Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...
Şemî - 25 Ilon 2021

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê...

Salvegera berxwedana Etrûşê: Em ê bi heman îradeyê li ber xwe bidin

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku 27 sal in li dijî zextên cerdevanî û teslîmiyetê li ber xwe dide, qala zext û zordariya PDK'ê yên li kampên Qeliyê Qiyametê û Kampa Etrûşê, komkujiya 13'ê Îlona 1995'an a li Etrûşê vegotin

Mexmûriyên ku ji ber zexta cerdevaniyê û şewitandina gundan a bi destê dewleta tirk sala 1994’an neçar man ku ji Bakurê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê bikin, li vê derê jî ji ber zexta dewleta tirk û PDK’ê 7 caran kamp guhertin. Yekemcar sala 1995’an li kampên Geliyê Qiyametê û Etrûşê zext û komkujiyên bi destê PDK’ê hatin kirin, dîtin.

Gelek ji wan li kampên Etrûş û Geliyê Qiyametê bi fîşekên PDK’ê hatin kuştin. Her wiha ji ber ambargoya Neteweyên Yekbûyî û PDK’ê gelek zarok ji nêza mirin. Zêdeyî 15 hezar sewal hatin kuştin an jî desteserkirin. Di nava 27 salan de 63 Mexmûrî bi destê PDK’ê hatin kuştin, sala 1998’an NY bi rengekî fermî kampa Penaberan a Mexmûrê nas kir. Lê belê hîn jî ambargo û êrişên dewleta tirk ên li ser kampa Mexmûrê dewam dikin.

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku 27 sal in li dijî zextên cerdevanî û teslîmiyetê li ber xwe dide, qala zext û zordariya PDK’ê yên li kampên Qeliyê Qiyametê û Kampa Etrûşê, komkujiya 13’ê Îlona 1995’an a li Etrûşê vegotin.

Tim zextê dîtine

Endamê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Hazim Kar anî ziman, ji ber bavê wî dil da Têkoşîna Azadiyê ya kurd, ji sala 1986’an û pê ve dewleta tirk zext û zordarî li wan kir. Destpêkê mala wan a li zozanên Şirnexê, piştre jî ya li gund hate şewitandin û sala 1992’an bar kir Cizîrê, lê heman zext li Cizîrê jî li wan hat kirin. Sala 1994’an ji ber zexta cerdevaniyê û şewitandina gundan di ser Çiyayê Cûdî re derbasî Başûrê Kurdistanê bû.

Hazim Kar diyar kir ku nêzî 16-17 hezar kesên ji herêmên Botan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê koç kirin, destpêkê li herêma Heftanînê ya li Başûrê Kurdistanê li du kampên nêzî hev bi cih bûn.

Hazim Kar ragihand ku derdora kampên Biharê û Şeranişê timî ji aliyê dewleta tirk ve hat bombekirin û qala serpêhatiya xwe kir: “Ji ber êrişan em derbasî Kampa Bêsivê bûn, lê li wir jî êriş kirin. Di encama greva me ya birçîbûnê de ya 29 rojan, Neteweyên Yekbûyî em bi rengekî fermî weke penaberên Kurd nas kir, lê belê êriş û gefên dewleta tirk nesekinînin. Ji vir jî li nava sînorên Başûr em sê caran koçber bûn û hatin Kampa Geliyê Qiyametê. Geliyê Qiyametê bi ser Duhokê ve bû û nêzî Garê bû. Wê demê PDK’ê ji me re digot ku dewleta tirk timî zextê li wan dike. Yê ku êriş dikir timî dewleta tirk bûn. Lê belê piştî ku em hatin Geliyê Qiyametê êrişên PDK’ê jî dest pê kir. Piştî ku PDK’ê bi dewleta tirk re li dijî PKK’ê bi navê ‘Operasyona Çelîk’ dest bi şerê xiyanetê kir, zextên li ser kampa me jî zêde bûn. Ji me re digotin, ‘Hûn alîkariyê didin PKK’ê.”

Zilma yekser a PDK’ê

Sedîq Gûyî yê ji gundê Hîlalê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê, bi wesîleya salvegera şehadeta milîtana PKK’ê Jiyan (Zeynep Erdem) a li Etrûşê şehîd bû, şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî û got, “Beriya ku ez bêm Başûrê Kurdistanê, ji ber zextên dewleta tirk destpêkê neçar mam koçî bajarên Anatoliya Navîn bikim. Lê belê piştî ku zext û şewitandina gundan girseyî bû, tev li yên koçî Başûr kirin, bûm. Dema ku gihîştim Başûr, beşek ji xelkê li Kampa Bêsivê bû, beşek jî li Geliyê Qiyametê bû. PDK’ê nedixwest ku gel bi hev re be. Ji ber ku difikirî ku bihevrebûna gel wê têkiliya wan xurtir bike.Destpêka sala 1995’an bû. Beşek ji xelkê li deşta Etrûşê bi cih kirin. Wê demê rewşa me ya madî hîn xerab nebû. Heywanên hinek mirovan hebû. Vê yekê bala PDK’ê dikişand. Wê demê êriş timî ji aliyê dewleta Tirk ve dihate kirin, bi vî rengî dihate pênasekirin. Lê belê em gelekî ji sînorên Tirkiyeyê dûr ketibûn. Statuya penaberên siyasî ya Neteweyên Yekbûyî jî ketibû dewrê. Lê belê weke penaberên Kurd ên li van kampan em li zilma yekser a PDK’ê rast hatin.”

PDK’ê mirovên me qetil kir

Sedîq Gûyî anî ziman ku kampên Geliyê Qiyametê û Etrûşê bi temamî di bin kontrol û ewlehiya PDK’ê de bûn û got, “Dor li her du kampan girtibûn. Bi 45 deqeyan em dûrî hev bûn. Ketin û derketina li herdu kampan di destê PDK’ê de bû. Dema dixwestin dihiştin ku mirov derkevin, dema nedixwestin destûr nedidan. Tê bîra min ku destpêkê li derdora Kampa Etrûşê Levent Ziravîgî û Abdullah û ji gundê Şiwêdê jî Yûnûs şehîd xistin. PDK’iyan heywanên me didizîn. Heqaret li jinan dikirin. Ji ber vê yekê me her roj nobedar datanînin derdora kampê. Ev hevalên me di dema nobedê de bi sûîqestên PDK’iyan şehîd hatin xistin.”

PDK û NY bi hev re ambargo danîn

Sedîq Gûyî diyar kir ku PDK’ê destpêkê destûr neda ku penaber hemû li Kampa Geliyê Qiyametê bi cih bibe, lê piştre polîtîkayeke berevajî meşand û got, “Xelkê me ku neçar ma ji Bêsivê jinûve koç bike, nêzî nîvê wan ji ber vê polîtîkaya PDK’ê neçar ma ku derbasî deşta Etrûşê bibe. Me li wir kamp çêkir. Bi zanebûm em xistin du kampan, ji hev cuda kirin. Nedixwestin ku em bi hev re bimînin.

Piştî ku PDK’ê û Tirkiyeyê dest bi ‘Operasyona Çelîk’ kirin, li xelkê li Geliyê Qiyametê ferz kirin ku derbasî Etrûşê bibin. Em Botanî ne, ji xwezayê hez dikin. Geliyê Qiyametê nêzî Garê ye, erdnîgariyeke xweş e; ji ber vê yekê gel nedixwest ku ji wê erdnîgariya xweş qut bibe û li deşta Etrûşê bi cih bibe. Ji ber vê yekê jî NY û PDK’ê ambargo danîn ser Geliyê Qiyametê. Neteweyên Yekbûyî êdî bi ti awayî alîkarî nedikir. PDK’ê jî pêşî li derbaskirina her tiştî digirt. Geliyê Qiyametê hatibû dorpêçkirin. Bi vî rengî em 3 mehan di bin ambargoyê de man, heta ku derbasî Kampa Etrûşê bûn. PDK’ê dorpêçiya li ser kampê bi tundî dijidand.”

Îradeya me bi birçîbûnê nayê şikandin

Hazim Kar ku di dema ambargoya Neteweyên Yekbûyî û dorpêçiya PDK’ê de 16-17 salî bû li kampa Geliyê Qiyametê, qala wê pêvajoyê û berxwedana şêniyên herdu kampan kir: “Bi ambargoyê re erzaqê me nema. Heywanên ku me ji PDK’ê rizgar kir, rojane me serjê dikir û li xelkê belav dikir. Wekî din xwarina me tune bû. Me goşt dikeland, lê belê xwê tune bû ku em tevlî bikin. Me berû kom dikir, dihêrand û dikir ard. Ji bo zarok birçî nemînin, me ji vî ardî nan çêdikir. Ji bo îradeya me bişikînin hewl didan me bi birçîbûnê terbiye bikin, lê belê em teslîm nedibûn. Piştî ku xelkê li Geliyê Qiyametê hate dorpêçkirin, yên li Etrûşê ji bo alîkariyê bi me re bike kete nava liv ût evgerê. Bi şev bi dizî ji kampê reviyan û ji me re 10 kîlo şekir û ard dianîn. Ji ber ku birçîbûnê tehde li zarokên me dikir. Dema ku PDK bi vê hesiya, kemîn danî ser rê. Wê demê çend ji mirovên me bi vî rengî şehîd xistin. Piling Mijinî jî yek ji wan bû. Her wiha hinek zarok ji nêza şehîd bûn.

Xelkê li kampa Etrûşê ji ber ku nekarîn alîkariyê bi me re bikin, wan jî erzaqê Neteweyên Yekbûyî negirtin û şermezar kirin. Digotin, ‘Hûn mirovên me li wê derê birçî dihêlin, erzaqê tînin ji me re. Em vê qebûl nakin’. Li herdu kampan berxwedaneke bi vî rengî hebû. Vê helwesta mirovên me yên li kampa Etrûşê nîşan dan, bandoreke mezin li me kiribû. Îradeya me xurtir kiribû. Îrade û baweriyeke welê xurt hebû ku em qala bûyerên wê demê bikin pirtûk têra vegotinê nake.”

Di vê demê de roja 13’ê Îlona 1995’an xelkê kampa Etrûşê xwest daxuyaniyekê bide çapemeniyê û ambargo û êrişên li ser Geliyê Qiyametê şermezar bikin. Lê belê PDK’ê gule li xelkê reşand û xwest komkujiyê bike. Di vê êrişê de gerîlaya ARGK’ê Zeynep Erdem (Jiyan) şehîd bû, 13 sivîl jî birîndar bûn.

PDK’ê gule li me reşandin

Sedîq Gûyî ku hingî di dema daxuyaniya çapemeniyê de amade bû qala wê kêliyê kir: “Geliyê Qiyametê bi temamî hatibû dorpêçkirin. Gule berdan ser gel. Agir bi hin konan ketibû û şewitî bû. Wê demê 70-80 kon şewitîn. Em şêniyên li kampa Etrûşê, li dijî vê êrişa PDK’ê ketin nava liv û tevgerê. Me xwest daxuyaniyê bidin çapemeniyê, ji PDK’ê bixwazin ku van êrişan rawestîne û ambargoya li ser Geliyê Qiyametê rake. Her kesên li kampa Etrûşê ev êriş bihîstibû û li hev kom bûbû.

Destpêkê xwendekarên dibistana seretayî ketin rêzê. Bi hev re em ber bi nuqteya kontrolê ya PDK’ê ve meşiyan. Lê belê Keleha Etrûşê li cihekî serwerî kampê bû. Li kampê liv û tevgereke biçûk hebûya ji vê derê dihate dîtin û li gorî wê yekê amadekarî dikirin. Piştî ku bi me hesiyan, mufrezeyek PDK’ê şandin ber benda kontrolê. Dema ku em gihîştin wê derê sekvanên yekîtiya PDK’ê gule berdan hevala Jiyan. Hevala Jiyan li wir şehîd bû. Piştî ku şehîd ket, gule berdan ser gel. Gelek kes birîndar bûn. Gel neçar ma ku şehîd û birîndaran ji wir bibe û ji ber vê yekê dawî li meşê anî.”

Piştî ku xelkê li Geliyê Qiyametê derbasî kampa Etrûşê bû, PDK’ê 27 qereqol li dora kampê çê kir û zext zêde kir. Salih Guyî wiha dewam kir, “Berî wê jî zext hebû; heywan û alavên me talan dikirin. Piştî ku kamp bûn yek û qereqol li derdora kampê hat avakirin, talankirina heywanên me zêde kirin. Mînak, pêlav ji lingê zarokan dikir û didizîn. Digotin, ‘Bila ev ji zarokên me re be’. Mînak, dema ku jinek ji bo çêrandina heywanan hinekî derdiket derveyî kampê, heqaret lê dikirin. Giya ku kom kiribû jê distandin û diavêtin

PDK tevî ku bi xwe kurd bû, bi rengekî eşkere dijminatî dikir. Wê demê hin şivanên kampa me di dema çêrandina heywanan de şehîd xistin. Ahmet Şiwedî, Ahmet Hilalî, Medenî Hilalî, Mehmet Tahir Hilalî û du gundiyên ku navên wan nayê bîra min li nêzî kampê şehîd xistin. Ev hemû bi destê PDK’ê hatin şehîdxistin. Yên li kampa Etrûşê penaberên Botanî bûn. Gule berdabûn Hasan, Salih û Abdo. Lê

Mexmûriyan ji ber zext û komkujiyên PDK’ê neçar man ku ji Etrûşê jî koç bikin. Di payîza sala 1996’an de dest ji kampa Etrûşê berdan û derbasî Nînovayê bû ku kampa çaremîn bû.

Hazim Kar diyar kir ku sala 1996’an li gel hewldanên KNK’ê jî PDK’ê bi dewleta tirk re li hev kir, dor li kampa Etrûşê girt û amadekarî dikir ku teslîmî dewleta tirk bike. Zext li me kirin û gotin, ‘ya wê kamp bê belavkirin ya jî wê teslîmî Tirkiyeyê were kirin’. Li ser vê yekê me nîqaş kir ku dikarin çi bikin. Şevekê kom bi kom em derbasî kampa Nînovayê ya li Iraqê bûn. Bêguman di vê demê de ji xelkê penaber hinek ji me qut bû. Derbasî çend kampên PDK’ê yên li Girê Gewrê û Hasenekê bûn.

Nekarîn me teslîmî dewlet Tirk bikin. Dixwestin ku xelkê li kampa Etrûşê li kampên PDK’ê belav bikin. Me zanîbûn ku eger teslîmiyetê qebûl bikin wê îradeya me nemîne. Hingî PDK’ê ji em çi bixwasta em ê neçar bûna ku li gorî wê bijîn. Ji ber vê yekê em derbasî Nînovayê bûn û me li wir dest bi avakirina kampê kir. Li Nînovayê jî bi heman rengî êriş û dorpêçî li me hate kirin. PDK’ê dîsa mirovên me şehîd dixist. Her wiha serê hin mirovên me jî jê kirin. Ev polîtîka heta roja îro jî dewam dike.

‘Em dest ji berxwedanê bernadin’

Sedîq Gûyî diyar kir ku Botaniyên li Başûrê Kurdistanê piştre derbasî kampa 7’an a Mexmûrê bû, lê li vir jî van salên dawî êrişên PDK’ê zêde bûne û got, “Dewleta Tirk ji bo gel bitirsîne û kampê belav bike 3 sal in êrişên hewayî dike. PDK jî zêdeyî 2 sal in ambargo daniye ser me. Destûrê nade ku em biçin Hewlêrê û bên. Mirovên me yên nexweş hene, pêwîstî hene. Lê belê gel ji neçarî bi rêyên qeçax bi dayina bertîlê dikare biçe. Dema dawî dorpêçî girantir kirine, aliyê Kerkûkê jî digirin. Lê em ê li ber xwe bidin. Divê raya giştî ya Kurdistanê xwedî li berxwedana Mexmûrê derkeve. Neteweyên Yekbûyî eger weke berê tenê li komkujiya temaşe bike û helwestê li hemberî van êrişan nîşan nede, wê li pêşberî dîrokê berpirsyar bê dîtin.”

Hazim Kar herî dawî got, “Beriya 26-27 salan me çawa li dijî êrişan li ber xwe dan û îradeya xwe nîşan dan, îro jî xwedî heman îradeyê ne. Em ê teslîm nebin. Em ê rûmeta xwe, sîstema xwe û jiyana xwe biparêzin. Em ê her tim xwedî li Tevgera Azadiyê ya Kurd derkevin. Ji ber ku xwediyê vê têkoşînê em in û em bi têkoşîna xwe piştrast in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar