Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...
Çarşem - 19 Çile 2022

Dewleta dagirkera tirk çawa tola xwe ji Şêladizê vekir?

Em nêzî sêyemîn salroja serhildana gelê Şêladizê dibin ku di 26’ê çileya 2019’an de gelê serhildêr ê Şêladizê bi pêşengtiya ciwanan bi ser baregeheke...

Divê ji bo zimanê kurdî cihên azad bên afirandin

A ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê kurdî...

Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye

Sakîne Demîr, dayika siyasetmedar Sêvê Demîr wiha got: “Belkî Sêvê bi bedena xwe ne li cem me be lê gava dimeşim di siya min de, gava radikevim di xewna min de ye. Qethiyen nikaribûn Sêvê bikujin. Ruhê wê yê berxwedêr li her derê Kurdistanê ye.”

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, 3 siyasetmedarên jin Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê di dema qedexeya derketina derve ya ku di 14’ê kanûna 2015’an de li Silopiyayê hatibû ragihandin çûbûn navçeyê ji bo alîkariya gel bikin. Her sê siyasetmedar di 4’ê Çileya 2016’an de gava ji taxa Karşiyakayê diçûn taxa Yeşîltepeyê hatibûn qetilkirin.

5 sal di ser qetilkirina her sê siyasetmedaran re derbas bû lê hê jî kujerên wan nehatine darizandin.

11 gule ji bedena wê hatin derxistin

Sêvê Demîr ku 11 gule ji bedena wê hatibûn derxistin, li gundê Şûtê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye dinê. Di salên 90’î de ji ber tahdeya dewletê bi malbatî koçî navçeya Bismil a Amedê kirine. Malbata di 1995’an de jî ji Bismilê diçe navçeya Salihlî ya Manîsayê. Demîr, li vir tevî malbata xwe pembo berhev dike û hewl dide debara malbata xwe bike. Hem dixebite hem jî di nav xebatên partiya siyasî de cih digire.

Di 5’emîn salvegera qetilkirina wê de dayika wê û hevala wê behsa wê kirin.

Koçberî

Dayik Sakîne Demîr diyar kir ku gava keça wê 6 salî bûye koçî Manîsayê kirine û wiha got: “Wê çaxê em li navçeya Bismilê ya Amedê bûn. Di salên 90’î de li Bismilê valakirina gundan, şewitandina malan û komkujî pir bûn. Gelek caran diavêtin ser mala me jî. Sêvê wê çaxê hay ji zilma dewletê ya li kurdan dikir çêbû. Ji ber tahdeya sîstematîk a dewletê me koçî navçeya Salihlî ya Manîsayê kir. Sêvê li wir ev tişt hîn bêtir hîs kirin û hem li nav erd dixebitî hem jî diçû partiyê. Digot êdî dê di nav xebatan de cih bigire.”

Dayikê da zanîn ku keça wê hê zarok bû, pir jêhatî bû, durist bû, qet derew nedikirin û wiha got: “Tu deverê Kurdistanê nema ku Sêvê neçûyê. Diçû her derî. Tevahiya Kurdistanê wê nas dike. Dilê xwe, ruhê xwe, her tiştê xwe dabû vê têkoşînê. Dema dixebitî bi gelek tahdeyan re rû bi rû ma. 5 salan di girtîgehê de ma û 60 rojî di greva birçîbûnê de.”

Têkoşîna jinan

Demîr destnîşan kir ku lê keça wê tu carî serî netewandiye û bi taybetî di nav têkoşîna jinên kurd de pir çalak bûye û wiha domand: “Tahdeya li jinan dihat kirin qethiyen qebûl nedikir. Ji bê vê têdikoşiya. Ji bo têkoşîn û piştevaniyê bang li hemû jinan dikir. Bi taybetî digot, jinên kurd êsir in. Li ser vê hûr dibû. Digot, jinên kurd hem bi tahdeya dewletê hem ji ya mêr û civakê re rû bi rû dimîne.”

Qedexeyên derketina derve

Dayik Demîr da zanîn ku di dema qedexeyên derketine derve de çûye keça xwe dîtiye û got ku dê wan rojan qet ji bîr neke û gava pêvajo ber bi xerabbûnê ve çûye bi telefonê keça xwe re xeber daye û piştî vê xeberdanê bi 3 rojan xebera mirina keça xwe bihistiye û wiha pêde çû: “Gava min ew xeber bihîst agir bi kezeba min ket. Lê me dizanibû di vê rêyê de tiştên wisa hene. Min di dilê xwe de digot, ‘ger dabe ser vê rêyê yan wê bê girtin an jî wê bê kuştin.’ Sêvê jî pêşî hat girtin, bi dû re hat kuştin. Me got ser sera û ser çava û ji bo em cenazeyê xwe wergirin em ketin rê. Lê ji bo em cenazeyê xwe wergirin em 10 rojan sekinîn. Piştî mirina wê zilma li ser kurdan jî dewam kir.”

Xeyala wê azadiya Ocalan bû

Demîr wiha behsa xeyalên keça xwe kir: “Doza azadiya Serok, axa xwe, nasname û zimanê xwe dikir. Pir ji axa xwe û Rêberê xwe hez dikir. Digot, ‘Ger Rêberê me azad bibe, dê axa me jî azad bibe.’ Ji bo azadiya Rêber pir têkoşiya.”

Di axaftina xwe de dayik destnîşan kir ku piştî Sêvê û hevalên wê gelek jin hatine kuştin û ev tişt anî ziman: “Li vî welatî roj tune ye ku jin neyên kuştin. Sêvê ji bo ev tişt neqewimin têdikoşiya. Mesela Denîz Poyraz, jineke welatperwer bû. Hat kuştin. Çima? Ji lew re jineke kurd bû û doza azadiya xwe dikir. Tu ferq di navbera jinên kurd de tune ye. Ew jin ji ber ku doza azadiya xwe kirin hatin kuştin.”

Ruhê wê yê berxwedêr li her derê ye

Dayik Demîr ku got ‘Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye’, diyar kir ku dê tu carî zilma li ser kurdan qbeûl nekin û wiha axivî: “Ji lew re ev doz, dozeke durist û rastiyê ye. Belê, dibe ku Sêvê bi bedena xwe ne li cem me be lê di bîra min û dilê min de dijî.  Gava dimeşim di siya min de, gava radikevim di xewna min de ye. Qethiyen nikaribûn Sêvê bikujin. Sêvê heya roja dawî jî serî netewand. Dê xeyala Sêvêyan pêk bê, hindik ma. Niha bi sedan Sêvê hene. Em ê tu carî dev ji vê têkoşînê bernedin. Roj roja azadiyê ye, serketin a kurdan e.”

Israra wê ya ji bo heqîqetê

Fadîle Goktur ku di sala 1996’an de Sêvê nas kiriye, wê wekî keseke ‘serî li ber pergalê rakir’ pênase kir û wiha got: “Ji bo ruhê jinan zînde bike tev li têkoşînê bû. Di lêgerîna ji bo heqîqetê de bi israr bû. Her roj jin dihatin kuştin, Sêvê nikaribû bêdeng bimîne, nema jî. Dabû ser rêya azadiyê, dengê jinan bû.”

Nikaribûn kenê wê bitepisînin

Gokturk anî ziman ku kenê Sêvê qet ji bîr nekirine û wiha bi dawî kir: “Nikaribûn kenê wê bitepisînin. Bi awayekî hovane hat qetilkirin. Lê dê Sêvê û hevalên me yên din tim di dilê me de bijîn. Dê şûna wan û têkoşîna wan qet vala nemîne. Yek biçe dê hezaran bên.”

Çavkanî: MA / Eylem Akdag

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar