijara dadgehan de pêşniyara min “pergala jurîtiyê” ye. Jixwe di nav civaka kurdan de berê jî bi vî rengî pergalek hebû, “pergala rûspiyan”. Gerek biryar ne di destê dadgeran de be, di destê gel de be, ango di destê juriyên dadgehê de be.

HDP ji ber ku di nav civakê de bandora wê li ser kurdan pir e, heke ew bi kurdî bipeyive, asîmîlasyona di nav kurdan de wê % 50-60 kêm bibe, ev ewqasî girîng û acîl e.

 Gelo siyaseta kurd rola xwe ya ji bo ziman çiqas dilîze? Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ziman divê çi bikin? Rewşa parçeybûyî ya siyaseta kurd bandoreke xwe ya çawa li ser ziman heye?

Li Bakur hevserokên HDP’ê divê bi kurdî zanibin û li her derê bi serbilindî bi kurdî biaxivin. Yekî/a ku bi kurdî nizanibe teqez divê nebe hevserokê HDPê. Vê gavê hevserokên HDP’ê kurdiya wan ji du bêjeyan pêk tê, “rojbaş” û “serkeftin”; ev têkbirina kurdî ye, trajedî ye, hetîketî ye. HDP ji ber ku di nav civakê de bandora wê li ser kurdan pir e, heke ew bi kurdî bipeyive, asîmîlasyona di nav kurdan de wê % 50-60 kêm bibe, ev ewqasî girîng û acîl e. Selahettin Demirtaş ji bo kurdî naxebite, ji bo tirkî dixebite, siyaseta wî bi kêrî Kemalîstan û CHP’ê tê, jixwe ji ber wê piştgiriyê didinê. Kemalîzm ji kurdî re dibê na, ji Kurdistanê re dibê na, lê ji Demirtaş re dibê erê, ev nabe, fen e.

Kurd bi siyaseta populîst azad nabin, wê gelekî zerarê bibînin. Siyaset ne heyraniya serdestan e, ne dilbijokî û şelafî ye; siyaset kûrahî ye, pêşbînî ye, hişmendî ye, fedakarî ye.

Êrişên dewletê yên li ser HDP’ê helbet kirêt in, em bi tundî şermezar dikin, lê di pêvajoya têkoşînê de divê rexne bên kirin, divê bên kirin ku serfirazî derkeve holê, yan na dibe ku dûre dereng çêbibe.  Û gelek nivîskarên din ên kurd wêjeyeke baş û kedeke helal afirandiye. Bi taybetî nivîskarên jin, gerek kurd li pirtûkên wan miqate bin. Nivîskarên di zindanan de, pirtûkên wan hedimandina desthilatdariyê ye.

Di van salên dawî de gelek nivîskar, helbestvan û hwd. derdikevin. Di halê hazir de hûn pêşketineke çawa di wêjeya kurdî de dibînin? Hûn rola wan a ji bo ziman çiqas têr dibînin?

Nivîskarên kurd di mijara ziman de pir fedakar in, keda wan nayê înkarkirin. Hinekan emr û ruhê xwe daye vî karî, wek mînak M. Çiya Mazî, bi fedakariyeke mezin wêjeyeke hêja afirandiye. Dilawer Zeraq, nivîskariya wî nivîskariyeke ramanger û azadîxwaz e. H. Kovan Baqî, wêjeya wî wêjeyeke bikesayet û resen e. Û gelek nivîskarên din ên kurd wêjeyeke baş û kedeke helal afirandiye. Bi taybetî nivîskarên jin, gerek kurd li pirtûkên wan miqate bin. Nivîskarên di zindanan de, pirtûkên wan hedimandina desthilatdariyê ye. Xwendevanên kurd! Mala wan nekeve! Tê bê qey destê wan bi hine ye, dikarin pirtûkên nivîskarên kurdî bixwînin. Ji nivîskarên serdest çêtir in. Qet nebe kurdan asîmîle nakin.

Herî dawî dixwazim vê bipirsim; gelo kurdî di çi rewşê de ye û hûn pêşerojeke çawa bo kurdî dibînin?

Ger em miletekî mezin bin –ku em miletekî mezin in–, divê em kêmaniyên xwe veneşêrin. Mesele ne ew e ku dijmin bi me bikene nekene, mesele serkeftina me ye, azadiya me ye. Bê rexne serkeftin çênabe. Ma piştî em û zimanê me têk herin qey dijmin bi me bikene baştir e?!

Heke saziyên kurd ên sivîl, ên wek Egîtîm Sen, SES, Baro û hwd. û bi taybetî jî partiyên siyasî daxuyaniyên xwe bi kurdî bidin wê kurdî pêşeroja wê baştir be, lê na heke em quretiyên vala bikin û xwe bişibînin serdestên xwe wê kurdî pir xesarê bibîne. Dewletên serdest zimanê me pir êşand, divê em jî zimanê xwe neêşînin. Ê wan ne zimanê wan bû, dilê wan li ser nediêşiya, lê em?!…

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar