Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...
Duşem - 17 Çile 2022

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye...

Zimanê kurdî

Mijar û nîqaşa zimanê kurdî car caran dikeve rojevê û mezin dibe. Car caran jî ji rojevê derdikeve û tê jibîrkirin. Niha dîsa ev...

Sala 2021’ê tecrîd girantir bû, berxwedan jî li cîhanê belav bû -2

Ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd, çalakî û xwepêşandanên kurdistaniyan tevahiya salê dewam kirin. Berxwedana îsal ji salên din gelekî cuda û bi bandor bû

Berxwedana ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogeriya azadiya wî ya fîzîkî, wê sala 2021’ê bênavber dewam bikira û di heman demê de li çar aliyên cîhanê belav bûye. Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê wê mohra xwe li berxwedana sala 2021’ê bixista.

Greva birçîbûnê ya ku 27’ê Mijdara 2020’î dest pê kir û girtiyên li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê tev li bûn, piştî berxwedana ji 290 rojî di 12’ê Îlona 2021’ê de hat bidawîkirin. Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û got ku dê bi çalakiyên cihêreng tev li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bibin. Ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya 2 hezar girtî û hikumxwarên li 107 girtîgehan, li Kampa Mexmûrê û Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî grevên birçîbûnê dest pê kirin.

Kurdistaniyên li Ewropa, Asya û Amerîkayê, tevî dostên xwe di sala 2021’ê de hîn bi bandor, rêxistinî û demdirêj li ber xwe dan. Li qada navneteweyî, ji bo bidawîkirina bêdengiya saziyên pêwendîdar, di sala 2021’ê de xwepêşandan bênavber pêk hatin. Kurdistaniyan tevî dostên xwe yên ji gelên din xwestin ku Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê (KE), Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT), Dîwana Edaletê ya Laheyê û hikûmetên welatên rojavayî yên mîna Almanya, Îngilistan û Fransayê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Çalakiya li pêşiya avahiya neteweyên yekbûyî 47 ne dewam dike

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji welatên Ewropayê û çar aliyên cîhanê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re bi deh hezaran name hatin şandin. Di nameyan de banga ‘Tavilê bikeve nava liv û tevgerê’ li Guterres hat kirin. Kurdistaniyan tevî dostên xwe her wiha li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê di 25’ê Çileya 2021’ê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Kurdistaniyan li qadeke li pêşberî avahiya NY’yê kon vedan û hewl dan dengê xwe bidin bihîstin. Çalakiya ku her roja çarşemê tê lidarxistin 47 hefte ne dewam dike.

Nobeda azadiyê ket sala 10’an

‘Nobeda Azadiyê’ ya ku 25’ê Hezîrana 2012’an li bajarê Strasbourg ê Fransayê li pêşiya avahiyên Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û CPT dest pê kir, ji ber karantînaya şewbê Mijdara 2020’î hatibû rawestandin. Piştî ku bidawîbûna karantînayê di 19’ê Çileya 2021’ê de ji nû ve dest pê kir.

Çalakî hefteyê heft rojan ji saet 08:30 heta 17:00 dewam dike. Her hefte komek ji kurd û dostên wan ên ji welatên cuda yên Ewropayê dimeşîne. Çalakiyê sala 2021’ê 9 salên xwe temam kir û ket sala 10’an. Bi wesîleya sala 10’an a Nobeda Azadiyê li heman qadê meş û mîtîngeke girseyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, bi zimanên cuda broşur û pirtûk tên belavkirin û qala jiyan, têkoşîn û girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd tê kirin.

Berê kurdan li Strasbourgê bû

Kurdên ku di nava 50 salên dawî de nifûsa wan a li Ewropayê zêde bû, ji bilî ‘Nobeda Azadiyê’ di nava sala 2021’ê de li Strasbourgê gelek çalakî li dar xistin. Bi banga TJK-E û KCDK-E’yê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, kurdan tevî dostên xwe di 12’ê Gulanê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di vê çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û biryara Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ku li dijî sê kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê ya Kurdistanê da, hatin şermezarkirin. Çalakiyê çar hefteyan dewam kir.

Çalakiyeke din a demdirêj a li Strasbourgê di 1’ê Kanûna 2021’ê de dest pê kir. Çalakiyê di dema civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de dest pê kir ku di wê civînê de piştî 7 salan a ji serlêdana têkildarî cezayê heta bi hetayê yê têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mijar xist rojeva xwe, ji bajarên cuda yên Ewropayê kurdistanî û dostên xwe tev li bûn.

Xweranegirtina li çalakiyên bêîtatiya sivîl

Têkoşîn û berxwedana li Strasbourgê ya li nava salê hat meşandin, tevî dewleta tirk her wiha carna dewleta Fransayê jî tirsand. Beriya salvegera komploya 9’ê Cotmehê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Dêra St. Maurice kon hat vedan, lê belê polîsên Fransayê êrîş birin ser çalakgeran. Wê rojê piştî xwepêşandana girseyî ya li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê gundê komun hat avakirin, lê belê polîsan bi tundî û lêdanê ji holê rakir. Li pêşiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya ser bi Konseya Ewropayê (CPT) ciwanên kurd 5’ê Nîsanê dest bi çalakiya bêîteatiya sivîl kirin, lê belê polîsan êrîşî ciwanan kirin. 7’ê Gulanê jî li hewşa Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ciwanan çalakî kirin, lê belê di êrîşa polîsan de 2 kes hatin binçavkirin.

Kurdistanî li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî li pêşiya Dîwana Edaletê ya Laheyê li hev civiyan û sala 2021’an gelek caran daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe kirin. Bêguman kurdên li Ewropayê ne tenê li van bajaran daketin qadan. Tevahiya salê li gelek bajaran her hefte xwepêşandan li dar xistin, hin rojan bi hevdemî li dehan bajaran kurdistanî tevî dostên xwe li qadan bûn. Mînak; di salvegera komployên 15’ê Sibatê û 9’ê Cotmehê de, piştî îdîayên li ser tevnên medyaya dîjîtal di 16’ê Adarê de hatin belavkirin û bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Cîhanê xwepêşandan bi rengekî girseyî hatin lidarxistin.

Lig elek bajaran ‘meşên dirêj’ hatin lidarxistin

Meşa Dirêj ku her sal ji bajarekî Almanyayê ber bi bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi rengekî kevneşop dihat lidarxistin, îsal ji ber astengiyan li gorî salên derbasbûyî bi rengekî cuda hat lidarxistin. Çalakiyê li bajarê Hanau bi mîtîngekê dest pê kir û komên enternasyonalîst jî di nav de nêzî 150 kes tev li bûn. Çalakiyê 9 rojan li gelek bajaran dewam kir û li bajarê Freiburgê bi meş û mîtîngekê bi dawî bû. Heman demê di navbera Neu-Munster û Kielê de meşeke dirêj a ji bo du rojan pêk hat. Ji ber salvegera 15’ê Sibatê meşeke din a dirêj a du rojan li Stuttgartê hat lidarxistin.

Çalakiya Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN tê lidarxistin, îsal jî hebû. Meşa ku 12’ê Îlonê dest pê kir di navbera Koln û Aachenê de pêk hat. Tevî Almanya û Fransayê, ji Awûstûrya, Swêd, Hollanda, Îngilistan û Swîsreyê bi sedan ciwan tev li meşê bû. Meşê 6 rojan dewam kir. Li gel provokasyonên polîsên alman û komên faşîst ên AKP-MHP’î ciwanan meşa xwe bi coş di 18’ê Îlonê de qedand.

Tevî xwepêşandanên girseyî yên bi banga sazî, komele û federasyonan pêk hatin, kurdistaniyan her wiha bi înîsiyatîfa ji bo azadiya Rêberê xwe çalakiyên şexsî li dar xistin. Mînak li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, kurdistaniyê bi navê Îdrîs Al Oso di salvegera komploya 15’ê Sibatê de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi 42 kîlometreyî beziya. Al Oso di nava şert û mercên giran ên zivistanê de 3 saet û 40 deqeyî beziya. Di dema bezê de piştgirî ji xelkê fîn wergirt. Her wiha li gel Al Oso, Shevan Rasheed bi 20 kîlometreyî, Gelo Jîmhan jî bi 7 kîlometreyan beziyan.

‘Pirtûkxaneya Gerok a Rêbertî’ li Ewropayê geriya

‘Pirtûkxaneya Rêbertî ya Gerok’ jî yek ji çalakiyên cuda û bi bandor ên îsal bû. Otobusa ku gelek berhemên ji fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de bûn, li gelek bajarên Ewropayê geriya û li qadên girseyî park kir. Li bajarên  Oldenburg, Bielefeld, Wuppertal, Saarbrucken, Trier, Darmstadt, Aschaffenburg, Mannheim, Giessen, Russelsheim, Wiesbaden, Mainz, Frankfurt, Berlin, Dresden, Leipzig ên Almanyayê, li bajarên Stockholm, Uppsala, Orebro, Jerntorget, Malmo û Goteborg ên Swêdê, li bajarên Lozan, Solothurn, Zurih, Bern û Luzern ên Swîsreyê, li bajarên Parîs, Marsîlya, Draguignan, Montpellier, Toulouse û Bordeaux ên Fransayê, li bajarên Amsterdam û Den Haag ên Hollandayê, li bajarê Bruksel ê Belçîkayê, li bajarê Viyana yê Awûstûryayê û li bajarê Roma yê Îtalyayê geriya.

‘Keştiya Azadiyê’ ya ji Yewnanistanê heta Îtalyayê

Ji salên derbasbûyî cudatir di sala 2021’ê de çalakiyeke cuda hat lidarxistin. Ew çalakî jî ‘Keştiya Azadî ji Abdullah Ocalan re’ bû. Nêzî 50 kesên li Almanya, Fransa, Swîsre, Brezîlya, Spanya, Swêd, Îtalya, Yewnanistan û Îngilistanê ku rojnamevan, amadekîsyen, siyasetmedar, nivîskar, parêzvanên aştiyê, nûnerên tevgera jinan, nûner û hunermendên kurd ên li Ewropayê di nav de hebûn, 8’ê Mijdarê ji Yewnanistanê bi rê ketin. Keştî 12’ê Mijdara 1999’an di salvegera çûyîna Rêberê Gelê Kurd li Romayê de, gihîşt Îtalyayê.

Welatparêzê kurd li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir

Li bajarê Dresdenê yê Almanyayê welatparêzê kurd Halîl Şen di salvegera komploya 15’ê Sibatê de bedena xwe da ber agir. Halîl Şen ku 25 salan li sirgûnê bû, ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û piştî çend saetan li nexweşxaneyê şehîd bû. Halîl Şen li pey xwe nameyek hişt û wiha got: “Bi mehan e mirovahî agahiyê ji Rêber Serok Apo nagire, ne parêzer ne jî malbat nikare pê re hevdîtinê bikin. Li hemberî vê yekê kar tê kirin, liv û tevger heye lê belê têrê nake.” Çavkanî: ANF

Sala 2021’ê tecrîd girantir bû, berxwedan jî li cîhanê belav bû –I

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar